Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Daxuyanî: DAXUYANÎ derbarî roja rojnamegeriya Kurdî

 


    Ji dehên salan ve, û li seranserî Kurdistanê, bi her çar parçeyên xwe ve, salane, roja bîst û didoyê meha Nîsanê weke Roja Rojnamegeriya Kurdî, hatiye destnîşankirin û bi navkirin, ew jî weke rêzgirtinekê û bilind nirxandinekê ji wî karê gelekî hêja û dîrokî re, ê ko Mîr Miqdad Midhet kurê Mîr Bedirxan Paşa pê rabibû, bi derxistin û weşandina yekemîn rojnameya Kurdî, û bi zimanê Kurdî, bi navê Rojnameya (Kurdistan), li bajarê Qahire, paytexta Misrê, di roja 22.04.1898an de; û li bêtirî bajar û herêmên Kurdistanê belavkiribû, di gel ko, di wê serdemê de derfet gelekî kêm û hindik bûn, û rewş û merc jî gelekî sext û zehmet bûn, rê û alavên ragehandin û çûn û hatinê jî gelekî hindik û bi zehmetî bûn, û gelek dem dixwarin; di wê serdemê de, ne firoke hebûn, ne Berîda bi lez hebû, ne Radyo, ne televizyon, ne Internêt, ne jî E-Mail û Fêsbûk û hemerengên wan ên din, hebûn; çapxane û çapemenî jî, li gorî roja îro, gelekî destpêkî, seretayî, kevn û li paşketî bûn; di gel van hemû rewş û mercan de, Mîrê rojnamegeriya Kurdî ew rojname derdixist û belav dikir, çi lê diçû jî ji kîsê xwe, ji bêrîka xwe, dida, buhayên hejmarên ko belav dibûn hindik lê vedigeriyan, ango jêre dihatin; ji loma, bi rastî, hêja bû ko ew ciwanmêr, weke Mîrê Rojnamegeriya Kurdî bê naskirin, û herweha hêja bû ko ew roja derçûna rojnameya wî (Kurdistan), li seranserî Kurdistanê, bibe Roja Rojnamegeriya Kurdî.


Gava ko em li ser rewş û mercên ko rojnamegeriya kurdî têde derbasbûye û derbasdibe, qonax bi qonax, ji destpêkê de û heya niha, diaxivin, divê ko em amaje bi serdema me ya îroyîn jî bikin, serdema ko ew sînor û dîwarên asê û bilind ên ko di rûyê rojnamevan û nivîskaran de, di rûyê bîr û ramanên azad de, hatibûn danîn û avakirin, îro hatine şikenandin û herifandin, û hema bêj li seranserî cîhanê bi giştî ew çavdêriya ko hebû nemaye, yan jî gelekî qels û lawaz bûye, û rojnameyên eliktronî li her derê belav bûne; û divê em bêjin ko gereke, belkî pêdiviye ko em ji vê pêşketin û geşbûna medya û ragihandinê sûdeyeke baş ji xwe re û ji gelê xwe û welatê xwe re bi destbixin, û di berjewendiya pirsa gelê xwe û welatê xwe de bikarbînin ….
Divê, herweha, em jibîrnekin ko di rojeke weke îro de jî, di roja 22.04.2004an de, Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriya hate damezrandin, ko ew jî, weke dezgehekê, weke rêxistinekê, destkefteke mezin û giranbuha bû ji Nivîskar û Rojnamevananên Kurdê Rojavayî Kurdistanê re, rêxistineke ko wan Rojnamevan û nivîskaran bide ser hev, pişta wan bigire, berevaniyê di ber maf û berjewendiyên wan de bike, û alîkariya wan bike ….
Di heman rojê de jî, di roja 22.04.2012an de hejmara yekemîn ya rojnameya ((Pênûsa Nû)) ya eliktronî, derket, û berhem û gotarên nivîskar û rojnamevanan weşand, û hîna jî, her meh, bi herdû zimanan, bi zimanê Kurdî, û bi zimanê Erebî, diweşîne, û heya niha 87 hejmar bi Kurdî, 91 hejmar bi Erebî, ji vê rojnameyê derketine ….
Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriya, vê rojê, li hemû Rojnamevan û Nivîskarên Kurd, li her çar parçeyên Kurdistanê pîroz dike, û herdem serketin û pêşketinê ji wan re dixwaze, bi hêviya ko rewş û mercên xebata wan bi taybetî, û jiyana wan bi giştî, xweştir û geştir bibin, azadiya derbirîna bîr û boçûnan firehtir û geşedan bêtir pê bêkirin, hemû destbiserkirî û girtiyên bîr û ramanan, ji zindan û girtîgehan bêne berdan û azad bibin, û herweha gelê me û welatê me di rojeke nêzîk de, azadiya xwe bibînin, weke hemû gel û welatê cîhanê ….
Bera alaya rojnamegeriya azad, alaya bîr û ramanên bê sînor û bê çavdêrî, herdem bilind û serketî bin ….
Bijî Roja Rojnamegeriya Kurdî, û bijî Mîrê wê ê damezrêner Miqdad Midhet Bedirxan.

Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriya

22.04.2020


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.42
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark