Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Meleyê Cizîrî (Şêx Ehmed Muhemed) (1589-1664)Z. (1)

 


Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo

Meleyê Cizîrî helbestvankî ji helbestvanên klasîk yê herî nasdar e,ew di ramanên xwe de xawên bîreweriyên kûr û berfereh e,ew mîna helbestv- anekî Mitesewif ne tenê li nik gelê Kurd,lê ew li cem pir miletên cîhanê  jî hatiye naskirin.
Navê wî yê rast Şêx Ehmed e,lawê Şêx Muhemed e,ji herêma Cizîra Botan e û ji êla Bohtî(Bextiya) ye,dîroka ji dayikbûna wî li cem pir lêkolînvanan ne mîna hev in,wek mînak:Hinek dinivisînin ku ew di sala (1407 )an  de ji dayik bûye û di sala (1481) ê de çûye dilovanyê,lê Kurdnasê Êngilîzî D.N.Mekênzî dinivîse ku ew di nav salên (1570-1640) î de jiyaye,Rojhilat û Kurdnasa Sovyeta berê M.B.Rodênko di pêşgotina pirtûka xwe de, ya ku li ser (Mem û Zînê ) nivîsiye,ewa dibêje:Melyê Cizîrî di sedsala (12) jiyaye.



Herwisa jî lêkolînvan Wezîrê Nadir ji Sovyetistana berê  nivîsiye ku  M.Cizîrî di sala (1101 )ê de ji dayik bûye û ewî di sala (1169) an de koça dawiyê kiriye,lê wêjevanê nasdar Eladîn Sicadî di pirtûka xwe(Mêjoyê Edebî Kurdî) de bi rengekî din dinivîse:M.Cizîrî di sala (1407) an de ji dayik bûye û ew di sala (1481) ê de miriye.
Lê helbestvan û lêkolînvan Ebdilrehman Mizorî ji Duhokê dibêje:Ya ku  pirî nêzîkî rastiyê ev e:M.Cizîrî  di vê demê,(1589-1664)  an de jiyaye.
Vaye me dît çawa wêjezanên gelê Kurd û Kurdnasên biyanî nikanîbûn  li ser dîroka ji dayikbûn û  koçkirina helbestvanekî weha gewre mîna M.Cizîrî bûbûna yek,sedema vê diyardeya neyênî jî bi ya me be;du pirsgirêkên bingehîn in.1- Gelek helbestvanên Kurd yên klasîk hene ku ew di helbestên xwe de,roja dayikbûna xwe didin xûyakirin,lê xûya ye ku  M.Cizîrî  xwe jibîrvekiriye û agahî li ser rojdayikbûna xwe nenivîsiye.2- Yan jî ewî li cihekî cuda jînegeriya xwe nivisiye û ewa hinda bûye.
Melayê Cizîrî hîn biçûk bû,ew li gor şîreta bavê xwe yê zane û oldar di mizgeft û xwendeghên olî de xwendibû,lê ew xwendina pirtûka pîroz (Quran) û hin zanistên seretayî li nik bavê xwe fêrbûbû.
M.Cizîrî li pir navçeyên Kurdistanê (Cizîrê,Hekarî,Amedê,Îmadiyê)geriya ye,ewî di sî û du saliya xwe de bawernama zanistiyê ji cem mamostê  xwe
Mile Teha li gundê Sitrabsê (Amedê)wergirtiye,di pişt re ew li gundê Serba(Amedê)dibe pêşnimêj û mamoste û paşê jî ew ji vir jî diçe(Hisin Kêfa), li wir jî mamosteyetiyê dike,piştî demekê ew dîsan vedigere Cizîrê û ew li wir di navdartirîn xwendegehên Cizîrê(Xwendegeha Sor) de
dibe mamoste û bawernameyên olî  dide xwendekarên  xwe.
Helbestvan ji bilî zimanê dayikê,sê zimanên din biyanî 1-Turkî.2-Erebî.3-Farisî zanîbûn.
M.Cizîrî  ta dawiya jiyana xwe li Cizîrê dimîne,ew di temena (75) saliya xwe de diçe dilovaniyê û li jêrxaniyeke(Xwendegeh Sor )da tête gornekirin.
Herweha jî ,divê em vê rastiyê jî jibîrnekin ku helbestvanê me ta dawiya jiyana xwe ne zewicîbû.
M.Cizîrî li cem pir lêkolînvanan bûye cihê balkêşiyê;her kes ji wan li gor asta zanîna xwe jiyan û berhemên helbestvanê gewre şirove kiriye.
Prof.Q.Kurdo di sala(1985) an de bi vê wateyê nivîsiye:Ta van salên dawiyê tukesî lêkolîn li ser berhemên M.Cizîrî ne kiriye,lê Wezîrê Nadir di salên (1945-1946) an de li Sovyetistana berê li ser dîwana Meleyê Cizîrî lêkolîn nivisîye û ew di wir de dibêje:Melayê Cizîrî ji êla Heseniya Ezdahî ye û ew dengbêj û helbestvanê Mîr Omed-dîn ji êla Botanê  bû,ewî  di destpêkê de
helbestên xwe li ser kêfxwaşiya xwe nivisîne û bi xwe jî istiraye,herweha jî ewî  helbest li ser evînê û meyê jî hûnane,di pişt re dilê wî dikeve keça Omedîn û ew helbestan li ser wê jî li tevnê dixe.
Mîr Omedîn dibhîse ku M.Cizîrî ji keça wî hez dike,lewra ew bi Cizîrî re dibêje:Ezê keça xwe bidim te,lê M.Cizîrî bi wî re dibêje:Ez xulamê te me,ez naxwazim,lê Wezîrê Nadir helwesta neyênî ya M.Cizîrî weha şirove dike û dibêje:M.Cizîrî nexwastiye keça Mîrê Botanê bibe,ji ber ku êla Botan çûye ser ola Mislimanan.Lê bi rastî av agahiyên ku W.Nadir nivîsîne,em nizanin ku  ew ta kîjan radeyê rast in û cihên baweriyê ne.!!?
Sadiq Behadîn jî lêkolîn li ser jiyan û dîwana M.Cizîrî nivîsye,ew jî di vê baweriyê de ku M.Cizîrî li nik Şêxên wê demê perwerde bûye,ew helbestvanê Mîrê Botan Umedîn bû,lê S.Behadîn helbestên wî parve du beşan dike1-Li ser evînê.2-li ser Sofiyetê.
Ji ber ku M.Cizîrî yekek ji mezintirîn û nasdartirîn helbestvanên Sofî ye,dîwana wî pirtirî deh caran hatiyê çapkirin û pir helbestên wî bi zimanên din biyanî jî wek Erebî,Farisî,Almanî hatine wergerandin.
Wek nimûne:Mile Yehya Mizorî(1772-1836)helbestek M.Cizîrî wergerandiye zimanê Farisî.2-Ehmed Birîfkanî jî (1792-1851) helbestek wî wergerandiye zimanên Farisî û Erebî û ev herdu wergerandinên jorîn  li nik hin zanyarên Kurd bûne bingeha wergerandin û şirovekirinên  berferh û ewan hemû dîwana M.Cizîrî şirove kirin,wek nimûne:1-Mile Ebdilqadir Cizîrî(1882-1947) Muftiyê Cizîrê Botan dîwana Cizîrî bi zimanê Erebî şirove kiriye.2-.Mile-Ebdilselam Cizîrî(1878-1952) jî dîwana Cizîrî bi zimanê Erebî şirove kiriye.3-Mile Ebdilrehîm Ebdilrehman dîwana M.Cizîrî di sala (1956) an de wergerandiye zimanên Turkî,Farisî,Erebî.4-Mile Ehmed Zivingî(1893-1971) di sala (1959) an de dîwana Cizîrî di hundir du pirtûkên mezin de bi zimanê Erebî şirove kiriye û ew gelek caran jî li Hewlêrê û li Stenbolê hatine çapkirin.5-Helbestvan Ebdilrehman  Şerefkendî(Hejar),(1921-1991)dîwana M.Cizîrî bi zimanê Kurdî(Soranî) şirove kiriye.Di sala (1964) an de jî Gîwî Mukriyanî dîwana M.Cizîrî li Hewlêrê daye çapkirin .
Lê divê ev rastiya dîrokî jî netê jibîrkirin,ne tenê zanayên Kurdan giringî dabûn û didin helbestvanê gewre M.Cizîrî,lê rojhilatnasê  Alman Fon Hartman cara yekê dîwana M.Cizîrî di sala (1904) an de bi pêşgotina xwe bi zimanê Almanî li Berlînê weşandiye.
Lêkolînerê mezin Feqîh Husên (Kurdistana Bakur)li ser evîniya M.Cizîrî weha dinivîse:Ez di sala (1960) î de li Stembolê bûm,ez bi profêsorekî Emêrîkî re bûm dost,ewî tev zimanê Kurdî neh ziman zanîn,ewî gelek tekuz dîwana M.Cizîrî  dixwand û şirove dikir,lê min ji wî re got: Mileyên Kurdan li ser (Yara)M.Cizîrî li hevdu nakin;hinek ji wan dibêjin:Yara M.Cizîrî Xweda ye û hinek dibêjin:Na, ewa pêxember e û hinek din jî dibêjin:Na,ewa bûka Mîr e û hinek dibêjin:Na,ewa welat e.Paşê min ji wî pirsî,lê tu çi dibêjî?Ewî weha bi min re got:Li gorî Xwedaperestiyê(Yara) Mile,Xweda ye,li gorî Pêxemberperestiyê (Yara Mile Pêxember e,li gorî bengîniya keçikan (Yara) wî  bûka  Mîr e,û li gorî welatparêzan (Yara) wî  welat e,min dîsan ji wî pirsî,lê li gorî te (Yara) M.Cizîrî çî ye? Ewî got:Ew (yara) hemû ne.
Herweha F.Husên hîn dinivîse:Ji aliyekî din de û nemaze hin kes li hawîrdora  Cizîrê dibêjin:(Yara) Mileyê Cizîrî ji malbeta Mîrê Botan e,ewa xatûneke pir bedew bû û ji wê re dibêjin:(Xatuna bisk kesk) û ew kesên ku weha dibêjin,efsaneyekê bi vî rengî  di vê derbarê de lihevanîne.
(…Mile heroj çûye goristana pêşberî rodanka seraya(koşka) Xatuna bisk- kesk,ew li wir xwe hildipesêre kêlika gorekê û helbestan dinivisîne û dixwîne,lê gava Mile ji wir radibe,kela dilê wî bedena wî weke tendura sincirandî dike û herwisa jî;kêlika gornê jî wisa pir weke dilê Mile germ dibe,lewra pîrek belengaz hevîra xwe dibe ber wê kêlikê û nanê xwe li ser wê dipêje…).
Hinek din dibêjin:Mîr ji hezkirina Mile agahdar bû,ewî biryar istand ku Mile hûne cem xwe û bi rastî jî ew anî û Mile xiste jorekê û ew bi tenha xwe çend rojan  di wê hundirî de dimîne,paşê Mîr Xatuna bisk-kesk dişîne cem Mile,lê Mîr li gel çend dostên xwe bi dizî guhdarî Mile û Xatuna bisk-kesk dikin,lê gava Xatuna bisk-kesk dikeve hundir,Mileyê Cizîrî bi rêzdarî ji ber wê radibe û piştî danûstandinê,ewa rûdine û di berxwe de dibêje:Vaye keys lêhatiye û ewa helbestekê ji M.Cizîrî dixwaze.
Mileyê Cizîrî bi rêz û sincî û bi dengekî nerm û nazik  vê helbesta jêrîn  li pêş Xatuna bisk-kesk yekser dûhine û wê dixwîne.
1-Sebahul xeyrî xanê min                                 Şahê  şêrîn zebanê min
2-Tu yî roh û rewanê min                                 Bibêt qurbana te canê min
3- Te,ale Al-lah çi zatî tu                                    Çi weyî şêrîn  sîfatî tu
4-Ne wek qend û nebat î tu                              Yeqîn roh û heyat î tu
5-Heyat û raheta canim                                    Sebahul xeyrî ya xanim
6-Were  bînahiya çehvan                                  Bibînim bejin û balayî
7-Sebahul xeyr mesta min                                Letîfa cam bi desta min
8-Xumar û meyperesta min                             Tu yî meqsod û qesta min
9-Ji meqsodan tu yî bes min                             Bibin ber çerxê Etles min
10-Ji xêrî te navêt kes min                        Bêrê reşê tu zîn muqewes min
11-Di bin  de zulfê çew kanim                        Sebahul xeyrî ya xanim
12-Were bînahiya çavan                                 Bibînim bejin û balayî
13-Ji wê zulfê ji wê bendê                               Reha bim lê ji pêwendî
14-Siye çeşmî spî zend î                                   Te sohtim şubhet î findî
15-Şubhê şemho û şemal im ez                      ji ber huba te lal im ez
16-Dehîf im wek Hîlal im ez                             Sifet goyîn dikalim ez
17-Vî Bilbile re baxvan im                                Sebahul xeyrî ya xanim
18-Were bînhiya çavan                                    Bibînim bejin û balayî
19-Vî Bilbil re şev û rojê                                   Li ser wê terho û bişkojî
20-Enî mahî şefeq rojî                                      Te sohtim şubhetî dojî
21-Ku dûr im ez ji horê                                    Tenê carek li ser sorî
22-Ji wadî eymena torî                                     Tecela kir di nêv norî
23-ji wê sohtî dil û canim                                 Sebahul xeyrî ya xanim
24-Were bînahiya çavan                                   Bibînim  bejin û balayî
25-ji husna wê tecela yî                                     Yedê beyda û balayî
26-Çi wesafan bibêm  xeber nayê                   Welê dil cezbe dayê
27-Ne hişyar im ji wê berqê                              ji zer tacî li ser ferqê
28-Spî de heta şerqî bela                                  Belê na- îxme ferqê
29-ji derbê  eşqê nalan im                                 Sebahul xêr ya xanim
30-Were bînahiya çavan                                    Bibînim bejin û balayî
31-Zerîf î nazik şengê                                          Sîfet Horî perî rengê
32-Bi rojê ra tu hevdeng î                                   Du reştozîn siyeyengî
33-Kêşandin lê ne wek caran                             Xedingên qosê nûbaran
34-ji rengê şêr (şûr) û mokaran                         Reşandin sînê wek baran
35-Ji  wê derbê pir êşanim                              Sebahul xeyr ya xanim
36-Were bînahiya çavan                                  Bibînim bejin û balayî  
37-Veke carek xet û xalan                               Li ser wan mesend û palan
38-Bixwîne lê me Ebdelan                               Bibînin îdî û sersalan
39-Îcazet  dê  me destorî                                 Perî rengî sîfet Horî
40-Ji nîva zulmet û norî                                    Binoşîn mey di ferforî
41-ji dil talan xala  xanim                                 Sebahul xeyr ya xanim
42-Were bînahiya çavan                                  Bibînim bejin û balayî
43-Ji Şeh kasa ku qerqef tê                              Meya norîn  muşeref tê
44-Nîşanek dîlberî keftî                                    ji bo min her sihir xef tê
45-ji wê camê dinoşim ez                                Seher lew nî li hoşim ez
46-Ji amî,lê dipoşim ez                                     Bi can her lê dikoşim ez
47-Ku xalib mest û sekran im                          Sebahul xeyr ya xanim
48-Were bînahiya çavan                                  Bibînim bejin û balayî
49-Were pêşber Melayê xwe                           Şehîd û mubtelayê xwe
50-Bi şefqetke lîqayî xwe                                  Mile nemrit bi da-ê xwe
51-Mesîhay î lê bîmaran                                    Kesîn  geztî dewr şemaran
52-Şehîdin  şîr(şûr) û mokaran                         Kirî amancê nû baran
53-Li dîdara te heyran im                                  Sebahul xeyrî ya xanim
54-Were bînahiya çavan                                    Bibînim bejin û balayî
     xxxxxxxxxxx
Ew li jor dibêje:Siba te bi xêr melîketa min û ziman şîrînê,tu giyana min î,ez bi wê dijîm û bila canê min  jî bibe qurbana te,lê tu çiqas  ecêb î,ez nizanim  çiqas sîfatên te rind û şêrîn in,tu ne wek qend  nebatê şêrîn î,lê tu  ji wan şîrîntir î û bi rastî jî tu hîn giyana min î û şîrîn î û tu jiyan û giyana hemû zindiyan î û cihê dilxweşiya min î û dîsan sibeha te bi xêr  be xanima min .
Ya ronahiya çavên min,tu were cem min ta ku ez bejin û çalima te ya bilind bibînim,lê dîsan siba te bi xêr sermestkira min,ey nazika ku piyal bi dest de,lê dîsan siba  te bi xêr dîlber û seremesta min,tu daxwaz û armanca min î û eger çiqas kes hebin ,lê tu tenê  li ber çavên min î,ez te tenê dixwazim  û eger hinek bi min re bêjin ku emê cihê te  û rûmeta te pir bilind bikin û emê te bighînin çerxa Etlesê,(ezmên)ezê dîsan wê bilindahiyê bi hezkirina te ne guhêzim.
Tu bawerke,ez ji bilî te,tukesî din naxwazim,biriyên te reş û kildayîn e û her yek ji wan mîna hîlalê (nîvheyvê)ye  û bila tu zanibî xanima min,ez hîn bi pêlkên te ve  girêdayî me,ez nikanim wan berdim ,ax dîlbera min ,çawa ezê te berdim û ji  kesek din hez bikim û carek din siba te bi xêr xanima min !
Ya ronahiya çavan tu  were cem min!Ta ku ez bejin û çalima te ya bilind  bibînim,ez ji wê pêlkê  ya ku ez  bi girêka xwe ve girêda bûm ,rizgar bûm .
Lê çavreşa min,zendspiya min! Tu zanî ku te ez mîna mûman  şewitandim.
Erê ez wek mûman dişewitim, rengê min jî wek wê  zer dibe û qaserî ku ez ji ber derdê hezkirinê dêşêm,ez niha lal bûme û ez nikanim bipeyvim û  giliyên xwe bi te re bikim,ez jar bûme,pişta min wek Hêvê xwar û qiluç bûye,ez bûme wek balind Goyîn jî,ez ji êvarê ta sibê bang dikim û dinalim.
Lê dîlbera min !Tu zanî  ez  bi Bilbilê re distirêm û bang dikim û ji ber vê rewşa xwe ez didegrîm,wek çawa Bilbil di gulistanan de bang dike û dîsan siba te bi xêr xanima min !
Dîsan helbestvan bang li dîlbera xwe dike û dibêje: Ey ronahiya çavên min! Were cem min ta ez bejin û çalima te bibînim,tu zanî ku ez jî bi Bilbilan re li ser gopik û pîka gulê bi şev û roj dinalim û distirêm?!
Erê dîlbera min,erê eniya te mîna Hêvê ye,ronahiya wê wek agirê dujehê  min dişewtîne.
.... Dumahîk heye


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark