Dîdara mamosta Mihemed Isma`il bi kenala (ANN) ya Esmanî re
Dîrok: ÇáÓÈÊ 26 íäÇíÑ 2008
Mijar: Hevpeyvîn



  Kenala (ANN) ya Esmanî di bernameya xwe de (Rêya ber bi azadiyê ve) ,mijara vê heftiyê lidora lihevhatina niştîmanî û nêzîkbûna di navbera aliyên Berhingariya Sûriyê de girêda, bi rêya pêwendiyeka telefonî re mamosta Mihemed Isma`il endamê mekteba siyasî yê Partiya Demoqrata Kurd li Sûriyê (AlPartî) û endamê Civata Niştîmanî ya Ragihandina Şamê beşdarî bernamê bû û bi mêvanên beşdar re danûstandin li ser babeta navbirî hate kirin.
Li xwarê ev ye deqa dîdara ku bi mamosta Mihemed Isma`il re hatiye kirin:


Silavek li we bê û sipasiya we li ser vê bernameyê dikim,bi rastî dema ku em li ser lihevhatina di navbera aliyên berhingariya Sûriyê de bi axivin yan jê li ser çi lihevhatinê be, divê li wir pirsgirêkek hat be rûdan ta ku lihevhatin çê bibe ji bo çareserkirina wê pirsgirêkê,lê belê pirsgirêk li vir ji encama kiryarên desthilatdariyê û serbora ku gelê Sûriyê pêre jiyayî ji siyaseta dewleta navendî û rêjîma seranserî rûdaye, ya ku karkir ji bo çandina tovê nexweşiyên regezperistî û şovînist,  û dadana fitneya tayîfî û netewî di navbera pêkhatiyên gelê Sûriyê de, û siyaseta piştguhkirin, dûrxistin û newekheviyê di nava hevwelatiyan de pêkanî û herwisa jî tevaya rengên çewsandinê,sitemkariyê,lidûvketinê û destberdana dezgehên ewlekariyê di tirsandin û belavkirina hişemendiya liserhevîhatinê,gendele û dana bertîlan ku vajî tiştên li cîhanê dibin, ji belavkirina rêz û rawazên dadmendî,wekhevî,dîmoqratî û parastina mafên mirovan.van kiryar û desttêwerdanan birîn û alozî  di jêrxana civakî û siyasî ya komelgeha Sûriyê de peydakirin.li vir û ji ber vê yekê çêkirina çarçoveyên lihevkirinên siyasî û rêxistinî yên berfereh ku ked û karên gelê Sûriyê û tevaya hêzên niştîmanî bihevbigihînin bo gera li rê û rêkariyên xebatê ji bo guhertina niştîmanî dîmoqratî di welêt de, wek çarçovek siyasî giştî vekirî ji partiyên siyasî, alî û desteyên komelgehî,kesatiyên niştîmanperwer yên netewî,lîbralî,markisî û oldarî re ku li dora wê kombibin û kar û xebata xwe di çarçoveya wê de birêbixin.

her ku ev hêz û alî di rewşeka ji hev cîwaz û newekhev de di danana  bername û pirojeyên xwe yên siyasî de kardikin û diramin, lê belê li ser armanceka buha û bilind digihinhev ew jî ewe, ku welêt ji rewşa sitemkariyê ya ku tê de dijî derxin û ber bi azadî û dîmoqratiyetê ve bidin,û her ku derkirin û destpêkariya vî karî gelê Sûriyê bi tevaya şepêl û aliyên xwe ve ne, ji ber ku ewe  mifagir û xwediyê berjewendiya rast û durist di vê guhertinê de, û her ewe çavkaniya rewaniya wê jî.

Li vir ji van xalan alozkarî peyda bû ku pêtviyê lihevhatinê ye di navbera van hêzên ji hev cuda de .lê ka çawe ev hêz dikarin hevbigirin yan nêzîkîhev bibin,ta ku bersivê bidim van xalên jêrîn dikarim li ber we raxim û wan rêzbikim:

1-her aliyek berhingar yan çi guropa berhingar bê, divê pêşiyê û berî her tiştî bi xwe bixwe re lihevhatinê bikê berî ku rêkeftinê li ser pilaneka kar ya hevbeş bi aliyên dî re pêkbînê.

2-Danpêdan bi aliyê dî yê pêşberî xwe re,  tevî ku ew newek tebê jî û ji te cîwaz bê,her ku ayîna wî çibe jî,yan jê netew û ramanên wî bi çi rengî bin,anku xwerizgarkin ji êş û nexweşiyên hişemendiya serdestî û seranseriyê, ji ber welatê Sûriyê welatê tevaya zarwên wê ye,çi ji desthilatdariyê bin yan ji berhingariyê , çi yên li derve dijîn yan di hundur de,yên mezin û yên piçûk,ji hemû Kurdan,Ereb û Aşoriyan re ye,herwisa ji Misilman û Xiristiyan re ye….

3-Pirojeya niştîmanî divê dûr bê ji diltarîtî û zikreşiyan,û herweha ne lêvegerandinbê ji kar û kiryarên bihorî re, ji ber kêşa milet kêşeka buha û bilinde, di ser nêrîn,partî û ayîdîyolociyayên jihevcuda re ye,û ew  xweşik û ciwane bi newekheviyên xwe ve.

4-Divê lihevhatin ta bi kesatiyên niştîmanperwer re jî di hundirê desthilatdariyê de werê kirin,ji ber gelek ji wan kesan bi egera karên yekdestî û serdestiya dezgehên ewlekariyê nikarin di vê demê de  bi çi karê mifadar ji yekîtî û hevgirtina niştîmanî re bikin û ew neşin bi çi rolê jî rabin,lê dema ku qeyd û bend li ser wan werin rakirin wê bikaribin bi rolek pozîtîv bilehîzin…li vir pêşkêşkerê bernamê mamosta Mumtaz Silêman derbasî hevpeyîvînê dibê û ji mamosta Mihemed Isma`il dipirsê: bi nêrîna we mirov dikarê piştgirêdanê (piştpêbestinê) li ser kesna di desthilatdariyê de bike ? û gelo kesên niştîmanperwer di hundirê  desthilatdariyê de hene ?
5-Mamosta Mihemed Isma`il: belê û ev rastiyeke û ji cihê ku ez têde wek endamê mekteba siyasî yê Partiya Demoqrata Kurd li Sûriyê (AlPartî) û endam di Civata Niştîmanî ya Ragihandina Şamê de.

Yekî ji biraderên beşdar em tawanbarkirin ku em xelkê gunehkardikin,em tawanan belav nakin ne li ser desthilatdariyê û ne jî li ser berhingariyê,lê belê em bawerdikin ku gelek kesatiyên niştîmanperwer di desthilatdariyê de hene û dikarin roleka giring di pirosesa guhertin,pêşvebirin û geşepêdana welêt de bilehîzin.anku em çi aliyan tawanbarnakin û em bawernamên niştîmanperweriyê jî belav nakin.

Ragihandina Şamê hevgirtinê di navbera tevaya alî û pêkhatiyên gelê  Sûriyê de dixwaze,wek ku min berî niha jî got kêş kêşeka niştîmanî ya buha û bilinde û Sûriya welatê tevaya zarwên wê ye.

6-divê em piştpêbestinê li ser hêzên komelgehê jî bikin, ji ber ku ew hêzin kartêkerin ji komîtên mafên mirovan, komîtên vejandina komelgeha sivîl û berevaniya azadiyên giştî.divê ew jî parçekbin ji livandina siyasî,ev hêzên he bixwe ti berjewendiya wan di hevrikî û girtinberdanê de nîne, tenê xewna wan di lihevkirinê de pêktê û di karin bi xurtî kar jê re bikin.

7-her aliyek çi older bê yan netewparêz bê yan jê markisîzim bê divê hinekî ji raman û helwêstên xwe yên cuda û teybetmend rizgarbibê …ta ku bikaribê xwe ji kêşeyên piçûk bilindtir bigirê û bi şêweyekê xurttir derbasî nava pirojeya niştîmanî ya giştî bibê.

Li vir ez dixwazim li ser ve zêdebikim ku em di Tevgera Kurdî de li Sûriyê me hebûn û berheviyeka cemawerî ya berfereh û kûrbûneka civakî he ye, û pêgiriyên me yên niştîmanî xurtin ji pêncî salî bêhtire ji kar û xebatê,em xwediyên dest û rûyê sipîne di tevî qûnaxên xebata niştîmanî de, çi beramberî desthilatdariyê bê yan berhingariyê, û li pêşberî tevaya pêkhatiyên gelê Sûriyê jî,em dê bimînin hêzeka karger di yekîtî û hevpeyvîna niştîmanî de,û niha em yek ji giringtirîn hêzên karger û niştîmanperwerin di Ragihandina Şamê de bo guhertina niştîmanî dîmoqratî di Sûriyê de…cardî li vir pêşkêşkerê bernamê derbas dibê û di pirsê: gelo ma Ragihandina Şamê tişta ku ji kêşa kurdî re viyaye daye ?

Mamosta Mihemed Isma`il: bi rastî tişta ku di daxuyaniya Ragihandina Şamê de hatiye ne bese û ew bi xwe rûpelek û nîve neku  destoreke,lê belê tişta ku têde hatiye(dîtina çareseriyeka dîmoqratî û dadmend ji kêşa kurdî re li Sûriyê) danpêdaneke û ew jî gaveka başe ya bi tenê ye ku mirov dikarê piştgirêdanê li ser bikê.dîsanê li vir pêşkêşkerê bernamê pirsyarekî dike: komkirina Netewî ya Yekgirtî beryara mafê çarenûsî ji netewan re hildaye, van nêrînan rengvedanek di nav hin aliyên kurdî de da ye, gelo ka rengvedana wê li rex we çawe ye ?
Mamosta Mihemed Isma`il : ev beryardan gaveka başe û em bi singek fereh wedigirin û rêzê lêdigirin,û rengvedana wê li cem me du şaxan digirê:

1- helwêsteka positive em bilind dinerxînin

2- tevdan û lêvegerandina wê di dezgehên ragihandinê de û di kenala we de ,ev yeke wê rengvedaneka pozîtîv li ser hiş û sewdanê birayê Ereb û komelgeha Erebî çêbikê derbarî mafê miletan û bi teybetî li rex wan kesên ku hizirdikin ku mafê çandî tenê ji gelan re bese û li ser pirsa netewî ku kêmnetew bê yan jê netewa mezin bê divê tevaya mafên netewî jê re were pêkanîn.û li ser pirsa ku ma raste Ragihandina Şamê di navbera konê desthilatdariyê de û tayê tevna berhingariyê de wenda bû ye?
Mamosta Mihemed Isma`il: bi rastî Ragihandina Şamê ne wendaye,lê belê di hundir de ye û di bin sîbera nîr û kewdanin ku hûn wan baş dinasin Ragihandina Şamê bi gavin rêk û pêk di xebitê,vêca eger ev rêk û pêkî di aliyê desthilatdariyê de û di aliyê komelgeha Sûriyê de ji hin kesan re wendabûne, ev yeke ne we ye .lê belê nêzîkbûna wê û lihevhatina wê li gel komelgeha Sûriyê ya ku xudana berjewendiya rasteqîne di guhertinê de û li vêderê desthilatdarî şaşe dema pêşbînîdikê ku komelgeha Sûriyê bi wê û Bereya wê re ye, û gumandikê ku hildana durişmên niştîmanî, metirsîna jiderve û êrîşkariyên dijminan li ber deriyane wê cemawer amadekar bikê,ev yeke pêknayê ji ber di bin sîbera zordarî,sitemkarî,gendelê û tinebûna azadiyan de wê berevanî ji aliyê cemawerî ve bi dilgermî newê kirin,guhdan bi komelgehê wê ne bi rêya çakkariyên desthilatdarê bin û ne jê bi dana serberyaran yan weşana beryar û durûşman, û ne jê bi rêya durûşmên berhingariyê jî.Ragihandina Şamê dema dixwaze ku divê bergehek û cihê lingê wê hebê ji bo ku xwe nêzîkî cemawerê niştîmanperwer yê Sûriyê bi tevaya tex û çînên wê ve bikê, ji ber baweriya wê pêheye ku ev cemawer xudanê berjewendiya rasteqîne di guhertinê de û hemû hêzên ku xebatê ji bo guhertinê dikin divê ji navika vê komelgehê derkevin.anku dema ku Ragihandina Şamê ji vî cîwarî dernakevê û dirûşmên hestan gerim û gur dikin bilind nakê wê ne wendabê,lê wê rast bê,dibê ku kêmasî û sistî ji ber hin nîr û mercên xumalî û siruştî hene,pirs ne tenê pirsa xwepêşandan û pêvajoyane, lê belê Ragihandinê ji du salan ve dest bikar kirye û kariye komîtan li tevî parêzgehan avabike û komîtên palpiştiyê li hemû navçeyan çêbike, Civata Niştîmanî wek serboreka balkêş di deverê de pêkbîne û ew bi xwe wek tê dîtin ne bêhtirî ji gava pêşîne,û girtiyên Ragihandinê yên ku em berdewamiya girtina wan şermezar dikin û li vir em sipasiya hemû hêz û kesatiyên ku piştevaniya wan kirin û bi rêya kenala we van sipasiyan pêşkêşî wan dikin,û ta niha desthilatdariyê çi hêncet û mehane ji berdewamiya girtina wan re bidestnexistiye, ew kesin Sûrîne niştîmanperwerin,ji ber wê jî celda niştîmanî ya Sûriyê tevda,bi vî karî wek ku me bi sedan kor û simînar sazkirin û di vê qûnaxê de di baweriya me de ew cihê xwepêşandan û pêvajoyan jî digirin.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=870