TENAHÎ
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 04 ãÇÑÓ 2008
Mijar: Helbest



Dijwar Naso

Di tenahiya şevê de;
Penaber û dîlê dûrbûna te me
Di wê sar bûnê de, tê me herijandin
Ji dûrbûna te............xanim
Lorandineke windayî, ji paşla min
Ber bi ARTA gav davêtin
Eywana paytexta te hêlîna girnjandina
Lêvaye
Xwestek dîtine..........xanim


Dîtin
Sirûdan di dêre ,li ber sûlaven dilgermiya te
Dilgermî....qonax hilweşandin.
Hiş neynike di seqema zaroktî yê de
Te ber çav dikim ,
Leylanan sêwîdikim
Dûrbûn
Dûrbûnê nigşikestî dikin ji bîranînin me
Ey rondika serxweş û bîrhatî,
Ez bûme zîvarê biskê rivîna firişta deşta
Mêrdînê
Bê bask di mînim ji berz bûna qama te
Koçerê zozanête me
Şîrgermê sînga Bêrîvanê te me
De were......dê were
Emê çîrokên evîndara
Li darxînin
Û
Pezkovi ya bikin qurbana Siyamend
Bila xecê bûkaniya xwe li darxîne
Û
Sîpanê xelatê xwe bi ser bejna wê
Siwara Demilqeran ber de
Ta bişkivin hemû rengên gulav û
Mey nab serxweş bibe di destê peyayê te de
Feryad û nîgaşên zemînê hilweşîn
Ji xunaviya berbangê
Libo....libo bi ser merşekî keskesor
Xwe ber din
Ta binivîsîne,dîroka xwezayî Ferat
Di xomxoma Diclê de, xwe vejîne
Û
Gavin bilez bi ber te, dikêşim
Pêlan li pêlan dixim,
Sînoran ber hev dikim
Ta
Nêzî bihna te bibim.....dilê min
Paşê min rapêçe di nav wan hûckên Mîtanî
Bila Nefertîtî vegere ser axa Aşûkanî
Û
Bibe destgirtya lawekî kurdî ser hişk
û
Poşmaniyê bi de vî welatî ,
Bi hejîne bi wî destê Hevremêşî koka Fereûn
Û
 Pê bi de nasîn
Ku em jî dilbijokê mana xwe ne
Xwe kuştiyê dîtina xwe ne
Di nav tirabêlka şaristaniyê de
Şawûşka giyan dikim,
Rûpelin veşartî û ne xwendî di bin çengên te de
Vedjînim.
Pêsîrin ne mêtî di sînga helana bindestiyê de ,
Xwe bi şîr dikin
Ji bo mendalên şarezûr makzayina xwe
Hê ne bûn û ne dîtin,
Wan têr delalî bikin,
Û
 sêpya zimanê me hilweşe
Ji ferhenga dilbijokên, kuştina me,
Û nepenî bibin xewnên reşgirêdayî
Ji ber kilê çavên te
Û gewr bûna rûkê te
Di dergûşa demêde ,
mezin dibin bi xewnin we


  Amûdê







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=950