Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemên Nû: Xalis Misewer û Pirtûkek Nû

 


Konê Reþ

  Vê carê jî, mamoste (Xalis Misewer), pirtûkxaneya kurdî bi vê pirtûka xwe ya nû: (Li Rojava Nerînek Rexnesazî li Xwenasîna Netewî di Helbesta Kurdî de), dewlemend kir û cihekî vala têde li gor zanîbûna xwe di rexne û nirxê helbesta kurdî de li Rojava zelal kiriye.. Ev pirtûka wî, ji bilî pêþgotina wî, li ser zîlana van helbestvanên kurd li Rojava digere.. Ew jî evin: Dildarê Mîdî, Diya Ciwan, Seydayê Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj, Seydayê Keleþ, Rezoyê Osê, Konê Reþ, Dr. Nûredîn Zaza, Qedrî Can, Mele Ehmed Namî, Mele Ehmedî Palo, Mehmûd Sebrî, Mihemed Elî Heso, Ferhad Içmo, Ebûdê Mexso.. 


  Mamoste Xalis di pêþgotina xwe de wiha dibêje: (Di vê babetê de, emê helbestvanên kurd yên Rojava, ku berhemên wan li ber destên me hene, ji aliyên netewî û wêneyên hunerî, ji sirûd û xweþxaneyên wan lêkolîn bikin. Bê ka helbesyên wan gîhane kîjan asta hunerî û ta kîjan redeye van helbestvanan karîbû bi helbestên xwe yên bedew, rê li ber miletê xwe ronî bikin û wî bi pirsgirêka netewî û bi bindestiya wî ve hiþyar û mijûl bikin…).
  Bêguman ev pirtûka mamoste Xalis navtêdaneke ji helbestvanên ku bi kurdî dinivîsînin.. herwiha jî bangeke ku keç û xortên kurdan bi kurdî his û hasten xwe derînin. Û di baweriya min de ev yekemîn hewildane di rexne û nirxê helbesta kurdî de li Rojava, bi zimanê Kurdî.. ji dil û can spasiya mamoste Xalis Misewer dikim û vê pirtûka wî li xwendevanên zimanê Kurdî pîroz dikim.
 
ji wan kesên ku helbestê dihunin û nexercin ku  

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark