Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Daxuyaniya dawiyê ya konferansê asayî yê Hevkariya partiyên Kurdistanê li Elmanya

 


Konferansê asayî yê Hevkariya partiyên Kurdistanê li Elmaniya li roja 22.12.2019`an li bajarê Kolin yê Elmanya bi beşdariya nûnerên piraniya partiyên Kurdistanê yên li Elmanyayê hate li darxistin.
Konferans bi deqeyek bêdeng li ser giyanê şehîdên Kurdistanê û doza netewî ya gelê Kurdistanê destpê kir, piştre babetên siyasî û rêxistinî û darayî yên di rojeva konferans de û planên Hevkariyê yên di qonaxa pêş de hatin gotûbêj kirin.


Beşdaran tekezî li ser wê yekê kirin ku divê Hevkarî bi carekî bibe pizdanek siyasî ya Kurdî, û wekî platformek siyasî û dîplomasî kar ji bo doza gelê Kurdistanê û mafên wê yên netewî û niştimanî yên rewa bike, û hevdem be digel hemû bûyerên siyasî û pêşhatên diqewimin li çar parçên Kurdistanê û amade be ji bo karvedana digel her bûyereke awarte, û têkilî û danûstendinan bi hemû aliyan navdewletî yên taybet bi mafên mirov û hikûmet û partiyên Ewrûpa re bike ji bo peydakirina piştgiriyê ji gelê Kurdistanê û doza wê ya netewî û niştimanî re.

Herwiha rewşa siyasî ya heyî li ser çar parçên kurdistanê, nemaze pêşveçûnên metirsîdar yên li Kurdistana Sûriyê diqewimin hatin gotûbêj kirin, nemaze yên piştî dagîrkirina Efrînê, SerêKaniyê û Girêspî ji hêla Tirkiyê û komên çeteyên wê ve.

Tawanên bi destê milîsên dijbereya Sûrî yên girêdayî bi Tirkiyê ve, û operasyonên guhartina demografî li herêmê hatin şermezar kirin, û Hevkariyê bang li civaka navdewletî kir ku fişaran li ser Tirkiyê bikin da ku bi berpirsiyariyên xwe yên yasayî bigire li hember xelkê sivîl yê herêmê û dersînorkirina hemû komên çeteyan, û rêvebirina herêmê ji hêla xelkê wê ve, û dabînkirina parastina navnetewî ya pêwîst ji bo xelkê resen yê herêmê.

Konferans; siyasetên Tirkiyê û Îranê yên li dijî gelê Kurd û berdewamiya wan li ser înkarkirina mafê gelê Kurd li Kurdistanê û oparesyonên tepeserkirin û binçavkirina çalakvanên siyasî yên Kurd şermezar kir, tevî şermezarkirina kiryarên tepeserkirina xwepêşandanên çemewarî  li Iranê ji hêla rejîma îslamî ya Îranê û berdewamiya wê li ser darvekirina çalakvanên siyasî yên Kurd.

Konferans bi kêfxweşî encamên erênî yên damezrandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û vegerandina peywendiyan digel Bexda piştî dagîrkirina Kerkûkê û deverên veqetayî ji kurdistanê piştî pêkanîna referandoma Kurdistanê nirxand.

Di dawiya dawîn de, rêzikên navxwe yên Hevkariyê hatin gotûbêj kirin, û hin guhertinên pêwîst li ser wan hatin pêkanîn, û desteyeke nû ya rêveber hat helbijartin ji bo aktivkirina performansa Hevkariyê di qonaxa pêş de.


 

 

 

 

 

 

 

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark