Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Rexne: Zêro, romana tije helbest û bê dawî

 


Qado Şêrîn

Zêro wek roman tecrubeya nivîskar Ezîz Xemcivîn ya yekemîn e, ew bi xwe helbestê dinivîse û gelek pirtûkên helbestan çap kiriye, belkû ji ber wê Zêro tije helbest e, yan jî tije hest e, mirov dibê qey ji bo wan helbestan Zêro hatiye nivîsandin, neku ji bo çîroka pirtûkê yan ji bo hewldana nivîsandina romanek serkeftî. Ji ber wê, dema mirov dixwîne mirov dibê qey dîwanek helbestan ne romanekê dixwîne, na, ji mirov weyê çîrokek dirêj, tije hest û helbest û bi mebest bi şêweyê romanê hatiye nivîsandin.


Roman bi helbestê dest pê dike,
Evîn,
Jiyanê,
Dilovanê,
Maka şahiya min...
Ez li kû bûm,
Tu li kû bûyî.
Ew çi ba bû yê ko em kirin gilolî
Û
Bi bal hevûdu de gindirandin?
Hûn di bînin bi rêya helbestê dixwaze bêje: ew çi eger, çi qeder bû em rastî hevûdu anîn, mebesta nivîskar Zêro û Darîn in, herdû kesayetiyên sereke yên romanê.
Roman bi evînê dest pê dike û bi evînê bi dawî dibe, gotinên dawî (..û em li asmanê Evînê firiyan..), peyva evînê bi tîpa mezin hatiye nivîsandin, çima? Di rûpelên 171-172an de Evîn 5 caran, bi tîpên qalind hatiye nivîsandin û 5 heyberên cuda li ser evînê hatine danîn, mirov hest nabe ku perçeyek ji romanê ne, belkû ji dîwanek helbestan hatiye girtin û bi romanê ve hatiye zeliqandin û pînekirin, taku mijara romanê evîn be jî, divê li ser zimanê kesayetiyeke romanê evîn û hestên evînê bên vegotin. Nivîskar dikare bibe bêjer, dema rola kesayetiyeke romanê bilîze, ango li ser zimanê wan bêjeriyê bike, qala çi bike û çi neke azad e, lê nabe kesayetiya bêjer nediyar be.
Livandin û xirecira kesayetiyên romanê di nav hestên li ser evînê de lawaz û hema hema winda dibin, kesayetî bê rol dibin, sist dibin, ne carekê bi tenê, belkû gelek caran nivîskar di evînê de kûr diçe, bêku diyar bike bê li ser zimanê kîjan kesayetiya romanê vebêjeriyê dike. Nivîskar ne azad e ji ba xwe tiştan bavêje nav rûpelên romanê, divê kesayetiyên romanê wê rolê bilîzin. Dema nivîskar dirêj dike, êdî rola kesan lawaz dibe, du sê rûpelan tije evîn dike û bê bihane ji nişkan ve kesayetiyeke romanê derbasî nav wan hestan dike, xwendevan agahdar dibe ku romana Zêro, ne romanek din dixwîne, mînak beşa 25an, R173-174-175 bi kevokan re guftûgoya li ser evîn û hestên evînî tên gotûbêjkirin, û ji nişkan ve wek tu pîne bike navê Darîn derbas dike, (Darîn li hêviya min li nivîsgeha Netewên Yekgiertî..... Ez jî giham hêj encam nexwiyaye.... – Zêro, baş bû tu hatî!).
Ji ber wê dikarim bêjim ku, roman ji bo sê mijaran hatiye nivîsandin, evîn, destdirêjî û binpêkirinên rêjîma Sûrî û derketina derve.
Eger mirov rûpelên li ser evînê, hestên ku ji her tiştî bêtir dişibin helbestan, ji romanê rake, belkû bibe çîrokek dirêj. Êdî em li ber tecrubeyek nû ne, romana tije helbest yan tije hestên evînî. Çima wisa dibêjin, ji ber roman ji xirecira kesan ava dibe ne ji hestan. Tevna romanê bi gelek şert û mercan temam dibe, dem û kesayetî û bûyer şert û mercên bingehîn in, ne zêdebûna rûpelan, û zêde nivîsandina hestan, li ser şêwe û derbirîna nivîskar ji ramana romanê, û çawaniya livandina kesan û bi kar anîna wan kesan di nava bûyeran de, roman tê ava kirin.
Beşa 19an, R131, belkû serkeftirîn beş e ji nav 25 beşan, nivîskar hewl daye gelek bûyeran ku li welatên Ereb qewimîbûn, ji bo romanê bi kar bîne, xuyaye wî jî ew bûyer baş şopandine û ji bo di romanê de baş bi kar bîne ew erşîv kirine û di cihê baş de bi kar bîne, wek Bû Azîzî yê Tûnisî dema xwe sotand û şoreşên buhara Erebî dest pê kirin. Nivîskar buhara erebî wek buhara xwezayî ya xweşik û rindik bi kar tîne, bûyer ji wan welatan berhev kirine, ji Tûnisê, Misrê, Yemenê û li dawî dighê Sûriye. Dibêje ku di cîhanê de rêjîm wek ya Esed diktator peyda nebûye. Nivîskar gelek caran aniye ziman ku rêjîma Esed ne bi tenê li Sûriyê, belê li Libnanê jî stemkar e, zulma deshilata Esed li Libnanê jî diyar dike, dema mêrê Dolî dikuje û di dûv re Dolî jî dikuje. Nivîskar li ser zimanê Dolî diyar dike ku miletê Libnanê ji ber deshilata Sûriyê pîstirîn jiyan dijî. Jixwe li dawiya romanê Zêro û destgirtiya xwe Darîn ji ber zulma rêjîma Esed direvin derve. Hêjayî gotinê ye ku Zêro ji Qamişlo diçe Beyrûdê ba hevalê xwe Seydo, û li wir Darînê nas dike, ji hev hez dikin û li dawiya romanê difirin.
Vebêjer, di romanê de pêwiste vebêjer diyar be, dibe lehengê sereke yê romanê be, her wisa dibe keseke din ji romanê be, bi her hal vebêjer kîbe ew her tiştî diyar dike, çîroka romanê pêşkêş dike, kesaetiyên romanê û bûyer û hemû xirecirên di romanê de ew tîne ziman, ya pêwist vebêjer diyar be bê kiye. Nivîskar dikare vebêjer bi cînavan jî diyar bike, ango divê eşkere be. Nivîskar rasterast nabe vebêjer û ji ba xwe vebêjeriyê nake, ew vebijêran diafirîne, şêweyê wî ye bê li ser zimanê kîjan kesayetiya romanê diaxive û vedibijêre. Guhertina vebêjer teknîka romanê bihêz dike, asta wê ya afirandinê blind dike, ango roman dê lawaz be eger ji belgê ta bi belgê yek vebêjer û bi yek şêweyî be. Xwendevan jî xemsae dibe, guhertin derûniya xwendevanê romanê rihet û li xwendinê sor û geş dike.
Em vegerin ser romana xwe Zêro, nivîskar xeyalê xwe yê vebêjeriyê du caran bi zanebûn û serkeftin bi kar aniye, dema Zêro ji aliyê çeteyên rêjîmê ve li Beyrûdê tê revandin û wî davêjin binê şikeftekê, êdî nivîskar ango Zêro bi mişkan re dikeve guftûgoyê, nimûne ji axaftina nivîskar bi mişkan re, R52-53-54-55-56, “Jina mîrê Mişkan hat û hinek av bi xwe re anî, li ber min çû û hat û pirs kir:
Kurê min tu ji kîjan welatî yî, tu ji kîjan miletî yî?
Metê ez kurd im, ji Sûriyê me!
Zêro tiye, lê nabêje ku tiye, belê bi rêya anîna avê ji layê jina mîrê Mişkan ve, dema tê ba wî hinek av bi xwe re tîne, tê famkirin ku Zêro tiye. Ev yek asta romanê blind dike û teknîka wê bihêz û baştir dike. Her wisa dema bi kevokan re dikeve têkiliyê, nav li kevokan dike, û li wan guhdarî dike. Nivîskar diyar dike ku ji zimanê kevokan yê evîniyê fam dike, nimûne R173, ”Gewrê(kevokek), di binya xwe re dinerî û digot: - Hêj ev evîndar ji vir neçûye gelî keçikan ez ê wî har û dîn bikim! ” Bi texmîna min, ji ber bedewbûna kevokan, nivîskar wan bi keçikan dişibîne û giyanê xwe bi peyvên wan yên tije evîn tije dike.
Nivîskar gelek caran Zêro dike vebêjer, û carinan mirov nizane bê kî vebêjere,  nexuyaye bê kî vebêjere, mirov dibê qey nivîskar ya dilê xwe davêje nav rûpelên romanê, nimûne R150, “Di şoreşên evê Buhara Ereban de tu rêjîm mîna ya Sûrî har û devbixwîn tune bû. Heta nuha li gora raportên Neteweyên Yekgirtî û Mafên Mirovan bîst hezar kuştî û bi dehhezaran girtî hene, bi sedhezaran jî birîndar û derbider bûne”.
Nimûneyek din, R167, ”Kurd eger derfetê dibînin, miletekî zindî ye, zû dikare xwe li pêş bixe, ji xwendinê, ji avakirinê û ji çandiniyê, çimkî ji jiyanê hez dike”. Her wisa, R159 ”Hin kurdên me li Europa jî bi zarokên xwe re bi zimanê Tirkî dipeyivin, gelo çawa şerm nakin dema dibêjin em kurd in”.
Boçûnek wisa dikare li ser zimanê kesayetiyên romanê bê gotin, neku nivîskar vebijêre.
Roman di 04.08.2012an de bi dawî dibe, di wê demê de du salê şoreşa Sûriyê li dijî rêjîmê qediyabûn, û hîn tiştek diyar û bi dawî nebibû. Roman di 2019an de çap bûye, lê nivîskar bi qestî xwestiye şoreş, bûyer, kuştin, wêrankirin, girtin û koçberî û derbiderî nîvco bihêle, dibêje ta niha rêjîmê 20 000 kes kuştiye, ango ta 2012an, her wisa gelek binpêkirinên rêjîmê yên nemirovane li ser zimanê Zêro û Dolî tîne ziman. Bi texmîna min, kî din ba wê roman wisa nehişta, wê berdewam bikra û li 2012an nedirawestiya û di 2019an de çap nedikir, çimkî roman nîvqeto dibe, tiştek bi dawî nabe. Maqûle roman ji bo ku Zêro biçe Beyrûdê, dil têkeve Darîn û derkeve derve hatibe nivîsandin. Bi texmîna min roman kême, gerek bû berdewam biba û li wir bi dawî nehata.
Li dawî, dikarim bêjim ku Zêro wek tecrubeya yekemîn gavek erênî ye ber bi romanê ve, di navbera çîrokek dirêj û romanê de ye, eger mirov rûpelên ku bi şêweyê helbestiyan e hatine nivîsandin rake, wê du pirtûk jê derkevin, helbest û çîrokek dirêj. Ez nikarim bêjim ne roman e jî, lê dizanim çîrokek dirêj, tije hest û helbest û bi zanebûn û mebest bi şêweyê romanê hatiye nivîsandin.
31/10/2019
Hollenda


 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark