Hawar e ! Tirko doza çi li me dike?!
Dîrok: ÇáÎãíÓ 28 ÝÈÑÇíÑ 2008
Mijar: Helbest



  Konê Reþ

1
Hawar e!
Tirko doza çi li me dike?!
Her ku em li berxwe didin
Û serê xwe bilind dikin
Tirko hêç dide..
Her ku em cihê xwe xweþ dikin
Tirko dicefile..
Her ku em darekê diçînin
Tirko diricife..
Her ku em avaniyekl ava dikin
Tirko dînomîno dibe..
Tirko doza çi li me dike ?!
Haware desthilanîn fereca xêrêye 
Em jî, li fereca xêrê digerin…
Û ferece
Di dest wan deye
Hawar e, qey tirko hebûna me
Di nebûna xwe de dibîne?!!


2
Hawar e!
Her ku em hêlînekê ava dikin
Tirko þaþomaþo dibe,
Ji wê hêlîne dibizd e..
Hawar e, ji kitikê bizdonektir tune ye
Dema ku mirov rê lê teng dike
Ew kitik dibe wek piling û
Xwe êrîþî nav çavê neyar
Dike
Em jî,
Li azadîya xwe digerin…
Tirko doza çi li me dike?!

3
Hawar e!
Ji 85 salan ve
Em li rêka çûk digerin
Tirko li pêþ me disekine,
Difitile û lotka dide..
Hewil dide wê rêkê li ber me bigire
Da ku em têre
Ne firin,
Bi zimanê dê û bavên xwe
Ne axifin,
Dapîr û bavpîrên xwe
Nas nekin
Þûnewarên pêþîyên xwe
Ne xepêrin..
Ji 85 salan ve
Çûk û çivîkên welatê me
Bi ber û berikên tiving û topên tirko
Têne kuþtin
Di miþextî û zîvarîyan de
Belav dibin
Roja îro
Di taxên, derdorî Stenbolê de
Dor 4 melyon Kurd
Kom dibin…
Hêjî tirko doza Kerkûk û Mûsilê dike..
Wa weylê lê vê sosretmayê;
Tirko doza çi li me dike?!!

4
Hawar e!
Em jî dixwazin
Bi aþtî, aramî û tenahiyê
Li ser xaka bav û kalên xwe
Bijîn..
Çûk û çivîk bi star
Di hêlînên xwe de
Bilûsin..
Êdî nema kes darên beriwa
Ji ser çiyayên Kurdistanê
Bibirin…
Êdî nema kes berfa spî
Li ser çiyayên bi mij û moran
Sor bike..
Pezkovî bê tirs ji nêçîrvanan
Li ser çiyayên Cûdî, Barzan, Qendîl,
Pîremegrûn û Herekolê Azîzan
Biçêrin..
Þivan û gavan bê tirs ji gur û hirçan
Kerî û garanên xwe di mexelên deþta
Þehrezûr, Ormîya û Silîva de
Mexelkin…
Hawar e Tirko doza çi li me dike ?!!

5
Mijde bo we
Çendî tirko lotka bide
Kerkûk perçak ji Kurdistanê ye
Þingal û Zemar li maka xwe
Vedigerin..
Tirko çi dike bela bike..
Hawar e!
Em jî li aþtî, aramî û tenahîyê
Digerin…
Em jî aþtîxwaz in
Tirko doza çi li me dike..?!







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=926