tevkurdê tehdîta pkk-ê/hpg-ê bı civîna çapemenî rûreş û protesto kır…
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 01 İÈÑÇíÑ 2008
Mijar: Nûçe



Komîteya Rêvebir ya TEVKURDê, di 01. 02. 2008, saet 11.30-yî de tehdîta kuştin û “bêdenkirin” a HPG-ê li hemberî endamê Meclîs û Komîteya Rêvebir û Sektreterê TEVKURDê Îbrahîm GUÇLU bi civîneke çapemenî rûreş û protesto kir, bala PKK-ê/HPG-ê kişand ku ji mixalefet û ji fikrên cihê re tehemul bike û nerînên xwe pir alî nîşan da û Îbrahîm GUÇLU re xwedî derket. Diyarkir ku divê PKK-ê/HPG-ê jî, ji mafê xweîfadekirin û fikrî re hirmetkar û rêzdar be.


Çapemeniyê, eleqeke fireh û mezin ji  civîna çapemenî ya TEVKURDê re nîşan da. Rojnameger û telewîzyonçêkerên herêmî û neteweyî yên Tirkiyeyê beşdarî civîna çapemenî bûn.
Di civîna çapemenî de li ser navê TEVKURDê  berdevik parêzer Sabahaddîn Korkmazî axiftin kir. Bi devkî naveroka daxuyaniya TEVKURDê ya ku li jêr e û ji we re tê birêkirinê, ji çapemenî re pêşkêş kir.
Pişt re parêzer, huqûqzane, nivîskar û berpirsê TEVKURDê Îbrahîm GUÇLU bi devkî bîrûreyên xwe yên di çapemeniya kurd de anîbûn ser zimên, bi kurtî anî ser zimên.  Ji nivîsa HPG-ê/Aram Masîs wek qewimandineke nû  behs kir. Bi kurtî û xûlasa got ku “sedema ku civîna çapemenî li ber dadgehê, ne ku ji bona ku srîlêdan û lêpirsîn xwestin ji dozgerê komara Tirkiyeyê ye. Sedem endambûna min  ya Baroyê û baro jî di hundirê dagehê de ye. Bi nivîsa duyemîn jî derdikeve holê ku tehdît ne bes li hemberî min e, li hemberî hemû tevgera kurd ya ji derveyî PKKÊ ye. Nuha hedef, HAK-PAR, Komeleya Kurd a Amedê, Rizgarî, Kovara Serbestî û Çira ye. Ev dezgehan bi min re jî eleqedar in. Ez bi xwe demzrênêr û berdevkê Komeleya Kurd a Amedê bû. Ez damezrênêrên HAK-PARê me. Ez di Rizgarî de domdar, di Kovara Serbestî û Çirayê de dem-dem dinivîsim. Di vê merheleyê de ev dezgehan wek dijmin û hedef tên nîşan dan. Di pêşerojê de dê hemû dezgeh û kesên ji derveyî xwe PKK-ê  hedef û dijmin nîşan bide. Dîsa nivîsara duyemîn jî diyar dike ku PKKê ji qerektera xwe ya klasîk, tarîxî ya li dijî mixalefeta hûndirê xwe û derveyî xwe guhertin nekiriye. Ez/em bi salan e ku di hemen dem de ji bona demokratîzebûna tevgera Kurdistanê xebat dikin. Divê kurd û PKK-ê/HPG-ê jî pîvanên Peymana Mafên Mirovî, demokrasiyê, Yekîtiya Ewrupayê bixin jiyanê û jê re rêzdar bin.. PKKê encama teşhîrbûna stratejî ûnerînên Ocalan, dixwaze bala endam û tereftarên xwe bikşîne ser mixalefeta derve, pirsê hundir binperde bike. Ev tehdîtan bisernakevin.”
Parêzerên Baroya Amedê, MAZLUM-DERê, HAK-PARê, komeleyên sivîl, gelek rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên kurd, berpirs uû endamên TEVKURDê, jin û mêr, ciwan beşdarî civîna çapemenî bûn.
Em daxuyaniya TEVKURDê pêşkêşî we û reya giştî dikin.

Jİ MEDYA Û RAYA GİŞTÎ RE

“Em Tev Îbrahîm Guçlu ne!”
“Sedî sed fikra te naparêzim û naecibînim. Lê, ji bo ku tu fikrên xwe bi serbestî îfade
 bikî, ez bi her awayî li pişta te me.”
Çend roj berê di malpera HPGê (Hêzên Parastına Gel) de, di derheqa Kurdperwerê hêja Îbrahîm Guçlu de nivîsek provakatîf û bi xeter hate weşandin.
Nivîs, bi manşêta “Ajanê dewleta kûr: Îbrahîm Guçlu” destpê dike; bi îftîra, çêr, heqaret, teorîyên komployî dewam dike û bi banga “bêdengkirina” wî diqede.
Di nivîsê de tê gotin û îdakirin ku; “…Îbrahîm Guçlu rasterast ajanekî dewleta kûr e(…) debara xwe bi kontratîyê dike. (…) Ji bilî têkilîyên wî yên JİTEMê û dewleta kûr, bi hêzên başûr re jî têkildar e. Diçe JİTEMê, ji JİTEMê dertê diçe Enstîtu û Pena Kurd, xwe bi zmanê kurdî rûpûş dike û li gor wezîfa ku dane wî ciwanên kurd ên xwendevan û yên ku ji refê PKKê hatıne qewirandin di komeleyan de digihîne hev û wan dibe li başûr perwerda çekan dide wan...hewl dide ku kontratîyek fena Hîzbul-Kontra li Amedê pêş bixe…Herî dawîn di nivîseke xwe de dev dirêjahî HPGê dike û dibê HPG, hêza înkara gel e…Bi vî jî namîne devdirêjîya Rêberê gelê kurd Rêber Apo dike. (…) Pir gotin ne pêwîst e, ciwanên welatparêz baş dizan in çewa ev seyên ku xwe gur dihesibîn in û dizûrin bêdeng bikin.”
Nivîsek seranser îftîra, derew, çêr, heqaret, tehdît, kontrawarî û  provakatif e.
Tu fikir, analîz, rexne, antîtez û mantiq di nivîsê de tun e.
Nivîsek bêperwa, bêpîvan û ji hedêder.
Li kudera dunyayê û li gor pîvanên kîjan hiqûqê dibe bila bibe, gotinên Masîs curm û tewane!
Di tu dînî de, di tu îdeolojî û tu sîstemî de ev helwest û kiryar xweş nayê dîtin û musamaha jêre nayê nîşandan.
Xwedanê vê helwestê di tu welatekî demokratîk û hiqûqnas de bêhesab namîn e, muheqeq dê were dadgehkirin û cezakirin.
Banga me, hêvî û hewara me li wijdanê gel, aqlê selîm û entelîjansîya kurd û dunyayê ye!
Mirovek rûsipî, rewşenbîr, tekoşer ku 50 salê emrê xwe di rîya azadîya miletê xwe de bi hemû cûre zahmetî, feqîrî, hepsûzîndan, koçberî derbas kirbe û di dawîya emrê xwe de ji ber rexneyekî, yan gilî gazıncekî ku li partîyekî an serokê wê kiribe, ji alî kesekî nenas, “xefî” de hewqas bêperwa, bêhed û hesab were tehdît kirin, divê tu wujdan vîya qebûl neke.
Jîyana Birêz Îbrahîm Guçlu bixwe bersîva îftîra, derew û komployên “Masîs”e.
Î. Guçlu, mirovekî huqûqnas e û endamê Baroya Dîyarbekir e. Herweha endamê Hak-Parê (Partîya Maf û Azadîyan), Enstîtuya Kurd ya Parîsê û rêvebirekî TEVKURDê (Tevgera Yekîtîya Neteweyî ya Kurd) ye. Aktîvîstekî mafê mirovan, nivîskarê gelek rojname û malperên Kurd e.
Kar, xebat, xewn û xeyalên Îbrahîm Guçlu hemî daw û doza milete kurd e. Qenç dike an xerab dike, fikrên wî çiqas rast û hêja ne, ew tiştekî din e. Helbet fikr, sîyaset û pratîka Îbrahîm Guçlu jî tête rexnekirin. Lê, Îbarhîm Guçlu mirovekî bîrdoz e u 50 sale ku bi mêrxasi li pişt dawa miletê kurd bi hêz disekin e.
Îbrahîm Guçlu li Diyarbekir dijî/dimîne û 24 sietên wî li ber çavan e. Yek roj û yek sietekî ku Îbrahîm Guçlu hesabê wî nede herkesî tune. Tu kar û xebateke Îbrahîm Guçlu veşarî, bi dizî nîn e. Î.Guçlu  çi difikire, bi çi bawere eşkere dibêje û di parêz e.
Îbrahîm Guçlu weke rewşenbîr û siyasetmedarekî kurd, muxalîfê PKKê ye. Fikr, ideolojî û stratejîya A.Ocalan rexne dike. Ev jî mafeke fikra azad e. Rexne nebûya ne îlm, ne ronesans û ne jî modernîte bipêşdiket. Ji wê bonê; heger carna tahl be jî, tahamula rexnê fazîlet e. Li hamberê fikr û rexnê şûr hildan tawrê mirovên neheq, bi xwe nebawer û prîmîtîv e.
Baş e, gelo Aram Masîs kî ye? Ev kesê ku weke “mudûrê” Jitemê, ji hemû karên nav Jitemê haydar e ji kur tê, li ku derê dimîn e, çi xizmetê dike? Ji kur hewqas haya wî ji jitem’ê heye; rojane ki diçe jitemê, jitem wezife dide kê çewa pêdizan e, jitema ku navê xwe heye belê cîh û warê wê “xeyal” e, gelo Masîs ji kuderê hewqas jê haydar e?! 
Wisa xwanê dike ku Masîs, li ser sûç hatîye girtin! Raya giştî pêşa Masîs bernade, belê  ji raya giştî bêtir divê Konseya PKK/KCK li ser tawrê Masîs raweste û hesab jê bipirse.
Belê bi her awayî muxatab PKK/KCK ye. Ji kê û ji kêderê xerabîyek were serê Îbrahîm Guçlu, navnîşan PKK/KCK ye. Ji wê bonê divê PKK/KCK bêdeng nemîne û rojek zûtir bersîvekî bide raya giştî.
Heger biryarekî HPG/PKKê di derheq “bêdengkirina” Îbrahîm Guçlu de heye, pêwîst e ev yek zû were eşkerekirin. Na ku biryareke HPG/PKKê bi vî rengî tune ye, wê gavê ev kes vê erk û qudretê ji kur/kê distîn e? Gelo ev kes jî weke bûyera Dîyarbekir “bi însîyatîfa xwe ya herêmî (şexsî)” tevdiger e?! Ku wisa be jî, divê rewşa Masîs were zelalkirin.
Heger bêxebera Konseya PKK/KCKê, Masîs bi serê xwe biryara “bêdengkirina” Guçlu dabe, wê demê pêwîst e PKK,  hesap ji Masîs bipirse, wî teşhîr û tecrît bike û raya giştî jî ronî bike.
Ya ku em ji Konseya PKK/KCKê hêvî dikin û dipên ev e.
Na, heger Masîs li ser navê PKK/KCKê û bi biryareke merkezî vê nivîsê weşandibe, divê ev jî bi durustî were eşkerekirin.
Di vê derheqê de bêdengî tê mana qebûlkirinê.  
Divê raya giştî ji bîr neke ku ev helwest xetereke mezin e. Têgiheke antîdemokratîk, totalîter û terorîstane ye. Bı van awayên antideokratik û prîmatîv tu tevger û milet nagihîje mirad û mexsedên xwe. Helwestên bi vî rengî dujminahî, dubendî û bêbawerîyê di nava gelê me da kur dike. Her kes dizane ku ev metod tenê kêra neyarên gelê kurd tê û kêfa wan tîne.
Pir mixabin, êriş û tehdîdên PKK yên dijî qadir û welatparêzan nû nîne. Sicîl û pratîka PKKê  ya bi vî rengî gelek xerab û qirêj e.
Bi vê sedemê, em carek din bang dikin da ku PKK li ser helwesta xwe ya êrîşker ku li dijî  sivîlan, welatparêz, rewşenbîr û sîyasîyên muxalîf didomîne bifikire û van awayan biterkîne.
Herweha hêvî û daxwaza me li dijderketin û şermezarkirina wan e.
Ji kurde tê û li hamberê kê dibe bila bibe; wijdanê raya kurd, entelîjansîya kurd divê bi tundî li hamberê kiryarên dijî sivîlan rawest e, şermezar bike û dengê xwe bilind bike.
Îro li pêşîya Îbrahîm Guçlu ye sibê li serê yekî din e.
Ji wê bonê; divê em kampanya “Ez Îbrahîm Guçlu me” pêşxîn in,
Bala dem û dezgeyên neteweyî û navneteweyî bikşînin,
Hesasîyetekî mezin pêşxîn in da ku ev kiryar bibe ya dawî.
Em weke TEVKURDê vê tewana li dijî Îbrahîm Guçlu, li hamberê xwe dizan in, bi tundî şermezar dikin û dibên em hemî Îbrahîm in!

AMED 01.02.2008             

Komîteya Rêvebir a TEVKURDê







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=877