Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Helbijartinên sexte!

 


Mislim Þêx Hesen

Li gor yasa û destûra her welatekî serbixwe, herêmên Federalîzim û herêmên otonomî her demekê li gorî zagona xwe ya hundirî helbijartinên nûneran çêdikin. Lewre jî pêwîst e ku, rewþa wî welatî an wê herêmê ji helbijartinan re amade be û heyam û merc jî guncaw bin, da ku, hemwelatî karibin rasteqîn bi awayekî demokratîk li gorî bîr û baweriyên xwe hilbijêrin. Da ku, ew nûner jî nûneritiyeke rewa û fermî di perlemanto de ji gel re bikin, û yasayên rewa derînin, gel jê sûd werbigre, û her wiha bervaniyê jî di ber gel de bikin, gava ku ziyan an azarek bi gel bibe, çimkî ew nûner bi dengên gel hatine hilbijartin.


Lê encûmena gel ya Sûriyê (ya ku damezirandina wê nêzîkî sedsalî bûye) wek hemî  welatên cîhanê her çar salan li gorî destûr û yasyên xwe helbijartinan li dar dixe,  bo ku hemwelatî nûnerên encûmenê an perlemanto di riya sindoqên dengdanê re  hilbijêr in. Lê mixabin, piþtî ku Partiya Elbe›is di sala 1963 an de bû desthilatdar, ew encûmen bû encûmena Partiya Elbe›is, ji ber ku tu wate ji wan helbijartinên ku her çar salan lidardixistin re nema, çimkî ew helbijartin bi awakî sexte û dûrî demokratiyê têne  lidarxistin, û tenê kesên nêzîk Partiya Elbe›is bi riyên neyasayî derbasî perlemanto dikin. Lê, ya kambaxtir ew e ku, li dema dawiyê sê helbijartin di karnava vê qeyrana awarte ku Sûriyê bi tevahî tê re derbas dibe de - tevî ku, þert û mercên helbijartinan ne gunçaw in, nimûne:
Nîvî gelê Sûriyê penaber e, gelek dever û herêmên Sûriyê dagîrkirî ne, û ji bilî wê jî þer rojane li piraniya bajarên Sûriyê rûdide - hatin lidarxistin. Vêca, mirov karê bêje ku rijîma Elbe›is (ya ku, nêzîk þêst salî bûye desthilatdariyê li Sûriyê dike) di siyasetên xwe yê çewt de berdewam e, û tu lêvegerê ji siyasetên xwe re çênake, û xuya ye ku, ti sûde jî ji rûxandina gelek bajar, nêzîk Milyonek kes kuþtî, nîv milyon girtî, û 10 Milyon penaber wernegirtiye.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark