Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Živan di dem ū bi žźweyź ne guncaw de, mijarźn hestiyar anīn ziman

 


Idrîs Hiso

Berî çend rojan hunermendê navdar Živan Perwer vîdiyoyek belav kir, têde li gorî xwe civata Kurdî ji gelek aliyan ve rexne kiriye, ji xwe kes nikare çavên xwe ji xebata Živan Perwer bigre, her kesê wek Živan ku dibe kesayetiyek gižtî nema milkê xwe tenê ye, ew dibe milkê civata xwe û her gotinek, tevgerek û riftarek dibe cihê dîtina bihezaran kes û rexne lê dibe.
Xelk Živan wek hunermend nas dikin, lewma dema Živan xwe berdide nav warên din, gelek qal û qult û gengeže çêdibe.


Herdem pêwendiya stranê bi mijarên girîng yên civatê ve hebû, û dibe ku Kurd ji nav miletên hawîrdor bêhtir karîbûn bi stranê peyam û daxwazên xwe bighînin.
Gelek mijar di nav Kurdan de heger bi stranê têne gotin wek mijarên normal derbas dinin û ewqas bala kesî nakžîne, lê heger hat bi axaftinek normal heman mijar derbas be, dibe ku kêžeyeke mezin çêbibe.
Yek mijarên hestiyar di nav civata Kurdistanî de, mijara ol û bweriyên pîroz e, ji hemûyan hestiyartir jî heger mirov bi rexneyê nêzîkî ola Êzidiyan bibe. Helbet ev jî hokarên xwe hene.
Di vîdiyoya xwe de Živan rexneyê li hemû oldarên Kurdistanê dike û daxwaz dike ku êdî riftarkirin û bîrbûn bi heman žêweyên berê, bi ser dagîrkeriya ku li Kurdistanê û parçebûna ku heye parçebûneke din jî di nav olan, hozan û malbatan de çê dike.
Bi min mijara ku Živan tîne ziman, bigižtî mijareke girîng û mezin e, lê dibe bi žêweyekî din bighê xelkê, ne tenê bi žêweyê amojgariyê û bi zimanê gazinde û xeydê û tûj, û bijartina gotinên nebaž derbarê oldarên Êzdiyan wek Živan kiriye.
Helbet lêvegerek ji bo civata Kurdî bitaybet ji aliyê ayin û oldariyê ve girîng e û wek hemû civatên cîhanê xwendinek nû ji ol û îbadatên olî re û pêwendiya di navbera pêkhateyên civata Kurdistanî re gerek e, lê gereke bê zanîn jî ku, bigžtî ev pêngav pižtî bidestxistina serfiraziyê bi hêsanîtir û pêwîstir dibin. Çinku berî bidestxistna AZADIYÊ civat xwe bi nerîtî û pirensîpên civakî resen diparêzin, wek nimûne tu nikarî di dema bindestiyê de ji Kurdan bixwaze hemû çand û nerîtiyên ežîrtiyê li paž xwe bihêlin çinku bi hebûna ežîrtiyê parastina xwe ji dagîrkeran dibînin. Tevî ku gelek aliyên xwe yên xirab jî hene.
Ji aliyekî din bijartina dema vîdiyo yek car ne di cihê xwe de bû, vîdiyo berî çend rojan ji cejna Çaržema Sersalê hete belav kirin, Živan qet pîrozbahî li Êzidiyan nekir, tevî ku wî ne tenê rexne li Êzidiyan kir jî lê pêwîste em ji bîrnekin ku ev boneyeke girîng bû li Kurdistanê û bitaybet ji bo Êzdiyan, herwiha mirov divê ji bîr neke ku hîna birînên Êzidiyan žil û germ in, û bi hezaran keçên me Êzidiyan dîl di destê DAIŽê de ne, vêja heger mirov ewqas neheqî bi serê wî de were û keç û zarên wî di destê hovtirîn dijmin de û tižtê nedîtî û nebihîztî bi mebesta qirkirinê bi serê wî ve hatibe dê çawa karibe bi dilekî fireh giftûgo li ser vê mijarê bike. Ji ber vê dema ku Živan ji vê vîdiyoyê re bijart ne serkeftî bû.
Gazindeyeke Êzidiyan a mezin ji Živan heye ku wî di dema cînosayda ku bi serê Kurdan û bi taybet Êzidiyan ji ber tawan û kiryarên hovane yên DAIŽê hat heye, ew dibêjin me nedît Živan stranek li ser êž û azarên me got?! Herwiha ew dibêjin ku Živan qebûl nekiriye Beyta Laležê bibêje ya ku hunermend Hesen Žerîf got û dengveda.
Mijara ku Živan behs kiriye, mijarek girîng e, lê žêwe û dema ku Živan têde ev mijar bi vîdiyoyekê belav kiriye ne guncaw û serkeftî bûn.
Ji xwe hin tižt bi amojgariyê xirabtir lê tê û çareser nabin, û di derbarê mijara žûkirdinê di navbera Kurdên Musilman û Kudên Êzidî de mijareke hestiyar e, pêwîstbû Živan di axaftina xwe de ev mijar li gorî nerîtî û bûyerên dîrokî ku di mijarek wek vê mijarê de çêbûne anîba Ziman.
Kurt Kurmancî, civata Kurdistanî  wek xwe nemaye û dê nemîne , ji ber hemû civat bi demê re û bi guhertina žêweyên berhemanînê û deselatdariyê re têne guhertin, lê guhertina gelên bindest herî kêm û biderengî ye, ji ber di serdemên dagîrkerî û bindestiyê de gelek caran nerîtî û çanda resen çi dibe bila bibe, dibe hokarê xweparastin û manê.
Gewîlan 20.04.2020
Rojnameya Kurdistan172 – 01.05.2020   
 

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark