Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Lûay Miqdad: destdirêjiyên Komên Çekdar li Herêmên Kurdan ne bi dilxwþiya Artêþa Aazad e!

 


 Selam Hadî – Istanbul : Di gotûbêjeke taybet de ji bo Toreya Newroz ya nûçeyan anko bersivdana Radyo Newroz li ser helwesta Artêþa Azad di derbarê pevçûnên ko li Herêmên Kurdan çê dibin piþtî ko kirdeyên wan tekez dike ko ew ji çêkirina Rêjîmê ne, çima her tiþt nayê eþkere kirin?.
Lûay Miqdad (Birêvebirê Nivîsgeha Ragihandinê ya Artêþa Sûriyê ya Azad) Tekez kir ko Artêþa Azad nerazî ye di derbarê destdirêjiyên Girûpên Çekdar mîna (Neviyên Pêximber û ya ko bi Dewleta Þam û Iraqê tê bi nav kirin, got: Helwesta me ji wan eþkere ye.,


Lûay berdewam kir û got: Ev Komekê Çekdar gelek destdirêjî li hemû parêsgehan kirine. Herweha serkirdên Artêþa Azad jî kuþtine û Depoya çekên Erkanê jî dorpêç kirine. Got em ne bi wan re ne û em kirdeyên wan napejirînin. Hin ji wan ketine deverên bivênevê weke riyalîte bûye û hem jî hin ji wan gefan li milet didin ko wê xwe bi pêçekên teqînok di nav milet de bipeqînin.
Got: Em bawer dikin – berê me digot xizmetên beþikirî ji bo Rêjîmê dikin) îro roj em tekez dikin ko ew xizmetê kirêdayîn dikin. Yên ko serkirdên Artêþa Azad bikujin, yên ko tifinga xwe ji beramber têkçûna Rêjîmê bide rûyê Artêþa Azad an derbasî Herêmeke mîna Dana an Herêmên Çiyayên Ladiqiyê yên rizgarbûyî gelo ew ji bo kê dikin?
Weke pirsiyar got: Çima derbasî Herêmên Rizgarbûyî dibin? Gelo bikin Mîrniþîn û Mîrekekî ji xwe deynin fermandar? Ev di encamê de, di bin wê ala xwe ya reþ de desthilatdariyê dixwazin. Birêvebirê Nivîsgeha Ragihandinê ya Artêþa Sûriyê ya Azad tekez kir ko ev komekên Çekdar di bin duriþmên Misilmantiyê de miletê Sûriyê natirsînin. Miletên Sûriyê piraniya xwe Misilman in, û ola xwe nas dikin. Û tu kes nikare ji evê hêlê de xwe di ser wan re bibîne. Wek çawa Biþar Alased nikare miletê me bi firokên Mêg û Sîxoy bitirsîne.
Berdewam kir: Cudahiya di navbera wan û rêjîmê de ew bi xweteqandinê gefan li milet didin û Rêjîm bi Mûþekan gefan li me dide. Lê ne ev û ne ew miletê Sûriyê ditirsînin.

NEWROZ

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark