Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: PEYMANA LOZAN Û SED SAL JI ÇEWSANDINÊ

 


EBDULBAQÎ HUSEYNÎ

Îsal sed sal li ser peymana Lozanê derbas dibe, wek tê zanîn, di roja 17.05.1639 an de, bi peymana ”Qesra Şîrîn” ve, Kurdistan bû du beş. Beşek ji axa welatê me çû ji Îranê re û beşek jî Osmanîyan ji xwe re girt.
Di 24.07.1923 an de jî, bi peymana ”Lozan”ê, dewletên cîhanê durûtî kirin û ji bo berjewendîyên xwe, kurd kirin qurban. Kurdistan di navbera Îran, Iraq, Sûrîyê
û Tirkîyê de dan perçekirin, û di encama peymana Lozanê de welatê me Kurdistan bû çar perçe.
Ji roja îmzekirina peymana Lozanê ve heya îro, netewa Kurd bi deh caran leqî komkujîyan hatiye. Bi sedhezaran Kurd bi rengekî hovane hatine kuştin û ji ser axa xwe hatine surgûnkirin.


Lê, dewletên cîhanê li hemberî van kiryarên hovane, yên ku dewletên dagîrker li dijî netewa Kurd bikar dianîn, tu helwest negirtin û bêdeng man.
Di dema referandûma serxwebûna başûrê Kurdistanê de (2017) jî hate çespandin, ku dîtinên dewletên cîhanê îro jî li hemberî Kurdan nehatîye guhertin.
Bi rengekî eşkere naxwazin Kurdistan azad bibe û bibe welatekî serbixwe, û dixwazin Kurd herdem bindestî ereb, tirk û farisan de bimînin.
Ji bo vê em bêbextî û durûtî û bê dadîya dewletên cîhanê şermezar dikin. Û divê em kurd ji berê zanetirbin, û li bercewendiyên xwe bigerin, mîna hemî miletên dora xwe, û hevalbûna dewletên zilhêz bikin, û wan ji xwe re bikin dost û bercewendiyên wan berbiçav bistînin, da ku di pêşerojê de em jî karibin bibin xwedî dewlet, mîna hemî xelkên cîhanê.
Li vir ezê hinekî li ser dîroka beşê an perçê Kurdistana Rojava rawestim, û bidim xuyakirin bê gelê me di vî perçî de, di vê sed sala borî de, çawa xwedî bû û di çi qûnaxan de derbasbû.
Di dîroka Sûriyê de a nû, ji dema ku hate damzrandin di sala 1920 ta 1936 de û serokê yekem bo vê komara nû Mihemed Elî Elabid bû, ku di koka xwe de kurd bû û ji malbata Holo Paşa bû. Lê mixabin ewî û çend kesên navdar di dîroka Sûriyê de tiştek bo kurdan nekirin. Digel ku Kurd ji wan netewên dilsozbûn bo azadîya Sûriyê û rizgarkirina wê ji destê firansawîyan ve. Du şerên navdar ku dinavbera kurdan û firansawiyan de çêbûn ev bûn: Toşa Amûdê û Şerê Beyendûr. Ji ber vî hawî firansawiyan tiştek nexiste destê kurdan, dema ku ji Sûriya derketin. Em wekû kurd, me nikarîbû ji wê derfeta hebûna Firensawiyan li Sûriyê qezencek bidest bixistana.
Firensawî di 17nîsana 1946an de ji Sûriyê derketin, piştî wê demê, sê serokên Sûriya, ku bi koka xwe ve kurd bûn ( Hisnî El Zeîm, Fewzî Silo û Edîb El Şîşeklî) tu tiştekî netewî bo kurdan nekirin, dibe ew dem dema avakirina welatekî niştimanî bû, ku Sûriya wê bibe welatek bo hemî pêkhatiyên wê, lê mixabin, ne wiha bû.
Digel ku Partiya Qumînîst ji sala 1944 bi seroktiya Xalid Begdaş li darbû û dikarîn mafê kurdan misewgerbikirina, lê dîsa mixabin, ew jî li bercewendiyên xwe geriya û tiştek bo kurdan nekir, ewî kurd razî dikirin bi gotina; ”Eger Sûriya bibe dewleteke sosiyalîst, wê demê mafê hemî mirovan misewger dibe”. Kurd jî bawerdikirin, loma bi komiza kurd derbasî Partiya Qumînist bibûn.
Di sala 1957 de, komek ji welatperwerên kurd xwe danhev, mîna: Osman Sebrî, Hemza Newêran, Hemîd Derwîş, Şewket Henan, Reşîd Hemo, Mihemed Elî Xoce û Xelîl Mihemed, gihan baweriyekê ku tu kes mafê kurdan misewgernake, jibilî kurdan pêve, rabûn Partî Dîmoqratî Kurdistanî damezirandin. Di destpêkê de daxwazên wan li gor hêza wan giranbû, mîna ” Rêzgarkirin û yekîtiya Kurdistanê”, vê dawîyê û piştî ku Dr. Nûredîn Zaza hate nav wan de, ji hin daxwazên xwe daketin û gotin: Hilana zilm û zora li ser kurdan û pêkanîna mafên çandeyî bo gelê kurd.
Tevgera kurdî ya siyasî li Sûriya an jî li Rojavayî Kurdistanê di gelek qûnaxên xerab derbasbû, gelek perçebûn kete nav ”Partî” de, çep û rast, û her beşeke bûne çend perçe.
Tiştê balkêş di wê demê de, ku piraniya van kesên xuyayî, guh dane zimanê kurdî, mîna; Mîr Celadet Bedirxan, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Mele Hesen Hişyar, Reşîdê Kurd, Palo, Nûrî Hesarî, Tîrêj, Keleş, Bêbuhar,..td.
Tûj û tundiya rêcîma Ba’as li dijî me kurdan; di destpêka wê de, şewata Sînema Amûdê bû (1960), paş re kurd ji ziman û çanda wan bêparkirin, dûvre “Jimartina Hesekê” hate hole sala1962, û di encamê de, 130.000 mirovên kurd ji nasnemeya Sûrî hatine mehrûmkirin. Di salên 1974-1975 de “Kembera Erebî” li nav gund û bajarokên kurdan li herêma Cezîrê pêkanîn. Dirêjbûna wê kemberê 275km û bi kûrbûna 15km.
Di salên notî de, yekem car derfet bo kurdan hate vekirin, ku sê kurd di bin navên “Kesên serbixwe” ketin perlemana Sûrî de, ew kesane jî evbûn: Kemal Ehmed, Hemîd Derwîş û Fûad Elîko. Lê ev serbor paş re dubare nebû. Digotin, ku şeş kes kurd li herêma Efrînê jî, di wê demê de, ew jî bûn endamên perlemana Sûrî, lê me wekû gel, tu deng ji wan ne bihîst.
Di sala 1990 û vir de, hin çavgirtînik bo bikarnîna zimanê kurdî ji alî rêcîmê ve hate holê. Kurdên me jî ew derfet bikaranîn, û gelek kovarên bi zimanê kurdî û zimanê erebî belavkirin, ji wan kovaran: Gurzek Gul, Zanîn, Aso, Elhîwar, Elejras, Pirs, El Mewasim…td.
Di dema herfandina rêcîma Sedam Husên de (2003), û pêkhatina Fedralîzmê li Iraqê û Kurdistana başûr, kurdên me li Rojavayî Kurdistanê, hewildanek dan, ku hinek  mafên xwe bidestxînin, û bi taybet piştî “Serhildana Qamişlo” ku di 12.03.2004 de bû. Di wê demê de rêcîma Beşar El Essed zoreke mezin li kurdan kir, û zêdî 42 kesan di wê serhildanê de hatin kuştin. Û şereke bê hempa li dijî kurdan berdewamkir, çi ji alî abûrî ve, û çi ji alî siyasî ve.
Di şoreşa Sûrî de a ku 15.03.2011 destpêkir, Kurd wekû hemî pêkhatiyên Sûrîya xwestin rêcîma Beşar El Essed birûxînin, lê Essed xwest kurdan bê layene bike, hin kesên bê nasname, nasnameya wan li wan vegerandin, û doz li tevgera kurdî ya siyasî kir, ku herin cem Şamê, hin diyalogê bi wan re bike, da ku têkilî şoreşa Sûrî nebin, û hin mafên wan yên çandeyî bide wan, lê şaştiya ku tevgera siyasî kir, ew daxwaza Essed redkir û siyasetmedarên kurd neçûn Şamê. Essed li hinin dî “kurd” geriyan, da ku ew bibin alternatîf ji dêvla tevgera siyasî kurdî re, li herêmên kurdî. Essed şand du Apoçiyan, dostên wî yên kevin, û çek û pere dane wan, û ji wan re got; herin bakurî Sûriya hemî têxin bi destên xwe de û herêma xwe biparêzin, lê daxwazek min ji we heye, ku kurd li dijî rêcîma min dernekevin û nebin hevalbendên opposîsyonê (rikvanên rêcîmê). Apoçiyan ev şert qebûl kirin, û siyasetek dijwar di heqê her kesekî li dijî Essed de derdiket, û di ençamê de siyasetmedar Miş’al Temo û hin xortên dî şehîd ketin.
Îro, wekû em hemî dizanin, piştî 12 salan ji vê “Şoreş”ê, bê halê Sûriya bi gelemperî çi jê hat, û rewşa kurdan giha çi radeyê. Cihê mixabinyê ye, ku zêdî nîvê miletê me ji ber siyaseta “Rêvebiriya Xweser” ya çewt koçber bû, Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî ji alî turkan ve hate dagîrkirin, rewşa abûrî gelekî xerab ket, zêdî 12000 xort û keçên me kurdan hatin kuştin, û ya herî kambax, ku “Rêvebiriya Xweser” kesekî ji kurdan di nav xwe de qebûl nake, ku bibe şirîk pêre, lê ereb û kirîstiyanan qebûl dike.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark