Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Derfeta zêrîn, çi ji kurdan tê xwestin

 


Mehmûd Biro

Bê goman kolana kurdî bê hedan libenda encamên diyaloga kurdî ye, ya di navbera herdû aliyên tevgera siyasî de, ENKS ê û pyd ê. Ev yek jî nîșaneke ku gelê me nêzîbûnek bilez dixwazê û liser bingiha programeke siyasî zelal jibo xizmeta doza gelê kurd liser xaka wî ya dîrokî Kurdstan.
Her tișt di guhertinên berdewam dene, û mercên navdewletî bandoreke guhertinên mezin durist dike di nav tevgera syasî kurdî de, di aliyê armancên demkî  û stratîcîk de.
Zilhêzên dunyayê bercewenda xwe di pileya yekem de diparêzin.


Metirsiya wan pir ji hêzên radîkal yê musilman heye, wek Daiș. Jiber ku kurdan dikarîbû vê hêzê biruxênin û ji herêmê dûr bikin, her weha kurd tim di șeran de serkeftîne û lehengin, lewma Emrîka û zilhêzên din ji kurdan hezdikin wek șervanên qehreman, bihter ku jiwan hezbikin we siyasetvan.
Emrîka dixwazê aramiyê di herêma dibin desthiltdariya xwede durist bike ya ku ew binav dikê rojhilatî Feratê, lewma dixwazê ku kurdan bighêne hev.
Ez behwerim wê rêkeftinekê biyekbûna helwest û nerîna siyasî di nav wan de ava bike, û ev yek jî bi dilê hin hêz û welatên herêmî nîne.
Bercewnda kurdn û Emrîkiyan livir dighê hev. Lewma ji kurdan tê xwestin ku vê derfeta zêrîn ji destên xwe nebin û sûdê ji hebûna Emrîka li herêma me bigrin.
Giringtirîn xal ewe ku kurd liser avakirina biryara serbixwe li hev bikin jibo rojavayî Kurdistan û li Qamișlo biryar werin standin. Herweha rêkeftin li ser nivîsîna doza kurd wek xak û netew û niștiman, wek pirinsîpên di ser destûrê re, di nav destûra Sûrî de cih bigre.
Birastî wek ku ez rewșa Sûryê bigiștî dișopînim, diyare ku hin guhertinên bilez nêzîk û nedûr wê werin holê. Lewma jî gelek giringe ku em kurd bereyk netewî demoqrasî ava bikin ji hemû hêz û saziyên siyasî kurdî li rojavayî kurdistanê, û di amadebașiyek bi hêz de bin.
Ji alîkî din bi lezgînî hêzek niștimanî kurdistanî ava bikin jibo parastina herêma kurdî. غ ji Emrîka bixwazin ku dan û standinê ligel kurdan bikê wek dozek siyasî rewa,  doza miletekî liser xaka wî ya dîrokî, xwedan mafê çarenûs û herêmek cografî yekgirtî ji Dêrika Hemko heta Raco ku dighê derya navîn.
Ev yek wê giringiyek mezin ciyopolîtîk û stratîcîk bidê herêma me û wê serkeftinên mezini jibo gelê me bîne holê

Fredrikstad 05.05.2020


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark