Eþqa Axê
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 31 ÃßÊæÈÑ 2007
Mijar: gotar



Siyamed Sîpan Uðurlu

Gelo hûn dizanin bê jiyanê kînga þax berdaye nava rehên jiyanê daye?
Dema mirov destpê kiriye ji axê hez bike, wê demê jiyan ji nava axê þîn hatiye û derketiye ser rûyê gerdûnê.
Girêdayî wê hezkirina rastî hezkirina axê, eþqa rastî eþqa axê ye.
Yekem car tu bû mêvanê xewnên minî tevizî di biharek westiyayî de li ser welatekî bê ax. Min li pêy wê kirasê bedewiya te li bêjna hêviyên westiyayî dikir.
Min xwe davêt nav þeraba evîna te û heta hetayê min veduxwar.


Dema min destpê kiriyê ji te hezbikim, min ji xwe heznedikir.
Lê niha xerîbê xewnên xwe me.
Ji dûrve xewnan dibînim.
Biyanîbûyê eþqa xwe me.
Hevalno mirovên ku nikaribe dilê xwe ji axê re veke û bihêle ku ax dilê gemarî pakij bike ji xirabiyan û mirovekî ku nikaribe bêhna evîna axê bi gulpekê bikþîne hundirê xwe, ewê nikaribe têbigêje bê mirov çawa ji axê hatiye çêkirin. Wê nikaribe fahm bike bê xweza çawa berhem û cewhera axê derdixe holê. Ewê nikaribe bedewiya wêneyê xwezaya welatê çavrêyê azadiyê bi bêhnekê bikþîne dilê xwe.
Bingeha hemû evîn û hezkirinan eþqa axê ye. Dema mirov dilê xwe ji axê re vedike, hemû tiþt wê demê destpê dike. Bêyî axê wê zaravayên destanên zozanên bêzarmayî nikarîbû rehên xwe bera nava hestên mirova bida.
Tu yê yan hezbike yan jî tu yê xwe di nava bêwatebûyînê de bi tevgerên xwe bifetisîne û li þûna xwe axek xemgîn û bêzar bihêle.
Tu yê yan bive evîndar yan jî dildar yan jî hestewar.
Ez rabim hemû bedewî û xweþikbûnên li ser rûyê cîhanê bidim ser hev û hewl bidim stranekê vebêjim ji bona axê wê rêzikên helbesta stranê ji hev bixeyidin.
Hemû xweþikbûn û rûkeniya li ser rûyê cîhanê bîne ji min re, ji bo ku karibim di van çend risteyan de „Eþqa Axê“ bidim jiyankirin, ji bo ku karibim destpêka jiyanê hezkirina axê bidim jiyankirin.
Bîne ji min re hemû bedewiyên ser rûyê vê dinyayê ji bo ku karibim xemlekê ji vê xwezaya, ku encama axa welatê agir û rojê ye, çêbikim.
Nivîsa minî îro wek awirekî bedewiya axê bizanibin…
Ez van rêzik û risteyan diyarî axa welatê çavrê azadiyê ye, welatê hesretiya rojê dikþîne, dikim. Dibê em wateya axê bilind bikin û dilê xwe ji axê re vekin, mîna hezkirina zimanê dayikê, mina hurmeta dayika. Ez evîndarê axê û zimanê kurdî me…hûn jî bê evîn û eþq nemînin hevalno.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=760