Doza helbesta min û Hejiya .... 2 helbest
Dîrok: ÇáÎãíÓ 01 íæäíæ 2006 Mijar: Helbest
Doza helbesta min
Li pêþ xwe binêre .. li dor xwe binêre .. þûna pêkên te..þûn mayên te ne bixwîne.. veçire.. birêse.. eniya bilindî bi rûmet... doza helbesta mine. * * * Li pêþ xwe binêre ..li dor xwe binêre ..þûna pêkên te..þûn mayên te nebixwîne..veçire..birêse..eniya bilindî bi rûmet...doza helbesta mine. * * *
Kevirê xwe.... bavêje gola dilê min xêzên bê dawî bixwîne qermîçekên rûkê mine.... li binya xwe biner.... di nêv wêneyên wan xêzan de t`ê xwe bibîne di sînga dildarê xwe de. * * * Li paþ xwe binêre ... deryake kûre... pîrek zêrîne û kalekî mîre... her kes dibîne..wek ku nabîne Xura piþtê naþkê û çavê birçî têr nabe ku bi destê xwe... xwêdanê venemalîne. * * * Mexabin.... rengê evîna xwe tu nasnakî, dilê tijî evîn... canê bi ahîna te hate sotin û çavên li dûriya te... rondikên xwînê barandin kezeba þewitî .. peritî hêvîya sergul te ne parastî ... bi hiþê xwe û hestê xwe tu derbas nebû kûraya min. * * * Çep û rast bixwîne çavê bi tenê dest û lingê bi tenê tariya demê û pertavên þevê... movikên Jînê û girêkên vînê xewnên zarokan û hêvîyên ter û xav gundên nav guhertî û çêþta derd û kulan evîna rast û durist bi yek carê... nabîne û nabîne... * * * Serê xwe rake... asîman perçake... wekî min çake... rengê du çavên te ne û sitêrên gewr û zer gulzara memikên te ne û heyva sipî boz... rengê sînga teyî mexabin …. di bin postê reþ de..dinale di tariyê de.. bê rûmet maye û maye. * * * Li rewþa dêmên min binêre... mêye, yan nêre ... ne giringe... ji ebriwê xwe bi Pirrse bo çi...? þûrê rastiyê îroj koye... herdem koye... û dadî biliyaye.. wek min fedyoke wek te tirsoneke bê heyv û roke qapaxên çavên te ne jîna mine ... gewrayî nedî ye wek neynika evîna me ji ber dilopa bê rû maye, û maye. * * * Li dîdara xakê biner xurista vîna me ye geþbûna jîn û zemînê .. xwîn û xwêdana me ye Pembo bê av û xwêdan sipî nabe û genim bê tav û baran... zer û bel nabe evîn bê canfidayî geþ nabe ne tirse... mû þîn naye di mista dest de...!!! mista xwe bixwîne heyþtê û yek xêr û xweþiye û hîjdeh þerxwaziye Sûnd bi tewafa laleþê ″giha di bin keviran de namîne″ û namîne.. * * * Li þevbuhêrkên evîndaran biner dîroka Mem û Zînê Siyamend û Xecê û Ferhad û þêrînê Veçire û bixwîne... qelþê destê cotkaran ariya kincê karkeran Bi Pirrse li sitêra bi tenê bo çi jar û meste li kiþwera jînê wek min wendaye li ezmanê evîna te. * * * Carekê tenê binêre avjeniyê di çavê min de bike her tê nasbike çavên bi tenê qotê serê xwe qet nabîne ku tu xwe nebîne kes te nabîne.... wiha, dilê min te nacivîne û ...... ″Xura piþta te naþkê ku tu bi destê xwe ne xurîne″.
-------------
Hejiya
Mehmûd Badilî mbadili3@hotmail.com Dil û can .. hejiya tev çiya Dadî û mirovanî .. xak û ezman .. hejiya jiyan westiya ...!!! Zivistanê ... dixsiya di hestê xweyî bêhiþ de hilorkir ... þevê xemla tariyê li gerdena sozê kir havînê bi germî beravêt kirasê pîlanê li bejna roniyê kir Faþista Turk û kîna merezdarî xwelî li dêmên dozê kir xewnên mezin bi dardakirin û xewnên bi çûk .. sînor jêra lêkirin azadî sergûn kirin. * * * Belê …. hemî rengê xebatê li bejna me tê... agir... evîn... Tevde dibin av .. diherikin mîna xwînê dibin ba.. rengê bahozê dîn dibin û .. carna ... xunavê dêjînin dibin berbang .. û rojek zelal .. em dibin gulzara biratiyê û neyar xwîna çiyan tev xunva birûmet dinoþin * * * Ho ″Ahora mez da″ bihna xwîna me .. hêstirê daran .. û nalenala gund û bajaran tu nakî ... Bo çi tu deng nakî ? rabe... rojê sed carî ″Anahîta″ tê kuþtin, û îroj girtin û þewitandin. lûsa me bûye zindan dadî, bi sêdara þevê bidarvekirin .. Bêje : dê çawa em ê nebin agir. dil, laþ û rewan ... tev hatine sotin roj bi rojê .. agirekî nû xwe li rewanê me dipêçe bi hezara keç û xort mina ″Evcîniya″ bo welat xwe kirine qurban ″Leyla″ ″Zîlan″ û rûmeta agirê ″Mezlûm doxan″ þoreþ...yekîtî, evîn û zanîn Dê em jî karibin bi kevir kaniyê xwe li ser dîwarê çaxê wênebikin navê xwe pertûka berxwedanê bixwînin di kezeba asîman de vekolin azadî, azadî.
|
|