BI ÇI GUNIHÎ MALA KABREŞ HATIN QIRKIRIN - Xeleka (5)
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 26 ÃßÊæÈÑ 2007
Mijar: gotar



Luqman Silêman  
hevind@nefel.com

Xaçê Heybet û Welat birin Ewropa û ta nihajî ew li Ewropa ne û  ew xwîn li pey wa ziwabû.
Lê Xwiya dikê ku herdû hikûmet ya Turkî û ya Sûrî di xwestin Heybet sax nemînê .......??
Ka em binêrin rewşa Welat di wê şevêde çi bû li ser xetê ji ber ku wî di zanî wê wê şevê bi ser mala bavê wî de bigrin. Welat û sê hevalê xwe li benda vegera girûpa Kemalo ne ji bin xetê Welat li di odêde diçê û tê tebata wî nayê giyanê wî wek nêriya na avê di çê û tê damarê laşê wî hemî di jenin hevalê wî jê re dibêjin were rûne û metirse tiştek bi maliyê te nayê mane me ji hevala re gotiye hûnê tine mêvana bi kujin û çênabê hûn gotineka ji gulê giran tir ji xwediyê malê re bêjin dûvre heval dizanin tu li virî ma wê çawe dê û bavê te bikujin û vir wê çawe...


lê Welat bi va gotina razî nabê û nikarê rûnê diçê vî serê odê û tê serê dî û çixarê ji çixarê vêdixê çixarene di miza lê dixê û wê tavêjê yeka dî vêdixê diçê ber derî cardî bi şûnde vedigerê derdikevê hewşê li hewşê diçê û tê vedigerê xwe li ser cihê xwe dirêj dikê lê dikê û nakê hedara wî nayê her go gulek li bavê wî yan li yek ji maliyê wî di kevê giyanê wî di hejê.Welatê me ma di wê rewşê da ta berê sibihê hîn ew li ser darê lingaye û di çê û tê dengê derî hat hevalê wî razane Welat bi bazdan çû derî vekir ji wî weye girûpa Kemalo ye lê dî va hevalin dîne Welat ji wa pirsî ha çawe çê bû heval hatin.
Xelîl li Welat vegeran go: belê hatin.
Welat ê çi çêbû îşele silametin?
Xelîl go: heval hemî bi silametî vegeran.
Welat go: tiştek bi maliyê min hatiye?
Xelîl go: deka em herin malde emê ji tere bêjin tirkênî ji dilê Welat hat   lê Welat newêrê deyn bikê da pey wa çûne odê ew havalê razayî jî rabûn rûniştin. Welat jî rûnişt lê ew melolegotin jê çênabê tep tepa dilê wiye Xelîl dest bi axavtinêkir li ser netewê û rola wê û çiqasî bandora xwe dikê û çiqas mal bat hene mal û canê xwe bi gurî welatê xwe dikin û mînakek ji vî welatî anî û yek ji welatê dî anî Welat nema xwe girt go: heval ka niha ji min re bêje tiştek bi maliyê min hatiye yan na?
Xelîl go: hevalê Welat em dizanin tu hevalekê hêjayî û bê pesin tu can fidayî mixabin maliyê te hemî hatin kuştin tu dizanê gelek cara mirov tiştê piçûk di ber dê ji bo yê mezin yanî mirov mala piçûk dixê qurban ji bo mala mezin lê wek ku hevala ji mere gotin wa bavê te ne kuştiba wê bavê te ew bi kuştan ji ber ku wa ji bavê tere gotibû em hatine mêvanê te lê mixabin bavê te demance li wa kişan dibû ji lewma hevala tev dane ser hev. Dema ku Welat ev gotin bihîst di cihê xwe de ma cemidî nema gotin jê çêbû. Xelîl li ber dilê wî da xwest dilê wî xweş bikê lê gotin nema ji Welat çê dibê û serê xwe berda erdê............!
Dema ku Kemalo li ber pencerê sekinî û ew gule baran kirn Remazanê Kabreş li pişt sopê rûniştîbû pêşberî pencerê lê sope di nav bera wî û pencerê debû gulê ku Kemalo avêtin wa li sopê û çeydanê li ser sopê ketin sope û çeynad wek moxilê lêhatin Remezan li ser zik berê xwe da derê eywanê ew ni zanê ku yekê dî li ber derê eywanê sekiniye, dema ku ew giha ber derê eywanê da xwe rabû da ku herê tivingê ji oda dî bînê giha nîvê eywanê yê ku li ber derê eywanê Remezan gule baran kir û Remezan li eywanê kete erdê Ebdo ji oda dî derket û xwe avête ser termê bavê xwe lê gula giyanê Ebdo derbas kir û Ebdo ji ser termê bavê xwe kete erdê lê hîn ew saxin Remezan gote: Ebdo kuro deka wê tivingê ji min re bîne ez ji derdê ware zanim Ebdo li serzik berê xweda oda dî lê Mihemed Emîn li ber deriyê eywanêye û eywanê gule baran dikê wî denkê Remezan kir û bi bihîstina dengre li Ebdo reşand Ebdo di cihê wîde temam kir Şkirî jî li odê bû ew hewl dikê ku xwe bigihînê eywanê ji vî dîwarî xwe didê dîwarê dî ji vê qurcikê ta qurcika dî Şkrî nêzîkî deriyê Eywanê bû lê ew li yekî hiltepilî û kete erdê dema ku ew kete erdê ew bi rexê pencerê ve ket, Şkrî da xwe rabû, rabûne ku Şikrî rabûyî pazde bîst gulê Kemalo li dev rûyê wî ketin, dev rûyê wî ji hev xist nema Şkrî tê naskirin ji lewma dema ku termê xelkê serxetê birin yê wî jî birin ji wa weye ku ew birê bavê Hemzeye hingî dev rûyê wî xirabibûn kesî ew nas nekir. Hisên û Mihemed Emîn Xoce ew herdû li ber pencerê bûn ew ji cihê xwe nerabûn lê bavê Hemze piştî ku gula pêşî li wî ket û Mihemed Emîn ji eywanê gula tavê jê gulê wî li nivîna katin, nivîn bi rexê odêve ketin bavê Hemze xwe avête qubala nivîna û ew ma di wirda kesî ew nedît...............
Li oda pîreka, pîreka Ebdo û Dr. Şkriya û di zarokê Ebdo rûniştîne ji xwe re çerez mereza dixwin dema ku dengê gula hat Dr. Şkriya da xwe rabû berê xwe da oda zilama da binê rê ka ev çiye kete eywanê û gulê Mihemed Emîn wek kemberkî li noqa wê hatin pêçan û Dr. Şkriya li eywanê ket û bi ketina xwe re dengekî bilin bakire Hisên lê Hisên berî wê hatibû kuştin û ew jî di cihê xwe de timam bû û xanî bi ser wade hate xwar û Mihemed Emîn û Kemalo berê xwe dane oda dî pîreka Ebdojî herdû zarokê xwe dane ber singa xwe û xwe daye pişta derî Kemalê ser xweş berê tivinga xwe da deriyê odê û li wa reşand hersê bi ser hevde kuştin ew pîrek û zarokê bê guneh........   
Deka werin ez û we  bi hevre ji BAVÊ HEMZE bi pirsin ka ew çi li ser vê kuştara winda dibêjê û ka ew kesê hatin kuştin kîne û nemaze sikirtêrê giştî yê partiya KAWA ji ber ku bavê Hemze yek ji heval partiya KAWA bû di wê demê de wek ku ew dibêjê Hisên (ŞIBQELÎ ew bi vî navî li cem hevalê xwe dihate naskirin) û MIHEMED EMÎN (XOCE ev jî li cem hevalê xwe bi vî navî dihate naskirin) û Remezanê Kabreş ka ev mirovin çawe bûn kî bûn..........
BAVÊ HENZE yek ji bermayê wê kuştarê ye, awirên çavê wî qermîçonkê rûyê wî sed pirs û pirsê bê bersiv dikin ji vê dîroka veşartî.
Lê beriya ku em herin cem BAVÊ HEMZE emê binêrin gelo ka çi tê gotin li ser vê kuştarê.
Ebdilbaqî yek ji cîranê mala Kabreş bû dema ku wî dengê gula kiriye di wê tofanê de wî xwestiye ku nas bikê ka ev çiye ev gule li ku têne berdan yan ka bê ev kîne wa di berdin lê dema ku ew ji mal der dikevê gulek tê li ber deriyê wî dikevê ew di cîde bi şûn de vedigerê û xwe dixê mal de û derî li xwe digrê. Yekê dî ewjî cîranê waye (lê mixabin ez navê wî nizanim) mirovekî navsere ew bi xwe ji gundê Şekirxaçêye li hêla Dêrikê dibin wê baranê de berê xwe da hewşa mala Kabreş li ber derî yekî ji wayê di hewşê de tiving kire singa wîde go: tu kyî? Yê navser go: ez cîranê wa me. Yê dî go:bi sekine lê ezê te bi kujim. Yê navser go: birazî xêre ev çi heye.? Yê tiving di destê wîde go: bi şûnde vegere ev ne karê teye tu deyîn bikê ezê tejî li ser wa bikim. Yê navser bi şûn de vegere mala xwe bê deng lê kalo behitî ji ber ku qîr qîra pîrek û zare zara zaroka ye û nal nala  birîn dara ye û ew nikarê tiştekî ji ware bikê li ber çavê wî cîranê wî têne kuştin, giyanê wî hemî li hev ket jiyan di çavê wî de tarî bû û xew lê herimî nema dikarî razê ji êvarî ta fecra xwedê. Bi hilata rojê re kalo berê xwe da gundê Şekirxaçê yê ku ew berê jê hatî li hêla Dêrikê lê mixabin dibêjin birêde celte li kalo da û ew çû ser dilovaniya xwe dê ji tirs û qehra wê kuştarê.
Digotin yekê dî ewjî xitiyar bû dema ku ew çû çav li wa kuştiya kir zimanê wî şikest û ma lal ta ku çû ser dilovaniya xwedê. Behrem ew jî yek ji cîranê wa bû piraniya şevê xwe li cem mala Kabreş di bûrandin wê şevê jî xwe karkir ku herê mala wa çimkî mêvan tim li cem mala Kabreş hebûn û civata wa xweşbû ji lewma yê weka Behrem xwe li wa digirtin wê êvarê jî wî xwe karkir da kû herê civatê lê piştî ku Behrem derkete derê xênî û nêrî ê çi binêrê baran ji erd û ezman tê ji maliyê xwe re go: bi xwedê îşev ez naçim tofane ez nikarim herim û vegera li ber sopa xwe rûnişt..
 Bavê Şiyar yek ji qaçax çiyê wê demêbû ew di bêjê:
Dema ku Kemalo bi ser mala Kabreşde girt Kemalo bakire Remezan û Remezan derkete hewşê cem Kemalo û Kemalo gote: Remezan em hatine tê mêvanê xwe bidê me.
Remezan go: me te dîtiye kesî mêvanê xwe dayîn yek ji Kemalo û yek ji Remezan tu bi guhê hev ne xistin Remezan destê xwe avête demancê lê beriya ku Remezan demancê derxê Kemalo û hevalê xwe li wa reşan din.....  
        GOTIN YA BAVÊ HEMZE YE:Ez hevalek ji hevalê partiya Kawa bûm û di wê demê de wek ku tu dizanin nakokîyek zor di nava civata kurd e hebû ew nakokî hin bi destê dijminê me bû û hinjî bi destê hin malbatên kurd yên ku sûde dikirin ji wê rewşê ji lewma bi qasî ku me şerê hev dikir û me ji hev dikuşt me şerê dijminê xwe nedikir birastî me qirik û gewrî li hev ziwadikir û me berê xwe pir fere kirbû em nû bi siyasetê ketibûn ji me webû qey emê di şev û rokî de kurdistanê azad kin me tu pêkî ji dijmin nedikir me ne dizanî ku ew bi sedê kelem û davika li pêşiya me datînê bê ku em hajê hebin me ji xwe re digo dijminê me zehîfe ew nikarê bi mere deyn bikê îro roja meye lê wek min ji tere go: bi qasî ku em bi heve mijol dibûn em ew qasî bi dijmin ve ne diman yê ku ne wek min bi fikiriya minê bigota ev hevalê hikumetê ye û her yekî ji me wesa digote yêdî û piraniya cara me hevdû di kuşt ev Markisîbû, yê dî Mawîbû, yêdî Kawa çî bû, yê dî Berciwazî bû lê piraniya partiyê me Markisîbûn û her yekî ji yêdîre digo hûn nerastin em ji we rsatin tirin û di ketin qirik û gewriyê hev ka kî dikarê wa bi sekinînê em di rewşek pir xirab re di bûrîn...........
Rojekî nûnerê me yê vê herêma BOTA Mamoste Mihemed Emîn Xoce û yekî hevalê hikumeta Turka jêre digotin Xalibo, Xalibo ji gundê Kertiwê nê bû dikevin, gengeşê, di wê gengeşê de hev adiz dikin Xalibo sixêf dikrin LEYLA QASIM....
Piştî ku Xalibo sixaf dikrin LEYLA QASIM gengeşe sekinî û her yek bi rêya xwe de çû lê Mihemed Emîn Xoce bi va sixêfa pir adiz bû û ji xwe re go: kesê ku sixêfa bikê pak rewanê kurd û nemaze yê weka LEYLA QASIM gerek ew werê kuştin û ji hevala re got: divê hûn Xalibo bikujin hevala jî ataxî li Xalibo girtin ta ku rojekî ew û yek ji mirovê wî li bajarê Nisêbînê dîtin û di bazarê de li wa reşandin  herdû kuştin.
Malbata Xalibo zengîn bûn sê gundê wa hebûn û destê wajî di hikûmetê de dirêj bû.
Birê Xalibo nîv melyon wereqê hingî dane FEQE HISÊN da ku feqe Hisên ataxiyê li hevalê me bigrê.
Bi bûre FEQE HiSÊN kîbû.
Feqe Hisên ji eşîra hêştirekiye ye ewjî ji wa gundê dora mebû û ew tim di nav mede diçû û dihat û karin jî ji mere dikirin ew ne di tenzîmê debû lê piraniya tiştê me dizanî yan tiştek jê nedihat veşertin, ji lewma wa ew pere dane wî wa dizanî ew tim û tim bi hevala reye û baweriya hevalê me pêtê piştî ku ew heyfa xwe hilînin wê nîv melyonê dî jî bidne feqe Hisên.
Me ev çîrok ji bîr kir em karê xwe dikin hev rikî zore kî ji me haj Feqe Hisên û ataxiyê heye û ew di nav hevêlê mede diçû û dihat lê me nizanîbû ku wî xwe firotiye, ji me webû ku ew alî kariya me dikê dem derbas bû Kinhan Êvrên hate ser hikum û dest bi girtinê kir çi kesê ku di siyasetê de di xebitî hikumetê destê xwe avêtiyê, yê ku hate girtin ji xwe ew avêtin binê zindana û yê dî wek tu destê xwe tijî nok bikê û li kevirekî bidê her yekî bi cîkî de bazda hevalê hemî partiya ta bi wa Turkê ku dijî hikumetê kar dikirin, ji serxetê bi seda binxet bûn hevalê mejî wek hevalê va partiya bin xetbûn û Feqe Hisên jî bi hevalê mere diçê û tê hina dibê û hina tînê bê ku em zanibin ya dilê wî çiye..............
Mala Kabreş jî qaçaxî dikirin û ji berî bazdanê hevalê me ew nasdikirin ji lewma dema ku hevalê me bazdan hatin mala wî û Feqe Hisên jî bi hevala re çûye wêdê û vegera ye ser xetê wek hemî hevala yê min ez bi xwe tucarî ne çûbûm mala Remezanê Kabreş lê hevala ji mere digotin Remezan mirovekî hêja ye.
 Di wê dema ku hevala bazdan û berê xwe dane Ewropa min xwest ku ez  ji xwe re qaçaxiyê bikim ji ber ku min ne di xwest ez herim Ewropa.
    PIRS: Bi bûre teyê qaçaxî ji xwe re bi kira yan ji partiya xwe re.
BERSIV: Na minê ji xwe re bikira ji ber ku min dî rewşek hûn çêbû û welat hate valekirin min ji xwe re go ez naçim Ewropa ezê li welêt bi mînin û ez bazdayî me ji hikumetê ji lewma min xwest ez vî karî bikim û ez derketim Çiya li Çiyê zaroyê Remezanê Kabreş Şkrî û yekê dî ez nizanim navê wî çibû gihane min em çend roja li wa Çiya man ew Çiya asêne mirov bi sala bimînê hikumet nikarê mirov bigrê lê yê me, em çûne ji bo qaçaxiyê em şevekî li vî gundî ne şevadî li gundê dîne tu dizanê karê qaçax çiya çaweye piştî çend roja em man li wa Çiya rojekî me xwe berda em çûn li gundê girefşê bûne mêvan û êvara dî me berê xwe da gundê Rûta li bin xetê wê şevê jî em li gundê Rûta man li mala yekê Xiristanî û roja dî me berê xwe da Qamişlo.
Tu nebê birayê min û hin hevalê dî ew jî di Nisêbînê re binxet bûne lê ez nizanim ew li kudêne tinê ez dizanim ku ew çûne da ku herin Ewropa.
PIRS: birê tejî hevalê Partiya Kawa bû.
BERSIV: Belê ewjî heval bû.
Dema ku em gihane bajarê Qamişlo Şkriyê Kabreş gote min emê herin mala me çakî vexwin xwe rehet bike û bi rêya xwe de here.
Min ji Şkrîre go na ezê herim carekdî go: xwedê bêjê erê ezê werim lê Şkrî bela xwe ji min venekir û bi zorê ez bi xwe re birime mal, dema
ku em çûn mala wa min dî va birayê min û birek hevalê dî wê li mala wane ji nav wa sikirtêrê meyê giştî Şibqelî ev navê wîyê (herekî) bû wekî dî navê wî Hisên bû û jina wî jî pêreye û nûnerê meyê herêma Bota Mihemed Emîn Xoce........

Ta heftiya werê û xeleka werê






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=742