Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Eliyê tirsonek û nirîna me.. Ji folklora Kurdî

 


Dr.Phil.Emdilmecît Şêxo

Di demek kevin de Eliyê tirsonek hebû, Elî ewqas tirsonek bû ku ew  di rojê de jî newîrî ji mala xwe  derketa derve,lewra jina wî karên malê û yên derve jî dikir,bi ser vê de jî Elî bi zarokên xwe re di xwarinê de dibû hevpar.
Elî her roj bi jina xwe re digot:Lê Jinê ji min re nên hûne!Ji min re avê hûne!


Gava jina Eliyê tirsonek têgihîşt ku ewa jiyanek xerap bi mêrê xwe re derbaz dike,ewa bi ser xwe de ponijî  û li çareseriyekê digeriya û çawa ewa  û bi çi dibarê  xwe ji vî mêrê qels û tirsonek rizgar bike û wî ji malê jî  yekcarî derxîne.
Ewê bi nehênî çend nanên tenurê pijand û bi cîrana xwe re got:Cîrana delal!Tu rewşa min dizanî,Elî ji malê dernakeve ,ezê van nanan bidim te û tuyê êvarê wan di kulekê re bavêjî hundir û yekser  bike qêrîn û bêje:Nan dibare,nan dibare,belkî ez kanibim bi vî awayî  Elî ji malê derxînim û tirsê ji dilê wî rakim.
Cîrana  Elî û  bi tev hin zarokên xwe êvarê hatin  ber mala Elî û li derdora kulekê kirin qêrîn  û gotin:Nan dibare,nan dibare û zû werin !Nan dibare .
Jina Eliyê newêrek bi zimanekî xweş bi mêrê xwe re got:Vaye nan dibare,zû  em bilezînin  û em jî  nên ji zarokên xwe re berhev bikin!
Elî  bi jina xwe re got:Ezê nanên  ku werin hundir malê berhev bikim  û tu  jî nanên derve berhev bike!
Jina Elî  got:Ey Xwedê  tu  ne  hêşto belê ,nanên hundir  ji xweserê yên me ne,lê yên derve,kesên din  wê werin  ji xwe re berhev bikin,tu zû rabe ser xwe,mêrê min çeleng û şêr e,ma te mêraniya xwe ji kîjan rojê re veşartiye,dilê min ?Tu metirse !Ez jî bi te re derkevim derve,tu nên  bicivîne ,wan têxîne  dawê min û emê zû vegerin  mala xwe.
Jinikê bi berger û serger,bi ken,bi pesin Elî anî ber deriya malê,Elî serê xwe di ber deriyê re derxist û li derve nêhrî û bi jina xwe re got:Mal xerabê kanî nan?Jina Elî dîsan got:Tu hinekî bi derve de here,binêre çawa gundî ji xwe re nên berhev dikin. Elî dîsan li jina xwe vegerand û  got:Eger tu bi ya min bikî,bila ev kara bimîne sibakî din,eger Xwedê ji ji me re kiribe qismet,emê berhev bikin .
Jina Elî ji gotinên mêrê xwe  xeydiî û got:Wey xwelî li serê te be û bi qêrîn
ewê  Elî têveda dervayê malê,yekser deriya malê li pişt wî girt û bi wî re got:Bila çûyina te hebe û vegera te tune be!Elî bi tirs li ber jina xwe geriya û got:Ez di bextê te de me,ez bi qurbana bejna te bim ,va ye gur û diz hatin, kezeba min qetiya,hawar,hawar!.
 Jinikê li mêrê xwe vegerand  û got:Eger tu bimrî jî,ez deriyê  li te venakim, tu ji vir biçe û bicheme!Te hal di min de ne hêştiye,êdî bes e,mêrê weke te,bila tun be!Elî dîsan bi jina xwe re got:Eger tu îşev deriya malê li min vekî ,ezê ji vir û pêda her sibehê herim kar û bixebitim .jinê li wî vegerand  û got:Min bi zorê tu ji malê derxist, tu  here li ber  min jî negere û lavan meke !
Elî hêviya xwe ji jina xwe birî û bi wê re got:Şûrê bavê min û hinek nan bide min û ezê herim,bila hirç û gor min bixwin û ezê ji te rizgar bibim.Jina Elî nan û şûr di ber deriyê re daye Elî û ew ji gund derket,ewî gelî û newal derbaz kirin,ew gihaye şikeftekê ,ew bi tirs derbazî hundirê şikeftê  bû,ewî heft nivînên rêxistî di wir de dîtin,ew têgihîşt ku hût di şikeftê de dijîn,ew dîsan pir tirsiya û bi xwe re got:Erê hût girs û hêzdar in ,lê ew bê hiş in.
Eliyê newêrek ji şikeftê derket derve,xwîn ji pozê xwe  derxist ,dest û şurê xwe bi xwîn kir û sernûve  vegeriya şikeftê û di wir de lêviya  vegerên hutan  dikir.Hutek vegeriya şikeftê ta ku ew xwerinê ji birayên xwe re amede bike,ewî dît  ku mirovek di nav nivîna birayê  wî de rûniştiye û şûrê wî ya  bi xwîn jî li kêleka wî ye. Eltirsok bi awirek tûj li hût nêhrî,lêvên hut  ji tirsan re lerizîn,hut bi Eltisok re got:Tu bi xêr hatî keko,mîvanê wek te li ser seran û li ser çavan e.Eltirsok bi xeyd li hut vegerand û got:Tu rune !Lê birayên  te li ku ne?Hut got:Mîrê min! Ewê niha werin û bi tirs ji Eltirsok pirsî,lê şûrê te çima bi xwîn e?Eltirsok  weha bersivand:Ez niha ji cengê  vedigerim ,min li dijî karwanek mezin şer kiriye,min bi qaserî (70) kesî  ji wan  kuştine û ez hatim cem we.Li vir hut pir matmayî dimîne û bi Eltirsok re got:Her bijî ji te re,lê tu niha pir westiya  ye,rabe!Ezê avê li destên te bikim û divê tu navberekê bide xwe û birayên min jî, wê niha vegerin cem me.  

Eltirsok xwe vezeland û xwe vedihesand,lê di vê navberê de hut çû cem birayên xwe, ta ku  wan bi hatina Eltirsok agahdar bike,lê hutan ji dur ve dîtin ku birayê wan  yê biçûk  sernûve vedigere cem wan û bi hev re gotin: Dibe tiştek qewimî be,hûtê biçûk gihaye cem birayên xwe,wan ji wî pirsîn, te xêre birako,tu çima sernûve vegeriya,tu çûbû xwarinê ji me re amede bikî,te xêre,te xêre??Çi bû?Hutê got:Pehlewanek mêrxwas hatiye di şikefta me de çarmêrkî rûniştiye û ewî  bi awirek tûj  li min nêhrî ,lewra ez
tirsiyam.Hutan ji birayê xwe pirsîn,ma ew mîvanê xêrê ye,lê yê şer e?
Hutê biçûk got:Dest û şurê wî bi xwîn bûn û ewî heft kes kuştine,hutan gotin:Wey li minê êêêêê,ev çi pehlewan e?????
Di pişt re hutekî  ji birayên xwe pirsî,emê çi helwestê li hember wî bistînin?
Hutê mezin got:Me ziyan bi tu kesî ne kiriye û me pezên wî jî ne biririne,vêca ewê çima şerê me bike ? Lê niha emê herin cem wî û eger ew çi ji me bixwaze,emê bidin wî û bila ewa bela xwe ji me veke.
Ew hemû vegeriyan şikeftê cem Eltirsok, lê ewan pir bi  tirs silav  dane wî,lê Eltirsok bi rûyek tirş silav li hutan vegerand û yekser ji wan pirsî,çima hûn dereng hatin cem min?Hûn nizanin mîvanê we heye,we dinya ne dîtine?
Hutê mezin got:Biborîne bira û yekser bi birayên xwe re got:Bilezînin û zû ji birayê xwe  re goştê Xezalê biqewrînin û niha jî zû qehwê û çayê hûnin !
Lê Eltirsok gote wan:Na!Na!Ez goştê qewrandî naxwim,bila ji min re goşt bibrêjin!Hutan dest bi birajtina goşt kirin,hutê mezin ji mîvanê xwe pirsî,navê te çî ye?Mîvên got:Navê min Eliyê Pehlewan e û ez kurê Enterê Pehlewan im.Hutan navê Enterê pehlewan bihîstin,ew matmayî dimînin û lêvên xwe gez kirin.Li vir hutê mezin got:Em ji zû de navûdengê bavê we dibhîsin,bila destên we ser destan re bin,şûrên we ji şûran tujtir bin.Eltirsok got:Erê rehmetiyê bavê min jî xerapî bi tu kesî ne kiriye û ewî belengazên wek we jî diparastin û ew xwedî jî dikirin .
Kurtedemek  têper bû,sifrek mezin û xemlandî ji Eltirok re amede bû,hutê mezin piyalek hilda jor û bi mîvanê xwe re got:Ez vê piyalê ji bo tenderusta te vedixwim ,tu di ser seran û  çavan re hatiye cem me û ji vir û niha de tu birayê me yê mezin î.Eltirsok got:Hûn jî sax bin û yekser ji wan pirsî,ma kesek li vir zorê li we dike?
Hutan gotin:Na! Di saya hebûna we de kesek nêzîkî me nabe,spas ji we re.
Ew ta derengiya şevê xwarin û vexwarin û  paşê ew çûn nav nivînên xwe,lê Eliyê tirsonek ji tirsan re nikanîbû xewkira,ew ditirsiya ku hut di dema xewê de wî bikujn,ew berî hutan ji nav nivîna xwe derket.
Hutê mezin ji Elî pirsî:Tu baş razayî,nivîna te hişk bû?Elî got:Na !Pehlewan giringiyê nadin  nivînên hişk yan yên nerm,em  kanin li ser keviran jî  û li ser perên çûkan jî xewkin,ji ber ku canên me mîna polan in.Hutê mezin bi Eltirsok re got:Eliyê pehlewan !Emê ji b o te herin nêçîrê  askan (xezalan),lê tu li  mal bimîne!Elî got:Hûn herin,lê zû jî vegerin,ji ber ku ez fêrî tenayetiyê ne bûme.Elî pir şabû ku hutên ehmaq ji mal derketin û  ewî bi xwe re got:Hut wê dîsan vegerin,lê li dewsa ku ez herdem ji wan ditirsim, ezê wan bitirsînim û eger ew têbighînin ku çiqas ez tirsonek im ,ewê yekser min bikujin.
Eltirsok pêşda hêlînek  binax kir ,piştî nîvro hemû hut vegeriyan mala xwe û paşê ew hemû bi hev re derketin ber tava rojê,li wir Eltirsok bi wan re got:Werin em binhêrin kanî kî ji me bi hêz e?Werin em lingên xwe li erdê bidin û em binêhrin kî ji me dikane spîk û zerdilka erdê derxîne!?Hutan lingên xwe li erdê xistin,lingên wan ta kaban di erdê de çûn û ne spîk û ne zerdilk ji bin axê derketin,lê Eltirsok bi hêz lingên xwe li erdê xistin ,bi wê lêdanê re hêka di bin axê de şikest,spîk û zerdilka wê derketin ser axê û ewî yekser bi hutan re got:Erê win hut in,lê win  ne li gorî navên xwe ne.
Hutan bersiv  weha dane Eltirsok:Her bijî ji te re, em li hember te ne mêş in  jî.
Eltirsok  bi wan re got:Divê em carek din ezmûnekê çêkin,divê her yek ji we kevirekî rake û wê  di destên xwe de biguvêşe û em binêrin,eyan kevir di destên we de dibe ard yan na!Hutan kevir radikirin,Eltirsok jî bi dizî  destên xwe avêtin beriyên xwe û ew bi ard kirin.Di pişt re Eltirsok  bi hutan re got:Divê win destên xwe vekin,ezê binhêrim ku  destên kê ji we bi ard  in?
Hutan destên xwe vekirin ,kevir di destên wan de hûr bûne,lê ew ne bûne ard,lê gava ku Eltirsok  destên xwe vekirin ,hutan dîtin ku li dewsa keviran, ard heye.

Li vir hut çavşikestî bûn û ew hîn pirtir ji Eltirsok tirsiyan,ew bi ser xwe de dipûnijîn ku çawa ewê kanibin xwe ji Eltirsok rizgar bikin ?!  
Rîojekê ji rojan Elî bi hutan re got:Ezê herim êzingan ji we re hûnim,divê ez jî alîkariya we bikim,ewî werîsa hutan bir û çû nav daristanê,werîs pir giran bû,ta ku ew gihaye daristanê,ew pir westiya,şîra dayika wî di pozê wî re derdiket,ewî li nav daran xwe dirêj kir û navberek daye xwe û vegera wî dereng bû,lewra hutekî bi birayên xwe re got:Divê em herin û zanibin çima Elî venegeriye?Eger ew niha vegere,ewê bi hêrs be û serên me qut bike.Hutek çû daristanê cem Elî,ewî dît ku Elî pir xeyidiye,hut ji wî pirsî,çima tu xeyidîye?Hut got:We werîsek kin daye min,çima ezê ji we ne xeydim,eger werîsa we dirêj bûya,minê daristan tev bida ser piştê xwe û  ezê vegerîma cem we,ma kî ji we kane êzingan hune?!
Hut ji van gotinên Eltirsok hîn pirtir tirsiya û bi wî re got:Ez lava ji te dikim  ku tu bêhnteng ne bî û bila daristan di cihê xwe de bimîne,emê nêçîra xwe di wir de bikin.Eltirsok bi hut re got:Baş e,lê tu bilezîne!
Paşê ew bi hev re vegerîn mal,hut her tiştê ku bi çavên xwe dîtiye û bihîstiye ji birayên xwe re got,lê hutên din jî hîn pirtir ji van peyvan  tirsiyan.
Di rojek din de, Eltirsok dîsan bi hutan re got:Meşkê bidin min,ezê herim  ser kaniyê  ji we re avê hûnim,ewî meşk bir û çû  ser kaniyê,li wir av vexwar û dîsan li wir xwe vezeland û navberek daye xwe û di pişt re meşka xwe bi pifdanê û bê tijî kir û ew vedigeriya cem hutan,lê hutan dîtin ku Elî dîsan dereng maye,lewra jî hutek çû ser kaniyê,lê ew bi rêve pêrgî Elî hat,Elî dîsan awirên tuj dane hutê û got:Meşka we jî biçûk e,ez nikanim avê ji we re hûnim,min li wir tenê  tîbûna xwe şikand û we nav li xwe kirine hut,lê hun ne mîna hutan in,ma meşkên hutan  wek yên we ne?
Hutekî got:Baş e,ezê herim meşkê dagrim,lê Eltirsok û herdu hutên din vegerîn şikeftê,li wir hutek sedema derengbûna Eliyê newêrek ji birayê xwe re dibêje,lê Eltirsok jî  di pişt perdê de guhdarî herdu hutan dike û ew dibhîse hutek bi birayê xwe re dibêje:Birano! Eger heft serên me hebin,em dîsan  ji ber destên Eliyê Pehlewan naflitin,ew karên matmayî  dike,ew me sax nahêle,ji bo çi em  ji wî re bûne kole?Divê beriya ew me bikuje,werin em wî bikujin!

Hutê mezin got:Nêrîna we rast e,emê wî bikujin,lê bila ew dengê me nebhîse,paşê ewê me xweş nahêle û ewa  bi hev re weha gotin:Eger ew êvarê çûye nav nivîna xwe,emê bi devên biviran wî bikujin û perçe,perçe bikin,lê Eltirsok di nav nivîna xwe de  hemû gotinên hutan dibhîstin,l ewra ewî jî li dijî xefka hutan xopandinek amede kir û dibarek  li serên wan bi vî rengî kir:Ew bi dizîka ji nav nivîna xwe derket û êzingek bi qaserî bejna xwe danî nav nivîna xwe û di koşeyek şikeftê de xwe veşart.
Di derengiya şevê de, hutan bi biviran li nivînê xistin û digotin:Te dixwast me bikujî!Lê tu bimre kero!Paşê hut çûn nava nivînên xwe, lê gava ew bi sibê  re şiyar bûn ,ewan dîtin ku Eltirsok hîn sax e,ew matmayî  bûn,lê wan xwe ji waran ne kirin, Eltirsok rûya xwe li hember wan tirş kir û gote wan:Kê ji we êvarê nivîna min rêxistibû,kêçan ez xwarim û min ta vê sibehê xewnekiribû,bila çavên wan kêçan derkevin,lê we çima nivîna birayê xwe daneweşandbû?Ezê we ji Eliyê pehlewan re bikim gorî,rabin û zû nivîna birayê xwe  bughêrin! Paşê ew yekser derket derve destên xwe bişo.
Hutan fersend dîtin û bi hev re gotin:Em nikanin zora Elî bibin,divê em ji vir birevin,lê paşê hutê mezin bi birayên xwe re got:Hun tirsok in, newêrekno!Çima win ewqas ditirsin?Eger vê carê pehlewan hat hundir,divê hun jî rûyên xwe dagerînin û paşê ezê ji we pirs bikim,we çima rûyên xwe dagerandine?Lê win bersivê weha bidin min!Em birayên hev dixwazin ji hev cuda û cihê bibin,paşê emê zêran hûnin,wan li hev parve bikin,emê para  Elî jî pêdinê û emê xwe ji wî rizgar bikin.
Eliyê pehlewan vegeriya hundir şikeftê,hutan rûyên xwe tirş kirin,hutê mezin ji birayên xwe pirsî, xêre ruyên we tirş in,derdê we çî ye?
Hutên biçûk gotin:Em dixwazin ji hevdu cihê bibin,her yek ji me dixwaze bibe xwedî malek serbixwe,em dixwazin zarokên me jî hebin,lê Eltirsok got:Cihêbûn di nav me de tiştekî şerm e,lê eger birayên min dixwazin,ma ez çi bikim,ez jî mîna wan dixwazim.Hutan zêr anîn û gotin:Bila xurcika  yekê  ya birayê me Eliyê Pehlewan be û vaye her xurcek jî, ji  me yekî re be.
Eliyê newêrek gote hutan:Birano!Ez dixwazim niha herim,niha çavên  zarokên min  li vegera min in.Li vir hutekî bi birayên xwe din re got:Bila yek ji we zêrên birayê xwe Eliyê pehlewan hildin ser pişta xwe  û wê bi wî re  bibin mala  Elî.Hutekî zêr hildan ser pişta xwe û bi Elî re çûn,lê gava ew ji şikeftê dur ketin,Eliyê newêrek li ser rêkê xwe avêt ser pişta hut,hut ji wî pirsî,tu ewqas bi hêz î,lê çima tu sivik î?Giraniya te bi qaserî çîvçîvekê ye.
Elî keniya û got:Ji ber ku tu birayê min î,lewra ez giraniya xwe nadim ser pşita te,lê hut li  Elî vegerand û got:Na!Na! Tu hinekî giraniya xwe bide ser min,çi dibe,bila bibe.Elî gote wî: Baş e ,ezê niha giraniya xwe bidim ser te û ewî şujina xwe derxist û  di stuyê hut de çand,vê carê hut qêrîn kir û got: Hawar,hawar!Bese bira,ez nikanim te hilgirim,Eltirsok dîsan bi hut re go: Te dît,ji ber k u tu birayê min î,min giraniya xwe hindik berdaye ser pişta te û  bi vî awayî  ew derin û hêdî,hêdî ew ji gund ve nêzîk bûn,li vir Eltirsok bi hut re got:Bese,tu dîsan vegere!Ji ber ku  Elî ditirsiya ku hinek wî bibînin û belkî ji wî re ne baş be û bi ser vê de jî ,ewî hîn bi hut re got:Zarokên min pir kovî ne û bi ser vê de jî ew ji min bi hêztir in,belkî ew te bibînin û te bikujin.Hut li Elî vegerand û got:Ez gelek ji te dilxwaş im,bi xatirê te,lê tu me ji bîrneke!Elî xurcika xwe hilda ser pişta xwe û ew vegeriya mala xwe,paşê ew hilkişî ser baniya xaniya xwe û zêr  di kulekê re berda hundirê mala xwe û bang kir,zêr dibarin ,zêr dibarin.Jina wî dengê wî bihîst û nas kir, ewê  yekser deriya malê vekir û bi Elî re got:Tu li ser serê min hatî,Eliyê min,me çiqas bîriya te kiriye,were hundir!Ez zanim tu jî  tewz û kêrçên xwe bi min û gotinên min –Nan dibare,nan dibare –dikî.Elî dîsan li jina xwe vegerand û got:Erê te ji min re digot:Newêrek,tirsonek ,tu nikanî karekî bikî,lê tu niha binêre ,ez newêrek im,lê ez mêr im.?
Jinikê li mêrê xwe vegerand û got:Erê canê min,wê demê  jî min  zanîbû tu mêrxwas û mêr  î .Elî got:Baş e!Tu Van zêran veşêre û ji siba û pê de tu bixebite û ez jî kar nakim,jinikê got:Baş e mêrê min,ezê her karekî bikim û tu tenê li rehetiya xwe binêhre!
Lê hutê  ku ji Eltirsok  veqetiya û vedigeriya şikefta xwe,bi ser rêve pêrgî  roviyekê  hat û çîroka xwe û Eltirsok ji wî re got,rovî li hut vegerand  û got:
Niha ez têgihîştim ku çima bi we re dibêjin,hun bê hiş û ehmaq in,ew çi Eliyê pehlewan e,ew çi egîd e!Gel ji wî re dibêje:Eliyê tirsonek,ew ji tirsa min re nikane ji mala xwe derkeve û niha  were em herin sernûve zêran ji wî  bistînin, lê hut bi rovî re got:Ez bi tiştên ku min bi çavên serê xwe dîtine bawer bikim ,lê ez ji te bawer bikim !?Na!Ez ji te bawer nakim,lê tu dixwazî Eliyê pehlewan min bikuje? Ez bi te re naçim cem wî.
Rovî dîsan bi hut re got:Ey ehmaq ,eger tu ji min bawer nakî ,were lingên xwe bi lingên min ve girêde,eger ewî xwest te bikuje,hema tu  jî min bikuje.                                                                  
Hut baweriya xwe bi rovî anî û lingên xwe bi lingên wî ve girêdan û ew bi hev re çûn mala Eliyê newêrek,ew gihane ber mala wî ,rovî bang li Elî kir û got:Eliyê tirsonek!Eliyê tirsonek!Te çima hut xopandin û te zêrên wan ji xwe re birin ?Kanî zêrên wan bide min !Hut jî got:Erê,zêrên me bide,bide!
Eltirsok bi jina xwe re got:Tu zû şûrê min bide min !Eger ez vî hutî ne kujim, ewê rehetiyê nede min,hut reviya û rovî jî li pey wî dixuşiya û ewî bang li hut dikir û digot:Ne reve!Eltirsok derewan li te dike,lê hut guhdarî li gotinên rovî ne kir û ew hîn direviya,lê rovî jî li kevir û tehtan diket û li dawiyê ew mir û bi vî awayî Eltirsok xwe ji rovî û hut jî rizgar kir.
Piştî kurtedemekê,şêniyên derdora Eltirsok bihîstin ku ewî bi derewan zêrên hutan ji xwe re birine,paşê  ew jî rojekê ji rojan  ketin mala Eltirsok  û hemû zêrên wî ji xwe re birin .
xxxxxxxxxxxxx

 Nirîna me di çîrokê de  
-----------------------
Di vê çîroka folklorî de qehremanên serekîn ev in:Eltirsok(Eliyê  pehlewan), jina Elî,çend hutên bira,roviyek û rûniştvanên gundê Eltirsok.
Jina Elî jîr e,di malê de çalakvan e û xuya dibe ku ew tenê barê malê hildaye ser pişta xwe,li aliyê din mêrê wê Elî ji Xwedê de tirsoneke û qels e,ew newêre ji malê derkeve,jina wî li hember wî bê hêz dimîne,ewê bi derewan mêrê xwe ji mal qewitand.Eltirsok di hundirê xwe de,xwe kêm dît,lewra ewî  xwe bi derewek mezin pesinand û bi hutan re got:Ez Eliyê Pehlewan im.Hutên şikeftê jî ne hişmend bûn,ew bi derewên Eliyê tirsonek pir zû hatin xopandin û xwe li pêş Elî jar û qels dîtin,ewan xwastin Elî di malê xwe de bikujin,lê Elî dîsan xwe bi dibaran rizgar kir.Hutan nikanîbûn çareseriyek ji xwe re bidîtina û xwe ji wî rizgar bikirina,lewra li dawiyê  ew neçar bûn û bi Eltisok re gotin :Tu birayê me yî.

Hut ji hev cihê bûn û zêrên xwe li hev parve kirin û Eliyê pehlewan jî para xwe ji zêran birin û bi dilgermî vegeriya cem jina xwe,ewê  dît û zanî ku Elî
dewlemend bûye,lewra ewê mêrê xwe pir bi dilxwaşî û pesnanin pêşwazî kir,lê çawa bû,tu kes nizane,şêniyên gund fersend dîtin û zêrên bi vir û dibaran ketin mala Elî,herwisa jî  ew bi dibaran ji xwe re birin.
Di nav pend û şîretên Kurdan de  hatiye gotin:(Bi destxistina pak mû jî hilnaqete,lê bi destxistina heram werîs be jî,ewê hilqete.),eger Eliyê derewçîn bi ked û xwêhdana eniya xwe zêr qezenc kirinbûna,ewê bi sanahî û tev zarokên xwe zêr bixwarina,dîsan Kurd di vî warî de dibêjin:(Tiştên ku li ber bê were,ewê li ber bêjî herin.)
Gelek diz û derewçîn ji şaşiyên xwe waneyan nastînin,lê Eliyê dubarcî zû ji şaşiyên xwe fêr bû û ji wê demê de, ewî şîrtên miletê xwe pejirand,ew nema dibaran li kesan dike û bi xwihdana eniya xwe peran qezenc dike û bi bextewarî bi jin û zarokên xwe re dijî.
Lê di vir de jî,divê em helwesta jina Eltirsok jî jibîrnekin,erê me dît ku helwesta wê li hember mêrê xwe yê qelsok û ne kêrhatî  tund bû û ew ji malê derxist,lê ewê bi vê helwesta xwe,mêrê xwe di pir ezmûnan re derbaz kir.Elî bawer dikir ku ewê bi viran xwe zengîn bike,lê ew  dîsan dewlemend nebû û Kurd dîsan di vî warî de  dibêjin: (Çawa hat û wisa jî çû).
Di dema me  de jî bi sedan û hezaran  mînanî Elî hene,lê Eliyê me zû wane ji serboriyan wergirtin,eyan Eliyên din jî di jînên xwe de ji serboriyên sudar hîn bûn û hîn dibin? Lê ez bawar nakim ku ewan ji jiyana kesên mîna Elî sud wergirtibin,Kurd dibêjin:(Girt bi şîrê,berneda bi pîrê),bê guman Elî di vir de nimûneyek awerte ye,ew zû ji ezmûnên jiyanê fêr bû û di vî warî de dîsan Kurd dibêjin:Tiştên ku li ber bê  hat,ewê li ber jî here.)Lê mixabin ta rojên îro jî ,bi hezaran kes di civakên gerdunê de henin ,ew hîn bi derew û dibaran xûnên derholên xwe dimêjin û mixabin ew hîn di nav  civakên xwe de têtin rêzdarkirin û tiştên wan li ber bê  ne çûne,dêmek  naverokên pend û şîretan jî  ne herdem cihên xwe di nav rastiyan de dibînin.Emê dîsan vê pirsgirêkê ji xwendevan û lêkolîneran re vekirî bihêlin,kanî ew çi dibjin ???
xxxxxxxxxxxxxxxxxx

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark