Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Payîza Xemgîn!

 


Konê Reþ

  Were payîza Xemgîn were! Were û sapê temenê min li ser bênderên welatê min bidêre.. Di sikak û kolanê Qamiþlokê de li þopa pêyên min bigere.. Were û çîroka Mem û Zînê, Siyabend û Xecê, Ferhad û Þêrîn ji nifþên nûhatî re bêje û bibilîne.. Were û kul û xemên di tûrikê min de li ber bayê xwe yê nû bidêre..!
  Were..! Çendî bayê te gur be nikare gundê min, bajarê min û Beriya Mêrdînê ji huþ û xeyalên min derîne.. Were..! Were em bi hev re rûpelekî nû mor bikin ku bayê te, kum û kolozên xelkên Beriya Mêrdînê li ber xwe nebe û zimanê min talan neke..! 


  Were Payîzê! Nizanim çi bêjim û çi nebêjim..! Tu bîranînan tev didî..! Bi hatina bayê te yê nû re, bayê kevin bar dike.. Kurdan jî ji mêj ve gotiye: (Nû hatin, kevin xelatin). Erê rast e, bela serboriya bav û kalên me, baþ xelat bin ji nifþên nû re.. Nifþên nû sûdeyê ji serboriyên wan bibînin û di encam de xaka bav û kalên xwe bernedin, bi ziman, dîrok û irf û adetên xwe ve girêdayî bimînin, biparêzin û jibîr nekin.. Mane hebûna me, dîroka me û kesayetiya me di zimanê me de ye..
  Were..! Her sal, bi hatina payîzxêrên te re bêhna xakê ji gerdûnê difûre.. Xak xwe nû dike.. Doh, piþtî wan çend baranên te, digel çend hevalan li dor bajarê xwe Qamiþlokê geriyam.. Bêhna xakê ji gerdûnê difûriya û li pozê me dixist.. Erê Payîza xemgîn! Her sal gerdûn xwe nû dike û kirasê xwe diguherîne, lê mixabin, gelek ji me ta bi mirinê jî kirasê xwe nû nakin..!
  Were Payîzê were! Gelo welatiyên me zanin ku em di rojên dîrokî re derbas dibin..?! Zanin ku rizgarkirina welatan, serbestiya miletan û pêþketina wan di yekîtiya wan de ye..?!
Qamiþlo, 2/11/2019

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark