Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rola kovara (Ronahî ) di pêşketina çand û çapemeniya Kurdî de (1942-1945) Z. (1)

 


Dr.phil.Ebdilmecît Şêxo

Di dîroka çapemeniya Kurdî de gelek zelal e,ku damezrêner û sernivîserê kovara (Ronahî) Mîr Celadet Bedirxan bû,lewra jî beriya ku em li ser  naveroka kovarê û rola wê di pêşketina bizava çapemeniyê  û  çanda  Kurdî de bi dirêjahî rawestin, em pêwîst dibînin ku em di vir de dîsan sernivîserê Kovarê Mîr Celadet Bedirxan pir bi kurtasî bi bîra xwendevanên vê lêkolînê hûnin.

Mîr Celadet BedirXan:( 1893-1951)Z.
Di dîroka gelê Kurd  ya nûjen de malbeta Bedirxaniyan gelek nasdar e, rola vê malbetê di niştimanperwerî û şoreşgeriyê de pir bilind û bala ye.Celadet Bedirxan  neviyê Bedirxan Paşa ye, yê   ku têkoşîn û serhildan di salên (1842- 1847)Z. de ji bo destxistinên mafê netewa Kurd kiriye.


Celadet lawê Emîn e û Emîn jî lawê Bedirxan paşa ye,ew di sala (1893)  an de li Stenbolê ji dayik bûye,ewî xwendina xwe yên  seretayî  û navîn  li wir jî kuta  kirine û paşê ew bi bavê xwe re her dem  koçber dibe û  ew di gelek bajarên Turkiyê  û bajarên Ereban de dijîn .
Navê dayika Celadet; Senîhe ye û ewa bi regeza xwe Çerkez e.
Celadet hîn di xortaniya xwe de ji nivîsandinê  hez dikir, ewî gelek  çîrokên  gelêrî û pend û şîretên Kurdî  ji nav gelê Kurd dicivandin.
Di sala (1922) an de rojnaama (Serbest) li Stenbolê  dihate  weşandin, Celadet cihgirê gerîndeyê  wê rojnamê bû .
Di encama  rewşa siyasî  de bavê Celadet Emîn Alî  û lawê xwe  Surye direvin Qahîre,lê Celadet û birayê xwe Kamîran diçin bajarê Munşinê li Almaniya Rojava,li vir Celadet beşa mafnasiyê di zanîngehê de dixwîne  û ew gelek sûdên  rewşenbîrî ji çanda Almanî, nemaze  di warê yekbûna zimanê Almanî de dibîne.
Celadet  di sala (1926) an de  seredana  bavê xwe Emîn li Misrê) dike û di pişt re ew vedigere Bêrutê, ew li wir seroketiya rêxistina (Xoyîbûnê) di  salên (1927-1931) ê de dike, di vê navberê de jî ew  di sala (1929) an de li Libnanê dibe bervedêr,lê ew pişî maweyekê diçe Îranê û ji wir jî  diçe Îraqê,  û li  dawiyê  ew vedigere Sûriyê.
Celadet Bedirxan li vir; li Sûriyê dibêje:(Divê em bi pênûsên  xwe têkoşînê bikin, divê em ziman, çand û wêjeya xwe baş zanibin).
Celadet  di (15) Gulanê,sala (1932) an de hejmara yekê  ji kovara Hawarê çap kir, ewa kovarek wêjeyî,rewşenbîrî bû û hejmara (57) an ya dawiyê di sala (1943) an de weşand.
Di sala (1932) an de bi alîkariya Celadet Bedirxan (civata alîkariyê)ji bo belengazên Kurd  li Cizîrê  hate damezrandin.   
Di vê demê de Celadet Bedirxan Alfabeya Kurdî  di kovara (Hawarê) de çap kir,ewî heft ziman biyanî zanîbûn;1-Farisî,2-Turkî,3-Erebî,4-Firansî,5-Êngilîzî,6- Almanî 7-Yonanî, lewra jî ewî kanîbû bi sanahî  rêzimana Kurdî  bi rêzimanên zimanên jorîn re berhevdanê bike û li dawiyê ewî rêzimana Kurdî  li ser bingehên  zanistî  damezrand .
Di sala (1937) an de bi alîkariyê Celadet Bedixan (Nadî ciwanên Kurd ) li Amudê hate damezrandin .
Celadet Bedirxan  (28) hejmar ji kovara (Ronahî) di salên (1942 -1945) de  bi zimanê Kurdî li Şamê weşandine.
Rewşen Bedirxan hevsera Celadet Bedirxan bû da, keçek Celadet bi navê Sînem heye,ewa niha li Kurdistana Başûr dijî û lawekî wî bi navê Cemşîd hebû, ewî xwendina xwe di pîşeya bijîşkê de li Almaniya kuta kiribû û ew di van salên dawî de li Almaniya çûye dilovaniya Xweda.
Di sala (1950) î de maldar Husên Îbiş perçak zevî li gundê Hêcanê li derdora Şamê dabû Celadet Bedirxan, ewî  pembû di wir de çand,lê di wê zeviyê de bîrek avê hebû, ew bîra avê di bin Celadet de hilweşî û ew di (15) Tîrmehê, sala (1951) ê  de  çûye dilovaniya Xweda û gorna wî niha li rex bavpîrê  xwe Mîr Bedirxan li goristana  Şêx Xalid Neqişbendî li Şamê ye.
Li gor şêwaza zanistî; em baştir  dibînin ku em li jêr  tenê navên çend kovarên Kurdî yên ku beriya kovara (Ronahî) hatine weşendin û rolên xwe di pêşketina bizava çapemeniya Kurdî de lîstine, binav bikin .
(Rojî kurd)1913,(Yekbûn)1913,(Bangî Kurd),(Kurdistan)1914,(jîn)1918-1919,(Kurdistan)1919,(Diyarî Kurdistan ), 1925-1926,(Zarî Kurmancî)1926-1932.(Hawar)1932-1943.(Ronakî)1935,(Zanistî)1938,(Gelawêj)1939-1949,(Niştiman)1934-1944,(Ronahî)1942-1945.  
Du pergalên bingehîn yên (kovara Ronahî)  ev in 1- Pergala dervayî.2-pergala hundirîn.
1-Pergala dervayî .
Kovara Ronahî mehane bi zimanê Kurdî, zaravê Kurmancî  û bi tîpên latînî  li Şamê derdiçû,sernivîserê wê Mîr Celadet Bedirxan bû,hejmara yekê  di  
(1) Nîsana (1942) an de ronî dîtîye û  hejmara (28) ê ya dawiyê di Avdara, sala (1945) an de  hatîye weşandin.
Lê divê em tekûz bêjin ku (Ronahî) ji hejmara (1ê ta 22) yê mehane bû , lê hejmara (23) ji bo du mehan (Reşmeh û Avdarê ) di sala (1944) an de  hatiye çapkirin, hejmarên (24 û 25) di  mehekê de derçûn û hejmarên (26 û 27) di mehên Hizêranê  û Tîrmehê ,sala (1944) an  de hatine weşandin  û hejmara dawiyê (28)  di Avdara,sala (1945) an de  hatiye çapkirin .
Em nizanin dirêjbûn û pehnbûna kovara (Ronahî) ya resen û mak çiqas in,lê dirêjbûn û  kinbûna  kovarê ya ku niha di hundir bergek qaling  de  bi destê me de ye, ev in: Dirêjbûn(20,5 cm) û pehnbûn (15 cm)  in.  
Hejmarên pelên (Ronahî)  ne her dem  wek hev bûn.
Hej.1(13).Hej.2(15).Hej.3(20).Hej.4(19).Hej.5(19).Hej.6(19).Hej.7(17). Hej.8(19).Hej.9(19).Hej.10(15).Hej.11(15).Hej:12(23).Hej.13(17).Hej.14(15).
Hej.15(23).Hej.16(23).Hej.17(31).Hej.18(23).Hej.19(23).Hej.20(23).Hej.21(15).Hej.22(15).Hej.23(23).Hej. 24(23).Hej. 24(23). Hej. 25(23). Hej.26(23). Hej.27(23).Hej.28(23).
Hejmarên  hemû rûpelên (kovara Ronahî) (559)  in.
1 Kovara( Ronahî) di rewşa  Kurdistanê û  cîhanê de  pir bi kurtî
Rewşa Kurdistanê pir bi gîştî
Wek em hemû dizanin li gor hevpeymana Sayiks –Pîko di sala 1916 an de  Kurdistan cara duhem di 20.10.1921 ê  de di nav Turkiyê,Îranê,Îraqê û
 Sûriyê de tête dabeşkirin,li çar beşên Kurdistanê gelê Kurd li Bakur,Rohilat,Başur têkoşîna siyasî û şoreşgerî kir û ew li hember dagîrkeran destgirêdayî  nema.Raperîna Berzan di salên  (1943-1945) de li Başurê Kurdistanê bi seroketiya Nemir Mile Mistefa Barzanî li dijî Norî Se-îd û Engilîzan bû,Dewleta Êngilîz alîkariya Norî Se-îd li dijî M.Mistefa Berzanî dikir.
Hukumeta Îraqê, Birêtaniya  û Turkiyê alîkariya hev li dijî tevgera Berzanî kirin û Berzanî  neçar bû tev deh hezar Kurd  derbazî Îranê bibin, li Îranê  jî tevgera azadîxwaza Kurd ferehtir û geştir bû .
Partî Dêmokrata Kurdistana Îranê di  sala (1945) an de hate damezrandin û rêxistina (komele) jî  bûye beşek ji PDK li Îranê û  di 22.01. 1946 an de komara Mihabadê (Kurdistanê) bi seroketiyê Qaz Muhemed û bi alîkarîya   Sovyetistanê hatiye damezrandin,lê li dawiyê; pirsa Kurdî li wir bûye qurbana berjewendiyên  dewletên mezin, hevpeymanek di navbera Stalîn, Tiçirçil  û  Şahê Îranê de hate îmzerkirin  û bi ser de jî   dewleta Sovytistanê  jî xwe ji Îranê vekişand, bi vî  rengî (komara Mehabadê) hate rûxandin,  serok Qaz Muhemed hate bidarvekirin û Cenêral Mistefa Berzanî tev 500 pêşmergên xwe koçberî Sovyetistana berê  bûn.
Li Kurdistana Bakur jî çend raperîn û şoreş lidarketin ,şoreşa Şêx Seîd di  (1925) an de,  raperîna Dêrsm di sala (1937-1938) an de , raperîna Cênêral Îhsan Norî Paşe (1929-1930) î de  nimûneyên geş in.  
Lê Rojavayê Kurdistanê di bin nîrê Firansa de bû ,tevgera siyasî li gor beşên din ji Kurdistanê pir dereng destpêkiribû,erê çend komeleyên biçûk hebûn, lê  yekemîn partî bi navê (partî dêmokrata Kurdistan,bi seroketiya Osman Sebrî,Reşît Hemo, Ebdilhemîd Derwîş  û hin din  di sala 1957 an hate damezrandin.
2-Rewşa cîhanî:  
Di dema ku  kovara (Ronahî) li Şamê dihate çapkirin, şerê cîhan yê duhem hîn lidarbû (1939-1945), hin ji sedemên destpêkirina agirvêxistina şer di navberên dewletên dijberên hev de  ev bûn; 1-Faşistên Îtalî.2- Leşgerkirina Yabanê û hêrişkirina ser Çînê bû.3-Adolf Hitlir û destxistina siyasî di sala (1933) an de li Almaniya, şer û siyaseta wî ya nazî û dijmantiya wî ya hêrişker li dijî dewltên dervayî.
Şerê cîhanê yê duhem, şerekî navdewletî bû,pir dewletên cîhanê di vî şerî de hevpar bûn, ew jî ji du sengerên bingehîn û hevdij  pêk hatibûn.
1-Hêzên hevalbendan  hin ji wan ev bûn:1-Emerêka.2- Mîrşenên yekgirtî .3-Sovyetistan.4-Firansa.5-Çîn.6-Polenda.7-Keneda.8-Istraliya.9-Yonan.10-Hind û 11 dewletên din  mîna 1-Meksîk,2-,Berazîl û hwd.Lê kesayetiyên navdar di vê  hevpeymanê de ev bûn:1-Stalîn.2-Frankên Rozfêl.3-Waniston  Tiçêrçi.4-Şarl Dîgol.5-Fîlîp Pîtan.
2-Dewletên navendî:1-Almaniya.2-Îtaliya.3-Yapan.4-Romaniya.5-Bulgariya.6-Hingariya.
Kesayetiyên navdar di vê dewletên navbendî  jî ev  bûn :
1-Adolf Hitler.2-Bînîto Mosolînî.3-Hêro Hîto.(Yapanî)4-Hêdîkî Toco(Yapanî).
Şerê cîhanê yê duhem di dîroka nûjen de,şerê herî gewre bû,pirtirî sed  milyon mirov  ji 30 dewletan  di vî şerî de hevpar bûn û nêzîkî melyon kes di vê cengê mezin de  hatin kuştin, piraniyên wan jî sîvîl bûn, du bombeyên atomî mezin  bi ser Hêroşîma û Nagazakî  de hatin avêtin.
Lê piştî dewletên navbendî di vî şerî de bi binketin,Almaniya û Yapan hate dagîrkirin  û dadgehên  tawanbariyê li dijî pêşengên Alman û Yapanê …….. ???+ û bi kurtî dewletên hevbendî di vî şerê mezin de biserketin û du dewletên mezin Emêrîka û Sovyetistan  di cîhanê de hatin diyarkirin .
Naverokên kovarê bi gelemperî:
1- Bi gelemperî gotar û nûçe li ser şerê cîhanê yê duhem  in .
2- Wêjeya Kurdî(çîrok,çîrokên folklorî,helbest,pend û şîret).
3-Gotarên cuda.
Em pêwîst dibînin navên piranyên gotaran li vir binivisînin û emê li ser çendekan  ji wan jî rawestin û naverokên wan ji xwendevanan re bi kurtasî rêxin,lê divê em vê rastiyê jî destnîşan bikin, ev xalên jêrîn di  nav kevanan de,yanê  navê nivîskarê gotarê ne diyar e, lê em pir texmîn dikin,ku ew  hemû gotar bi pênûsa sernivîser Celadet Bedirxan in .   
1- Êlîsabêt,Xudantaca Ingilistanê.(….)-2-Di Eniya Uris de.(…)3-Şer û zad.(…)4-Şarl Dîgol.(…). (Hej.1).
1- Hicumên hewayî.(…)2-kilîşeyên tenîştê(…).3-Kelehên firolek.(…)(Hej.2).
1--Sînemxan û resmên Ronahiyê.(…)2- Danên xelkên Êngilistanê.(…)3-Şer mêranî û camêrî.(…)4-Firansa aza û stola we(…).5- -Vepor.(…)5-Dêgol.(…)(Hej.3).
1-Ev kî ye? (…)2-Elaska .(…)3-Min ji Romel  çalek kola .(…) 4-Mîvanîkî gelek mezin e, jê re deh keçik divêtin .(…)5-Çekên nû .( …)(Hej.4).
1-Bismark  çawan bi nav bû?(…) .2-Erefat  Kurê Birahîmê  Ezem ji mala Emo Reşo,an xwendevanê  der cot.(…) 3-14 Tîrmeh(…)4- Gelawêj.(…)5- jin û mêr (…)(Hej.5).
1-Jin û derew.(…)2-Hêsîr.(…)3-Çekên nû(…),4-Hitlir(…)5-Eskerên Emêrîkanî.(…).6-Xêra nexwaşiya nobetdar (…)(Hej.6).
1-Gêrmanistan,2-Ordiwa Elmanî li ber sê deriyên Qafqasê.3-Medegeskar.
4- Gêrmanistan bi yar û neyarên  xwe re(…)2-Medegesker(…) Maçikên  Madlên  Hayêr(...)5 –Dojeha Stalîngradê.(…)6-Peya di giravekê de.(…).Cilên Japonî ,mêrên Emêrîkanî (…).(Hej.7).
1-jinika ku du caran hatiye kuştin.(…)2-Lîbêrye,cimhuriyeta reşikên azadkirî.(…)Di behra spî de.(…)3-Reşê şevê.(…)( Hej.8).
1- 8 Kîlo spîk û zerdika hêkekê.(…)2-Zilamê ku xerîte pêre bû. (…)3-Fas  û Tunis û Cez-îr .(…)4-Emêrîkanî di Rojavayê Efrîqayê de.(…) 5-Xwedê tu kesî ji dest û lingan nekêt .(…)6-Gelo xwe kuşt an hate kuştin.(…) (Hej.9)
1-Maçikên ko mirov pê dinivîstin.(…)2-Di gundekî Stalîngradê de(…) .(Hej.10.).
1-Kelîdoniya nû.(…)2-Giravên Behra Spî.(…)3-Lenkolen di şerê giravên  Silêman de(…)  .4-Serma ko  canê mirov dişewitîne.(…).5-Mîvandariyan Talyanan.(…). (Hej.11).
1-Ji Honkongê  heta bi Nîyoyork.(Sulêmanê Ferho)  .2-Mehkema Hawarê  û deindarê şermend(Ehmedê Namî ),3-Min nizanî bû .( Ûsif Hecî Hersan)4-Tiştên ko bi min parastî û yên ku ne parastî 5- Mil û zil (Bir û Esasên Eşîrên Kurdan (Herekol Ezîzan ).(Hej.12).
1- Xwe da dest .2-Tiştên bi kêr.3-Stalîngrad.4-Mejî.5-Sê miliyon gor.6-Seyên şerevanî .7-Bangê Kurdan .(Hej.13).
1-Boketê heqê min e(Lawite),2-Medenê ku ji ava  behrê  dertên (Samanê Serhedê).3-Di nav mirovên însanxwar de(Hesenê Mistê).4-Civata bêdeng(Hesen Şiyar).(Hej.14).
1- Dawiya Sefer û Împiratoriya(xwediyê Ronahiyê).2-500000 Firansiz (?).3-Gelawêj(?)4-Veger(Sulêmanê Ferho).5-Cindiyê Yapanî (...) 6-Zefera Efrîqayê(...).7-Qewetên Kelha Ewropa.(Hesenê Mistê).(Hej.15).
1-Yên ko dizanin(Hesen Şiyar).2-Beraz û berazî (Osman Sebrî).3-Jîna Naplîyon Ponabert(Osman Sebrî).4-Çejna Kurdan (Hesen Şiyar).5-Bi qelfê re(Xelîlê Kenco).(Hej:16).
1-Yohanis Gutênbêrg (1400-1468),(Ezîz Herekol).2-Nêçîra Kewan(Osman Sebrî.3-Eşîra Zirikan (Hesen Şiyar).4-Lampedûza (Ebdilrehman Rojkî).5-Şêxê Berazan(Osman Sebrî ).6-Dîroka Napliyon(Osman Sebrî).7-Bi ser kelhê de girtin (Ronahî ).8- Rê ji ber winda(M.Beşîr Hesenî ).(Hej:17).
1-Çawa çentê wezîrê Almanî dizîn(Lawût).2-Hevalek çak (Ehmedê Baravî).3-Dîroka Napliyon .(Osman Sebrî) .4-Almaniya û Rohilat.(desteya rêvebir).(Hej.18).
1- Yek ji hêmanên vê cengê (…..).2- Zêrên ji bin erdê derxistine .(Qadir Fereman ). Napliyon Ponapert,xelek3. Osman Sebrî.4-Eyzîdî û ola wan(…).5-Pirsa Îtaliya  (Nêrvan).6- Kovara Gelawêjê (desteya rêvebir). (Hej.19).
1-Peyvname (…),2-ji min ve tiştên dinyayê  (lawikê Tilanî).3-Kes  gereke winda nebe  (Sibhiyê Diyarbamirnê).4-Çend gazin (Osman Sebrî).
5- Jin û mêr ( ji kovareke Emêrîkî ).6-jîna Napliyon.(Osman Sebrî), 7-Êzîdî  û ola wan (Osman Sebrî).8-yên ko xelasbûne  (Smaîlê  Serhedê ).Çend gazind (Osman Sebrî ).( Hej.20).-Jîna Napliyon(Osman Sebrî), 2- ji mêj ve ,tiştên dinyayê (Lawikê Tiloyî).3-Êzîdî û ola wan (Osman Sebrî).Tiştên ko di Libnanê de çêbûne (Nêrevan ). (Hej.21).
1-Di vî şerî de, xebata  jinên Sovyetistanêê (Evdilrehman  Siltanof).2-Napliyon Ponapert(Osman Sebrî ).3- Çîn û tarîxa medeniyeta wê (Dr.Lyonêl Caylez).4- (Nêçîreke pilingan ). (Hej.22).  
1-jin di eskeriyê de(¬…).2-Dîroka Selahedîn(Osman Sebrî).3- Bo agahdarî (Ronahî).4-Kurdistan1944,hejmar 53 (Ronahî).5- Dîroka jîna Napolyon.(Osman Sebrî ).6-Rehwan û biyanî ji me Kurdan çi dixwazin(Hesen Hişiyar).7-Cêwikên siyamî  ên  bi hev ve .(S.Serhedê) 8- Merîşal(Lûksenbûrg),(…). (Hej.23).
1-Dîroka jîna Napolyon xelek(8)(Osman Sebrî ).2-Dr.Rweylot (Bişarê Segman.3-Dîroka jîna Selahedîn (2)(Osman Sebrî)4- Genêralê  Emêrîkanî  an çawişê  Talyanî .(Hesenê Mistê).5- Ziman û nivîsandina wê (0sman Sebrî).(Hej.24).
1-Nêçîra kewan (Evdirehman Elî Yûnis).2-Mirovê ko simbêlên xwe di mezadê de firotine.(Xelîlê Genco).3-Jîna Napolyn xelek (9) (Osman Sebrî).
4-Boxoçêf an Pêtroyê  sisiyan (Bişarê Segman).5-Zêdehiya jinan.(Ronahî).
6-Dîroka jîna Selahedîn .(Osman Sebrî). 7-pêncî  milyon ga û milyon  û nîvek mirov .(Silêmanê Ferho).(Hej.25).
1-Nêçîra hirç û pezkoviyan(Evdirhman  Elî Yonis).Mirovê ko pênc navên wî hebin (Qadirê Ferma) .2-Jîna Selahedîn(4).(Osman Sebrî) .3- Ji ber sendoqa  Xanimê (werger ji Êngilîzî)(Smaînê Serhedî).4-Jîna Napolyon.(Osman Sebrî).
5-Jinên esker(…).6-Çirçil û Eyzinhawer.(Sulêmanê Ferho).7-Frencî û Kirêstof  Kolombs.(Smaîlê Serhedê).8-Miriyê  ko  pasvanê xwe  kuştiye.(Xelîlî Genco).9-Serbest î, bo çi herkes hez serbestiyê dikin.(Dilkulê Doskî ). (Hej.26).
1-Balafira bêbalafirvan an bomba firolek.(…).2-  Jîna Napolyon (11).Osman Sebrî.3-Diyarî  bo pisporê Kurdî xwediyê Ronahiyê.(X.Bamernî).(Hej.27).
1- Perçeyên canê mirovan.( Bijîşkê Mîran).2-Qewraşa Genêral (Silêmanê Ferho).3-Nêçîra berazan (Qedrîcan ). 4-Parîs (Silêmanê Ferho).5-Jîna Selahedîn  (5). (Osman Sebrî).6-Jîna Napolyon  (12).Osman Sebrî .7- Katîrîn
Împiratora Rusayê.(…)8- Înqîlaba sor a mezin .(Q.Can ).(Hej.28 ).

  Dûmahîk heye  
  Efrîn.4.04.2023


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark