Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bilbilê Xemgîn(M.ÞÊXO)

 


Þiyar Silêman

Hunermendê gelê kurd M.Þêxo yê bi navê Bilbilê Xemgîn dihat binavkirin, bi dengê xwe yê þewat birînên milet dikewandin, gelê wî ew karê wî yê giranbuha ji bîr nekir û pê re wefadar ma û ew di dil û hiþ û ramanên xwe de wek nirxekî mirovahî û hunerî û netewî parast.
Dema Bavê Felek koça xwe ya dawî kir, temenê wî çil sal bû , di bihara jiyanê de bar kir, ne tenê temenê wî kin bû, ew temenê kurt bi nexweþî û êþ û azaran derbas kir, zarotiyek perîþnî û hejarî, xortaniyek bê miradî ku pareke ji çar parên jiyana xwe sirgûnkirî ma li kurdistana Rojhilat û jana penaberî û biyaniyê dikþand, ji bilî wilo jî, li penaberiyê jî Savakan ne dihiþtin jiyana wî aram bimîne, û her astengî li pêþ karê wî yê welatparêzî û hunerî datanîn.


Piþtî vegera wî ya welat jî, li Qamiþlo, bajarê wî yê herî þêrîn li ber dilê wî, jiyanek tal û bi zindan û çewisandin di bin darê zordariya rijêma Be`is a setemkar derbas kir, ta radeya ku jêre digotin eger tu kasêtekê yan stiranekê tomar bikî emê tiliyên te bibirin.
Hunermendekî xwedî piransîb û mirovahiyek bê hempa bû, hêja ye gelê kurd bi þahnazî bibêje ku ew zimanê derd û êþ û azarên wî bû, dengê wî yê qerar û xemgîn êþa milletê kurd berçav dikir .
Raz û sirê ku hiþt millet bi vî rengê berfireh bi Bavê felek ve bê girêdan ew e ku milletê kurd bi giþtî rojên nexweþiyê di jiyana wî de pirtir in ji yên xweþiyê, lewra M.Þêxo hevparê beþekî mezin e ji jiyana her mirovekî  kurd, û sedema dîtir ya ku hiþt ew di hunera xwe de bi ser bikeve, wî zanîbû bi zîrekiya xwe û hestê xwe yê rast û nazik û bilind helbestan hilbijêre, û li gor awazên  di dilê xwe de dengê xwe û  ramanên helbestvan li hev bihûne û derbasî dilê millet  bike da têde sermedî bimîne.
Ew gotin rast e dema tê gotin: Hestên Ji Dilan Dertên Dighêjin Dilan, dengê bavê felek ji dilê wî derdiket, ji kûrahiya êþ û azarên wî bû, yên ku cuda nedibûn ji êþa gelê wî, lewra hunera wî diket her dilî de.
Bavê felk bû dibistanek hunerî û welatparêziyê ,hejmareke mezin ji hunermendan têde fêr bûn ,tê de têgihiþtin rastiyekê, ku tiþtek li ber avê naçe, kesê melhêbek pûþ bavêje ser bêndera vî milletê azarkêþ, nayê jibîrkirin.
bavê felek çendî talî di jiyana xwe de dît, lê ew li ber dilê milletê xwe þêrîn bû û þêrîn ma, em bawer in ku giyanê wî hêmin û arame û vehêsayî ye.
Stiranên wî bûn rêbaza xebata her welatperwer û têkoþerekî wek dema bibêje:
Nejî bo mirdin bimre bo jiyan,
çun qezenc ekey ta nebî ziyan
Zizirey zincîr dilit nelerzê,
peywend bo leþe ne wek bo giyan
Bavê felek  raste te jiyaneke kurt  bi êþ û  kulan bûrand, lê belê ew jiyan ji bo giyanekî sermedî bû .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark