Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mîrê strana Kurdî bi Erebî hat orxir kirin

 


Idrîs Hiso

Roja 04.05.2020an rojeke xemgîn bû ji bo hemû gelê Kurd û Kurdistaniyan, bilbilê strana rsen a Kurdî û mîrê wê ji nav me bar kir.
Lawên Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe li ber stran, saz û awazên hunermendê navdar Seîd Gabarî bi maweyê 50 salî mezin bûn, li ber stranên wî û li govendên ku li her devereke Kurdistanê û diyasporayê digerandin, mirovên Kurdistanê ji tasa Kurdayetiyê vedixwarin û fêrî kurdperwerî û welatpariziyê dibûn.


Seîd Gabarî ji gundê Xirbê Kejê ji devera Amûda Rojavayê Kurdistanê heta bi Girzîn, Qamiþlo, û piþtre jî ji Baþûrê Kurdistanê bo welatên cîhanê stran, ziman û folklorê Kurdî belav dikir. Bi hezarên stranan gotiye û ew ji windabûnê parastine.
Tevî ku nabîn bû, lê wî xebata kurdewariyê bi hemû þêweyî kiriye, Pêþmergayetî karê ragihandinê, stran, govend û hemû jiyana xwe terxan kiribû ji bo parastina keltûr û nasnameya gelê xwe.
Di hemû karên xwe de xwedî nameyeke diyar û eþkere bû, xizmetkirina ziman û keltûra Kurdî.
Lê mixabin piþtî xizmeta 50 salan di ber vê nameyê de, Seîd Gabarî ji aliyê partiyên Rojavayê Kurdistanê bi zimanê Erebî hat oxir kirin.
Evên xwarê hin nimûne ne ji daxuyanî û birûskên sersaxî û oxirkirinê:
1-Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriya (PDK-S) li ser zarê pîlotbîroya xwe bi zimanê Erebî sersaxî ji malbata Gabarî û gelê Kurd re xwest.
2-Sekreterê PDK-S jî ji aliyê xwe ve dîsan bi zimanê Erebî sersaxî ji malbata xwedalêxweþ û gelê Kurd re xwest.
3-Girûpa Seydayê Barzanî li ser zarê Komîteya xwe ya ragihandinê bi zimanê Erebî sersaxî kirine û bi tenê gotina (Oxirbe) bi Kurdî danîne.
4-Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (Elpartî) li ser zarê Navenda Ragihandina Partî li Herêma Kurdistanê bi Erebî beþdariya partiya xwe bi serokatiya sekreterê xwe Behcet Beþîr belav kiriye.
5-Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Nûrî Birîmo ji aliyê xwe ve bi Zimanê Erebî beþdariya xwe û ya PDK-Sê di merasîmên oxirkirina xwedalêxweþ Seîd Gabarî belav kiriye.
6-Sekretêrê Partiya Wekhevî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê(Wekhevî) Nimet Dawûd jî ji aliyê xwe ve tenê bi Zimanê Erebî pesnê Seîd Gabarî dide û sersaxiyê dike.
7-Wek Partiya Wekhevî, sekreterê Partiya Niþtimanî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê Tahir Sifûk jî tenê bi Zimanê Erebî sersaxiyê dike û pesnê xwedalêxweþ dide.
Ev çend nimûne bûn ji rêxistinên Rojavayê Kurdistanê ku di boneya koça dawî ya kesayetiyekê wek hunermendê navdar, têkoþer û xwedan berhem û kedeke mezin ji bo parastina ziman, stran û keltûra Kurdî, Seîd Gabarî, kes xwe mandî nake ku çend gotinan bi zimanê Kurdî di oxirkirina wî de binvîse.
Dijminên Kurdistanê Zimanê Kurdî qedexe dikirin, ji ber wan dizanîbûn ku bi hebûn û parastina Zimanê Kurdî dê nasnameya Kurdan bimîne parastî, û dê tovê Kurdan ji bin keviran jî þîn bê.
Lê qet nayê famkirin bê çima ewqasî rêxistin û partiyên Rojavayê Kurdistanê zimanê xwe paþguh dikin û heta bi mezinên xwe jî mîna Seîd Gabarî û Seîd Yûsif û kesayetiyên wek wan bi Erebî oxir dikin?!! Gelo kes dizane bê çima? bila gerembike ji me re jî bêje.
Gewîlan 10.05.2020. 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.33
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark