Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: GOVENDA Tevgera Kurdan

 


Ibrehîm Şitlo

Gelî xwendevanan,

Ne ku GOVEND tenê nexweşî,Bêbextî,Ezezî,Nakokî û Dubenduya di nav Serekvan,Partî û Tevgerên me de daye ber çavan.
Lê GOVEND gelek wêne û rastiya qehremaniya gelê me, Kultûra Kurdî ya paqij, zelal, rast, durust û welatparêziya milletê me bi berzî diyar kiriye.
Gundiyên Çemşeref,Rihaniyê,Silopê li Kurdistana bakûr tevahiya:Jin,Keç,Xort, Mêr  û Kalepîr hemû nişana welatparêziya bê sînore, bi hezkirina dilsoz, cangorî û bi Fedakariya Mal û Cane.


Xorşîd Axa ku bi heftê saliya xwe  di xwest Bi Misînê avê li destê xortê 26 Salî nûgihayî Midewer lêke, ne tirsa kesî, an ji bo bercewendiyekê, lê ji berk u wî Kalemêrî ji bo xatirê niştimanperweriya di wî xortê nûgihayî de dîtibû wilo kir.

Xortekî ku bi hezaran Kîlometir dûrbûn bi payatî xwe li Sînoran daye, berê xwe daye Kurdistana azad, ev xortê yê Kar, Mal û Zarê xwe berdaye û ketiye rêya çetin, aloz û tehluke.

Kalemêrê rih sipî ji Gundê Silopê her bi dilxweşî xortê ku ji Rojava berê xwe daye Rojhilatî Kurdistanê li pişta xwe kir û di avê re derbaskir.

Berêz Esed Xoşewî qehremanê dîrokî, hevalbendê rêya nav 3 dewletan ta çemê Aras û Sovyêtê dema ev Kalemêr Serekhêza Pêşmergan radibe ser piyan ta bi destê xwe Çayê pêşkeşî Xortê ku ji Çiyayê Kurmênç lê bûye Mîvan bike, ew qedr û qîmeta Kesekî welatparêz dide nîşankirin, ku ev jî Numûna Kultûrê Kurdatiyê ye.

Xwedevanên hêja,

Ew Kesayetî û Pêkhatinên di Govendê de hatine bi navkirin û şîrova bûne hemû beşek ji dîroka xebata rizgarkirina Kurd û Kurdistanê ne.

Dema di Govendê de Çewt û Aloziya di nav Xebata û Lebata wan de bi nav û cih diyar dike mebest jê ne  Zikreşî an Perçebûna Civata Kurde, lê belê armanca Nivîskarê Govendê ronak kirina Rastiyê di Bûyer û sedema aloziyan bide nasîn.

Govend bê tirs pêwîstiya şîrovekirina Çîrok û Mêjûyê Tevgera rizgarkirina Kurd û Kurdistanê bi rastî û şiyarbûn nîşan dike.

Govend parek biçûke, lê park ronake û rûpelek  ji Dîroka sedan sal ji xebat û lebata rizgarkirina Ax û Welatê meye.

Pêkhatiyên têde hatine hewildan dive ji Keç û Xortên me  re bibin Ders.

Jin, Keç,Xort,Gundî, Xorşîd  Axa, gundê Çem Şeref, Silopê divê hezkirina Ax û Welat û Kultûra wan Kurdan bibin Nimûne ta Nifşê nû bi Vîn û baweriya wan Bûyeran û Kesan jiyaneka nû di Welatê me Zîl ş Şax bide ta ku Newrûzeka germ di Buhareka geş û rengîn de Kurdistanê bixemilîne.

04.10.2021


GOVEND Pirtokek bi Zimanê Kurdî di 22 Avdara 2019 li Bonnê hate çapkirin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark