Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Helepçe

 



Rêber Hebûn

Li ser helepçe hest dinale
hiþ jî dimire
 li ber nivîsê
Roja çûyî mîna îro
qir kirin newroza me
jiyana bindestiyê
bû duriþma jîna me


kuþtin û talan û surgûn
parçebûn dagirkerî
parê gelê ronedî
Li ber sînoran komê xelkên bendewar
Bandikin qêrîn dikin
roja wan bûye êvar
Li ber sêdaran jiyana xwe distirînin
Çêdikin hêvî bi hêsran
Þahiyê binax dikin.
Kew ligelhev dema tengasî dibînin pevdiçin
mîna kurdan  hev dixwin
meyzîne þoreþ û tevger
çawa têkçûn
wek dibêjin :
kurmê darê bingeha xwe ji darê ye
Narvîna kurdan çîrokek
Pê felek tim mest dibe
Bilûra xemgîn di destê bê lebat de sincirî..
Dengê xwe dispêre çiyan
Dighîne laþ û hinavan
Bihna sêva xapînok
Li ber deriyan
Deþt û zozan û çiyan
Li ber dîwarên zîndanê bîr.
 va helepça careke din .
mîna êþek  sermedî
 berze di dil de.
Vaye hêsirên pir dirêj
Dimeþin li ser riwê virmor.
Narvîna kurdî di neqþê rojhilat de
Komkûjiyek sar û gêje
Zindî ye di cîhana me.
Kî wê rojek
tola adarê hilînê..
 Kî wê hêvî Ji girtîgehê derxînê
Yekbûna hizr û giyan
wê bi zendên keç û xortan her bimîne
Ew tenê findê þevan in , Ronahî ne
yekbûna kurdî tenê wê azadiyê bistîne .
https://youtu.be/w2OxJuAmtSc

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark