Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Hevpeyvînek derbarê Peymanên Navdewletî yên girêdayî çarenivîsa Gelê Kurd li gel akadêmîsyen û yasanasa Kurd Xanima hêja Dr. SOLÎN XAN HACADOR

 


Çavpêketin û amadekirin: Ebdulezîz Qasim

Di 24`ê Tîrmeha 1923`an de, Peymana Lozan "Treaty of Lausanne", bêyî beşdarbûna nûnerên gelê Kurd hat lidarxistin û tê de hemû bendên taybet yên Peymana Sêvrê "Treaty of Sèvres" di 10.08.1920`an de hatin jinavbirin, ku hêviyên mezin li pêşiya damezrandina dewleteke kurdî hatibûn vekirin, bi taybetî di bendên 62, 63, 64 yên "Treaty of Sèvres" de, ku bi awayekî zelal maf ji bo damezrandina dewleteke kurdî hatibû dan, lê berûvajî ku pirsa kurdî bi carekê di 143 bendên Peymana Lozan de hatibû tinekirin, û bi tenê li gorî bercewendiyên Fransa, Înglîz û Tirkiyê hatibû îmzekirin, ji bo bêhtir em li ser van herdu peymanên navdewletî rawestin, me xwe gihand yasanasa Kurd ya bi navûdeng Akadêmîsyen Solîn Xan, xwedana du bawernameyên doktora ji zanîngehên Îspanî û Înglîzî di biwarê yasa, aborî û siyasetê de.


Akadêmîsyen Solîn HACADOR, ji paytexta Bakurê Kurdîstan, Amedê ye, ji malbatek neteweperwer, welatparêz û xwe bexşîna Kurdistanê ye. Li Brîtanya û Îspanya heta astên doktora li ser yasayên bazirganiya navnetewî, aborî û siyaset bidest xistiye, bi 7 zimanan daxive. Niha li Îspanya wek akadêmîsyen, parêzer û şêwirmenda bazirganî jiyana xwe berdewam dike. Ji hêla Kraliyeta Îspanya ve wek akadêmîsyena serkeftî hat hilbijartin û 2 nefer jî wek mamosteya salê hat diyarkirin. Her wisa, wek xwebexşîn di gelek çalakiyên mafê mirovan li Ewropa ji bo mafên zindaniyên Kurd, mafên penaberên Kurd, tundûtûjiyên dijî jin û zarokên Kurd, mafên xwendevanên Kurd û tundûtûjiyên dijî netewa Kurd dixebite, du belgefîlm ji bo Rojava wek zimanvegor (ji bo Kurd û Kurdistan di festîvalên navnetewî de belgefîlmên pêşkêşkî gerdûnê kir) û yek fîlm jî ji bo Başûr, bitaybet ji bo Kurdên Êzîdî wek çêker cih girt. Gelek caran ji bo rûpelên Kurdan nivîsand, her wisa, bi xurtkirina dostên Kurdan li diyaspora bi berdewamî dixebite.

1- Li gorî yasa navnetewî 100 saliya Peymanên navnetewî çi wateyê dide?

Berya tevî ezê wateya peymanên navnetewî binêrim û dawî jî li wateya 100 salî wek; dirêj kirin, paşvekişandin an betalkirina peymanan binêrim. Peyman, bingeha piraniya beşên hiqûqa navnetewî ya nûjen pêk tînin. Ew xizmeta hewcedariya bingehîna dewletan têr dikin û birazîbûna mijarên eleqedarên hevpar birêk û pêk û bivî rengî îstiqrarê di têkiliyên xwe yên hevpar tînin. Wek amûrek ji bo aramî, pêbawerî û nîzamî di têkiliyên navneteweyî de, peyman yek ji hêmanên herî girîngên aştî û ewlehiya navnetewî ye. Ji ber vê yekê ji rojên destpêkê yên dîroka hiqûqa navnetewî, peyman her tim çavkaniya bingehîn a têkiliyên hiqûqî yên navberê pêk haniye. Di rojeva me de wekî dewletan têne zanîn, pêş gotina VCLT (Peymana Viyanayê li Ser Qanûna Peymanan) bixwe li ser rola bingehîna peymanan û di dîroka têkiliyên navneteweyî de û bitaybetî jî girîngiya peymanan ji bo pêşxistina hevkariya aştiyane, navbera netewan de tekez dike. Ev, girîngiya bingehîn a peymanan îspat dike ku berdewamiyeke, di heman demê de rêgez û rêgezên peymanan û her weha naveroka peymanên navnetewî bisedsalan ve hatiye girêdahîn.

Peymanên navnetewî pir caran afirandina rêgez an standardên navnetewî ne. Divê dewlet û aktorên civaka navnetewî li gorî wan tevbigerin. Di çarçoveya hiqûqa navnetewî ya nûjen de girîngiya wan pir zêde ye. Pir caran buhayîya bicihanîna hiqûqa navneteweyî hate pirsîn ku ji hêla zêdebûna pêvajoya peymanê ve hatiye çareserkirin. Wekî din; peymanên mafên mirovan bipeymanên navnetewî dikare wekî destkeftiyek bê dîtin. Hiqûqa navnetewî di wê baweriyê de ye ku bê îradeya dewletek, serwer an li dijî îradeya wê, tiştek nayê kirin. Di vê wateyê de, hiqûqa peymanên navneteweyî dikare wekî benda hevdîtinê, pêwîstiya girtina berpirsiyariyên navneteweyî jî bê binavkirin. Ji ber vê yekê, ev gotar bi awayekî bingehîn taybetmendî û girîngiya peymanên navnetewî ji perspektîfa (nerîn) hiqûqa navnetewî radixe ber çavan. Mijara veqetandinê di pêvajoya çêkirina peymanê de hate ravekirin ku girîngiya xwe winda dike, ev ji ber ku dewlet qada gerdûnî îzole dike.

Dem, merc û armancên her peymanan hene. Bigor vê ku dema xwe dawî bike, dikare bê dirêjkirin, betalkirin an vekişandin. Bes ev bigor doza xwe dibe. Beşa V ya Peymana Viyanayê ya li ser Hiqûqa Peymanan şert û mercên cihê yên ku peymanek di nav wan de dikare bê betalkirin an xebata wê bê rawestandin, wê bimafên xwe baştir tîne ziman.
Di mijara peymanên piralî de, betalkirin an vekişandin bi gelemperî bandor û li berdewamiya peymanê, di meriyetê (qebûlkirin) de ji bo aliyên mayî nake. Ji bo peymanên du alî, berevajî, betalkirin an vekişîna ji hêla her du aliyan ve dibe sedema betalkirina peymanê. Betalkirina peymaneke piralî dema ku peyman ji bo hemû dewletên alîgir namîne pêk tê. Ev, di The Oxford Guide to Treaties ji aliyê Duncan B.Hollis (‘Hollis’), rûpel 635’de berfirehtir hatiye ziman.

Biryar ji bo ku bandor be, betalkirin an rawestandin tenê di encama sepandina bendên peymanê bixwe an Benda 42(2) ya Peymanê de dibe. Piraniya peymanan, bigelemperî di heman gotarê de, bendên li ser demdirêjî û bidawîbûnê vedihewînin. Bes dema ku tune be, divê mirov ne tenê benda têkildar di Beş V ya Peymanê de, bes bendên dinên wê Beşê ku şert û mercên sepandina gotarê birêve dibin, wek Bendên 65-68 yên derbarê doza ku divê were şopandin, binirxîne. Dibe ku hin bendên dinên peymanê jî têkildar bin. Ev jî Qanûn û Pratîka Peymana Nûjen ji hêla Anthony Aust, Çapa 3, rûpel 245’de hatiye ziman.

Benda 42(2) dibêje: "Betalkirina peymanek an vekişîna aliyekî, tenê di encama sepandina bendên peymanê an jî yên vê Peymanê de dikare pêk bê. Heman qayde ji bo rawestandina xebata peymanekê jî derbas dibe."

Di qonaxa muzakereyê de, nûnerên dewletan xwedî îradeya azad in ku qayîdeyên (rêbaz) bingehîn û bidoz hilbijêrin ku di paşerojê rawestandina têkiliya wan birêve bibin. Dema ku ew qayîdeyên wekî beşek ji metnek (deq) dawîn bê pejirandin, bes dewleta ku peymanê erê dike an jî pê re dipejirîne jî şert û mercên li ser betalkirin an vekişandina ku peymanê dihewîne qebûl dike. Hewldanên derketina yekalî yên ku li gorî van şert û qedexeyan tev nagerin, bandor nîn in. Dewletek ku piştî hewildanek weha dev jê berdidin, her çendî ku berpirsiyariyên xwe binpê bike jî, alîgirê peymanê dimîne. Bes, aliyên peymanê dikarin dev ji van şert û qedexeyan berdin û destûrê bidin vekişîna yekalî, an jî peymanê biqedînin. Ev; di her kêliyê de bi rizamendiya hemî aliyan piştî şêwirîna bi dewletên din yên peymankar re girêdahiye. Dewlet xwediyên qayîdeyên derketina peymanê ne. Bes heqe peymanek van bendên bitevahî ji holê çi radike? Di rewşek weha de VCLT qayîdeyên xwe yên nû peyda dike da ku dawiya têkiliya partiyan birêve bibe. Hollis rûpel 636.

Her wisa, Benda 56 dibêje: 1. Peymanek ku di derbarê betalkirina wê de ti bend tune ye û betalkirin an vekişandin peyda nake, heya ku:
(a) tê destnîşan kirin ku aliyan mebest kirine, îhtîmala betalkirinê an vekişandinê qebûl bikin; an
(b) mafê betalkirinê an vekişînê ji hêla cewherê peymanê ve dibe ku bê destnîşankirin.’

Alî divê ji diwanzdeh mehan kêmtir hişyariyekê bide niyeta xwe ya şermezarkirin an vekişîna ji peymanek li gorî paragrafa 1.
Di gel ku karaktera bazirganî ya peymanek ne diyarkere, di dozê de peymanek bazirganî dibe ku bikeve nav îstîsna Benda 56(1) (b).
Benda 39`an VCLT dibêje: Dibe ku peymanek bi peymana di navbera aliyan de bê guhertin. Rêgezên ku di Beşa II-an de hatine destnîşankirin, ku peyman birengek din diyar bike, ji bo peymanek weha derbas dibe.’

Bi gor Peymana Lozanê, Turkiya heta peyman 100 salê xwe dawî bike, heqê derbasbûna seferên bazirganî ya Kanala Bosfor distîne. Ku ev dem bidawî be, ewê maf derbasê welatên din be. Loma Erdogan kanala Stanbolê vedike ku bikaribe wê bazirganiyê berdewam bike.

Peymana Lozanê 1923, di sala 2023’an de dawî dibe. Bidawîbûna peymana 100 salî di sala 2023’an de, Turkiyê dikare serdemek nû bikeve ji ber ku bikaribe neftê bikole û kanalek nû ku Deryaya Reş û Deryaya Marmarayê girêdide ava bike. Ev, wekî pêşgotinek ji bo berhevkirina heqê derbasbûnê bistîne. Her wisa, Erdogan kanalê ji niha de amade dike û navê wê jî Kanala Stenbolê ye.

Ev 100 sal ji bo netewa Kurd gelek wateyê xwe heye ku maf û îxlalên (binpêkirin) mafên netewa Kurd gelek bigirîngiya xwe çav de bên derbas kirin. Yasa û karanîna yasayên navnetewî li aliyek be, bes ji bo ku netewa Kurd bikaribe îxlalên li ser mafên xwe bîne ziman, dixwazim dîtinên Îngilîz û Amerîkî yan ku belgenameyên sîxurî derbarê Şerê Yekem û Duyem ê Cîhanî de ji bo Kurda dibêjin: ‘Ne zimanê Kurdan, ne dîn/ola Kurdan, ne jî serokên wan yek in û ev jî zêdetir wan jihev dûr dixe û mafê dewletbûna wan paş dixe. Eger di pêşerojê de Kurd li Awropa bandor bin, ewê bikarbin serxwebûna xwe bidestkin.’ Ev jî tê wetayên; xeletî, şaşî û îxlalên dewletên navnetewî ku di Peymana Sykes & Picot 16 Gûlan 1916, Peymana Lozan 24 Tirmeh 1923, Peymana Enqereyê ya 20`ê Cotmeha 1921`an û betalkirina Peymana Sêvrê 10 Tebax 1920’e.

2 - Piştî bûrîna 100 salan li ser  Peymana Sêvrê, herwiha nêzîkbûna 100 saliya Peymana Lozan, gelo Kurd dikarin li ser rêkeftnameya Sêvrê daxwaza nûkirina bendên wê 62, 63, 64 bikin?

Divê mijara derbasbûna Peymana Sêvrê di heman demê de ji hêla dozên gelemperî yên pejirandî û sepandî ve jî bê lêkolînkirin. Gelek girîng e ku mirov carek din girtina bendên peymanê ku bê hejmarên Sêvrê pêşkêş dikin, binêre. Ku ev jî: Peymana heyî, bi Fransî, bi Îngilîzî û bi Îtalî dê hatiye nîvsandin. Pêvajoya yekem-devkî de, erêkirin di demek kin de cîh girtiye. Ev peyman ji aliyê Turkiyê hatiye erê kirin û ji aliyê sê hevalbendên sereke, ji aliyê din ve hêz ji roja pêvajoya yekem-devkî di navbera meriyetê Aliyên Peymanên jî erê kirine. Ev her wisa, li gorî rastiyên dîrokî yên ku hatine ragihandin, her çiqas Peyman ji aliyê Turkiyê ve hatibe îmzekirin jî, tu carî ji aliyê Meclisa Turkiyê ve nehatiye pejirandin û piştî pêkanîna vê encamê de, pejirandin belgeya ku di paragrafên dawîn de hatî destnîşankirin, Peymanê ji aliyê Turkiyê ve tu carî ji Sekreteriya Konferansa Aştiyê re nehatiye pêşkêşkirin. Dubare gelek girînge ku ev pirs bê kirin, gelo heta çi radeyê neşandina belgeya erêkirinê bandor li rastbûn û/an cîbicîkirina Peymanê kiriye an na? Eger em bersiva vê bi îspat bikarbin bikişînin dadgehên navnetewî, dikarin her wisa, dijî Turkiya û welatên ku mafên Kurda îxlal kirine doza tazmînatê (qerebo) vekin û daxwaza nûkirina Sêvrê bikin.

Di Beşa III yan de, Peymana Sêvrê 1920, derbarê Kurdistanê dibêje:

Benda 62: Komîsyonek ku li Konstantînopolê rûniştiye û ji sê endaman pêk tê ku bi rêzê ji aliyê Hikûmeta Brîtanya, Fransa û Îtalyayê ve hatine destnîşankirin, dê di nav şeş mehan de ji roja ketina meriyetê ya vê Peymanê, nexşeya xweseriya herêmî ji bo herêmên ku bi giranî Kurd li rojhilatê Firatê ne, amade bike. Li başûrê sînorê Ermenîstanê yê başûrê ku li vir tê diyarkirin û li bakurê sînorê Turkiyê bi Sûriyê û Mezopotamyayê re, ku di xala 27, II (2) û (3) de hatiye diyarkirin. Ger yekdengî li ser tu pirsekê pêk neyê, dê ji hêla endamên Komîsyonê ve ji hikûmetên wan re bê şandin. Di planê de ji bo parastina Asûrî-Keldaniyan û hindikahiyên din yên nijadî an olî li van herêman, wê tedbîrên tam hebin û bi vê armancê komîsyonek ji nûnerên Îngilîz, Fransî, Îtalî, Faris û Kurd pêk bê, ewê biçin cihê lêkolînê û biryarê bidin. Çi serastkirin, eger hebe, divê li sînorên Turkî bên kirin ku li gor bendên vê Peymana niha ew sînor bi ya Faris’re hevaheng e.

Benda 63: Hikûmeta Turkiyê bi vê yekê razî dibe ku biryarên her du komîsyonên ku di Benda 62-an de hatine behskirin di nav sê mehan de ji ragihandina wan ji bo Hikûmeta navbûrî qebûl û cîbicî bike.

Benda 64: Ger di nav salekê de ji roja ketina vê peymanê de gelê Kurd di nav deverên ku di Benda 62-an de hatine diyarkirin, bi awayekî ku nîşan bide, piraniya nifûsa van herêman dê serî li Konseya Cemiyeta Miletan bidin. Yê ku serxwebûna xwe ji Turkiyê dixwaze û eger Encûmen wê demê bifikire ku ev gel dikarin bivî rengî serxwebûna xwe pêk bînin û pêşniyar bike ku ev yek ji wan re bê dayîn. Turkiye bi vê yekê razî dibe ku pêşniyarek weha bicih bîne û dev ji hemî maf û mafên wan deveran berde.

Heger û dema ku devjêberdanek weha çêbe, dê tu îtîrazek ji aliyê Hêzên Hevbendiya Serekî ve neyê kirin. Ev, li ser girêdana bidilxwazî ya Dewleteke Kurdî ya serbûxwe ku Kurdên li wê beşê Kurdistanê heta niha di nav wîlayeta Mûsilê de niştecihin.

3 - Nepejirandina Peymana Sêvrê ji aliyê Meclisa Turkiyê çi bandor li derbasbûna Peymana Sêvrê kir?

Pêşî divê bê eşkerekirin ku peyva paragrafa duyemîn a beşa dawî ("Ji roja pêvajoya yekem-devkî ve Peyman di navbera Bilind de bikeve meriyetê ku Aliyên Peymanên ew pejirandin”) dikare bi xeletî hatibe şîrovekirin ku  ji hêla Turkiyê ve bê pejirandin. Peyman dikarîbû bi erêkirina wê ji hêla sê hêzên sereke yên hevalbend ve biketa meriyetê (Brîtaniya Mezin, Fransa û Japonya). Lê ev şîrove ne raste, ji ber ku ne tenê Turkiye dijî Peymanê bû (Hêzên Hevalbend û Hevbeş wek aliyekî tevdigerin û mebesta peymanê, danîna şert û mercan ji bo aşitiyê bi Turkiyê re bû), bes ji ber hevoka yekem a heman beşa bendên girtinê diyare ku yek ji aliyên pêvajoya-devkî divê Turkiyê be. Wekî din, pejirandina Peymanê ji hêla sê Hêzên Hevalbendên Serekî dê bandorek hindik li ser mijara ku di binê gotara heyî de hatî lêkolînkirin, cîh girtiye.

Li vir divê bê zanîn ku Turkiye şîret li aliyên dinên Peymana Sêvrê kir. Peyman ji aliyê parlementoya wê ve nehate erê kirin û ji ber vê yekê, ji aliyê Turkiyê ve jî nehat qebûlkirin. Herî kêm heta pêkanîna Peymana Lozanê (ku li gorî Turkiyê şûna Peymana Sêvrê girtiye), Peymana Sêvrê wekî navnetewî giştî ya derbasdar belgeya qanûnê maye.

4 - Li gorî pênaseya Viyêna ya li ser peymanên navdewletî "Vienna Convention on the Law of Treaties (VCLT)", peymana Lozan dikare encamên peymana Sêvrê betal bike yan jî na?

Peymana Viyênayê ya li ser qanûna peymanan di 23 Gulan 1969 de li Viyênayê hatiye îmzekirin. Dewletên Peymandarên vê Peymanê, li ser rola bingehîn a peymanan di dîroka têkiliyên navneteweyî de ciyê xwe digrin.

Peymana Sêvrê di dîroka nûjen a Kurdistan de qonaxek e û ev ne şensek e, ev mijarek e ku lêkolînên zanistî berdewam dike. Ji ber vê yekê, ez girîngî didim ku lêkolînên zanyarên me yên bê alî belgeya beriya sedsalê hatiye îmzekirin û bûyerên ku beriya wê ji gelê me re peyda bûn û ji civaka navnetewî re bê berfirehkirin. Peymana Sêvrê piştî Şerê Cîhanê yê Yekem hat holê. Ev yek ji beşên herî dramatîk e di dîroka mirovahiyê de. Du sal piştî dawiya wê bi Peymana Versailles re aştî pêk hat. Awropa jî bi heman awayî peymana Sêvrê hanî bû holê. Ev, tê wateya ku aştiyê bîne Rojavayê Asyayê. Herêmên Împeratoriya Osmanî; êş û derdên ku ji ber şer li ser gelên herêma me ta dawiya "salên lanetkirî" tê qebûlkirin. Mîna Peymana Versailles, Peymana Sêvrê sîstemeke nû ya têkiliyên navbera dewletan ava kir.

Di heman demê de peymanek dikare bi peymanek paşîn re di navbera aliyan de derbarê şîrovekirin an sepandina peymanê bibandorî bê guhertin.
Benda 39, diyar dike ku qaîdeyên di Beşa II de (Encam û Ketina Peymanan) li ser peymanek ji bo guherandina peymanekê derbas dibe "ji bilî ku peymanê bi rengek din diyar bike." Ev hevok destnîşan dike ku gelek peyman nemaze piralî niha mekanîzmên guhartinê ne. Ku mirov bifikire, nerast e ku Peymana Viyênayê avahiyek hişk e li pêşiya guhertina peymanê astengan derdixe; bes ew rê dide dewletan ku di peymanan de hukmên guherînê (baş an xirab) wekî ku ew dixwazin an, birastî tune bikin û têxin nav peymanan.

Her wiha, bi dayîna mafê gelan ku li herêmên xwe yên dîrokî dewlet-netew ava bikin. Peymana Sêvrê yekemîn belgeya navnetewî bû ku mafên Kurdan  nas kir û du sal paş ve maf dida Kurdan ku bikariba serxwebûna xwe bang bikira.

Li vir divê ku mirov vê yekê bîne ziman meyla hiqûqa navneteweyî her tim heye ji ber sedemeke pir hêsan ku hiqûqa navnetewî bi xwe jî girîngiya xwe ya pratîkî winda bike û bibe "gotinên mirî" an jî veguhere tetbîqata rewşenbîrî heya ku piştgirî bide rastbûna peyman û peymanên navnetewî. Ev nêzîkatî ye ku hewcedariya îmzekirina Peymana Viyênayê li ser hiqûqa peymanan di sala 1969 an de rave dike. Girîng e ku were zanîn, Turkiye û Fransa ne îmzekarê vê peymanê ne. Bes, Brîtanya, Îtalya û Japon îmzakar in. Berya îmzekirina Peymana Viyênayê, hin prensîpên hiqûqa navneteweyî ya taybet bigiştî pejirandin û sepandin pişt re hatin guherandin. Di vê pêwendiyê de, hewce ye bê gotin ku, berî îmzekirina Peymana Viyênayê, teyoriyek hebû û  li gorî wê dewlet dikarin pejirandina peymanên ku ji hêla wan ve hatine îmzekirin red bikin. Bes tenê heq e bê îsbatkirin ku nûnerên  peymanê îmze kirine ji mafên xwe derbas bûne, û tê de hêz an talîmatên veşartî cîh girtibe. Ev teyorî, bi rengekî guhertî, pişt re di Benda 27-an a Peymana Viyênayê de hate binav kirin, bes niha diyar dike ku "Aliyek nikare bendên qanûnên xwe yên hundurîn wekî hincet ji bo cîbicîkirina xwe bikar bîne.

Tevî ku Peymana Viyênayê piştî cîbicîkirina Peymana Sêvrê hatiye îmzekirin (û Benda wê ya 4 bi sernavê "Nepaşveçûna Peymana Niha" ye) ew, bi rêjeyek mezin birêgez û qaîdeyan eşkere dike, dozên hiqûqa navneteweyî ji xwe pejirandin û serîlêdana giştî wergirtiye. Girîngiya wê ya bi mijara vê gotarê re tenê di rêdayê ku doza di koka Benda 27`an de, Turkiyê ji qanûnên xwe yên wekî hincet ji bo cîbicîkirina erkên xwe yên li gorî Peymana Sêvrê nahêle. Bes di derbarê vê Peymanê de, divê em bala xwe bidin beşa yekema Benda 14-an jî ku şert û mercên pejirandinê destnîşan dike. Ger şert û mercên ku di vê gotarê de hatine behskirin ku xwezaya ragihandinê ne, dikare bê nîqaşkirin an jî bi Peymana Viyênayê bê tertîbkirin.

Her wisa, divê bê gotin ku di dema pêkanîna Peymana Sêvrê de Parlamentoya Turkiyê hatibû betalkirin (bi fermî du sal şûnda, di sala 1922-an de ji nû ve hate avakirin) bes beriya darvekirinê, ji xwe hatibû pejirandin. Ev, ne tenê ji aliyê Sultan ve, bes ji aliyê Meclîsa Talîdê ya Turkiyê ve jî demê weke ku saziya siyasî ya tekane hat dîtin.

5 - Wek dizanin ku Peymana Lozan "Treaty of Lausanne", wekî peymanek sêqolî di navbera Înglîz, Fransa û Turkiyê de hat naskirin û bêyî beşdarbûna ti aliyekî Kurdî hat lidarxistin, berovajî Peymana Sêvr ku bi beşdariya nûnerên 27 dewletan û di nav de nûnerên gelê Kurd hatibû lidarxistin, pirsa me gelo Peymana Lozan, heta çiqasî li gorî yasa navdewletî û li gorî VCLT Peymanek yasayî ye?

Hiqûqa navnetewî di wê baweriyê de ye ku bê îradeya dewletek serwer an li dijî îradeya wê, tiştek nayê kirin. Di vê wateyê de hiqûqa peymanên navnetewî dikare wekî benda hevdîtinê ya pêwîstiya girtin a berpirsiyariyên navnetewî jî bê binavkirin.

Peymana Lozanê, (1923), peymana dawî ya Şerê Gerdûnê ya Yekemîn e. Ew ji aliyê nûnerên Turkiyê (cîgirê Împaratoriya Osmanî) ji aliyekî ve û ji aliyê Brîtanya, Fransa, Îtalya, Japonya, Yunanistan, Romanya û Qraliyeta Serb, Kroat û Sloven (Yûgoslavya) li aliyê din Peyman piştî konferanseke heft mehan di 24ê Tîrmeha 1923an de li Lozana Swîsreyê hatiye îmzekirin.

Peymanê sînorên dewleta nûjen a Turkiyê nas kir. Turkiyê tu îdiyayek li ser parêzgehên xwe yên berê yên Erebî ne anî û xwediyê Qibrisê û milkê Îtalyayê Dodecanese nas kir. Hevalbendan daxwazên xwe yên otonomiyê ji bo Kurdistana Turkiyê û dayîna axa Turkiyê ji Ermenîstanê re berda, dev ji îdiyaya herêmên bandorê li Turkiyê berda, û tu kontrol li ser darayî û hêzên çekdar ên Turkiyê ferz nekir. Tengava Turkiyê ya di navbera Behra Ece û Behra Reş de ji hemû keştiyan re vekirî hat ragihandin.

Di Peymana Lozanê de bigor yasayî kêmasîyek heye ku ew jî bigiştî tê qebûlkirin, ev jî bê îstîqrariya hemdem li hin deverên Rojhilata Navîn in. Bikêmanî beşek ji awayê keyfî tê de gelek sînor ji hêla hêzên serketî ve piştî bidawîhatina Şerê Cîhanê yê Yekem ve hatine danîn. Kêm caran behsa rola ku hiqûqa navnetewî û bitaybetî, Dadgeha Dayimî ya Dadmendiya Navnetewî (PCIJ) di vê çarçoveyê de lîstiye. Bi vê kolandina Raya Rawêjkar ya 1925-an  ku li ser şîrovekirina Peymana Lozanê kêm tê dîtin. Ez di vê şîrova xwe de  dizxwazim bînim ziman ku hindek ronahî li ser tevlêbûna PCIJ di çareserkirina sînorê di navbera Turkiyê û Îraqê de heye. Ji bilî girîngiya wê ya ji bo nakokiya di dest de, Raya Şêwirmendî ya PCIJ-ê nîgarek berbiçav ya dijwariya cihêrengkirina pirsgirêkên siyasî û qanûnî ye. Li hemberê vê rewşê divê ev bîr û bawerî ji bo her dadgehek navnetewî wekî bîranînek girîng be ku fonksiyona xwe ya dadwerî bi hişyariyek pir mezin bikar bîne. Ev rêzgirtin ji qanûnên navnetewî û dadweriyên wê re nayê danîn. Bi vî awayî, dîroka amadekirina Benda 3 (2) bidawî dibe, ku beşên wê yên têkildar heta ku Peymana Lozanê di 24ê Tîrmeha 1923an de hat îmzekirin, neguherî ma. Ev heqe li ser razîbûna Aliyan be, bes em dibînin ku nehatiye bikaranîn.

Riya yasa û edaletê her dem vekriye, û netewa Kurd dikare bê edaletî ya ku li Peymana Sêvrê hatiye kirin, di dadgehên navnetewî û bi riya xurtkirina dîplomasî ya xwe bîne holê.

6- Li hember neheqiya Peymana Lozanê derbarê tinekirina mafên gelê Kurd, Tevgera siyasî, rêxistinên Kurdî yên mafperwer, civaka Kurdî ya sivîl, revenda Kurdî li diyaspora û herwisa bi taybetî Hikûmeta Herêma Kurdistanê çawa ji aliyê yasayî û diplomatîk ve dikare vê neheqiyê rexne bike û herger ev yek bibe piştî 100 salan, bi kurtî dikarî behsa mîkanizmên rexenkirina Lozan û herwisa nûkirina Peymana Sêvrê bikî?

Ev mafê qanûnî yê mirovane ye ku di nîzama navnetewî de biryar li ser çarenûsa xwe bidin. Xweserî prensîpek bingehîn a hiqûqa navnetewî ye, ku ji hiqûqa navnetewî derdikeve, bes di heman demê de wekî prensîpek giştî ya qanûnê jî tê naskirin û di hejmarek peymanên navnetewî de cîh digire.
Netewên Yekbûyî xwedî saziyek taybetî ye ku li ser bêdorpêçkirinê  mijûl dibe. Rola Komîteya Taybet di danasîna stratejiyên nû û danîna armancên nû de ji bo pêşdebirina rojeva bêdorpeçkirinê, bitaybetî li ser nirxandin û pêdaçûnê û li ser kiryarên ku di Dehsala Sêyemîn a Navneteweyî de hatine kirin û li ser xurtkirina hevkariyê bihêzên rêvebir ên ne-xwe -Rêveberiya Herêm û aliyên peywendîdar . Ev tê wetayek ku em netewa Kurd heqe di her şaxên navnetewî de mafê Kurd û Kurdistan daxwaz bikin.

Ji bo neheqiyên navneteweyî yên li ser mafên Kurdan gelek xebatên hiqûqî hene ku bê karanîn. Beriya tevî, divê saziyên serbixwe yên hiqûqî û dîplomatîk bên avakirin. Ev, bipiştgiriya rêxistinên sivîl rojeva pîşeyî bê amadekirin û li ser mijûl bin. Wek mînak, Turkiyê li Rojava û Başûrê Kurdistanê gelek sûcên şer kiriye û ev hînha jî berdewam e. Wek tê zanîn Turkiyê di bin endamtiya xwe ya NATO’yê de gelek caran alavên leşkerî yên NATO’yê bikar aniye û sûcê şer kiriye. Bes em gelê Kurd tu carî li hemberî kiryarên derqanûnî yên Turkiyê û NATO yê tu tedbîrên hiqûqî me negirtine. Ger em di kiryarên xwe yên hiqûqî yên li hemberî Turkiye û NATO yê de bi ser nekevin jî, divê em karibin hemû sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê derxînin dadgehên navnetewî. Ev ger  ji bo arşîv, ger jî ji bo pêşgirtina sûcên pêşerojê ye.

Em dizanin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser navê netewa Kurd xwedî desthilateke yasayî nîn e, bes ew dikare di dadgehên navdewletî de li ser mafên Başûrê Kurdistanê bi çend pirsên qanûnî ve mijûl be. Di heman demê de divê lêkolîn, nîqaş û tazmînata zerarên ku ji şer hatine dayîn daxwaz bike.

Nifûsa Kurdên diyaspora, bi taybetî li Ewropayê li astêk bandor e. Bi baweriya min Kurd di warê hiqûqî, aborî û dîplomatîk de xurt in  û dikarin mafên Kurdan li qada navnetewî bidest bixin.

7 - Wekî dizanin ku Emerîka di dema xwe de îmze li ser Lozanê nekir, û herwiha heta îro jî nakokiyên Yonanistan û Erminîstan li gel Turkiyê li ser Peymana Lozan hene, gelo Kurd dikarin bi alîkariya Yonanîstan yan her dewleteke din, dubare daxwaza betalkirina Lozan û nûkirina Sêvrê bikin?

Navbera salên 1917-1927an de têkiliyên dîplomatîk ên Turkiyê û Emerîkayê deh salan qut bûn. Sedema bingehîn a astenga kampanya dijminatiya li dijî Turkan bû ku bi alîgerên lobiya Ermenîstanê û piştgirên wan dihatin meşandin. Emerîka li dijî Turkiyê şer nekir û ne bû alîgirê Peymana Sêvrê. Ji ber vê sedemê ne yek ji aliyên peymana aştiyê bû, ku di navbera Turkiyê û Dewletên Hevalbend de di 24ê Tîrmeha 1923an de li Lozanê hatibû îmzekirin. Bi vê peymanê hate pêşniyarkirin ku di navbera her du welatan de têkiliyên normal ên dîplomatîk ji nû ve bên avakirin.

Emerîka bi mijarên ku di Peymana Aştiyê ya Lozanê de cih girtibû  eleqedar nebû. Kapîtûlasyon, berjewendiyên saziyên perwerde û alîkariyê  Emerîkayê yên li Turkiyê, azadiya derbasbûna ji tengava Turkiyê û azadiya bazirganiyê ji bo Emerîkayê mijarên herî girîng bûn. Piraniya daxwazên Emerîkayê bi peymanê hatin qebûlkirin. Mafên ku li Turkiyê ji Emerîkayê re hatin dayîn, ji mafên ku dabûn welatên din ne kêmtir bûn. Welatên wekî Fransa, Îngilîstan û Îtalyayê rakirina kapitulasyonê qebûl kirin. Ne mumkin bû ku Turkiyê berdewamiya kapitulasyonên ku ji bo Emerîkayê hatine dayîn qebûl bike. Emerîka jî, devjêberdana serdestan qebûl kir.

Lobiyên Ermenî û Yewnanî yên li Emerîkayê li Lozanê li dijî Peymana Turk-Emerîkayê dest bi kampanyayê kiribûn. Di bin dirûşma “Ji Peymana Lozanê re na” kampaniyek nû û mezin a dijberî dest pê kir. Yên ku kampaniya “Na ji Peymana Lozanê re” meşandin, li dijî dev ji destberdana kapitulasyon û daxwazên Ermeniyan bûn. Wan amaje kir ku ev peyman ji Emerîkayê re hatiye dîktakirin û Emerîka vê yekê nas nake. Turkiye ne ew qas bihêz bû ku li dijî vê kampanyayê derkeve. Ji ber ku têkiliyên normal ên dîplomatîk çênebûn, li Emerîkayê Balyozxane, konsolosxane û desteyên Turkiyê tune bûn. Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê an jî lobiyek girîng a Turkiyê li derveyî Atlantîkê hejmareke girîng a koçberên Turk tune bû. Bersiva herî xurt a li dijî kampanyaya “Na ji Peymana Lozanê re” ji Emerîkiyan bi xwe hat. Wan Komîteya Giştî ya Sazî û Komeleyên Emerîkî ji bo erêkirina peymana bi Turkiyê re ava kir. Yek ji taybetmendiyên herî balkêş ên kampanyaya "Belê ji Peymana Lozanê re" piştgirîkirina temama mîsyonerên Emerîkî bû. Her çiqas mîsyonerên Emerîkî berpirsyariya pileya yekem a wêneya “Turkê Xerîb” a li Emerîkayê girtibûn ser milê xwe û Ermeniyan li dijî Turkiyê tehrîk kirin, ji nişka ve helwesta xwe ya li dijî Turkiyê guherandin û piştgirî dan Peymana Lozanê ya Emerîka û Turkiyê. Mîsyonerên Emerîkî bi fikar bûn ku ger ev peyman ji hêla Emerîkayê ve neyê pejirandin dê çalakiyên wanên li Turkiyê werin sekinandin. Xurfeyên Bazirganiyê yên Emerîkayê ku li Turkiyê têkiliyên bazirganiyê hebûn, di nava parêzvanên sereke yên Peymana Lozanê de bûn. Raporên dirêj li ser bingeha statîstîkên zêde amade kirin û berjewendiyên karsazên Emerîkî li Turkîyê bi zelalî rave kirin. Ji bo parastina berjewendiyên Emerîkayê piştgirî dan normalîzekirina yekser têkiliyên Turkiyê. Karsazên Emerîkî bi giranî li ser du xalan nîgeran bûn:

1) Qebareya bazirganiya Emerîka bi Turkiyê re bi lez kêm bû û ji ber ku têkiliyên normal nehatine avakirin, welatên din li bazara Turkiyê serdestin.
2) Ku aloziya di têkiliyên Turkî-Emerîkî de berdewam be, Turkiyê karîbû bertek nîşan bikra û ji bo sînordarkirina çalakiyên karsazên Emerîkî tedbîr bigirta.

Komeleya Siyaseta Derve ya Emerîkayê ji bo nirxandina Peymana Lozanê komîteyek ava kiribû û vê komîteyê raporek pir dirêj amade kiribû. Ev rapora balkêşa ku ji aliyê mamosteyên dîrok, hiqûqa navneteweyî û siyaseta navneteweyî ve bi serokatiya Edward Mead Earle, Profesorê Dîrokê yê Zanîngeha Kolombiyayê hat amadekirin, yek ji rexnên herî xurt ên ji bo peymana Lozanê pêşkêş dikirin. Di raporê de hat diyar kirin ku pejirandina peymanê ne tenê di berjewendiya Emerîkayê de ye, di heman demê de di berjewendiya welatên Rojhilata Nêzîk û gelên herêmê de ye ku ji şerên 50 salî gelek êş kişandibûn.

Dan û sandinên li ser Peymana Lozanê li Emerîkayê, ku di sala 1923’an de destpê kiribû, heta dawiya sala 1926an berdewam kir. Amerîka bû du kampên dijber. Partîya Komarî, Wezareta Derve, Odeyên Bazirganîyê û mîsyonên Emerîkî yên li Turkîyê, erêkirina peymanê û danîna peywendiyên asayî bi Turkîyê re parastin. Partiya Demokrata dijber, hin beşên dêrê, Ermenî û Yewnanî daxwaza redkirina peymanê kirin û ew li dijî danîna têkiliyên dîplomatîk bi Turkiyê re bûn. Peymana Lozanê bû mijara siyaseta navxweyî. Senatoyê di 18’ê Çileya 1927’an de Peymana Lozanê red kir. Komîteya Giştî ya Sazî û Komeleyên Emerîkayê yên ji bo erêkirina peymana bi Turkiyê re broşûrek weşand ku bersiv û daxuyaniyên di çapemeniya Emerîkayê de li ser biryara Senatoyê hatin weşandin. Ji lêkolîna vê broşûrê tê dîtin ku tenê 17 rojnameyên Emerîkî piştgirî dane biryara Senatoyê û 75 rojname jî li dijî wê derketin.

Ji bo Giravên Deryaya Spî ya Rojhilat, "binpêkirina madî" ya bendên Peymanê yên bi "bêçekkirinê" ve girêdayî dikare di çarçoveya Benda 60 ya Peymana Viyênayê ya 1969’an ya li ser Qanûna Peymanan de were nirxandin ku di encama vê yekê de hin bendên rawestîna binpêkirina wê li gorî vê bendê, binpêkirina madî ya peymaneke piralî ji aliyê yek ji aliyan ve, mafê aliyekî ku bi taybetî ji binpêkirinê bandor bûye, dide ku wê wek bingehek ji bo rawestandina xebata beşa têkildar a peymanê di têkiliyên navbera xwe û Dewletê de ku nexwestin. Di çarçoveya madeya navborî de, binpêkirina madî, di nav yên din de, wekî "binpêkirina hukmek ji bo pêkanîna armanc an armanca peymanê" tê hesibandin. Gi gor Benda 68’an deynên ku ji peywendiyên ku li navçeyên Turkiyê yên ku ji aliyê artêşa Yewnan ve hatine dagirkirin, di navbera rayedar û rêveberiyên Yewnanîstanê ji aliyekî û hemwelatiyên turk ji aliyê din ve hatine kirin, ji aliyê Hikûmeta Yewnanîstanê ve li gorî bendên peymanên navborî têne dayîn. Em li vir ger baş bibînin axa Yewnanîstanê têkçûye, ziyanên wê yên aborî û moral qur e. Her çend rewş weha be jî, di rojeva me de her yek li berjewendiyên xwe dinêre. Di rewşa Ermenîstanê de jî berjewendiyên rojevê berçav in.

Li gorî giravên Dodekanê, Turkiyê di berjewendiya Îtalyayê de hemû maf û sernavên li ser giravên Dodekanê ji Îtalyayê re ku ji aliyê Îtalyayê ve hatibûn dagirkirin, piştî destpêkirina şerê navbera Împeratoriya Osmanî û Îtalyayê li ser Lîbyayê di destpêka sala 1912an de li gor Benda 15. Peymana Lozanê hêjayî gotinê ye ku Giravên Dodekanê bi xala 14(2) ya Peymana Aştiyê ya Parîsê ya di sala 1947an de di navbera Hêzên Hevalbend û Îtalyayê de bi şertê eşkere ku bê çek bimînin, ji Yewnanîstanê re hatin dayîn. Yewnanîstan jî ev girav, di nav de Meis (Castellorizzo) ku tenê Mîleke Deryayî dûrî peravên başûrê Turkiyê ye, li dijî hukmê bêçekirina eşkere ya Peymana Parîsê ya sala 1947-an, hate mîlîtarîzekirin. Ev peyman hîn jî di meriyetê de ye û ji ber vê yekê li ser Yewnanîstanê girêdaye.

Em netewa Kurd neçar in dîplomasî û aboriya xwe xurt bikin, bes ne bi Yewnenîstan, ne jî bi Ermenîstan bawer nebin û nekevin nav pêvajoyek siyasî. Bes berpirsyarên Kurd bitaybet Hikûmeta Herema Kurdistan û berpirsyarên Kurdên Rojava û Bakurê Kurdistan ku gelekî Peymana Lozanê 1923 û Peymana Enqere 1921 van her 3’ê perça di erdnîgariyê de girê dide û ew zêdetir mafdarên yasayî ne. Ev, her çend pirsgirêka 3’ê perça girêbide jî, bitevahî Kurdistanê girêdide û lobiyek yasayî û dîplomatîk bipisporî heqe bê damezrandin û 24 demjimêr bi vê mijarê mijûl be.

8 - Hevdem ku rayedar û desthilatdarên dewleta Turkiyê Peymana Lozan, wekî destkefteke dîrokî dibînin, lê belê serokomarê Turkiyê Erdogan vê Peymanê rexne dike û di daxwiyaniyeke xwe de gotibû: “di sala 1920’an de Peymana Sêvrê nîşanî me dan da ku em peymana Lozanê ya 1923’an qebûl bikin”, ev daxwiyaniyên Erdogan tên di çarçoveya siyaseta wê ya niha de bi dagîrkirina Efrîn, Girêspî û Serêkaniyê... gelo kurdên Rojavayê Kurdistanê li hember dagîrkariya Turkiyê çi dikarin bikin?

Peymana Lozanê ya 1923’an sînorên dewleta Turk ya nûjen piştî hilweşîna Împeratoriya Osmanî destnîşan kir. Li gorî vê peymanê, tiştê ku Turkan behsa wê nekiriye, ew e ku dema hatin herêmê, paqijiya etnîkî kirin, gel koçber kirin, mal û kargeh wêran kirin û heta goristanan jî çirandin.

Erdogan dixwaze peymana Lozanê ji nû ve binirxîne. Hin kes hene ku dibêjin: Ew hêvî dike ku armancên gemara Osmaniyan pêk bîne. Di hizra wî de ji berfirehkirina Turkiyê wêdetir tu destkeftî nîn e.

Peymana Lozanê ji bo danîna sînorên mayînde di navbera Turkiya piştî Osmanî û cîranên wê de destnîşan kir, bes Turkiya neviya Osmanîyan e û di dîroka çanda wan de talankirin, perçekirin, qirkirin û sûcên sosret hene. Ew bi gor vê çandê dixwazin yên ku ji wan nîn in ji holê rakin. Ew bi çarçoveya peymanan tevnagerin, bes li gor dilê xwe tevdigerin û kengî amadeyê şer bin, ewê bikevin şer, mîna ku di sala 1973an de li Qibrisê kirin.

Erdogan  dest bi danîna zemîna vê yekê kir. Di Kanûna 2017-an de wî pêşniyar kir ku "hin hûrgulî" di Peymana Lozanê de "nezelal" bûn û dibe ku hewce be  ew ji nû ve werin venihêrtin. Nexşeyên wî di televizyonên Turkan de bisînorên niha yên ku divê ji Yewnanîstan, Bulgarîstan, Ermenîstan, Îraq û Sûriyê derbas bibin, hatin nîşandan. Bê guman, hûrguliyeke ku ji hikûmetên Atîna, Sofya, Yêrêvan, Bexda û Şamê dûr nekeve. Armanc li vir berdewamî dîktatoriya bapîrên wî ku Ewropiyan Osmanî ya nexweş/dîn navdabû. Ev kesê narsîst kengî karê wî li gel şaxên navnetewî, bitaybet li gel Amerîkiya xelas be, hêvîdarim eqûbeta Sedam Hussein li wî be.

Belê, Erdogan dîplomasiyê xwe xurt dike û  nîşaneke din ya nîgerana siyaseta berfirehkirina Erdogan, armancên xwe li Sûriyê pêk bîne. Erdogan firsend dît ku hêzên xwe bişîne nav axa Sûriyê û şensê xwe avêt, dizanibû ku dema hêzên Turkiyê di nav axa Sûriyê de bin, dê di nav kaosa şer de derxistina wan pir zehmet be. Her wisa, ev weha jî bû. Divê, aqilê sivik barê giran e. Her çend rewş weha be jî, dijmin, dijmin e, heqe netewa Kurd her dem tedbîrên xwe bigire.

Eşkere ye ku dagirkeriya Erdogan li Rojava ne qanûnî ye. Erdogan li Rojava sûcên şer yên giran kirin û herêmên Kurdan yên ku niha girêdayî Sûriyê ne, bi awayekî ne qanûnî dagir kiriye. Gerdûn li hemberî vê çalakiya Erdogan bêdeng ma. Lê endamên NATO yê di nava komploya sûcên li hemberî Kurdan de ne. Divê ev yek di qada navnetewî de bê çareserkirin. Welatên ku  endamên NATO yê nikarin çavên xwe li sûcên Erdogan bigirin, hemû di bin berpirsyariya qanûnên navnetewî de ne.

Mexdûrên şer her tim dikarin li dijî sûcên Erdogan û helbet li hemberî NATO’yê jî tedbîrên hiqûqî bigirin. Turkiyê di bin erka qanûnî de ye ku zirarên şer telafî bike. Civaka navnetewî bitaybet endamên NATO yê ji ber ku çavên xwe li sûcên Erdogan digirin û Erdogan jî endametiya xwe xerab bi kar tîne, Îngilîstan û Fransa ji ber Peymana Sykes & Picot a 1916`an, Fransa jî ji ber Peymana Enqereyê ya 1920`an neçar in ku qanûnên navnetewî ji her welatek din zêdetir bişopînin.

9 – Gelo Erdogan û Hikûmeta wî pişt ji Peymana Enqerê 1921 digrin, û bi êrîşa Rojava tolhildana Rêforma Axê 1958 ku bidestên Partiya Be`is hatibû cîh girtin, distîne?

Bi Benda 13’an Peymana Enqerê 1921’re mijara teserufa zevî ya li ser sînor jî tê tertîbkirin. Li gorî vê bendê şert û mercên van erdan di bin navê rejîma Pasavan de hatine diyar kirin. Li gorî hukmê têkildar, xwediyên heywana li herêmên ku wek mêrg hatine bikaranîn, li herêmên nêzî sînorên welat ewê mafên xwe biparêzin.

Kesên ku bi sewalkariyê re mijûl dibin, ewê rê li ber derbasbûnê negirin û ewê ji her cure bac/vergî bên dûrxistin. Tenê dê erkên xwe yên aborî yên li hember welatên xwe bi cih bînin (Umer, 2003: 281). Li gorî peymana Enqere’yê, hûrgiliyên avakirina sînor wê bi rêya komîsyona ku di nava mehekê de bê avakirin be. Fransa dest pê kiribû ku dem hatibûn sînorê Sûriyê vekişîne, ev ji bo ku îmtiyazên darayî, aborî û çandî yên ku li Turkiyê hebûn biparêze (Yerasimos, 2009: 183). Bes ji ber aloziya Turkiyê, Fransa vê pêvajoyê re rû da ku ev hûrgilî hat diyar kirin êş kişandine. Sedema rageşiya di navbera herdu welatan de tesfiyekirina deynên Osmaniyan di pêvajoya Peymana Lozanê de û berdewamiya îmtiyazî  heye (Soysal, 1989: 281). Damezrandina komîsyona sînor tenê bi protokoleke ku di 30’ê Gulana 1930’î de li Helebê hat îmzekirin, gihîşt qonaxa cîbicîkirina xelkê Pasavan (Umer, 2003: 291).

Pirsgirêk bi Peymana Emlakê ya ku di 27ê Cotmeha 1937’an de li Enqereyê hatibû îmzekirin pêk hat. Her çendî bi vê peymanê re pirsgirêka gelê Pasavanê bi protokolê ve girêbide jî, ew di qonaxa bicihkirinê de ser neketin (Soysal, 1989: 284).

Bi pêkanîna rêforma axê re di navbera salên 1958-1961’an de 670 hezar û 212 hektar ax hat îmhakirin. Veqetandinên ku ji bo gundiyên bê erd cîh girt, bi 175 hezar û 530 hektarî hate bisînorkirin. Hejmara malbatên ku ji encamên rêformê sûd werdigirin nêzîkî 15 hezar bûn. Alîkariya abûrî ji bo malbatên ku ji rêformê sûd werdigirin hat dayîn û bi qasî 5,5 milyar lîreyên Sûriyê ev bû tevgera rêformê.

Rêforma axa Sûriyê ne tenê bidabeşkirina axê ji bo gundiyên bê ax re sînordar bû, bes di heman demê de rêxistinkirina gundiyan bi kooperatîfan (destyarî) re weke erkekî qanûnî cîh girt. Li ser bingeha têgihîştina ev, ji bo civakek nûjen ku xwediyê pêkhateyek rêxistinkirî be. Hejmara kooperatîfan di navbera salên 1958-1961’an de gihişt 134’an û ji rêforma axê sûd wergirtin. Rasterast van 10.671 malbatan hilgirtin (Garzouzi, 1963: 83-90).

Pêkanîna rêforma axê jî bû sedema nerazîbûna kesên ku li ber yasayan xwedî axê bûn. Ji bo bertekên ku derketine holê ji holê rabin, di sala 1962`an de ji bilî zagona pêwendîdar rêzikname hatin çêkirin. Li gorî van rêziknameyan, xwediyên berê yên mezin destûr didan ku berdêlên xwe yên desteserkirinê werbigirin.

Bi rêforma axa Sûriyê û tolhildana Turkiyê re, pirsgirêkên wan kesên ku li herdu welatan di bin destê rejîma Pasavan de ne, kûrtir bû. Ji ber kêmasiya rayedarên siyasî yên herdu welatan, çareserkirina pirsgirêkê di hewldanên avakirina raya giştî derketin holê. Bitaybetî jî hewldana sûdwergirtina ji hawirdora pêşbaziya siyasî di derbasbûna pirpartîtiyê de, di daxwazên pasaportên Turkiyê de derketiye pêş.

Di nîqaşên ku li ser pêkhateya parlementoyê hatin kirin, cudahiyên herêmî, siyasî û çandî berê xwe dan daxwazên gelên ku pirsgirêk temsîl dikirin. Tevî ku parlementerên Kilîs, Dîlok, Hatay û Mêrdînê ji sala 1948’an û  li Meclisa Milî ya Mezin a Turkiyê gelek dem derbas bûn jî, ji aliyê parlementerên Rihaya ku sînorê herî dirêj e, bi Sûriyê re tu tevkarî nehat kirin. Di qonaxeke ku di salên 2000’an de têkiliyên Turkiye-Sûriyê derbasî pêvajoya asayîbûnê bûn jî, nikarîn ji daxwazên xwe yên çareseriyê derbas bin. Weke mînak, pirsgirêka nakokiyên mal û milk, girîngiya pirsgirêkê û pêwîstiya çareseriyê nikare ji daxwiyaniya di hevdîtinên dawî yên Erdogan-Esed di sala 2009`an de derbas bû. Wisa xwiya kir ku di pêvajoyeke nû de jî ku eger pirsgirêkên li Sûriyê çareser bin, yek ji pirsgirêkên di navbera her du welatan de weke nakokiya xaniyan bimîne. Ji bo çareseriya pirsgirêkê; divê qeydên erdnîgariya Osmanî ji bo herdu aliyan wek bingeh bên dîtin.

Bê gûman, axa Kurdên me jî di herdu alîyan de hat parçekirin. Ev dikare di qeydên kadastroyê de jî bên dîtin. Rêforma Axa Sûriyê de soz dabûn ku ewê bên dayîn, bes nehat dayîn û ev bi rengekî reyalîst ji nû ve bên pênasekirin. Divê hemû pêvajoya xebatê ji aliyê komîsyonên têkelên ku erk û bernameya xebatê hatine diyarkirin bê meşandin. Bigorî pêkhateya sosyolojîka herêmê, ezmûna hevpara dîrokî û globalbûna sermayê pêwîst e ku bitercîhên gelê Kurd be. Ger tercîhek weha bikeve pratîkê, dibe ku hewce be vebijarka pêkanîna veqetandinên axên nû di berdêla destûrek an jî li ser astek mezintir bê berçav.

Em li vir dibînin ku Erdogan bi eşkere tola Rêforma Axê 1958 niha ku firsend ketiye dest, ji Sûriyê distîne bes armanca herî girîng cardin parçekirina Kurdan e. Derbarê siyaseta Turkiyê ya li Rojhilata Navîn, Turkiyê meylên xwe yên eşkere yên berfirehbûnê didomîne. Em dikarin wek mînak bêjin; Turkiyê çand, netew, ziman û dîroka xwe li Rojava ferz dike. Ew, di heman demê de deriyê Sûriyê ji bo tevlîbûna artêşê vedike ku tevlî artêşa Turkiyê bin. Me ev di nakokiyên Lîbyayê de û endamên wan yên li nav DA`IŞ`ê dît.

Mixabin, Dewleta Turkiyê li ser penaberên ku li Turkiyê dimînin, welatên Ewropî reş dike ku doseya penaberan û ajanên berê yên DA`IŞê bikar bîne da ku wan neçar bike û daxwazên xwe yên aborî û siyasî biberdewamî bi Ewropiyan bide pejirandin.

10 - Nêrîna siyasetmedar, dîroknas û raya giştî li ser bandorên peymana veşartî ya ku di navbera dîplomatê Fransî François Georges Picot û dîplomatê Îngilîz Sir Mark Sykes de hatiye îmzekirin çi ye?

Bigor çavkanî û lêkolîneran ev rastî wiha ne:

Dîplomatên Fransî û Brîtanî (Sykes û Picot) û Rûsiya Tsarist re li ser belge û memorandumên "veşartî" yên li ser parçekirina Împeratoriya Osmanî, ku wekî mîrateya mirovê nexweş dihat dîtin, di navbera 23 Mijdar 1915 û Gulanê de dan û sandin kir. Peymana piştî Şoreşa Bolşevîka sala 1917’an piştî ku komunîst li Rûsyayê hatin ser desthilatdariyê pêk hat. Dema ku ev peyman derket holê, di nav gelên mexdûr de bû sedema hêrsê. Brîtanya û Fransa, welatên dorpêçdarên wê serdemê, ji ber nakokiyên nav xweyî yên di nav sînorên ferzkirî de berpirsyar dihatin dîtin.

Li gorî çavkaniyên pêbawer, encamên peymana Sykes-Picot ji ber geşedanên ku di dema Şerê Gerdûnê yê Yekem û di navbera salên 1914-1918`an de pêk nehat. Ev, ji van geşedanan ya herî girîng, jî hilweşîna Împaratoriya Rûsyayê bişoreşê bû. Di Nîsana 1920`an de, Peymana San Remo ji bo diyarkirina çarenûsa welatên Maşrik / Maghreb (Rojhilat-Rojava) hate îmzekirin. Ev peymana hanê di derbarê warên bandora Fransa û Brîtanîyayê de li herêmên Îraq û Şamê guhertin pêk anî, wekî pêşî li cîbicîkirina Danezana Balfour ya 2’yê Mijdara 1917’an, ku tê de avakirina "mala cihûyan li Filistînê" bû nakokiya Ereb-Îsraîl. Serokwezîrên wê demê yên Fransa û Brîtanyayê li xwe mikur hatin ku Sûriyê û Lubnan di bin desthilatdariya Fransa de, rojhilatê çemê Urdunê, Îraq û Filistîn di bin fermana Brîtanya de ne.

Di sala 1921ê de Fransa ji Kîlîkyayê û di sala 1939’an de jî ji Sancaxa Îskenderûnê ku navçeyeke Sûriyê li başûrê Turkiyê ye, vekişiya. Li aliyê din şoreşên Filistîn, Sûriyê û Îraqê yên sala 1922’an têk çûn. Civata Gelan tekez kir ku desthilata Brîtanya an jî dorpêçkirina bisînor a li peravên rojhilatê Filistîn, Îraq û Urdinê û desthilatdariya Fransa li ser Sûriyê û Lubnanê, dewletên îroyîn ava kirin.  

Henry Laurens, profesorê dîrokê li Enstîtuya College de France, parvekirina Împaratoriya Osmanî ya ku di navbera 1916 û 1922`an de li ser "sînorên Sykes-Picot" hate dan û sandin, anî ziman. Nexşeya yekem a Sykes-Picot ti eleqeya xwe bi sînorên heyî re nîn e. Di pratîkê de tenê sînorên Lubnan, Îraq, Urdun û Filistînê saxlem mabûn.

Naskirina Kosovayê sala 2008’an ji hêla dewletên piranîya rojavayî ve cewhe

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.2
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark