sekretêrê (psk) mesûd tek li nûsîngeha (pdpks) li silêmaniyê semînerek li darxist
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 31 ÃßÊæÈÑ 2007
Mijar: Nûçe



 Roja înê (26.10.2007) , li nûsîngeha silêmaniyê ya partiya demoqrata pêþverû kud li siûriya (PDPKS) , mamoste Msûd Tek sekretêrê Partiya Sosyalista Kurdstan (PSK) semînerek li darxist li ser xebata tevgera kurd li kurdistana turkiye bi tevayî , û bi taybet li ser xebata (PSK) li seranserê 33 salan ku ji bo pêkanîna sîstemek sosyalistî û demoqrat, û çespandina mafên netewî yê gelê kurd li kurdistana turkiyê xebat berdewam kiriye.


 semîner birêve çû bi beþdariya komelek ji xwendevanên (PDPKS) û li gel jimarek ji rewþenbîr û hevalên partiyên din .. ev semîner xelekek bû ji zincira semînerên rewþenbîrî ku nûsîngeha silêmaniyê ya (PDPKS) mehane li dardixe , û îro jî ji bo kûrkirina pêwendiyan dinav bera herdû partiyên bira de , vaye mamoste Mesûd Tek hatiye xwestin ku serpereþtiya vê semînerê bike û ewî jî bi dil germî ev daxwaz bi cî anî ..
Di destpêkê de mamoste Mesûd Tek ronahiyek berda ser kurte dîroka (PSK) û xebata wê ya dijwar ji bo pêkanîna mafên gelê kurd li kurdistana turkiyê , û dinavrûkê de li ser du xalên giring sekinê : (PSK) çiye ? , û armanc û daxwazên wê çine ? ..
Û wiha di naverûka semînerê de got : pêwiste ku bernama siyasî li gor þert û mercên rewþa siyasî ya demê be , û her wiha jî bername çendî rast be lê bi tenê ne bese , dive kadirekî jîr û zane û piraktîk hebe wî bernameyî bi kar bîne , û got : armanca me ewe pêkanîna sîstemeke sosyalistî ku zor û zulim û kedxwarî li ser miletê kurd nemîne , û nayê veþartin ku di qûnaxa bûrî de mixabin em bi ser neketin di vî warî de , lê xebata me her berdewame û em bawerin ku sosyalizim ewe riya felatê, lê emê pêþî xebat bikin ji bo azadkirina welatê xwe , paþê emê bernamê xwe pêþkêþî millet bikin ku bi xwe hilbijêre û dengê xwe bide bernamê ku di xwaze , em netewîne û sosiyalistin jî ..
Her wiha mamoste Tek got : li pêþiya kurdan çar rê hene ku doza mafê xwe bikin (dewlet , fîdralîzim , otonomî , mafên siyasî û civakî û rewþenbîrî) , û got ku ev rê girêdayîne bi rewþê ve , û got ku her kurdek di dilê xwe de Kurdistanê di xwaze , lê dilxwestin tiþteke û karîbûn tiþtekî dine (viyan heye û þiyan jî heye) weke ku berê hatiye gotin , û em li turkiya fîdralizimê rast dibînin ji bo wekhevî pêk were di navbera kurdan û turkan de , û got : sîstemên fîdralî cîwazin li gora zirûfaye , mina (Elmaniya , Yekîtiya soviyêta berê , kurdistana îraqê ..) , û ji bo pêkanîna fîdralismê dive tevgera kurd li turkiya bibe yek , û tevkariyê bike bi partî û hêzên kurdistanî re li ser bingeha rêzgirtina xusûsiyetên hev , û got ku Kurdistan dibe bibe yek lê pêþî dive her parçek bi xwe azd bibe , û di dema bûrî de me xebat li dijî impiryalizim , kevneperest û turkan dikir , lê îro tenê dijî turkan xebatê dikin , lewma dive em bizanin dujminê me kiye û wî baþ binasin , dewleta turkî dewletek eydiyolocîke û li ser çar sitûna avabûye (yek dewlet , yek millet , yek al , yek ziman) , lewma berêz mesûd pêwîst dibîne ku ev rêcîma þovînî bi ruxe da ku karibin mafên xwe yên netewî bidest bixin , û got : raste îro dahol di situyê hukimê sifîl de ye lê darê wê di dest leþkerê turk deye li gor kêfa xwe li daholê dixe , û qet dewletek bi vî rengî najî û berdewam nake di pêþerojê de , û doza xebata siyasî kir ji bo ruxandina vê rêcîma þofînî , ji ber ku þerê çekdarî nema tiþtekî bi ser dixe divan guhertin û rewþên nû de ku îro li dinyayê pêkhatine û nimûna li ber çava kurdistana îraqe , û got : pêwiste ev rêcîma dîktatorî were tazîkirin li ber raya giþtî bi tevayî , û li cem yekîtiya ewrûpî bi taybet ku di xwaze bibe endama wê..
Kak Mesûd tek sekretêrê (PSK) semîner bi dawî anî bi axaftina li ser gef û êrîþên hukûmeta turkî li dijî herêma kurdistana îraq bi behana bidûketina çekdarên PKK , û got : behanê wan derewin , ya rast ewe ku dixwaze xala 140 ji destûra îraqa fedral bide sekinandin , û fedraliya Kurdistana îraq bide xerakirin , û herweha desthilat bikeve destê leþker de li turkiyê , ji ber ku hukûmeta erdogan musilmane , ne etaturkiye..
Êdî derî hat vekirin li ber beþdaran ku nerîn û pirsên xwe bikin , ewanjî bi beþdariya xwe ev semîner zengîn kirin..
Sulêmaniyê 28.10.2007

Jêder : (Ragihandina partiya demoqrata pêþverû kud li siûriya) 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=757