Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Remmo

 


Dr. Xelîl Omar

  Remmo lawê Zerga ye, bavê Fetah e, xwediyê simbêlên boyaxkirî  û kofiya sor e, mirovekî girs e û bi dar û ber e, deng qube û kenn bêlî ye. Bi kevirê qewetê bê himber e û çi barê giran li gund hebe, bavê Fetah jê ne bêpar e û di vî warî de pîrekên gund zor jê razînbûn, lê zilamên wan negellekî jê dilxweþbûn û li pish wî (ji çavnebarbûnan) digotin: "tirr li hewa", çimgî rebeno carekê di bin barê Zubêda serpêhatî de, "ba" ji ber çû bû.
 ..Du tiþt ji bîra Remmo naçin! Ya yekem roja ko tê de zewicî bû, ya diwem roja ko tê de çû bû eskeriyê û tê de bibû peyê ceneral Necdet paþa. Bavê Fetah hinerên xwe û yên "ceneral" bi dehên caran ji gundiyan re daye xuyakirin û xuyaye wê çûna wî ya Binxetê wê jê re bibe bîranîna sisyan.


   Dawiya Buharê ye, serê sibehê ye, beroþa þorbê li ser tifikê ye û zarok li dorê didin çirivȋtkan.
- Hundur bi goriya ji derve be! Belkî tu jî, ji xwe re dakeve Binxetê, dibêjin li wê derê havînî kar zehf e! Diya Fetah got û bi qerpalkî rahiþt beroþa nîskê û ew danî Erdê.
- Tewkelî bi Xwedê, ezê jî dakevim Binxetê, lê tu nasên min li wê derê nîn in û dibêjin Þexo Koro kirya derbaskirina sînor bi qaçaxî buha kiriye, çi ye neçi ye, bertîl lê zêde kirine! Malxwe li Xanimê vegerand û bi kulma xwe pîvazeke mezin pellaxt.
 - Ji alî kirê de, tu tu xeman nexwe! Ezê peran ji Emîna Misto deyn bikim û ji alî nasan de, tu ji min re naçe çîn û maçînê! ..Binxet gaveveke û xelkên wêderê, ew jî weke me  kurd in û zimanê me yek e! Jinikê dilê mêrikê ko wê bi çol û polan keve xiste cî.  
*     *     *
- Bismilla alrehmani alrehîm! Ev çi..kiye?! Melle navqetadî got, piþtî vêxistina çira mizgeftê ji bo azana sibehê.
- Ezim Xoce! Merovekî weke bertelaþekî lêvegerand û çengbû ser xwe.
- Te xêr e,te hewal e pismam, tu wisa li vir razaye? Melle ji mêvanê mizgeftê pirsî.
-  Bi rastî Xoce, cih ji min re nebû ko ez lê razêm û ji mizgeftê çêtir min nedît! Remmo bifedî got û hinekî serê xwe berra ber xwe da.  
- Ne xem e, Xwedê mazin e! Rabe ji xwe re destlimêj  bigre û wa misîn li dera hanê ne! Melle got û bê vir de û wê de, xwest berê mêrikê bisulman bede qublê.
*     *     *
  Navê te ji îro û pê ve Luqman e û navê bavê te Reþo ye û va min sûretê te li vê "xiracqeyd"¹-ê  xistiye bi mohr û nemze. Heger dewriya “Derekan”² an “Heccanan”³ li we rasthatin û ji te pirsîn "Þû ismek?⁴ an "Þû isim ebûk?"⁵ nebî nebî tu navê xwe û bavê xwe yên nuh, tu ji bîr bikî! Muxtar mirikê serxetî liberxist û "xiracqeyd"-a bi navê mêrikê mirî da destan.
- Na ezbenî ji vî alî de piþta te, ji min ve rast bî? Heger dewriya
cendirman hat û ji min pirsîn "þû ismek?" Ezê bêjim: Benim Luqman!
 Remmo bi jixwerazîbûn got û destê xwe avêt  kofiya sor û hinekî ew
 daxist ser buruwên xwe.
- Te xwelî li serê min kiro, benim menim tunne ye! Divê tu bi erebî li wan vegerîne. Muxtar mêrikê "jîr" liberxist.
- Pek ma ew jî bû mirin, ra lê nabe! Ezê bêjim ismek Luqman û ya din çi bû rehme li bavê te? Remmo ji yê pî xwe pirsî.
- Ka bîst caran bibêje "ismî Luqman û isim ebûye Reþo”! Muxtar ji mêrikê Omerî xwest.
- Gelo wê "himaltî" li cem axê we,wê peyda nebe? Dibêjin du "Derrasên" wî hene? Remmo piþtî bist carên li lêvegerîna "ismî Luqman", ji ewê ko çaydanê çayê himêz kiriye pirsî.
- Xuyaye tu mirovekî "elberekê"-ye⁶  û piþtî derza "ismî û ismek", derzeke  dîtir ji te re divê. Biner pismamê delal! Axê me merovekî zor tuma ye û ezê þîretekê ji bo Xwedê li te bikim: Gava tu pê re bazara xwe bikî, tu tu caran kêmî nod"wereqî" qebûl neke. Lawê Hezarê serê mêrikê "nuhgeldî" dagirt û pê re qideha çayê ya sisyan ji xwe re dagirt.
*     *     *
- Navê te bi xêr? Axê ji mêrikê xerîb pirsî.
- Navê min Luqman e ezbenî! Bavê Fetah û Fethiya lê vegerand.
- Çi derew, navê wî Remmo ye! Yê qehweçî rûþuþtî lêvegerand û fincana qehwê da destê Axê xwe.     
- Rast e ezbenî, navê min li Omeriyan Remezan e! Mêrikê “Cinatî”⁸ lê vegerand.
- Law Remmo, li gor min bihîstiye: Halê te tenike û komeke izûr û pizûr di
hustê te de ne. Ezê mehê sed "wereqî" bi te dim! Axe bazara xwe pê re kir.
- Apo gotina te bi þekir be û li ser serê min, lê weke te got komek zarok û diya wan çavên wan li vegera min e û ji bo wilo, Welleh ez nikarim kêmî nod banqenotî qewlê xwe bibirrim! Bavê Fetah û Fethiya û þeþ zarokên din ewî jî þertê xwe danȋ ber Axê.
- Nod..nod. Ez nikarim gunehên te û zarokên te, di hustê xwe kim. Axe bê firk û pêþ þertê bavê lêwik qebûl kir û di bin simbêlan re bilatim mizicî.
*     *     *
  Rojeke derbasbû, deh roj derbasbûn, meheke derbasbû û bi ser mehekê ket û wextî mûsim ji dar bikeve û tu dewrî nehat û tu mewrî nehat û Remmo jî, ji vî alî de guhê xwe dînckiribû û nema bawerdikir bê kînga vegere gundê xwe û lingê xwe li ber siya dîwêr rade û zarok û mirîþkan ji dor xwe biqewrîne û tasa dewê cemidî ji destên Xanima xwe bigre û bi ser lêvên xwe de dake.
*     *     *
 Rojekê Ro li ber ava, ji riya Mercê, cêbekê weke gullê, berê xwe da çandirê û xelk û toprax di bin tozê de hiþt.
- "Te’a le hon wila, þû ismek"⁹? Serokê dewriya “Derekan” bankir xwediyê kofiya sor.
- Þû ismek? ..Þû ismek? ..Welleh yabo heq e! Te got þû ismek?.. Welleh yabo heq e! Remmo kete hev û kir û nekir ko navê wî yê nuh bê bîrê, qet nehate bîrê û mêrikê bi sed mêrî bi hostexwarî û niçe niç ber bi mamûrê Binxetê de hat.
-----------------------------------------------------------
¹ Kaxezeke þûna nasnamê ye.
² Polîsên gunda bû.
3 Sînorê welêt diparêzin.
⁴ Navê te çi ye?
⁵ Navê bavê te çi ye?
⁶ Kawike.
⁷ Kurd vî navî li pereyên Sûrî dikin.
⁸ Gundeke li serxetê ye.
⁹ Were vir.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark