kurdno..! nehêlin kes vê serkeftina we pûçbike
Dîrok: ÇáÓÈÊ 15 ãÇÑÓ 2008
Mijar: gotar



Salih Bozan

Eynî ku vê serkeftinê Kurd li hemû deverên Kurdistanê bi tevahî hejandin, lê heja mezin bêguman li nav Kurdên Kurdistana Tirkiyê bû.
Gava êrîşa hewayî berî çend mehan despêkir, ez pir xemgîn bûm ku Kurd li Tirkiyê daneketin Kolanan, û min ev mebesta xwe di gotarekê de aşkerekir. Di wê gotarê de min got, ku gelê Kurd li Tirkiyê ranebe, Kurdên parçyên Kurdistanê yên din nikarin ti alîkariyê ji wan re bikin. Min aşkere got ev bêdengiya gêlê Kurd li Kurdistana Tirkiyê dikeve xizmeta regezperestên Tirkan.


Lê di vê êrîşa Tirkan e dawiyê de, baweriyeke mezin bi min re çêbû, ku Kurdên Kurdista Tirkiyê asîmlasiyon nebûne, ew bi doza xwe de girêdayînin û fedekarin.
Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi van raperînên Kurdên Tirkiyê serbilind bûn. Lê serkeftina Kurdane tewre mezin ne di meydana cengê de bû, a li şarên Kurdistanê bû, nemaze li Tirkiyê. Rastiyek heye, em gîşkî dizanin, gava doza kurdî li parçeyekî Kurdistanê xort be, li hemû parçeyên din jî xort dibe.
Serkeftina duyem ew bû, ku Kurd li her deveran rabûn ser piyan, û li dijî nejatperestên Tirkan û pîlanên dewletên hawirdor qîriyan. Bi vê qîrîna xwe nameyek ji hemû dijminên Kurdan re şandin, ku Kurd yekin. Ez dixwazim bibêjim ev yekbûna gelê Kurd hemû nakokiyên ku dijmin di nav Kurdan de ta niha çandine ji bin de hilweşiyan.  
Ezê li ser vê bûyerê berfireh hîn nêrînên xwe binivîsînim, lê dixwazim di vê gotarê de, çend encamên girîng ji bo Kurdên Kurdistana Tirkiyê bibêjim:
I- Çendîn ku rola Emerîka di vê vekşzndina ordiya Tirkan de hebû jî, lê rastiya berçav ew bû, ku leşkerên Tirkan stuxwar vegeriyan, yanî qehremaniya Mehmedcîk li Zapê felişî. Girîngî di vir de ewe, ku Tirkan tim xwe ser Kurdan re didîtin, û aşkere digotin ku Kurd serî xwe li hember me rakin, emê serî wan bipelixînin(weha Erdogan dijî birêz Mesud Berzanî got). Ev sikolojiya şofînistî şkest, û derket ku Kurd jî Karin pozî wan bi erdê bidin. Ji virûşinve, gava PKKê aştiyê û demekrasiyê bixwaze, kes nikare bibêje ev daxwaza ji lawazî û perîşaniya wan e. Ji aliyekî din ve hukûmeta Hewlêrê ne hukûmeteke serokên eşîranin, wekeku serdarên Tirkan dibêjin. Ev hukûmeta bandore xwe li Emerîka û Ewropayê jî heye, û Tirk mecbûrin têkiliyên xwe pê re bikin.
II- Êrîşên di navbera PKKê û dewleta Tirkiyê de, ku ev si salin didome, êrîşeke du alî û dervayî civata Tirkiyê bû. Gellek lêkolînvan û çavdêrên siyasî ev êrîşana di navbera PKKê û ordiya Tirkan de dihesibandin, yanî bi temamî bi doza gêlê Kurd ve girênedidan. Lewra gellek dewletên Ewropî PKKê û gelê Kurd ji hev cûdadikirin, nemaze gava didîtin, herkû ordiya Tirkan êrîşê dibe ser PKKê, gelê Kurd li Kurdistana Tirkiyê bêdeng dimîne, weke ku êrîş li Efrîka yê dibîye. Lê piştî vê bûyera dawiyê, doza Kurdistana Tirkiyê kete hundirî mejiyê hemû siyasetmedar, rewşenbîr, û leşkerên Tirkan, ne wek meseleyeke "terrora PKKê" yaku serdar û acansa Tirkan xwe û gelê xwe pê dixapand, a problemeke di civata Tirkiyê tevda ye. Hîro li kolanan miletek ketiye serhildaneke ektîv, daxwazên xwe ji cihanê re aşkeredikîye, û ev daxwazana, bi dizî yan aşkere, pişgirî jê re têye, ji Ewropayê, ji Emerîka, û ji hemû Kurdên cihanê. Loma partiyên Tirkan û ordiya wan piştî vekşandina leşkerên xwe bi yaxê hevdu girtin,  hevdu tewanbarkirin, û ketin goftogoyeke tûj.
III-Hemû zirteboziya kemalîstên Tirk û ordiya wan, yaku va heştê salin li hundirî Tirkiyê û li tevahiya herêmê dimeşînin, ev zirteboziya ji pişgiriya Emerîka dihat. Kurdên Tirkiyê pêwîste vê rastiya bizanibin. Hîro Emerîka dixwaze dewleta Tirkiyê sînorên qilafetê xwe derbasneke, û gor qilafetî xwe tevbigere. Tirkiya kemalîst, piştî cenga cihanê ya duyem cendirmeyeke di stratijiya Emerîka de. Gereg gelê Tirk êdina fêmbike ku kemalîzm girêdana Tirkiyê bi derve re ye. Çendîn ku siftehîn Atatirk neteweke tirkî sazkir, lê ev netewa neteweke  regezpereste. Rastiya li ber çavan M. Kemal bi alîkariya girêdana xwe ya bi derva re dijinahî dijî gelê Kurd meşand. Pêwîste siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd gelê Tirk hişyar bikin, ku ev netewa wan ya di pêvajoya dijî gelê Kurd de avabûye, neteweke ketiye xizmeta derva ye. Ku Tirk vê rastiyê fêmnekin, wê serokê Emerîka BUŞH, û yê li pê wî têye, careke din wana riswabikin.
IV- Çendîn dewleta Tirkiyê doza kurdî bi têrrorê de ta niha girêda ye, lê va girêdana ne bi jîrbûna mejiyê Tirkanbû, Emerîka ev têrmina li ser PKKê meşand ji bo cendirmeyê xweyî Tirk biparêze, û her weha dewletên Ewropî di bin bandore Emerîka de mecbûrbûn ew jî PKKê wek rêxistineke terror bihesibine. Lê hîro gava Robert Geets dibêje gereg va doze bi şêwazên siyasî û aborî jî çareserbibe, ev gotina tê wateyê ku dewleta Tirkiyê êdina nikare doza kurdî di baş têrrorê de veşêre û pûçbike.
V- Serdarên PKKê li Qendîlê bi zanistî xebitîn, di warî siyasî de, û di warî leşkerî de. Di van salên ku cengên mezin di navbera ordiya Tirkan û gerîlan de derneketin, lê hat zanîn ku gerîlan xwe ji cengên mezin re amade kiribûn. Di aliyê siyasî de, gohartina ku li Îrakê bû ye serdarên gerîlan baş fêmkirin, û gor vê guhartinê siyaseta xwe meşandin. Wana dijîti bi herêma Kurdistana Îrakê re nekirin (Tirkan ev dixwast), belam fêde lêkirin. Wana pîlanên hukûmeta Îrakê dijî hukûmeta Hewlêrê ji nêz ve şopandin, û dizanibûn ku guregura Nûrî Elmalikî dijî PKKê, mebesta wî hukumeta Hewlêrê ye. Yanî Malikî û Tirkan bi hevre mitefiqbûn ku ne bes PKKê ji holê rakin, a hukûmeta Hewlêrê jî bêçarbikin. Van herdû dijminan dizanibûn ku gava PKKê ji hole rakin, yan jî lawazbikin, ew di eynî demê de hukumeta Hewlêrê jî lawazdikin. Û gava hukûmeta Hewlêrê lawazbibe, PKKê jî lawazdibe, û doza kudî li hemû parçeyên Kurdistanê melûldibe. Meselake bi hevdu de girêda ye, û gor nêrînên min birêz Mesûd Berezanî û prêz Kereyîlan ev rastiya ji bin de fêmkirin.
VI-Kurdên Tirkiyê gereg dev ji Atatirk berdin (nan di wî de tineye), ji bilku hemû êşên Kurdane serdemî li Tirkiyê û li parçeyên din ji kemalîzmê hatin. Gava siyasetmedarekî Kurd pesnê kemalîzmê dide, û xwe dike bin siya wî, ew pêle hemû berxwedanên Kurdan dike; ji berxwedana Şêx Seyd ta berxwedana Seyd Riza, û hemû şehêdên Kurdan. Gereg Kurd bi xwe vê heqaretê li xwe nekin. Vacî vî hawî, pêwîste siyasetmedarên Kurd û hemû rewşenbîrên wan gelê Tirk ji berwerdeya kemalîzmê ya regezperestî rizgarbikin, jibilku problema Tirkiyê ya serdemî ev perwerdeya regesperestî ya kemalîzmê ye.
VII- Gelê kurd gîştiye asteke siyasîye xort, loma helwestên birêz Celal Telebanî qebûl nekir. Ji aliyekî din ve çiqas ku hinek rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd, nirxên xwe li ser PKKê hebûn jî, lê gîşkî bi geliran re sekinîn. Zanistiya gelê Kurd di vê cengê de kûrbû. Vî gelî hemû lîderên Kurdan, partî û rêxstinên ku di vê cengê de kurdewariya xwe bilindkirin, bi can û dil pesnên wan dan. Ez dixwazim li vir bibêjim, gereg êdina lîderên Kurd di hesabî xwe kin, ku gelê Kurd ne colek deware, serok çi bibêje, wê serî xwe jê re bihejîne. Hestên gel terazûye, û ew baş dipîve, ew dadwerê mezine.
VIII- Kurd Gîşki, nemaze Kurdên Tirkiyê, gereg nekevin çewtiyên stratîjî, û dijminan bê sedem ji xwe re çênekin. Çendîn ku em dizanin Emerîka dewleteke impiryalîste, û bê exlaqe, lê Emerîka ne dijminê Kurdanî pêşe, îku stratijîya Emerîka di sedsala bîst û yekan de fêmneke, ew nikare ji bo gelê xwe tiştekî bi serxe. Hinek siyasetmedarên Kurd li Tirkiyê dijminî ku pêçiyê xwe kirî çavên wan e nabînin, a bi dewletên paş deryayan re dikin qirecir. Ev siyaseteke tewşe. Ên vê siyasetê dimeşînin, ew hîn di guhê gê de nin, yan jî ew di mejiyê xwe de Tirkin û ji xwe re postekî kurdî li xwe kirine. Gereg Kurd bizanibin, ku dijminên wan ên sereke, li Tirkiyê rêjîma kemalîzme, li Suriyê ya basîzme, û li Îranê ya xûmênîzme. Doza Kurdan bi van rêjîman re ye, ne bi Emerîka û Îngilistanê re ye.
Li dawiyê ez dixwazim bibêjim, ku dijminên Kurdan bi biryarin vê serkeftina wan pûçbikin. Gereg Kurd rê nedin vê yekê. Di vî warî de, ne bes kemalîstên Tirk wê bixebitin, belam kemalistên Kurd jî, û şofînîstên di dewleta Îrakê de, rêjîma basist ya Suriyê, û xumînîzma Îranê. Wê hinek Kurd rolên qirêj bilîzin, ji bilku doza kurdî ji bejna wan bilintir dibîye, ew dixwazin tim bi ser doza kurdî re bin.
salihbozan@hotmail.com







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=976