Delalîka Xweda yê xwe (Amûdê)
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 14 äæİãÈÑ 2007
Mijar: gotar



Zara Seyda

 Amûdê  delalîka Xweda yê xwe bû , dema  Xweda nav  lı şar û bacaran kır , navê  Amûdê bı hezkırın  got , wılo  tışkek  jı ronı ya  Xwe  kır para wê ,loma  Amûdê û agır yekbûnek dı nav xwe de kırın , kengî agır hebı ,  Amûd jê ne bê para ,ew evîna wê yê  .
Welatê  rojê  hêlîn û cıhê  xwe lı wır danî bû , ta ku lı wır mezın bı be ,  lı ber  tîna roj û agırê wê  , nı zanîbo agır jı xwe dıxwe ,  çaxa ko  xayız  bo , mûmên hêv ya  rojê  vemırandın ,kab û xar jı kolanan rêşkırın ,  çavkanı ya hêsran şıyar kırın , lehı ya qîran herıkandın , cîgerê ken û kêfê jı  hınavê  delaîka Xwedayê  xwe bı navperûşkan anîn  xwarê, bıhna wê çıkandın .


 Dîsa wek toşê ,  agir kirasekî qeşenig bû , Amûdê li bejna xwey bedew dorbêç dikır ,weko ( nîvê xewna  ko lı nîvê xwey dın dıkere ) , nıfışk hechecîkên dı cıwanı ya heyvek  du şevî de bûn, gunehakar ya  wan tenê  hezkırna te bû ,(  refek jı sînema berî dan şermola * ) , lı wır gıranı ya êşê  jı  bedenên nazık daweşandın , serî lı ber kêlan ramedandın , jı ber zor evîna wan hın dıdo dıdo xwe veşartın , hın jı wan nasmaya xwe wendakırın , loma gor lı hev parakırn , dıgotın :  weko agır em cıvandın , bera ax me jı hev dûr nexe   .

-----------------------

* ev xwena dawî bû ko zarokekî sînema jı dayeke xwe re got dı demek nêzîk  berî  her sır dılovanı ya Xwedê . 








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=798