Girpa Drik ya anda Kurd evbrka xwe ya heyvane li darxist
Drok: 10 2007
Mijar: Ne



Bi berheviya jimarek ji berbijar û rewenbîrên devera Dêrika Hemko,Girûpa Dêrikê ya Çanda Kurdî evbêrka xwe ya heyvane li darxist.
Di evbêrkê de, mamosta Hêmin Mendanî mijarek di bin navnîana (Dîmoqrasî : pênasîn , dîrok û ravekirin) de ji bedaran re pêkêkir.mijar bi zimanê kurdî yê ciwan û bilind hatibû nivîsandin û herweha bi zarekê xwe û êrîn ji aliyê mamosta ve hate xwendin.


Mamosta Mendanî babeta xwe ji pênasîna Dîmoqrasiyetê wek têgehek siyasî û ramyarî ku çawe di dîrokê de ev rengê xwe yê dawî girtiye daxuyakirin, û herdîsanê hêman û bingehên serekî yên dîmoqrasiyetê di çend xalan de rahênerkir û pêve çû û derbasî nava kêmasî û lêgirtinên dîmoqrasiyê û herwisa baî û mifayên wê jî berçavkir  û bi ferehî li ser rawesta û ravekir.
Di dawiya de mamosta mijara xwe bi nerxkirin û hilsengandina dîmoqrasiyê bi dawî anî.
Pit re gengee û danûstandin li ser naveroka mijarê bi germî di navbera bedaran de pêket û babet bi nêrînên wan hate zengînkirin.
Hêjayî gotinê ye ku Girûpa Dêrikê heyvane van rengê simînar û evbêrkên rewenbîrî û toreyî amadedikê û birek rewenbîr, xemxwar û guhdêrên çanda kurdî di wan evan de berhev dikê,ji ber armanca Girûpê ewe, ku bikaribê di bin dest û darê pêstûrî û zordestiya vê demê de pilatformên derbirînê avabikê û derfetê li pêberî nêrîn û ramanên cuda û cor bi cor vekê,dawiya dawiyê mebest jî ku jîngeheka rewenbîrî ya saxlem peydabibê û tevî nêrînan cihên xwe tê de begin,lihevbibanin û ji hevderbibin.

Dêrika Hemko: 8-11-2007 ê

Girûpa Dêrikê ya Çanda Kurdî







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=789