Yekemîn dîwana helbestvan Kadar Ismayil bi navnîþana (xwena sibe) derket
Dîrok: ÇáÃÍÏ 14 ãÇíæ 2006
Mijar: Nûçe


welateme.net

bi diyarî ji helbestvan Kadar Ismail, pirtûka wî ya yekemîn kû bi navnîþana (xwena sibe) hatiye çapkirin, gihiþte melpera welatê me.
Xwena sibe 70ê rûpel bixwe girtiye û ji 23 helbestan – ku piraniya wan evînî ne- pêkhatiye, pêþgotina wê ji layê Þêro ve hatiye pêþkêþkirin, û bi wêneyên hunermend Adil Xelef hatiye xemlandin. Û bi alîkariya Necim, û derhînana Ciwan Omer çapbûye.
Em jî wek malpera welatê me, pêþgotin û 2 helbestên wê diyarî xwendevanên xwe dikin.



Pêþgotin
    
Bê Guman nivîsandin tiþtekî herî bilinde û hêjaye û beûek ji ragihandinê ye û nemaze nivîsandina helbestê ji ber ku helbest bilindtirîn toreya dinav beþên tor e de, bandora wê ya yekser heye li ser dil û mejiyê gel û zû ramanê dighînê binecihê.
Di van gurzê helbesta de livek evînî heye li kela dil û hestê mirov didê û ev helbestê ha ji kela dil û cergê helbestvan kadar yê ku perwerde biye di malbatek hozan van de. Ev biye egerek ku heydar û pê hesan êþ û derdeê milet bikê.
Giringiya helbest tê ji bandora wê ya li ser jiyanê bi hemî aliyê xwe ve, helwesta helbestê ewe ku bikevê di xizmeta milet de û bikarê bandorek poîztîf li ser jiyana milet bikê.
Helbestvanê me di van helbestê xwe yê evînî de ewjî dixwazê van berhemên xwe bikê di vê rêzê de gor dikarê. Bi vî þêweyê lihev hatî û sivik, miletê me di hemî rêz û tewên xwe dexwedî þiyan û rêze dixwazê karê xwe bikê di xizmeta miletê xwe de û di vî karê xwe yê pêþîn de neynika jiyana beþek ji gel didê xwiya kirin ewjî jiyana evîndarî ya ku her yek têre derbas dibe û dibe bingehek dewlemend ji bo têgihandina jiyanê bi rengek tevayî û ev karê helbestî karek torevaniye da ku ew jî bibê yek di pirtûkxana kurdî de ev helbestên nazik û hestyarin xwendina wa dilê evîndara geþ û hînik dikê û hêvî darin dilê hemî gelê me geþ û hînik bê bi taybetî piþtî van guhertinên ku li derdora me dibê bi hêvî ne bibê destpêka serketinê û armancên bilind.
Þêro
12/1/2006

Fatê

 Fatê Fatê wa Fatê
Sebram bê te nema tê
Min bêriya te kiriye
 çima hêdî nema tê

Fatê wa qîza hêja
Min tu nedî ji mêje
Þend gotina tu bêje
da to xweþkî civatê

 soza didê tunayê
Þêrînê por berdayê
Te ez xistim tayê
Toyî gula dawetê

Fatê tu rehmê bike
 dilêm gelek nazike
dema ez te dibînim
dil bandikê wa Fatê

carkî biya min bike
dilê Kadar kul neke
maçek tenê bide min
  hingiv j,dev û lêva tê

27/11/1998

-------------

sawêr

Sibehekî zû ser dengê kewê
Hate li min þêrîn bedewê
Bi maçên sivik rakirim ji xewê
Dema wê cilik li ser min hiland

Min çav vekirin ser xwe re nerî
Da ez bibînim vê yara zerî
Min ji wê pirsî çima li virî
Bersiv wê neda lê xwe gernijand

Tilya xwe danî li ser lêva min
Nema çû û hat hêdî bihna min
Aqilê mayî wê ew jî firand

Gote hênceta ji mire nede
Çavê xwe bike nav çavê mide
Tê bizanê çiye di dilê mide
 Pêre gernijî çavê xwe neqand

Bi dengê dila bi wê tiktikî
Jê fêm dikim ew ji min fêm dikê
Bê ez deng bikim yan ew deng bikê
Canê min hemî b, ramûsan çand

Bihnek xweþ borî ew ma bê pêjin
Gotinê vinê b, çava dibêjin
Vîna em tê de mêjê dirêjin
Gunhê jîna min hemî daweþand

Bi livên nazik ez tewaf kirim
Xortê serbixwe belengaz kirim
Bi hêz ez birim ji qedem kirim
 Pelê minê zer ji darê weþand

Cem min rabî çû tirsam ku newê
Bero wê çûm ez bigrim destê wê
Ser text ez ketim rabûm ji xewê
Vê xwena nazik dilê min þikand

18 / 1 / 2006






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=80