Ezîz XemcivînRomana (Qesem) sûndxwarin, ya romannivîsê Kurd Ferîdê Mela Ehmed e.. Nivîskar Ferîd (Elferîd) ji deryaya rewşenbîriya xwe hunera avjenîna xameya xwe ji xwendevanan re diyar kiriye.
Bi rêkeftin li mala dostekî, li bajarê Şilêswîg-Elmanya me hev dît, bê ko bihêlim xwedanê malê me bi hev bide naskirin, min got: Raweste ev kak Ferîd e! Tev ko ev bêtir ji sîh salan me hev ne dîtibû.. Ciwanmêr bi axaftin û gengeşeyeka Aram û xweş, bi dilfirehî û karîzmeka hêja cihgirtî bû. Me şevbuhêrka xwe bûrand, li ber rabûna me romana xwe ya bi navê (Qesem) diyarî min kir..
Roman ji weşanên pertûkxaneya Xanî li Duhokê ye, bergê pirtûkê û
keval ya şêwekar Xelîl Qadir e. berî sîh-çil salan di navbera mala
Xelîl û Ferîd de sed gav hebûn û di navbera mala min û mala Ferîd de ne
digeha dused gavan, ez û birayê Ferîd ê piçûk bi hev re di yek dibistanê
de bûn, carina diçûm mala wan dîwarekî wan hemû pirtûk bûn.
Gava min
dest bi xwendina romanê kir, ew dîwarê mala wan dihate bîra min, bi
xwendinê re jî min hest dikir, li kolanên bajar û taxa xwe me, diçûm
gundewarê bajarê Hesekê, diçûm Dirbêsiyê, Bîr Kinêsê, Yahûdiyê, Qermanê,
Şamê û vedigeriyam Parîs.. Di tevna romanê de dibûm pîrepindek min bi
xameya nivîskar re peyv bi peyv dihûnand. Li axaftinên kurdî rast
dihatim û mat dimam gelo çawa dê xwendevanên romanê yên ko ne Kurd in wê
têbigehên? Pirsa xwe min bê bersiv ne dihişt, ew gotin ji cegereka
sotandî derketine, ew gotin bandorê li naveroka babetê nakin.
Kak
Ferîd bi şêweyê nivîsandina xwe, bi aramiya xwe gelek mijar tevdane,
dîrokeka sosret di desthilatdariya malbata Elwehş (Elesed) li Sûriyê û
ji wê jî herêmên Kurdan, destdirêjiya li her biryarê, damezirandina
komeleyên olî-netewî, mezhebî, mîna Komeleya Elmurteda, hem piştgiriya
partiyekê ji bakurê Kurdistanê û têkiliya di navbera herdu aliyan û bi
dehan bûyer, bi zanîn, bi hûrbînî û tiştine din..
Têkçûna rûmeta
milet ya giştî di têkçûna rûmeta kesînî (takekesî) de şirove kiriye.
Binpêkirina mirovîniya mirov bi şêweyekî nerm, rewan rave kiriye.
Destê
xwe daniye ser birînê û gotiye derman bikin, bila bêtir ev birîn
venebe. Bê guman berî ravekirinê hemû an jî bi piranî li ser miletê wî
ye, di rewşa giştî de nivîsandiye, di rewşa taybetî de mebest kiriye
(dîwaro, ji te re dibêjim, bûkê tu tê de bigihê).. Dibe jî hin kes an
xwendevanine din bixwînin û ev tiştê ko ez li ser dipeyivim ew berevajî
lê binerin, bibêjin nivîskar pesnê me daye!
Roman ji bajarê Dirbêsiyê û heta bi Dirbêsiyê ye, kurtkirina sernixûziya sernixûzan aşkere dike!
Pênûseka azad e, dikare bi toza ewê serdemê û heta toza li pey xwe hiştiye bilîze û di xêzên dîrokeka dilxelok de bi cih bike..
Li deriyê zindanan daye, li deriyê windabûna mirov û mirovîniyê daye, bi gendeliya gendelperestan re peyivî ye.
Hin
têbîniyên min jî hene, giring e ez binivîsînim, ji wan jî lêveger li
pirtûkê bi hûrbînî ne bûye. Şaşitiyên tîplêdanê pir in, wergerandina
gotinên kurdî gerek bi erebî jî bihatana nivîsandin (pepûk pepûk
xwedêyo), (Xwedê xêr ke) (yabo qurbano, yadê qurbanê tu çawa yî?)… h.d
Hin
gotin jî bikar hatine, di erebî de bikar nayên, ew taybetiya zimanê
kurdî ne, dema têtin wergerandin wateya xwe winda dikin (mêrê dêya min)
(serxet, binxet)….h.d
Ev têbînî wek min berî nuha got, çi bandorê li asta bilindiya romanê nakin, lê pêdivî bi lêvegereka hûrbînî heye.
Nivîskar Ferîd ji destpêka romanê heta bi dawiya wê, hefsarê dahênaniyê ji destê xwe bernedaye.
Romaneka hêja ye xwendinê ye.
20.07.2024