Cegerxwîn, Û Şerefnameya Menzûm «Lêkolîn û anelayzek rexneyî»
Dîrok: ÇáÃËäíä 31 ÏíÓãÈÑ 2007
Mijar: gotar



Xalis Msewer

Şerefnameya menzûm di warê wêjeya Kurdî de çiye…?.û çi di naveroka xwe de digre…?. Wekî em dizanin, ku dîrokzanê Kurd (Şerefxanê Bedlîsî) pirtûkek bi nirx û bihavil binavê (Şerfname) di sala 1005 ê koçê de, li ser dîrûka Kurda bi zimanê Farisî nivîsiye.
Vêca Seydayê Cegerxwîn hatiye ev pirtûka dîrokî bi awakî helbestî, bi kêş û mozîk û qafiye wergerandiye zimanê Kurdî, ji ber wilo navê wê kiriye (Şerfnama Menzûm). Ango şerfnameya bi helbestî hatiye nivîsîn. Ev şerefnameya menzûm, bi teknîka şêwazekî pir xweş hatiye nezimandin, ta radeyekê ku em karin bêjin:


Hinekî di rengê monodirameke dîrokî de pêkhatiye, mîna vê monodiramê, herdem leyistikvanê wê yekî bitenêye, ew jî livir helbestvanê mey bi nav û deng Seydayê Cegerxwîne.
Ev şêwaza ha ji nivîsandina dîrokê re, bi  rastî jî, cara yekemîne bi vî rengê helbestî, dinav Kurda de pêktê.
Livir jî, Setdayê Cegerxwîn bi rist û helbestên xwey şêrîn û rewan, vê dîroka tiracîdî û dûdirêj mîna şanoyeke helbestî - mîna me gotibû - bi ritim û bi kêş û mozîk lidardixe. Çimkî romana dîrokî jî me li bal romanistê Ereb (Corcî Zêdan) dîtiye, mîna wê romana wî ya ku binavê (Selaheddînê Eyûbî) bi nav bûye, û di şanoya bi navê (Kilyopatra), ya mîrê helbestvanên Ereb (Ehmed şewqî) de, ku bi koka xwe Kurde jî tê dîtin, ev şanoya Ehmed Şewqî jî, bi awakî menzûm, dîroka vê qerala misrî ya bi nav û deng daye nasîn.
Lê bêgûman şerefnameya menzûm, ya Seydayê Cegerxwîn ji van hemyan bêhtir, bi şêwaza xwe rengê cudabûnê têde tê xuyakirin, ji ber ku ev şerefnameya dîrokî, bi dûbare kirina peyvên qêrîn û hawar û şer û raperînê, û bi bang û hêrz û dil lerizandinê li dardikeve, mîna peyvên:
Ey- rabe - bese - were - erê rabe - were rabe -
Ku herdem bi van peyvên germ û pelşewat, gazî sembol û grnasên dîroka Kurdî dike, ku zû di hana miletê xwey kurd ve werin, û vî miletê perîşan ji nav destê dijmin û neyaran derînin. Jiber wilo Seyda, her têkisteke helbesta xwe, bi navê leheng û gernasekî ji gernasên dîroka Kurdî bi navkiriye mîna – Şahanê lorê mezin û biçûk- Şahanê Erdelan – Beganê çimiçgizik - Beganê derzîn….hwd. Livira yê baş civaka Kurdî nasneke, wê bêje: Qey şerefnameyê hevqasî rol nedaye milet û civaka Kurda, lê ku em baş li meselê binêrin emê bibînin, ku herdem, armanc û rola milet û civak û beg û serokên Kurda, di dîroka netewî de ji hev cudanebûye, û - ta niha jî - ew armanc û daxwazên wan bi hevve hûnandîne, jiber ku zordariyeke netewî liser hemû Kurdan bi wekhevî belavdibe, jiber wilo armanca Kurda hemyan herdem, serxwebûn û rizgarkirina welat û miletê wane.
Ango miletê Kurd - weke ji şerefnameyê tê xuyakirin, herdem bi dûv serokên xwey qehreman de, di şerê azadiyê deye, û ji serokên xwe hezkiriye.
Ku dîsanê em livir li têkista sirûdên vê şerefnameya menzûm vegerin, emê binêrin ku Seydayê Cegerxwên, di sirûda bi navê (Şahanê lorê biçûk) de weha dibêje:
Erê Gerşasifê nazdar û xweş rû
Were rûne li textepayê Xusro
Tu deyne ser serê xwe tacê Behmen
Ji ber dijmin me derxe rengê Bêjan                             
Livir peyva/Erê/hest û ihsasên helbestvan xweş diyardike, ango sykolociya mirovekî bi êş û azardayî di xwe de pêktîne, ku ev peyv di ristesazya Kurdî de jî, herdem bi wateya pejirandin û qebûlkirinê tê, lê di vir de ew peyveke kurtebire, ku helwêsteke ernî û kela raperîneke mezin di dilê mirov de dide nîşan, ango herdem di kelepûra Kurdî de, ev peyva ha piştî bûyer û giriftaryên bi ahîn û keser tê ziman. Di vir de jî tê wê manê, ku helbesrvanê me, hesta xwe û milet tevlihev dike, û bang li lehengê Kurd (Gerşasif) dike, û wî dipejirîne ku  rabe li ser textê qiralê Kurda (Xusro) rûnê, û taca Behmen jî bide serê xwe, da ku miletê xwey Kurd bi gernasî ji bindest û zordarya dijminan derêxe.
Livir jî helbestvan ji taybetî bi alî giştî ve diçe, û bi cênavê/me/xwe ji miletê xwe cuda nake, û bi giyanekî şoreşgêrî, bi navê xwe û miletê xwe, di ristên vê şerfnameya menzûm de, bi awakî rêbazî bang li serdarên Kurda dike, ku  hemû rabin vî miletê belengaz û perîşan ji bindestê dijmin û neyaran azad û rizgarbikin.
Weha em dibînin ku Seydayê Cegerxwîn, di rûpelên dîroka şerefnameya menzûm de, bi mêrxasî û dilawerî, şoreşgêrya xwe digihîne radeya heyf û tolhilanîn û serkeftinê, û careke din weha dibêjê:
Husameddîn Xelîl rabe xoş
Bike carek kela cengê bidî coş                                                                                 
Bikuj dijmina bi wan tîrên zerfeşan
Ji wan bigre tu îro xwîna Kurdan      
Mîna me li cihekî din jî gotimû, ji vê û ji bilî vê têkista helbestî, tê xuyakirin ku em li dengê şoreşgêrekî pir dilgerm û evîndarê welat û miletê xwe guhdar dikin, û bi xurtayî doza heyf û tolhilanîna xwîna Kurda dike, liser pirensîba kuştin bi kuştinê vê bûyerê dermandike, Lê bêgûman ku em bi çavekî dirust li van sirûdan binêrin, emê bibînin ku mebesta helbestvan ya dawî, ne kuştin û tolhilanîn bitenêye, mebest ji van sirûdên reng Idyolocî û şoreşgêrî re ewe, ku herdem serkeftin û azadkirina kurdistanêye.
lê ku em pirsbikin, gelo ev doza tolhildan û kuştinê ji çi tê der…?. Bêgûman emê wê çaxê binêrin, ku ev diyardeya ha, rengek ji hevdijahetiya seykolociye
 (صراع نفسي ) ku ji tasîra derve li hindurê mirov tê afirandin, ango tasîra dijmin û stemkarya wî, li hesta hindurê helbestvan bûye, û ev xweyîtî û encama ha, li bal helbestvanê mey dil êş û netewperest aniye afirandin, û bi vê felaketê hestên wî yên ernîn bi xortayî hatine der.
Jiber em dizanin, ku dema dijmin êrîşî welatekî bike, û mafê wî û miletê wî welatî binpê bike, û şerê azadyê lidarbe, wê çaxê kuştina dagerker û êrîşkaran, ji wî miletê ku berevaniya xwe dike, mafekî rewaye, ku van êrîşkaran bi çi hawî be, ji welatê xwe bavêje û derîne. Lê ku em di warê enalayzên rexnesaziyeke nûjen û şevxistinê (التفكيكية) de, li malkên sirûdê binêrin, emê karibinn livir, hilma (Qur-ana pîroz) ji malikên vê sirûda helbestvan bêhn bikin, çimkî ew mirovekî mele bû, û dizanîbû ku (Qur-an) dibêje: (Çav bi çav, diran bi diran…).
Berovajiya vê banga kuştina dijminan jî, me di dîroka Kurda de sehkiriye, ku herdem milet û serokên Kurda, doza serkeftina welatê xwe bi aşîtî û ne bikuştinê kirine, evna jî di gotina serokê herêma Kurdistana azad serokê birêz Mesûdê Berzanî de, bi awakî zelal hatiye ziman û gotin. Ew jî çaxa di gotina xwey dîrokî de dibêje: (Min efûkir, û ez efwê dixwazim). Ango ev gotin bi Erebî jî, ji Ereb û xelkên cîhanê temamî re anî ziman û got: (لقد سامحت واستسمحت). Dîsanê di gotineke xwey din de bi vê manê dibêje: Em li kuştina kesî nagerin, û me ev tişt di warê kirinê û emelî de, liser gastîna rastiyê teqze û isbatkiriye, ew jî dema ku bêhtirî du hezar leşker û zabitên Iraqê, di şerê rizgarkirina Iraqê de dîl ketibûn destê me, tevlî me dizanîbû, ku evna eynê ew leşker bûn, yên ku dibin navê enfala de, (182) hezar Kurd û (8) hezar berzanî bi hovîtî nebedî kiribûn, lê me ew leşker û zabitên Iraqê, bi qedir û bi rûmet gihandin malên wan, û bi silametî teslîmî xizm û mirovên wan kirin. Weha û bi vî rengî, ev tiştê ha mirovahî û barbwêrya)  (تسامحmiletê Kurd bi xurtayî dide xuyakirin.
Careke din di van malikên jêrîn de, helbestvan peyva / Erê/ bikartîne û weha dibêje:
Erê Mes ûd bike carek temaşa
Li Kurdistan binêre tû li laşa
Ji loran ta bi zazan tev de bûn jar
Di bin destê neyaran qîr û hawar   
Livir jî Seydayê Cegerxwîn, tabloyeke tiracîdî, bi qêrîn û hawar, ji dîroka cengên li dijî kurda bi dijwarî hatine lidarxistin, xweş tîne berçavên mirov. Û bi wêneyên çavikî û yên bihîztok jî, vê tabloya xwey diramatîk, bi peyvên - laşa - jar - bindest - neyar - qîr - hawar - û bi hesret û keser û ahîn û nalîn, liber çavên xwênerê xwe bê perde datîne.
Tê xuyakirin jî, ku helbestvan deng û awazên qafiya malkên vê têkista xwey helbestî, her du malikan diguhere, weke herdûk malkên pîşî ku bi tîpa /a/ bi dawî dibin, mîna - temaşa- laşa- lê herdûk malkên dawî bi tîpa /r/bi dawî dibin, mîna – bûne jar – hawar - ev jî ji zîrevanya helbestvan dertê, ku ji bû di riya kerte wêneyan الصورالجزئية) ) ve, wêneyekî giştî(صورة كلية ) û fireh ji helwêsta Kurda re biafirîne.
Lê rista herî bi tasîr ku tirsê dixe nava mirov, di vê têkistê de ewe, ya ku dibêje:
Tu li laşa- ango ev rist yan jî hevok, yek ji zarawa cengeke dijware, ku di rojnemegirya cenga Kurdî de bikartê, ji alîkî din ve jî, ev risteke pir standarde, û standariya wê jî, ji du alyan ve pêktê. Yek jê, ji kelepûr û folklorka wê ya resen tê, ya din jî, ji jê avêtin) (الحذف û serhevdan) (التكثيف a ristê tê. Ango ku ne di barê jêavêtinê de be, gereke rist weha bihata gotin – tû were temaşe bike li van laşê kuştiyan li erdê.
Dîsanê di van malkên têkista xwey li jêrîn, Seydayê Cegerxwên weha dibêje:
were sultan Hisên, bê kotek û zor
ji sîwasê tu bigre ta bi Deynûr
Bese yan dê bijîn yan dê bibin ax
Hezar ax û hezar ax û hezar ax. 
Weha jî livir dîsanê bi peyva /were/ bangeke xurt li sembolên dîroka Kurdî dike, lê ka ji bo çi ji wan re dibêje werein…? Û banga wî ji di vir de ji sultan Hisên re çiye..?. Bêgûman banga wî ji vî sultanê kurd re xweş xuyaye, ku were qada Kurdistanê, ji sîwasê ta bi Deynûrê bigre bin destê xwe, û vê qada pîroz ji destê dijminan rizgar bike, ji ber ku Seyda tu cudabûnê di navbera hebûn û nebûna Kurda de nabîne, dema ku welatê wan dibin dest û çengê dijmin û neyaran de dagerkerîbe. Ji ber wilo jî dibêje: Bese Kurdino, yan dê bijîn yan dê bibin ax- evna jî ji gotin û salogana Mistefa Barzaniyê nemir, ya binav û deng û dîrokî hatiye girtin, çaxa digot û hîn jî tê gotin: (yan Kurdistan, yan neman).
Lê Seyda bi şêwazeke rewan û nazdar wênwyên sirûda xwe diguhere, ji madî bi bal manewî ve dikşîne, ji axa erdê, diçe wê axîna ji ruh û giyan dertî, û peyva/hezar ax/ dema sê caran di malikekê de dûbare dibe, tê wê manê ku çiqasî dilê helbestvanê me, liser welat û miletê wî mîna rivîn volkan, di sînga wî de dikele û tê fûrandin. Ango em karin bêjin: Ku helbestvan du diyardeyan di sirûdên xwey şerefnameya menzûm de pêktîne. Yek jê dîrok û sembol û lehengên dîroka Kurdî bibîrtîne, ku ji şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî digre, û di dil û mejyê xwênerê xwey Kurd de, heyvandike û dimeyinîne. Ya din jî ewe ku bi şêwazeke helbestî pir spehî û pir germ, van sirûdên xwe lidardixe, û lezet û xweşbûnekê dixe dilê xortan, û dihêle xort û xwênerên Kurd bilezet van sirûdan bixwînin û ezber bikin.  
Were rabe tu Bodaq û begê pîr
Di suhran de hene sed begler û mîr
Birîndarin ji wan re nînin derman
Di destê wan nemane şûr û ferman  
Dîsanê di vê sirûdê de, bang li Beganê Suhran dike, bi peyva /were rabe/ ku peyveke di folklora Kurdî de, herdem di ceng û cihên germ de bikartê, ev jî tê wê manê ku helbestvan welatê xwe herdem di warê cengê de dibîne, loma dîrokê vedigerîne û bang lehengên Kurda, yên ku bi mêrxasî û bi welatparêziyek binirx û havil, navên xwe liser rûpelên dîroka Kurdewaryê,  bi ava zêer neqişandine û tomarkirin.
Lê ku dîsanê em baş li têkista sirûdê binêrin, emê bigiştî wêneyên tabloyeke bi felaket û kesnedîtî, ji jiyana Kurda re tê de bibînin, ku ew jî wêneyên şerê zordaryêye, ku li ser miletê Kurdistanê tê meşandin, û perîşaniya welat û miletê Kurd, dinav destê van stemkar û dijminan de tê dîtin. Tê xuyakirin jî ku vê dîroka bi felaket, bi rengekî tiracîdî û tarî dide nîşan, û bilez han û hewarê ji begê Kurd, ku bi navê Bodaqe dixwaze.    
Bi awakî din jî, Seydayê me di van malkên xwey li jêr de weha dibêje:
Were ey şah Mihemmed lawê Îsa
Li ser textê Egîl rûne tu dîsa
Binêr Lor û Gor û Buxt û Zazan
Hemî îro bi carek bûne nazan          
Livir jî em dibînin ku ev têkista helbestî bi şêwaza) (إسلوب xwe, ji sirûdên din cuda hatiye gotin, jiber ku bi emrazê bangkirinê/Ey/ banga xwe berdewam dike, jiber ku ev emrazê bangkirinê bi dengê xwey bihêz û hêrz, gastîna şer bi germbûneke zêde dide nasîn, ji ber ku ev emrazê bangekêye, ku ji kela hest û ihsasên mirov, û ji ahîn û keserên wî yên kûr û dûr dertê.
zîrevaniya helbestvan di malika sisyan de xweş tê xuyakirin, ew jî jiber ku navê çar dever û beşên mirovên Kurdistanê di malikekê, bi kêş û û mozîk û qafiye de dide serhev. Lê hevok yan jî rista herî bi wate û cuda livir, ewe ya ku çê li Kurda dike û dibêje: – Bûne nezan- evna jî tê wê wateyê ku helbestvan dema li banga cengê diqûre, di eynê demê de jî, banga wî bêhtir, bi doza xwendin û kultûrêye, ango Seyda bang li Kurda hemyan dike, ku bixwênin û têkevin nav refên rewşenbîran û zanabibin. Çimkî miletê cahil û bêxwendin tucarî bisernakeve, û nikare xwe ji bindestê dijmin rizkarbike. Evnajî dîsanê, bîrewerî û xweyîtiyeke( وعي) xurt û pêşketî, di ferhenga helbestvanî fikrî û ramanî de dide nasîn.
Lê careke din emê bidin zanîn, ku Zanebûn û zîrevaniya Seydayê Cegerxwîn livir ewe, ku karîbû hest û ihsasên xwe û yên civaka Kurdî tev lihev birêse, û bide xuyakirin, ku mîna helbestvanekî Kurd dil bi êş û bi kul û xem, ew ji miletê xwe tucar necudaye, û ew jî parcayeke ji daxwaz û hêvyên vî welat û miletê bindeste. Bi vî rengî di van têkistên sirûdên xwe de, helbestvanê hêja û gewre Seydayê Cegerxwîn, dikarîbû hest û ihsasên xwe û miletê xwe tevlihevbike, û cawekî rengîn û pir spehî, binirx û bi kirasên mirovanî, di mejyê Kurd û hemû mirovên cîhanê de heyvan bike û bimeyîne.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=837