Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



Lkoln: Rola kovara (Ronah),di pketina and bizava apemeniya Kurd de (1942-1945)Z. Xelek:14


 Dr.Phil.Ebdilmecît êxo

Helbest û stran  di (Ronahî) de
Celadet Bedirxan çiqas giringî daye çîrokên Folklorî,ewî ewqas jî giringî daye helbest û stranên Kurdî û rolên herdu cureyên wêjeyî di pêketina nêrîn û ramanên Kurdî,netewî û civakî  de berçev kirine,lewra jî em bi zelalî dibînin ku helbest û stranên Kurdî jî cihên xwe di kovarê de bi balkêî standine,li derdora (35)helbestan bi pênûsên têkel cihên xwe di kovarê de girtine;mîna1-Ehmedê Namî.2-Mela Enwer3-Osman Sebrî.4-.Hesen Perîxan,5-Hesen Hiiyar,6-M.E.Botî.7-Jandar Zengo,8-Bêkes.9-Ebdilrehman Elî Yonis.10-Qedrî Can,11-Celadet Bedirxan.Herweha jî nêzîkî 10 stranên Kurmancî jî bi pênûsên cida hatine weandin:(1-erê bestê beleka 2-erê Kehnêqîrî.3-Strana Kurdî4-Çetelê Axê.5-Strana Kurdî.6-Lawik.7-Strana Kurdî.8 -Stran û h w.Herdîsan jî em kanin gelek hindik ji wêjeya Farîsî jî di kovarê de bixwînin.

Bixwne...

Lkoln: Rola kovara (Ronah ) di bizav pketina apemeniya Kurd de.. Xelek:13,(hej.26.27.28)


Dr.Phil:Ebdilmecît êxo

(1-Eliyê bitenê (çîrokbêj),2-Kûsî û rovî(Hesen iyar),(hej.26).3-Rovî û  gor(çîrokbêj),4-Ziyareta Melîkê Misirê (Smainê Serhedî),5-Mezinê  êlê Elo bî, wê îê  êlê  çilo bî(Ferhadê Xerzî)6-Bêbextî( Biarê Segman) (hej.27).
Hesen iyar di çîroka (kûsî û rovî )de  bi kurtî weha dinivîse:Carekê  Kûsî û roviyek bûne destbirayên hev,kûsî ji rovî pirsî,çend  hunerên te hene?
Rovî got:Hezar hene û rovî ji kûsî pirsî,lê li cem te çend  hûner hene ?

Bixwne...

Lkoln: iroveyeke kurt bo helbesta Ez te dixwazim a Hilde Domn. (Hld Domn)


Tengezarê Marînî

Di xwendina yekem ya vê helbestê de, rasterast peyv an têgeha AZADÎ li nav hiê me dide. Dibe di van deman de û di dema ku azadî tête bisînorkirin, Azadî wek silogan tête bilindkirin.
Her weha mîna helbesteke evînê diyar dibe, ji ber Hilde Domîn bi derbirîna hestên xwe bi êweyekî vekirî naskirî ye. Azadî pir dergehên din ên irovekirinê bo xwêner vedike.
Hilde Domin bi xwe jî, helbestvaneke cihû bû û di dema Naziyan de, reviya û li komara Dimînîkan bi cih bû, û navê xwe Domîn ji wir jî wergirt.
Hilde Domîn helbestvaneke di jiyana xwe de, ji bo hemî cureyên azadiyê xebat û têkoîn kir.

Bixwne...

Lkoln: Rola kovara Ronah di and bizava apemeniya Kurd de (Xelek 11) (hejmarn 20.21.22)


Dr.Phil.Ebdilmecît êxo

Di van hejmarên jorîn de;em  dikanin van çîrokên gelêrî bixwînin:1-weyna rovî li rovî(çîrokbêj),2-jin û mêr û çîroka marekî Fêris(wergerandin ji Êngilîzî)(?),3-Conî û Cimêma(wergerandin ji Êngilîzî(?)4-Diz û dûvê kerê wergerandin ji Êngilîzî(?). 5-Fermana gur (Sibhiyê Diyabekirî)(hej.20).
Em  di  hejmara (20 )ê de  dixwazin tenê li ser du çîrokên gelêrî rawestin:
Çêrokbêj di çêroka(weyna rovî li rovî) de weha dinivîse:Gundek xerap hebû;tê de dîkek û tajîk hebûn,carekê dîk çû ser dîwarekî û li wir bang da,lê roviyek nêzîkî wî jî hebû û ewî dengê dîk bihîst û bi dîkê re got:Muxtar! Were min qonax bike!Dîk ji rovî re got:Hema li pit dîwêr gizîr heye,ewê te qonaxî bike,rovî kêf kir,ewî got:Belkî li pit dîwêr mirîk hene,lê ya rastîn li pit dîwêr tajî razaye,gava rovî giha cem tajiyê,ewî dît ko melekmot li wir paldaye,rovî bazda û ew kete qulekê,ewî dît ku roviyek din di wê qolê de heye,lê roviyê ku di qolê de bi wî re got:Ha bira çi bêhnefik li te ketiye?

Bixwne...

Lkoln: Rola kovara Ronah di and bizava apemeniya Kurd de.. Hej.(17,18,19, ) Xelel:10


Dr.phil:Ebdilmecît êxo

Di van sê  hejmarên jorîn de em kanin van çîrokên jêrîn bixwînin;1-(Ehmed Çeleb),çîrokbêj (hej 17).2-(Sîropîvaz),çîrokbêj.3-(êr û mik û rovî),Birahîm Îsa(hej.18).4-(jin jî hene û jinok jî hene) Çîrokbêj 5-(lê ne bê tiving ),Melayê ozê.6-(Kirasê bextiyariyê).Evdilezîz Metwar.(hej.19).
Emê li vir bi kurtî naverokên çend çîrokên vebjartî û balkê li ber çavên xwendevanan rêxin;çîrokbêj bi vê hevoka di nav çêrokbêj û gel de  pir naskirî çîroka xwe dest pê dike:(Carek ji caran rehmet li ser dê û bavê guhdaran;)paê ew çîroka xwe dibêje.Çîrokbêj çîroka xwe di bin navnîana (Ehmed Çelebî) de  weha dest pê kiriye:Carekê ivanê gundekî û gavanê gundekî dîtir gelek dostên hev bûn,ew heroj li çolê hevdu didîtin,

Bixwne...

Lkoln: Rola kovara (Ronah) di and bizava apemenya Kurd de .. Xelek: 9(Hej.13,14,15,16)


Dr.Phil.Ebdilmecît êxo

Di çîroka (roviyê qut) de wehe hatiye nivîsîn:Rojekê roviyek hebû,ew herdem diçû mastê pîrekê dixwar,pîr pir bêhnteng dibû,evekê pîr li mastê xwe dipa,ewê dît  roviyek di nîvî evê de hat  û mastê wê xwar, pîrê rahite  onikê û ewa li rovî werda,dûvê rovî qut bû,lê gava ew çûye cem hevalên xwe,her roviyekî bi wî re got:(Ha quto min di bin dûv kuto).Paê rovî bi xwe re got:Ez nikanim bê dûv di nav roviyan de bimînim,ew çûye  cem pîrê û bi wê re got:Tu duvçilka min bide min,ez nikanim di nav hevalên xwe de bê dûv bimînim,ezê dewsa dûvçilka xwe sewêlek pere bidim te,pîrê dûvçilka roviyê li wî vegerand,lê bi serda jî çend morik û zengilok jî pêve kiribû,rovî pir bi kêf (dilxwaî)çû nav roviyan,hemûyan ji rovî pirsîn;te  ev titên xweik ji kuderê peyda kirine,tu dikanî dûvên me jî weha çêkî?

Bixwne...

Lkoln: Rola kovara (Ronah) di pketina and apemeniya Kurd de.. Xelek:8 Hej.(6,7,8,9,10,11,12)


Dr.Phil.Ebdilmecît êxo

Çawa kovara(Ronahî)giringî dabûye gotarên cur bi cur û nûçeyên  navçeyî  û cîhanî,herweha jî ewê giringî dabûye piraniyên cureyên wêjeya Kurdî;(çîrokên gelêrî,helbest,pend û îret),emê di destpêkê de piraniyên çîrokên gelêrî di kovarê de nemaze yên li gorî me, pir balkê û watedar ji hejmara (1)ê tanî (28) an de bi xwendevanan bidin nasîn û  nirxên  wan jî   li gor nirînên xwe bi kurtebirî irove bikin,lê divê em destnîan jî bikin ku  di vê xelekê de serpêhatiyek jî bi pênûsa Celadet Bedirxan hatiye weandin. 

Bixwne...

Lkoln: Rola kovara(Ronah) di pketina and apemeniya Kurd (Hejmarn 26,27,28),xelek:7


 Dr.phil.Ebdilmecît êxo

Em kanin di hejmara (26) an de  van gotarên  duhatî bixwînin1-(nêçîra hirç û pezkoviyan )Evdirehman Elî Ûnis.2-(mirovê ko pênc navên wî hebin)Qadirê Ferman.3-(dîroka Selahedîn,xelek 4)Osman Sebrî.4-(ji ber sendoqa Xanimê )Smaînê  Serhedî.5-(dîroka jîna Napliyon,hepsê Napliyon,xelelk10)Osman Sebrî.6-(jinên Esker)Silêmanê Ferho.7-(Frencî û kirîstof Kolomb)Smaînê Serhedê.8-(balafir di bombavêjekê Birêtanî de) xwediyê Ronahiyê .9- (miriyê ko pasvanê xwe kutîye)Xelîlê Genco.
10-(serbestî,ji bo çi hemî kes hej serbestiyê dikin?)Dilkulê Doskî.

Bixwne...

Lkoln: Rola kovara (Ronah ) di pketina and tevgera azadxwaza Kurd de Gotar di Ronah de,hejmar: (23,24,25), xelek :6


Dr.phil.Ebdilmecît êxo

Di hejmara (23) an de em dikanin van  gotarên jêrîn bi nav bikin:1-(jin di eskeriyê de),sernivîser.2-(dîroka jîna Selahedîn)xelek:1-Osman Sebrî.2-(bo agahî ),nivîsevan Ronahî.3-(Kurdistan,exbar elherb,Kanûna paîn, 1944,hejmar(53)nivîsevan ne diyar e.4-(lehîstika etrencê),Cemîlê Tacdu.5-(dîroka jîna Napolyon 7 ),Osman Sebrî.6-(cêwikên siyamî ên bi hev  ve.)Sma-îlê  Serhedî .8-(Merîal Lûksenburg)nivîskar ne diyar e.
Sernivîser di  gotara (jin di eskeriyê de ) wêneyeke balefirê diweîne û li derdora wê balefirê jin bi cilên fermî hene,gotarnivîs di vir de dinivîse: Pitî ku balefir vedigere benderê,jin wê teslîm dibin,wê paqij dikin,depoyên wê ji benzînê dadigrin û li hertitê wê miqate dibin û di balefirê de texlît sîwar hene; yên ervanî û yên ne ervanî hene, sîwarên wê yên ne ervanî jin in.

Bixwne...

Lkoln: Rola kovara (Ronah) di pketina and tevgera azadxwaza Kurd de (1943-1945) Gotar di( Ronah),hejmarn 20,21,22 an de Xelek:5


Dr.phil.Ebdilmecît êxo

Di  hejmara (20) ê de ev  gotarên jêrîn bi pênûsên cuda hatine weandin: 1-(Peymana  Îswîçyan),gotarnivîs ne diyar e,lê bi texmîna me,ew sernivîser bi xwe ye. 2-(Ji min ve titên dinyayê).Lawikê Tiloyî .3-(kes gereke winda nebe).Sibhiyê Diyarbekirî.4-(çend gazind)Osman Sebrî.5-(jin û mêr û çîroka marekî Fêris )Silêmanê Ferho.6-(dîroka jîna Napliyon.xelek 4),Osman Sebrî.7-(zaravayê  Cizîrê), bi texmîna me dîsan sernivîser e.8- (Êzdî û ola wan,xelek.2)Osman Sebrî.9-(Yên ko xelas bûne),Smaînê Serhedî.Em li jêr wek nimûne naverokên  çend gotaran ji hejmarên  jorîn  bi kurtî li pê xwendevan û lêkolîneran rêdixin. 

Bixwne...

Lkoln: Rola kovara (Ronah ) di pketina and apemeniya Kurd de (1942-1945)Z. Xelek:4


Dr.Phil:Ebdilmecît êxo

Gotar di (Ronahî),hejmarên( 18.19.) an de
1-Çawa çente dizîn,(Lawût ),2-Bi serhatiya noqeveke Birêtanî(Cemîlê Tacdo),3-Hevalekî çak(Osman Sebrî ),4-Reqê avê,(Dilawer Çarpîne),5-Nêçîr(Osman Sebrî),6-Dîroka jîna Napoliyon,(Osman Sebrî),7-Hindik rindik (xeberguhêz )8- Xarkov,(?) 9-Elmaniya û Rohelat(?).Hej.(18).
Gotanivîs Lawût ji xwendevanên (Ronahî )re çîroka (çente dizînê ) bi hûrgilî  dibêje:Her wekî xwendevan dizanin Fendlanda hevalbenda Almanan e,lê  di navbera wê û Emêrîka de er nîne,ji lewra  ev herdu milet bi nav hev de diçin û tên.Di wextekê de bijîkek Emêrîkanî giha bû Hêlsînkî, paytexta Fenlanda, pir dem neçû,jin û keça bijîk jî hatin cem wî,bijîk Renter di çend mehan de navdar bû,jina bijîk û keça xwe jî ji aliyê qenciyê û comerdiyê de jî hatibûn naskirin .

Bixwne...

Lkoln: Rola kovara (Ronah) di pketina and apemeniya Kurd de (1942 1945) Xelek (3)


Dr.phil.Ebdilmecît êxo

 Gotar di (Ronahî) ,hejmarên (15,16.17) ê de


1-(Dawiya sefer û Împeratoriyeyê),xwediyê kovara Ronahiyê.2-(500000 Firansiz)nivîskar ne diyar e.3-(Veger bi baskekî ewitî),Silêmanê Ferho.
4-(Cindiyê Japanî),Dilawer Çarpîne.5-(Rebelek ji xwendevanê me ê  bercot ),Erefat.6-(Amediyê û sûlav ) S.Reîd Amedî .7-(Mînerv ) Roja .
8-(Qewetên keleha  Ewropayê),Hesenê Mistê .(Hejmar 15).

Bixwne...

Lkoln: Xilxal Hozanvanek


Bavê Zozanê

Dîpaçe:
Bi rastî ji mêjve min dixwest vekolînekê li ser helbestên mamosta Hefîz Ebdulrihman binvîsim lê her û her min xwe ji vê babetî dûr dikir, ditirsiyam ku li ber pêlên awazên peyv û wateyên helbestên wî herim, têde noqbibim, ,nikaribim melevaniyê di wê lehiyê de bikim, vêca mafên wan goe helbestan bi xwe re winda bikim.

Bixwne...

Lkoln: Em dsa Emer Lal bi br bnin di 11 salya kokirina w de


Idris Omar

Emerê Lalê (Rêncber)yek ji stûnên Helbesta kilasîk li Rojavaê kurdistanê

Pêgotin
     Dema mirov behsa helbestê û helbestvanan li Rojava yê kurdistanê bike, yek ser hinek navên mizin têne bîra mirov, wekî Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj, Seydayê Kele, Ahmedê êx, Salehê Heydo û Emerê Lalê hwh. Evan helbestvanan rolek girîng û birçav di warê wêjeya kurdî de lîzitne û nemaze di warê helbesta kurdî ya kilasîk de û her yek ji wan cihê wî de wêjeya kurdî û kurdistanî de diyare.

Bixwne...

Lkoln: Cih rola rojnama (Roja N) di pketina tevger apemeniya Kurd de.. Ola slam di (Roja N) de.. Xelek (6)


Dr.Phil. Ebdilmecît êxo

Nehro gotiye:Eger  her carê ez xwe nas dikim ku ez zimanê Îngilîzî ji zimanê xwe pirtir zanim,çavên min tijî stêr dibin.
Di vê xeleka dawî de emê li ser du xalên din giring rawestin, ew herdu jî olî ne;.1- Qewlên ola Îslamî .2-Tefsîra Quranê .Wek em dizanin ko piraniya miletê Kurd jî mîna pir miletên din li cîhanê bûye bawemendê ola Îslamî,lê bi sed hezaran jî ji miletê Kurd li ser  ola xwe ya resen û mak (Ezdahî) mane, me gelekî hêvî dikir ko Dr.Kamîran Bedirxan di rojnama xwe de li ser ola (Ezdahî ) jî rawestiya ,lê mixabin me nikanîbû mijarek tenha xwe jî  li ser ola Kurdan ya dêrînî bidîta,em nizanin sedema vê kêmaniyê çî ye? 

Bixwne...

Lkoln: Cih rola rojnama (Roja N) di pketina tevger apemeniya Kurd de.. Xelek (5)


Dr. Phil.Ebdilmecît êxo

 Nehro gotibû : (Eger her carê ez xwe nas dikim ku ez zimanê Êngilîzî ji zimanê xwe pirtir zanim ,çavên min tijî stêr dibin.)
Çêrok û zargotin di (Roja Nû) de
Wek em dizanin ku çîroka Kurdî di nav gelê Kurd de derengtir ji dayik bûye; yekemîn çîrok(Erê min di xewnê de dîtiye ) bi pênûsa  nivîskar  Cemîl Sa-îb di sala (1925) di rojnama (Jîn)  de  ronî dîtiye,ji ber vê sedemê jî em nikanin pir çîrokan di vê rojnamê de bibînin,lewra di hemû hejmarên (Roja Nû ) de e çîrok ji aliyên hin nivîskaran de hatine weandin,1-(Temo û Çeleng ),xelek (1),(hej. (23)xelek( 2) (hej. (24),Subhiyê Diyarbekirî.2-(Kurd û Mehkeme ),(hej.( 37) Îbrahîm Metînî .

Bixwne...

Lkoln: Cih rola rojnama (Roja N) di pketina tevger apemaniya Kurd de.. Xelek (4)


Dr.phil.Ebdilmecît êxo

Nehro gotibû:Eger her carê ez xwe nas dikim ku ez zimanê Îngilîzî  ji zimanê xwe pirtir zanim,çavên min tijî  stêr dibin .
WÊJE Di  ROJNAMA( ROJA NÛ )De
Di rojnama (Roja Nû) de hin cureyên wêje hatine weandin; 1-Helbest,2-Çîrok û 3-Zargotin.
Di vê xelekê de;em dixwazin tenê li ser helbestan rawestin;di hemû hejmarên  vê rojnamê de (16) helbest ji aliyên hin nivîskar û pênûsan de cihên xwe girtine;1-(DerdI Dil),Kake Emîn Hiwêznî,hej.(8),2- (Bo xewîstî me Kamîran Bedirxan); Keke Emîn  Hiwêznî, hej.(9),3-(Hêviya Nû),Osman Sebrî, hej.(15),4-(în),Qedrî Can,hej.

Bixwne...

Lkoln: Cih rola rojnama (Roja N) di pketina tevger apemeniya Kurd de.. Xelek (3)


Dr.Phil.Ebdilmecît êxo

Nehro gotibû: Eger her carê ez xwe nas dikim ku ez zimanê Êngilîzî   ji zimaanê dayika xwe pirtir zanim,çavên min tijî stêr dibin.
xxxxxx
Sernivîser K.Bedirxan  gotarekê bi navnîana ( Mîna ko em dixwazin)  dinivîse:(Kurd vepirsînan dikin;Gelo pitî dawîbûna erê cîhanê yê duhem,emê mafên xwe bi destên xwe xînin? Zaroyên me mîna zaroyên¬ gelên din li cîhanê  wê  biçin dibistanan¬? Wê Çepemeniya Kurdî pêkeve  ?  Gelo em kanin xwînê mîna dewletên (Hevbend) jî  biherikînin ?Hej.(47)

Bixwne...

Lkoln: Lkolnek li ser rojnama (Roja N).. Xelek (2)


Dr.Phil.Ebdilmecît êxo

Cih û rola rojnama (Roja Nû) di pêketina tevgera azadîxwaz û    çapemeniya Kurdî de
K.Bedirxan  di hejmarên (12-13) de di bin navnana (Dewran) de gotarek di bin çend navîanên axî(Eniya Sovyet,Vegirtina Siclayayêm, di deriya Pasifkê de, dawiya vî erî ) de diweîne,  ew di vir de dinivîse: (erê  (1914-1918) an bi serfiraziya hevalbendan qediya bû û pê zehf  miletên dinyayê  gihane azahî û serbestiyê û nemaze miletên Rohilata Nêzînk û Navîn pêve ketine, hevalbendan wei,d (soz)  daye ko miletên dinyayê  hemî  wê bighînin  azahî û serbestiyê.)

Bixwne...

Lkoln: Bi boneya 15 Gulan (Roja Ziman Kurd) lkolnek li ser rojnama (Roja N) Xelek (1)


Dr.Phil.Ebdilmecît êxo

Cih û rola rojnama (Roja Nû) di pêketina tevgera çapemeniya Kurdî de
xxxxxxx
Nehro gotibû: Eger her carê, ez xwe nas dikim ku ez zimanê Êngilîzî ji zimanê  dayika xwe pirtir zanim, çavên min tijî stêr dibin.

Berî ku em li ser rojnama (Roja Nû) rawestin, em pêwîst dibînin ku em  hin weanên Kurdî yên  ku di meha Gulanê de hatine weandin bi nav bikin.
1-Kovara(Zarê Kurmancî),(24)hejmar di salên (1926-1932) an de li Rawenduzê derçûne; ewa kovarek wêjeyî, civakî, dîrokî, zanistî û hunerî bû, sernivîserê wê, Husên Hiznî Mukriyanî bû.  .

Bixwne...

Lkoln: Roja rojnamegeriya Kurd li hem pnsn Kurd proz be!


Dr.Ebdilmecît êxo

Bi vê  boneya pîroz çirûskek li ser  kovara (JÎN).
Kurtelêkolîn
Kovara (JÎN), (7.11.1918 - 2.10.1919)

Kovara (Jîn) ji hejmara 1-25 di navbera salên 1918-1919 an de bi du zimanan Kurdî û Turkî û bi du zaravên Kurdî (Kurmancî , Soranî )  û bi tîpên Erebî wek zimanê ne fermî ya (Komela pêketina Kurdistanê) hatine weandin.
Sernivîserê kovarê yê pêîn ji hejmara (1 ê-20 ê), yekek ji damezrênerê  (Komela pêketina Kurdistanê), Hemzeyê Muksê bû  û  ji hejmara (21 ê-25)an Memduh Selîm bû.

Bixwne...

Lkoln: Droka ala Kurdistan, ala Rengn.


Qado êrîn

Al û ala di destpêkê de, di er û cengan de wek nîan û danasîna xelk û grûpan dihatin bikaranîn, di dû re li derveyî er û cengan, di destpêka sedsala 17an de, bi derketina ketî û gemiyan re, di deryayan de hat bikaranîn daku, welatê xwediyê gemiyê bête nasîn. Belkû berî ketiyên Hollendiyên Pîrat, al li ser ketî û gemiyan nehatibûn danîn û hildan.
Al simbol û nîana komek kes e, grûpek naskirî, êl, civak, Umetek, tîmek gogê, gund û bajar, milet û welatekî ye. Ala nitimanî nûnertiya welat hemûyî dike, ew a li ser dezgehên hikûmetan û hemwelatî di helkeftin û cejnên nitimanî de blind dikin.

Bixwne...

Lkoln: Yazehok:


Nivîsîn: Tengezar Marînî
 
Derwaze:
Di geryana li nav cîhana toreyê bi giștî û li helbestê bi taybetî de, pêkolê dikim wan nûbûn û hûrgiliyên nû peyda dibin, bixwênim, bidim berhev, șirove bikim û li gor nêrîn û pêzanînên xwe, ya baș derbixim û bînim nav warê guftûgoyê.
Zimanê kurdî û helbesta kurdî ya bi vî zimanê șêrîn tête nivîsîn, para herî mezin ji dema min dibe. Gelek caran em rastî hin nivîsan dibin, ko balê berbi xwe ve dikișînin, bêyî ko em gelekî serê xwe bi navan biêșînin.

Bixwne...

Lkoln: Jinn Kurd...... Xanimn Roj......


Mizgîn Hesko

Li gor Wîkîpediyayê ...(Jin berevajiya Mêr e...ango ji mirova mê re tê gotin Jin.Jin ....ew mirova ku 
bi zeyîndê xwe mê ye).
Di Avesta pîroz de jî ew gotin (Jin ) bi heman wateyê derbas dibe û bi heman rola xwe ya zayîndê dileyize.
Eger em bala xwe bidinê, van salên dawî , hin ji civata mêran xwestin ku ji jinê re pergaleke pîroz ava bikin , ji lewra ev gotin ( Jin ) bi jiyanê ve girêdan, lê bi min ev ne pir rast e...jiyan jiyan e û jin jin e.

Bixwne...

Lkoln: NEWROZ nameya hebn


  Mizgîn Hesko
 

Ji  hezarê salan û li Irana kevin cejn yan jî roja Mihrecan dihate pîrozkirin.
Mihrecan= Mihr- Xwedawend e---navê rojê ye ku  di roja 16 ê mihr de li cîhanê tête xuyakirin .
Mihr wiha  ji Mîrekun- Mîrecan dihate  binavkirin
Biherhalî  ta niha jî hin ji bawermendên ola Zardetî nirxekî buha û herî pîroz didin tîrêjên rojê ku nîana ronahiya Zarvan e (Yezdan -Xwedan ) ku Zardeti yekemîn ol bû ku  pût û kevir ne parastibû  lê  bawerî bi Ahuramezda wekî xwedawendê xêr û bêrê , xweiyî û ronahiyê dianî.

Bixwne...

X

Helbest