ROJANA NEXWEŽEKī
Dīrok: ĒįĆŃČŚĒĮ 28 äęŻćČŃ 2007
Mijar: Nūēe



  HAîL BULGAKOV

Bulgakov, ji vî çîrokê, bi fona rojana nexwežekî birokrasîya Sovyetê, rexne dike.
w.r.

5-ê Tîrmehê. Kûxkê ji min girt. Gellek ji gran dikûxim. Heta sibê dîremik xew neket çavêmin. Ewê rindbuya wekî hindekî xewra biçuyam. Kûxka malxirab, kûxka cinśs.
 
7-ê Tîrmehê. Doxtorda roj send.

10-ê Tîrmehê. Doxtor ji çakûç va çogêmin xist, tûrêmin mêzekir. Ji mida dengekî “hmm” derket. Ew “hmm” çîye? Gelo mene kî wî heye?


11-ê Tîrmehê. Rontgenamin kižandin. Bavoo, ew çi tižtekî ecêbe! Her alîyê min rež û tenê parsîyê min sipîye.
 
20-ê Tîrmehê. Çavê we ronahî be, hevalên delal, ‘Nexwežîya Zirav’ ji min ketî! Bi xatirê te jîyana žêrîn.

30-ê Tîrmehê. Destûr ji dan min, derim sanatoryuma “Gîyana Saxlem”. Bilêtekî belaž dan min, ‘gemaro’ ekspres, sinifa yekemin... û min tam 2000 verst* ji dînekîra hevaltî kir.

1-î Tebaxê. ... tev kurma, rêwîme. Menzere pir xwaže. Kurm, ji mîna zirxîtika, bi xwadê, her yek bi qasê kera mezine.

3-ê Tebaxê. Hatim Sîbiryayê. Pir bedewe. 293 verst dawî ya rê li ser pižta hespa hatim. û min kimiz vexar.

6-ê Tebaxê. Aha te ra Kimiz! Li vir dibêjin çewtî de ‘ne rastî’ heye. Nexwežîyamin ne Nexwežîya Zirave. Carkî din taqîyêmin çêkirin. Mi kezeba xwa dît. Waa, madêmin hat, oro ew çîye!

8-ê Tebaxê. Ji ber vî yekê guhartina min dan Rostov-na-Donê. Bajarekî gelek xweže. Derim Kîslovodskê, li klînîka “Xêra Žems”.

12-ê Tebaxê. Kîslovodsk. Xadê qeda xa bide. Kezeb saxlem derket! Doxtorên vir pir hers hatin, ji min re gotin; “kîjan bê namusê tu žandî li vir?”
 
15-ê Tebaxê. Kežtî re bilêtekî distînim. Ez bawerim bi nasîna ‘nexwežîya vegirîtî’ derim Kirimê. Bêhrê ez girtim. Dilêmin hevket. Gelo alîkarî ya wî ji pak bûnê re heye? Eyy, ez çi zanim, wanî hat bîramin.

22- ê Tebaxê. Yalta, cîhe kî ji mîna bihužtê ye. Ax, xazil ava nexwežîya malxirab ji tûnebuya! Mîda min da kurm hebuye. Tenê va buya serçevan, lê yek jî Apandîsît hat ser. Gere ez biçim Lîpetskê, li Herêma Tambovsky. Xatirê te Behra rež; behra behran.

25- ê Tebaxê. Yê Lîpetskê li žaž û metel bûn, - doxtor zilamekî zehf baž- ji bo nexwežîya min fikirî u wanî got:
- êsil, kurm, kê kî ev nasîn girtîyê ji mejîyê wan da heye!
Heya ber žibakê ket  pîyê min û pirsa xû ya axirtî danî: Kêmasîya dil.
Off! Ez xerîbo, eva jî kûda derket. Ez kî gelek hînê kurmê xa bûbum. Welle ji gotina rastî, nasîna doxtor li ser ‘dil’ qet neçu zoramin. Min ji hindirê çavê wî mêzekir û pirsî: Gelo ezê ji îcar herim kîjan derê?
- Borjomê.

Benda mi be Kafkasya.

1- ê îlonê. Li Borjomê firsend nedanmi kî ez bawula xwe žunbikim. Gava wana ez cara ewlîn dîten, gotên: “Mîro, me biborîne, lê belê em ji nexwežê ba’yê qebûl nakin”.
Weylê, xalî ji serê min, ba ketiye canê min û ez li hacê xa tunim! Çiqas emrê min maye, doxtor? Gelo ezê pir bijîm? Carkî dîsa vedîgerim Sîbiryayê.

10- ê îlonê. ... Behra žerîn, gola pîroz Baykal. Bi rastî menzere pir xweže, ger va hewa cemed jî tûnebuya! Doxtorê Sîbirê –gûne wî ji min hat- dibêje: “Li vî demsalê ne lazime ku hun ‘klînîk klînîk’ bîgerin, payîz nêzîke û çendekî ewê berf bibare”:
- Hinek îhtiyaca we bi cîhekî bêdengî û germ heye. Ya baž ez we bižînim Kirimê...
- Kirimê!? Heyloo, ez çendekî berê li wûr bûm. Na bavo, xêr ji min ne lazime. Mersi.
- Belê, wekî dijî Kirimê hûn çune kîjan bajaran?  
-Yaltê.
- ê vî carê  ez we bižînim Alupkê. Pir bawerim kî hûnê li wir hezbikin.
Qebûl. Alupkabe Alupka! Ji bo min her der bê ferqe, gava ew dokeh bi jî ezê herim. Min ji xwara kûrkekî germ send û zu bi zu derketim rê.

25- ê îlonê. Li Alupkê herder girtîye. Sîreta didin min kû ez wegerim mala xwa. Dibêjin li vir, kes xelkê ra derê xwe venake, ezê li kolana da tî û birçî bimînim! Weylê, agir bi težkê we... Ez vedîgerim mala xwe.

1- ê Cotmehê. Mala xwe da mi. Ez li wan deran derdê canê xwe, bi doxtor doxtor bîgerim û  jina min jî min kesê xerîb ra dixapîne. Min temul nekir, cardin çûm doxtor. Ji minra çi bêje rinde! Ez -bitemamî- merive kî bê-nexwežîme! û bejna min jî wek mîna ava zelal paqije!
- Xazil canêmin -wî neqlê- we çima ez mîna dîna derî derî dam gerandin?
- Kêmasî, hevalê hêja, kêmasîkî biçûk.
Emaan! ê ez çi bikim! Kêmasî jî kêmasî. Ez vî karê pir êciz bûm. Sibê derim destpê žûxul dikim.

Nexwežê binumareya 555.

1925
_______________________________________________
* Pîvana drêjahî ya Rûsî; 1,07 kîlometr (w.r.)

Zimanê Rûsî de wergerandin: Firat & Helîm PERO







Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=806