Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Pirsgirêkên integrasyonê bi civaka Almanî re

 


Bavê Zozanê

Di roja  27.03.2022 li bajarê Essen-Almanya li hola Sîwana kurdan,Dr Brahîm Mehmûd  ku hatibû vexwendin ji layê rêxistina mafê mirovan li Sûriyê -Maf -simînarek e dewlemend li darxist di bin navê  -Pirsgirêkên integrasyonê bi civaka Almanî re-(Integrationsfragen in der deutschen Gesellschaft)

Dr brahîm Mehmûd bi axaftinek e qeşeng û bi vekolînek e hûrbînî li ser vê  mijarê - dor çar katjimêran axivî wisa jî bersiva hemî pirsên mêvanan  zelal û şirovekir.


Di serîde Dr brahîm Mehmûd bi xêrhatin û spasiya rêxistina MAF kir ji bo bawerî û derfetdana pêşkêşkirina vê simînarê ,wisa ji çend xalên giring ber bi çav kirin

• Bi balkêşî li ser vê mijarê axivî ku ev babet( Pirsgirêkên integrasyonê bi civaka Almanî re) herî giringe ji bo miletê Kurd di vê civaka nûde ji ber piraniya me bi zarokên xwe ve man ku li vir li Alamya bijîn- ey vê bi dil şewat dibêjim-Dr dibêje-xweska bi wê rojê ku em tev vegerin welêt.
• Ji xwe Dr Mehmûd ji bîr nekir ku pênasa integrasyonê ji cemawer e bide nasîn ku got ew pênasîna zelal bi zimanî mede hîn cih negirtiye ku xelkê me yê soran wek (Guncandin) bi nav dikin, lê em Karin bêjin ku ew bi xwe tevlîbûna civaka nû ye, ku di bingeha xwede têkihiştin e yan wateya peyva Integrasyonê li gor babet û zanistiyên cuda-cuda tê dîtin lê babeta îro zêdetir girêdayî bi zanistê Sosyologî ango zanistên civakî ve, bingeha gotinê vedgera peyva latînî integratio yan jî vedgere ser  mirovan ,kesayetiyan ku ji ber sedemên cuda ji hev hatina veqetandin û ji nûve di nav civakek nû de têne pejrandin.
• Ev tevlêbûn ne wek bûyerekê bi serê xwe ye ,belkû proseyeke rojane ye û berdewame, ev bi jiyanê ve girêdayiye.Berevajî wê Desintegration e ango bi tenêbûn ,xwedûrkirin ji civakê û berdewamiya jiyanê di çarçoveyeke teng de.
• Întegrasyon di heman demê de wekî rengekî ji rengê nêzîkirin û pejrandina çandên cuda -cuda ye.

Armanca sereke ya Integrasyonê:
Dr Brahîm Mehmûd Armanca sereke ya Integrasyonê, da xuyanîkirin û got  ewe ku hemû kesên li vî welatî bi awayekî berdewam û bi yasayî  dijîn,bi xurtî bibin beşek ji civakê û bi Erk û Mafên xwe jibo avakirina welatê xwe yên ku têde dijîn rabin.
Bêguman Integrasyon hemû rûniştvanên welat, xelkên bingehîn û yên koçber jî hembêz dike.

Integrasyon gereke bi çi şêweyî be:
Dr Brahîm Mehmûd dibêje: Bêguman jiyana hevbeş yan bi gotineke din jiyana bihevre di yek civakê de eger û pêdawistiyên  wê li ser milê herdû aliyan (xelkên bingehîn û koçber ) hene:
1-Rêzgirtin li hev û dû .
2-avakirina bihevbawerî
3-hesta bihevrejiyanê û berpirsiyara hevpar beramberî erkên civakîçê.
4-pejrandina kulturên cuda cuda, parastin û pêşvebirina wan.
5-peydakirina derfetên wekheviyê di hemû warên jiyana civakî de , xwendin,fêrbûna pîşeyî,aborî,çandî û hw, ango beşdarbûna resteqîn were pêk anîn.
Bêguman Dewlet bi pêşenyar û pilanên xebata Integrasyonê yên berfireh piştgirî dide vê yekê.

Şertên sereke jibo pêkanîna van tiştên me got çine?
 Dr Brahîm Mehmûd dibêje bi dîtina min şertê yekem û herserekî fêrbûna Ziman e , Ziman kilîta gelek deriyaye û çareseriya gelek pirsgirêka ye.
Şertê duhem:Hewildana ji bo zanîna dîrok,çand, siyaset , avabûna dewleta Elmaniya û  sîstêma birêvebirina wê, mebesta min têgihiştina zanyariyan li ser sîstêma bingehîn ya demokratibûna civakê,prînsîpên parastina azadiya derbirîna bîr û baweriya li Elmanyayê,sîstêma avakirin û birêvebirina Federalîzmê,sîstêma xepata partiyên siyasî,
bingeha dewleta yasanasî(Hiqûqî),wekhevî,hevdû erêkirin
hevdûqebûlkirin(tolernas)  û azadiya olî.
Naskirin , qebûlkirin û rêzlêgirtina yasa bingehîn ya vî welatî ,şertekî pir giringe bêyî wê bi dîtina min (Dr dibêje) nabe.
Rêzgirtin li nirx , adet,rabûn û rûniştina civaka nuh divabû bêgirtin.
Integrasyona serketî çi ye:
Integrasyona serketî, yanî ku mirov hest bike, ku beșeke ji civakê ȗ alîkare ji bo pêșvebirina wê; dîtin ȗ parastina tîștên hevbeș ȗ nêzîkî hev… Jiber wê min di destpêkê de got(Dr dibêje), ku Integrasyon proseyeke dȗr dirêje ȗ ji du aliyaye: Yanî: Kesên xelkên cih (ku piranî ne) amade bin ji bo qebȗlkirina Kesên nȗ; ȗ Kesên nȗ jî amade bin, jiyana xelkên cih qebȗl bikin, rêzê lê bidin ȗ bistênin, yan wekî din bistênin ȗ bidin !!

Integrasyon li Elemaniya bi ҫi şêweyî bi rêve diҫe?!
Entegrasyon bi șêweyên cuda pêk tê û ne tenê bi aliyên siyasî, civakî-aborî, çandî an olî yên koçberan ve girêdayî ye.
Întegrasyon nayê wê maneyê ku kes an komek neçar e  ku bi hele di civata nuh de wisa jî dev ji paşxane (xelfiyet) û nasnameya xwe ya çandî berde, ku wek mînak bi ziman, ol an kevneşopî tê naskirin.
Pêvajoya pêkvejiyanê ji nêzîkbûn, nîqaş û danûstandinên bi hevdu re, dîtina hevbeș, cudahiyan û hilgirtina berpirsyariya hevpar ji  her du aliyan pêk tê.

Sewiyên , Pêpelukên Integrasyonê ҫine?
Çar sewiyên, yanî Qonaxên sereke yên Integrasyonê hene: Integrasyona strukturel yan heykelî, ya civakî, ya ҫandî , rewșenbîrî  û ya ku grêdayî bi Nasnamê ve (Adet u teqalid...)
1-Intêgrasyona Strukturel yanji Heykeli: Di rewşa pêkvejiyana nȗ de, koçber wek endamên civakê tên naskirin û derfetên civakî yên wekhev di hemȗ waran de, distînin.

2- Integrasiona çandî tê wateya: qebûlkirin û naskirina (beșekî, heger ne bi temamî be jî) ji nirx û traditsyonên ku bi salan di civakî de hatine ҫandin ji aliyê koçberan ve.
 
3- lê entegrasyona civakî behsa asta taybet dike û vê rastiyê diyar dike ku di navbera piraniya civakê û koçberan de têkiliyeke azad û kesane çêdibe.

4- Integrasyona girêdayî bi Nasnameyê ve: Ji bilî van astan, entegrasyona bi nasnameyê (kesayetî) ve girêdayî ye, ev yek pêşveçûna hestekî kesane yê ku bi bicivakê ve tê girêdan. Integrasyon hemî an tenê hin qonaxên ku hatine destnîşan kirin digre. Hemȗ astên entegrasyonê bi şertan ve girêdayî ne. Mînak, hewcedariya mirovan bi perwerdehiyê, pozîsyonên civakî, bi zimanê herêmî bi axivin û hestek kesane ya xwedîtiyê pêş bixin an jî xwe wekî beşek ji civakê bibînin. Ev tê wê wateyê ku hem ji civaka mêvandar û hem jî ji kesên xwedî paşxaneya koçberiyê daxwaz hene.

Rêyên ber bi Integrasyonê ve:

 Weke me got(Dr brahîm dibêje) Integrasyon du alîye: Dan û standine...
Divê  di civaka piraniyê de (Xelkên cih) derî ȗ singa xwe vekin û rê bidne koçberan an jî zarok û neviyên wan ta ku hevpar,û perwerde bibin,  wisa jî di hîndekarî û bazaran re derbas bibin.
Divê rê li ber newekheviyê, cudakarî û nijadperestî bi xebatên perwerdehiyê bê girtin û bi rêgezên qanûnî yên guncaw bên cezakirin.
 
 Gerke koçber jî weke civaka piraniyê hin mercan pêkbênin: ew jî divê sing ȗ deriyên xwe vekin ȗ integrasyonê bi xelkê cih re qebȗl bikin. ; ev yek bi rêya fêrbȗna ziman, qebȗlkirin ayasa bingehîn Uhw,tê bi cih kirin


Mafên Parastî di Destûra Elemanî de!

Qanûna Bingehîn ya Almanyayê mafê azadiya raman, azadiya wijdan û azadiya olî garantî dike. Ev xalên sereke ne ku bandorê li entegrasyonê dikin, û pirs ewe gelo ev azadiya ku heye hetani çi pêpelûkê koçber dikarin qebûl bikin û di praktîkêde pêk bînin. Mijara nîqaşa giştî ye. Xwezayîbûn jî di vê çarçoveyê de cih digire. Ew ji hêla gelek mirovên bi paşnavê koçberiyê ve tê xwestin û hem bi erkên sivîl û hem jî bi mafên sivîl ve girêdayî ye.


Siyaseta Integrasyonê li Elemaniya!

Li Almanyayê, polîtîkaya entegrasyonê bi giranî ji aliyê BAMF Komîserê Koç, Penaberan û Entegrasyonê ve tê avakirin. Erka wê pêşvebirin û xurtkirina jiyana hevbeş ya di navbera Alman û koçberan de ye. Weke mînak, Plana Entegrasyona Neteweyî di havîna 2007-an de hat amadekirin, ku tê de gelek soz û tedbîrên dilxwazî yên têkildarî entegrasyonê bi beşdariya komên siyasî û civakî, di nav de komeleyên koçberan, dihewîne. Nimûne kursên ziman an entegrasyonê, bernameyên perwerdehiyê yên taybetî an jî ferzkirina pargîdaniyan ku hêza xwe ya kar "ji hêla çandî ve cihêreng" bikin.

Pilane Integrasyonê li Elemaniya / yan jî siyaseta milî a fermî di vî warî de
Konferens û kongireyên salana bi Muhacira re...

Plana entegrasyona neteweyî encama duyemîn civîna bilind a entegrasyona neteweyî ya di navbera hikûmeta Federal, Eyalet, Şaredarî, nûnerên komên civakî û koçberan de ye. Armanca lûtkeya pêkvejiyana neteweyî, diyalogeke berdewam û birêkûpêk di navbera hemû aliyên beşdar de ye.
Hikûmeta Federal serkeftin û têkçûna tedbîrên lihevkirî di navberên rêkûpêk de dipîve. Di Hezîrana 2009an de, Komîserê Koçberî, Penaberan û Entegrasyonê yekem raporek nirxandinê pêşkêşî raya giştî kir ku rewşa jiyanê ya mirovên xwedî paşxaneya koçberiyê bi karanîna nîşaneyên wekî jiyana civakî, rewşa qanûnî, perwerde, dahat, rewşa xanî û tenduristiyê dipîve.
Hikumeta Federal ji bo ku li rewşa taybet ya koçberên ciwan an jî zarok û neviyên koçberan binêre, civîna heri bilind a Ciwanan(gêncan,xortan) ya ku bi taybetî rewşa perwerde û hînkirinê ber bi çav kir, damezirandin.
Konferans û Kongrên bilind yê Integrasyonê:
Konferansên ku ji 14''''''''''''''''''''''''''''''''ê Tîrmeha 2006''''''''''''''''''''''''''''''''an û vir ve ji aliyê nûnerên siyaset, medya, komeleyên koçberan û her wiha komeleyên kardêr, sendîka û komeleyên werzîşê ve li Serokwezîriya Berlînê tên lidarxistin, bi armanca çareserkirina pirsgirêkên koçberan weke lûtkeya entegrasyonê tên binavkirin. Entegrasyonê li Komara Federal a Almanyayê di nîqaşên-gotebêjin- giran de ye.

Hetanî vegavê 13 Konferansê Lutke (Bilind) ȗ bi beşdariya siyestmedarê herî bilind ( Merkel) ȗ nûnerên hemȗ warê civaka Elemanî ȗ biyanî hatine li darxistinê, daku bikaribin pirsa Integrasiyonê ҫareser bikin.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.66
Bi Tevahî Deng: 12


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark