Hižmend Sêxo*(Diktor Qasimlo mamosteyê gelê xwe)
Diktor Ebdilrehman Qasimlo di sala (1930) de li bajarê Ormiyê li Kurdistana Îranê hatiye dunyayê , xwendina xwe ya seretayî û navîn li Ormiyê û Tehranê xwendiye , û pižtre di sala (1948an) de çûye bajarê Istenbûlê da ku xwendina xwe ya Zanîngehê tewaw bike , pižtre biryar stand ku xwendina xwe li Ewrupa tewaw bike.
Dema ku ew li Istenbûlê wî nivîskar û rojnamevan "Mûse Enter" û xwendekarên kurd ên welatparêz naskirin , pižtre çû Ewrupa ji bo tewaw kirina xwendina xwe.
Qasimlo li Firansa û pižtre li Tižîkoslofakiya zanistên rêzanî û civakî xwend lê qet ji êž û azara gelê xwe bidûr neket.
Qasimlo biryar da ku tevlî rikberiya demoqrat bibe ya ku li dijî impiryaliya Îranê bi pêž ket.
Di
sala (1952an) de ew vegeriya welêt daku di xebata demoqrat de beždar
bibe û Qasimlo pênc salan karê rêzanî bi žêweyên neyênî û ažkere dikir û
hêdî hêdî Qasimlo weke kasayetiyekî rêzanî û xwedî bandor di nav gelê
kurd û rikberiya îranî de hate nasîn.
Diktor Ebdilrihman Qasimlo
waneyên destemayî û aboriya Sosyalîst li Zanîngeha Biragê didan , û ta
sala (1961) waneyên zimên û çanda kurdî li Zanîngeha Sorbonê li Parîsê
didan , herwiha xwedî rolekî girîng bû di avakirina Yekîtî ya Ciwanên
Demoqrat li Kurdistanê ku yek ji saziyên Partî Demoqratî Kurdistanî Îran
bû , û pižtî demeke kurt bi fermî bû endamê vê partiyê û di hemû
desteyên partîzanî de kar kir daku bû emîndarê gižtî ji Partiya Demoqrat
a Kurdistana Îranê re.
Diktor Ebdilrihman Qasimlo kasayetiyekî
bîrbir û hižmend bû , lewre wî û hevalên xwe yên partîzan bi hûrbînî
rewža rêzanî û aborî ya Îranê xwendin , herwiha rewža çepên Îranê û
tevgera nižtimanî ya kurdî li gor peywendiyên wî wek emîndarê gižtî bi
Yekîtiya Sovyêt re , û istratîjiya demoqratî ji Îranê re û otûnomî ji
Kurdistanê re bi rêket , û kongireya Sêyem a partiyê van pêžinyarên
Diktor erê kirin û ew pêžinyar bûn istratîjiya fermî ya Partiya Demoqrat
û di wî kongirî de ew hate hilbijartin wek emîndarê gižtî ji Partiya
Demoqrat a Kurdistan a Îranê re , û bû yek ji wan kesayetiyên rêzanî
yên girîng di hemû parçeyên Kurdistanê de.
Hêjayî gotinê ku di sala
(1978an)de Diktor Ebdilrihman Qasimlo bi hevaltiya Bîst Hezar žervan ji
hêzên pêžmergeyên dilêr operesiyoneke berfireh li dijî artêža sahê
Îranê rabûn û pêžmerge dest danîn ser bajar û bajarokên Kurdistana Îranê
û wisa gelê kurd kevirê bingehîn ji avakirina dewleteke demoqrat re
danîn.
Di dîroka / 13 / 8 / 1989an de Diktor Ebdilrihman Qasimlo ji
bo mafê otûnomî ji Kurdistana Îranê re danûstandin bi rayedarên Îranî re
dikirin lê zor mixabin di wan danûstandinan de ew ji aliyê istixbaratên
"Savak" li bajarê Viyêna li paytexta Nemsa hate kužtin û di goristana
pakrewanên žorežê de li Parîsê hate binax kirin.
Sed silav li giyanê te ey xebatkarê dilsoz û dilêr
13 / 7 / 2024 Z - 2636 K
*Endamê Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêžverû ya Kurd li Sûriyê