Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Dilê jar

 



Alan Hemo

Li vî dilê ketî rikê
Jibîr nake naberde rê
Ax û nalîn her jê tê
Gilî û gazin nema bikêr tê


Dilê jar ax dilê jar
Dilê jar bi te ma hewar

Temnê çûyî neke bar
Derfet tê wekî her car
Bendebe wa tê bijmar

Dilê jar ax dilê jar
Dilê jar bi te ma hewar

Dilo bese jarî
Li jînê hiþtim bê parî
Çendîn li min xemsarî
Dilerzim pela li darî

Dilê jar ax dilê jar
Dilê jar bi te ma hewar.

2018,12,1


Bibar

Bibar ser vî canê xembar
Bibar ser vî laþê birîndar
Kevî zer bûn dem man bê buhar
Carekê bibar.

Digrîn deþt, devî dikal
Rûtin dar, ba gulan dimal
Dimrin hêvî û hest dibin lal
De bese canê bide min pal
Carekê bibar.

Tînê li Tebaxê biþkîn
Ruvîna rokê vemrîn
Vî dilê zuha carkê vejîn
Bilbilê te me tenê bitewîn
Carekê bibar.

2019,2,23


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark