Ebdûlazîz QasimEger em dîroka xwe baþ binivîsin, pêdivî heye ku em rola kurdên Qefqasiya bi tîp zêrîn di nav rûpelên dîroka kurdî de binivîsin, ji ber rola mezin ya kurdên “Soviyeta berê” ji bo hiþyarkirina hest û pêþxistina aqilmandiya neteweyî ya kurdî bi taybetî xizmeta wan ya herî mezin li hemerî pastina ziman û edebiyata kurdî.
Li ser destê kurdên Qafqasiya li ser astê neteweyî yekem hikûmeta autonomî hatiye avakirin û herwisa xizmetek bêhempa ya wan ji bo pêþxistina çand, ziman û zargotin, ferheng û edebiyeta kurdî heye û hêjayê ku yekem bingehên kurdlojiyê û kurdnasiyê li ser destê wan hatine tomar kirin.
Dema em behsa kurdên Qafqasiya yan jî “Sovyet” dikin, em behsa
bi dehan akademsîyen, zanyar, nivîskar, hunermend, rojnamevan, zimanzan,
siyasetmedar û rêveberên dewletê dikin, ku biqasî rêvebirina dewletek
modern hene.
Helbet ji kurdên Sovyetê yên herî navdar û di rêza
pêþîn de, pêdivî heye ku em behsa akademsiyon û cîgirê serokkomarê
Qazaxistanê Prof. Dr. Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev bikin yê ku sala par ji
ber nexweþiya koronayê di 8’ê tebaxa 2021’an de çû ber dilovaniya xwedê,
ku yek ji zanyar û lêderên herî berçav yên kurdên Sovyeta berê ye.
Mamê
Kinyaz ku bi Apê Kinyaz di nav civaka kurdî de dihat binavkirin, tevlî
pila wî ya zanistî û edebî ya bilind wekî serokê zanîngeha Almatayê û
herwisa wekî cîgirê serokkomarê Qazaxistanê, lê zêdetir Mamê Kinyaz wekî
serokê kurdên Sovyetstanê dihat dîtin, ji bo rola wî ya mezin ji bo
rêkxistin û damezrandina yekem federasyona navneteweyî ya kurdên
diasporayê, ku îro li ser wê yekê çend komele û federasyonên revenda
kurdî li diaspora û welatên Ewropa, Amerîka û Rûsya têne avakirin.
Li
roja 06.06.2021 li bajarê koln li Almaniyê, þerefek mezin ji bo min bû,
ku yekem car çavê min bi çavê Mamê Kinyaz ket, di wê çavpêketina wê
Mamê Kinyaz behsa pêþtgiriya xwe ji bo referandom û serbixwebûna
kurdistanê kir û hewlên xwe yên dîplomasiyê ligel serokkomarê
Qazaxistanê û berpirsên Rûsiya û têkiliyên xwe ligel Hikûmeta Herêma
Kurdistanê bi taybetî ligel Serok Masûd Barzanî kir, herwisa behsa
têkiliyên xwe yên ligel berpirsên Rûsyayê kir yên ji bo rawestandina
êrîþ û dagîrkeriya Tirkiyê li ser Efrînê û paþî li ser Serêkaniyê û di
nav de behsa hevdîtina xwe ya bi cîgirê wezîrê derve yê Rûsyayê Mixayîl
Bogdanof re kir.
Ji bo avakirina kesayetiya kurdî ya neteweyî
girîngiyek mezin heye ji bo lêkolînek berfereh li ser bingehên zanistî û
dîrokî li ser kesayetiya Prof. Dr. Kinyaz Mîrzoyev û herwisa li ser
kesayetiya bi dehan navdarên kurdên Qafqasiyê bêne kirin, ku pêdivî me
heye bi aqilmendî
û hiþmendiya kesên wekî wan ji bo pêþxistin,
yekxistina civaka kurdî û bihêzkirina bîr û hiþmendiya neteweyî ji bo
dewletbûn û serxwebûna Kurdistanê.
Nîþe: