Þevên dirêj
Dîrok: ÇáÎãíÓ 28 ÝÈÑÇíÑ 2008
Mijar: Helbest



 Ronî ELÎ

Di talanên xwenên te de
Keftelefta bahoza evînekê
Disotînim
Di navbera wan lêvan de
Jiyana raperîna dilketinê
Dicivînim
Di hembêza her dilan de
Lîstika ramûsanan
Dipeqînim


Liser milên herdû çavan
Çirûskên paþrojê
Dineqþînim
Û delavên girgîniyê
Diçirkînim
Bi viyana mirinê ve
Herdû navan
Ezber dikim
Û dixwînim
Li ser sînga pêlên xwînê
Hevoka xwe
Dixemlînim
Li gel dest û zendên li hev
Bi dengê te
Dilîlînim
Di memikên tiþtîrîn de
Rapora te
Dinivsînim
Belê yarê tu giyanî
Belê tu derd tu dermanî
Navêjim te Xala minî
Nejî jan û jîna minî
Navêm tu ew Zîna bedew
Ji bilî te yar nînin tew ..







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=923