Konê Reþ
Bejnê! Berî ku te nas bikim, te xwe li kû veþartibû?! Çima em rastî hev nedihatin? Çima qederê em dûrî hev dixistin..?! Çima rêka kerwanê min di nav xaka te re derbas nedibû..?! Gul û kulîlkên te di biharên min de geþ nedibûn..?! Û çûk û çivîkên te di asmanê jiyana min de nedixwendin..?!
Berî te nas bikim, ala xemgîniyê di ser dilê min re vegirtî bû, wek ku çawa niha xemgînî di ser bajarê min re vegirtî ye.. Bi hatina te re, naskirina te re þahî hat û gul û kulîlkên rengîn di dilê min de vebûn..
Dêmê te yê þêrîn ferhenga gotinan li ber min vekir.. Gotinên te
yên evîndarî, hiþtin nêrgizên derdora Cizîra Botan û Eyndîwerê
bibiþkivin, geþ bibin û bikenin.. Û di encam de te ez li bêrîbûna
zaroktiyê vegerandim..!
Ev te çi kiriye Bejnê?! Ez yê ku di nav
kul, derd û xemgîniya bajarê xwe de milevaniyê dikim.. Di nav jiyanek
serberdayî de hatime pêçan.. Dema ku ji niþkave rastî dêmê te yê þêrîn
hatim, min xwe di nav mijankên herdu çavên te de winda kir û pê bi pê bi
dûv þopa te de kulkulîm.. Bêje! Kîjan qederê tu aniye pêþiya min?!
Bejnê! Çekên min nîn in ku þerê qederê bikim, ji bil gotinê pê ve.. Qet
rojekê ji rojan jî, min hez çekên þer û kujekî nekiriye.. Her dem û gav
nifretê li þer, kujeran û xwînê dibarînim.. Çendî xweþ e Bejnê ku
herêma me, bajarê me û welatiyên me di aramî û tenahiyê de derbas
bibin..
Bejnê! Gelek caran bi tirs li rojên ayinde mêze dikim.. Ev
tirs dihêle ku ez hezar rûpêlên spî ji bo te û bajarê xwe Qamiþlo
dagirim û his û hestê xwe ji bo we bînim ziman..
Bejnê! Min tev
sikak û kolanên Qamiþlo pîvane..! Kevirek di wan de nîne ku min nas
nake..! Di ger û geþta xwe de ez pêrgî bi sedan dêm hatime.. Lê dêmekî
tenê ji wan dêman ez nehjandime, wek ku dêmê te ez hejandime.. Awirên
çavên te ez dîl û hêsîr kirime..!