BI ÇI GUNIHÎ MALA KABREŞ HATIN QIRKIRIN - Xeleka (4)
Dîrok: ÇáÃÍÏ 21 ÃßÊæÈÑ 2007
Mijar: Dîrok



Luqman Silêman  
hevind@nefel.com

Hemî li hev dinêrin di çavê hev de di xwînin lê kes ji kesî na pirsê Hisên jî Axavtina xwe  nîv birî sekinand û ketin xeyalên kur wek ku li benda hina ne yan wê hin bi ser wade bigrin lê ew kîne û wê kengî werin vê yekê nizanin, ketin Çiya yên bilind gelîyên kur wa şikeftê bê binî hewingên li hev pêçayî bajar û gundê li quntara çiya zivistanên sar şevên dirêj zikên birçî çavên kêm xew bazdana wa ji ber cendirma li rexekî û li rexê dî ji ber kurdên alîkarî bi hikumeta Turka re dikirin


 piştî va qas zehmetiya îro ew li gundê Cirnikê li biniya xetê rûniştîne piştî ku bi hezarê civîna li bajar û gunda çê kirin û qirik û gewrî li hev qetandin û da wiya dawî ji hevketin û hevalê rêya dirêj îro bûn dijmin yê ku soz bi hevre dabûn ku ewê bi hevre bin yan kurdistan yan neman lê gelo çi hişt ku ev soz werê şikandin û ji hev tar û mar bibin û bi ser vê yekê de contirkên terez dest bi girtinê kirin û wek çêlî kewa li wa hat.....
Şev li wa giran bû, bi ser wê giraniyê de şev li wa bû sal, xewa kesî nayê her yek di nav cihê xwe de dirêş kiriye bê ku ew razê şevek girane her yek ji wa ji xwe re dibê jê gelo weheye ku roj li me derkevê lê kes bi kesî nizanê ji her yekî weye ku yê dî raza ye lê hemî mane şiyar ta ku roj li wa hilat bêna wa ferbû lê hîn baran ne sekiniye.
Dema ku hin ji wa der di kevin û li wî çiya yê serxetê dinêrin çiya tarîboye ji mij û moranê ji hevre dibêjin kes di vê bandevê ji mala xwe de nakevê dilekê wa bi hatina baranê xwe şe û yek bi tirse lê tiştek bi destê wave nayê xwe sipartine qederê.
Taştêya xwe xwarin û ji nûv re heryek ve geran ser cihê xwe raza demekê rojê rabûn va baran sekiniye lê gerdûn venebûye, ewir di kelin xezeb ji ewra tê xwarê wek zihayê mara xwe li hev dipêçin jêr û jor li hev dixin gerdûnê li ber çavê mirova dixin dojeh, ber êvarê cardî baranê ji erd û ezman dest pê kir gelî dagirtin bû xum xuma çema şîqe şîqa tava Hisên serê xwe xiste şebakê de û li baranê di nêrê hişê wî çû kete çol û çiya xewa li bin dara û deviye ew zivistanê kurdistanê berf û baran lê wek vê baranê ne dîtine vegera hat cihê xwe rûnişt û gote: hevalê xwe bawerkin em mane li vir.
Remezan go: ma çi li pey we heye hûnê li mala xwe rûniştîne.
Êvarî hemî li dora sopa xwe rûniştîne guhê wa li baranê ye ji ber ku kesî ji wa barana wesa nedîtiye hemî mat may mane ji wê baranê  Remezan bakire pîreka xwe ka wî çeydanî bîne emê çakî li ser vê sopê çêkin.
Emîna çeydan anî denî ser sopê dî tina wa dîtî gule di pencerê re di derî re wek baran bi ser wande hatin, rê û rêbarî li ber wa hatin girtin nema karin ji cihê xwe rabin.
Gula pêşî li BAVÊ HEMZE ket li ser serê wa bû dû û dûman bû qîr û qiyamet,qîre qîra pîreka zar zara zaroka li ez manê hefta di sekinê perdê ezmên di qetînê tariyê dikê ronahî li hev di qulbînin lê mixabin kes nîne vî dengî bikê nal nala birîndara,guristana di hejîne giyanê mirova li hev dixê,lê kes dengê wa nakê guhê mirova hatiye girtin çav nabînê, ew ker bûn hemî bû,dû û dûman ferman li serê wa rabû, baran û bandev sefirnê xaniya ji hev dikê gund li hev di qulibînê ser têxê bin û bin têxê ser lê cardî kes wa nabînê. Dengê gula erdê di hejînê zimîn li hev dikevê baran sekinî xwînê dest pêkir ba sekinî qêrîn û nalîna birîndara fîxana zarokê derguşê hilkişiya ezmanê hefta kes nedî xwe berda erdê xwîn di pijiqê. Newroz Keça
Remeza ne heft saliye ba diya xwe dikê dayê ev çi gulene qey daweta kiye dayîka wê lê vegerand go: Ne dawete Newroza min ev gula tavêjin me ma tu nabînê dilopê xwînê bi ser te de tên.Newroz go: dayê ma ev xwîne wek tavê baranê bi sermede tê ev xwîna sor li nava odê rijiya pijiqî dîware ya kiye.
Diya Newroz go: Newroza min dengê xwe neke wê tê bi kujin. Newrozê go:
Dayê ma ew bi zimanê me di zanin ez di bêjim ew nizanin ez çi ji tere dibêjim.
Diya wê go: na keça min çawe nizanin mene ewjî wek me kurdin. Newroz lê çima me di kujin dayê ma me çikiriye?! Dayîka Newrozê  nizanê wê çi ji wê tifalê re bêjê ma sekinî û lê dinêrê dî çawe laşê Newroza wê wek moxilê lê hat ji gula, Newroz di nav xwînê de gevizî xwîna Newroz pijiqî li beştê xênî ket û bû dilop bi ser serê dayîkê wê de hat.
Mêrdesar di dergûşê de bi desbenka xwe ya rengî dilîzê ew çend roje diya wî ew desbenk nû jê re çêkirî ji benikê rengî û sê çar gulîvandik bi serê wêve kirne her gulîk ji rengekiye, diya wî li nîvê eywanê ketiye lê hîn ew saxe û çavê wê li kurê wêye li ser zik berû dergûşa Mêrdesar diçê,ew ji ziman ketiye di xwazê bighê dergûşê û dergûşê himbêzbikê berî ku gulen lê bi kevin çavê Mêrdesar bi diya wî ket wîjî xwest ku ber bi diya xwe ve herê ji ber ku ew di dergûşê de girê daye kêferatê dikê li ber xwe didê ew nizanê çi çêbûye ew kînê û dijminatiyê nizanê tinê çavê wî li diya wiye û di beşişê ew nizanê ku agir bi hinavê diya wî ketiye û hestîkê sax di giyanê wêde nemaye gula ew ji hev xistiye dê di xwînê de maye ziman nagerê tinê bi çava li dergûşa Mêrdesarê xwe dinê rê çavê xwe di gerînê herdû zarokê dî nabînê hêviya wê maye Mêrdesarê dergûşê gelo ma wê Mêrdesar ji va gula bi filitê yan na Mêrdesar hingî li ber xwe da desbenka wî vebû, û dergûşa wî li hev qulibî ew ji dergûşê pekî kete nav xwîna li odê rijiya yî bihna wê xwînê kete pozê wî bihnek ne xweş ji rexekî bihna xwînê ji rexê dî bihna şewatê.
Mêrdesar berê xwe da eywanê eywan hemî agire Mêrdesar bi ça lepka di nav wî agirî re derket û çû serê xwe danî ser singa dayka xwe lê mixabin dayk hatiye kuştin û tu guhdan li Mêrdesarê xwe nekir wî jî dev jê berda bê ku kes wî bibînê ji kuştinê dûrket lê zenda wî şewitî ta îrojî hîn ciyê wî agirî li destê wî xwiya dikê.
  ŞÊRÎN keçikek piçûke li ser dengê gula ji xew rabû ma behitî ev çiye ev daweta birê mine yan xelata xweha mine lê gelo xwazgînî kîne li wa nêrî kes ji wa nas nekir hêdîka da xwe rabû pişta xwe da dîwêr û bi dîwêre hêdî hêdî çû li diya xwe hiltepilî ket dema ku bi ser diya xwe de ket nema zimanê wê gera zanî ku diya wê hatiye kuştin xwe di ber diya xwe re  dirêj kir xiftanê wê gerte xwe û ew ma di bin xiftên de.
Zarok fîxanê di xwazin pîrek hawar kin lê mixabin kes nîne ku bi hewara wa ve werê û va gula bi sekinînê.
Li rexê diyê xetê yanî li ser xetê lîle lîla pîreka tîqe tîqa kenê zaroka ji hevre dibêjin heyfa bavê me hate hilanîn hin dibêjin heyfa apê me hin dibêjin heyfa xalê me, pîrekên xitiyar dibêjin heyfa Xalibo nema li erdê û cilê wiyê bi xwîn ji sebetê der dixin û ji nûv re wa di şewitînin.
Ma gelo wa zaroka dizanîbû ku heyfa Xalibo kuştina, zarokê wek wa ye zarokê pêçekê yê dergûşê? Ma wa zaroka dizanî bûn Şêrînê xwe dibin xiftanê diya xwe de yê hemî bi xwîn de ve şartiye, ya ku bi gula hatî kuştin û dora wê hemî xwîne û Şêrînê xwe di nav wê xwînê de ye û bêna xwînê li pozê wê dixê yan di zanîbûn ku Mêrdesar ji dergûşa xwe ketiye û zenda wî şewitiye û şeş heft gule li Newroz a çav şîn ketine û Herdû zarokê Ebdo di bin wî de hatine kuştin û û û û û..........?!  ma wa zaroka di zanîbû ku Newroz û Mêrdesar û Şêrîn mane sêwî û wê bi deriya bikevin......yan qirkirina malek ji kokê yan talan kirin û wêran kirna malek kurde, û yê mayî wê bi deriya bi kevin û serî li wa gerandin na ez bawerim wa zarokê li ser xetê ne dizanî ku ev heyfa Xalibo ye heger ku zanîban wê heyfa Xalbo ev bin wê bi gotan em vê heyfê na xwazin.......
AZAD kurê Remezane şagirtê dibistanê ye wê rojê li bajarê Qamişlo bû bi hevalê xwe re bi eşq li nava bajêr di geran, hinkî ma dereng ta ku ew ji hevalê xwe têr bû ji nûvre berê xwe da mal piştî ku çend gava  çû li hevalê xwe zîvirî go: emê suba hev li dibistanê bibînin. Hevalê wîjî gotin: bê goman û her yekî berê xwe da mala xwe,mala Azad li Cirnikê ye wê çaxê nav bera Qamişlo û Cirnikê avay kêm bûn ji xwe turmbêl tunebûn Azad peyatî di nav wê heriyê re berê xwe da mal, sola wî di wê heriyê de lê bûye bela wê li pey xwe di xir xirînê giha nêzîkî mal dengê gula kir wî ne kir ti çimkî tim negeê gula ji wê deve rê tê ewder nêzîkî sînore            lê piştî ku ew kêlîkî çû ji xwe re go ma vê baranê û gula çi gotiye lê wî ne kir ti Azas giha ber deriyê hewşa xwe dî va dengê gula ji heşa watê derbasî heşê bû hewşek reş wek goristanê bê deng bêna tursê ji hewşê tê sehwekî ew girt mûyê laşê wî bûne sîx xwêdanekî hûr avêt ser rûyê wî recfek kete hinavê wî diniya li dora wî çû û hat ji xwe re go: ev çi bi min hat ev çi çê bûye ev çi giriye qîj qîja zaroka ye Azad li dora xwe nêrî kes ji maliyê xwe nedît di wê dema kin de sed tişt hatin bîra wî,diya wî bavê wî Mêrdesar, Şêrîn, Newroz,Şikrî,Ebdo Welat, Enwer,Xoşnav zarokê birê wî ka ev hemî bi ku de çûn ev hatin kuştin, ramanek wî dibê yek wî tînê, ew di nav va xeyala de ye yekî ji wayê li hewşê tiving xiste serê wî de û jê pirsî tu kyî! Azad şe wişî devê wî li hev hebilî nema zanî wê çi bêjê go: ez ez ez ez Azad Azad Azad ez Azadim Azadim Azadê  kurê kurê kurê kurê Remezanê Kabreş xwediyê malê erê ez Azadim. Dema ku Azad wesa go yekê dî bakir go: wî ber nede wî bi kuje!ev gotin wek biroskê li eniya Azad ket, wî ji nûvre zankî ku ew qîr û girî yê maliyê wîne Azad bi şûn de bazda û berê xwe da Qamşilo lê gule ji Azad beza tirbûn, Azad ew şagirtê ciwan aşiqê xwendina dîrokê li ber çemê Cirnikê gula damarê dilê wî ji hev xistin tar û mar kirin parçe parçe kirin, jêre kirin dîrok Azad di nav wê heriyê de li erdê dirêj bû lê Azad gelek kêferat kir bi dest û lepa  di nav wê heriyê de kêferatê dikê di xwazê xwe bigihînê ser rê dibê ku hin bi wave werin lê wa dev ji Azadê ciwan ber nedan û li pey wî hatin li ber çem ew dane ber gula û ew li wir timam kirin.............
 Roja dî wek heroj şagirtê dibistanê diçin dibistana xwe her yek li ser masa xwe dirûnê heneka li hev dikin tiq tiq kenê waye laqirdiya lihev dikin kesî haj kesî nîne her yek diçê li ser mase xwe dirûnê ta ku hemî rûniştin masa Azad bi tinê ma vale? Hevalê wî li hev dinêrin ji hev dipirsin ka Azad her yek ji yê dîre dibêjê ez nizanim ji ber ku hîn kesî ne bihîstiye kabê çihatiye serê mala Kabreş û kes nizanê ku Azad ji şevê dîve li ber çemê Cirnikê li wê çolê di nav wê heriyê de bûye mêvanê mişk û mara û nema Azad tê ser wê masê di rûnê û nema ew Azad dibînin.
Mamoste derbasî sefê bû go: roj baş şagirta go: roj baş Mamosta di pêşiya masare çû û hat çavê wî bi masa Azad ket behitî ji nehatina Azad, çimkî Azad ne şagirtîkê sisto pistoye û ew tucarî ji dibistanê namînê,lê mamoste ji xwe re go: dibê ku ewî nikarîbê werê ji baranê hingî şevê dî baran bariye,tevlî wesa mamoste ji hevalê wî pirsî? Kî dizanê çima Azad nehatiye. Kesî dey nekir çimkî kes nizanê çima ew nehatiye.
Piştî kêlîkî ji ware hate gotin ku Azad hatiye kuştin ji nûvre hevalê wî pêve çûne lê xwezî ne çûban, ji ber dema ku ew çûn di ser Azad re sekinîn û li Azad nêrîn ew nas nekirin hingî wî kêferat kirbû xwîn û herî wek hev lê hatibû ji hev nedihat nas kirin Azas ji hev ketebû ew xortê ciwan heyfa wî .......   
Gelo ma evbû heyfa Xalibo ma ev çiqasî Xalibo mêrekî hêjabû ta ku wesa anîn serê vê mal batê, gelo ma bi çi gunihî hatin kuştin, yan vê malbatê çi di jiyana xwe de kirbû, ma gelo weku musilman dibêjin, ev li ser eniya Remezanê Kabreş û zaroyê wî hatibû nivîsandin, wê ew bi vîrengî werin kuştin ma gelo ev kuştin bi îrada xwedê bû, yan bi îrada dijmin bû, ev kuştar bû û wê bi mînê dervaşe vemezar di eniya her kesê ku alîkar bû di vê kuştarê de.
Şikrî bakire Xoşnav go: îro roja mêraniyê ye wê demê Xoşnav li cem diya xwe bû dema ku Şikrî ev gotin jêre got wî da xwe û xwezkire tivingê wê bidê destê Şikrî ji şûnve gule wek taviya teyrokê hatine Xoşnav ew bi rexê dîve quliban din ew bi ser mêvanekê xwe de ket Xoşnav cêhile xwîna wî germe da xwe rabû berê xwe da hewşê lê ew li eywanê ket Xoşnav ji dest pêka êvarê ta berê sibehê kêferatê mirinê kirin heger ku hin bigehana wî dibê ku ew sax bima çimkî birîna wî ne gelek kurbû lê hingî xwîn jêhat û ma li ber wê baranê. Heybet yek ji mêvanê waye sî gule lê ket û rûviyê wî hemî li pêşiya wî kom bûn wî rahişte rûviyê xwe û qun xişkî xwe da quncika xênî û rûviyê xwe hêdîka vegerandin zikê xwe ji wa weye ku Heybet jî hatiye kuştin ew ma di wî halî de di wê quncika tarî de ta roja dî gundî bi wave hatin hina ew bire nexweş xana netewî li bajarê Qamişlo lê xwiya dikê kuştina Heybet ji xelkê serxetê re pir girinbû ji lewma dema ku wa bihîst Heybet saxe xwestin wî di nexweşxanê de bi kujin. Welato kurê Remezan dema ku ev kuştin çêbû ew li ser xetê bû û wî dizanî ku wê ev kuştin çê bibê lê wî digo min nizanîbû wê kuştin bi vî rengî bê û wê hemî li ser hev werin kuştin wek ku ew dibêjê ji lewma ew ji serxetê datek piştî ku wî bihîst  wê Heybet di nexweşxanê de bi kujin bi alîkariya herdû hikumeta.
 Welat ji ser xetê xwe berda hate bin xetê û Heybetê  birîn  ji nexweşxana netewî revand bi alîkariya hin hevala berî ku ewê dî bigihine Heybet û wî bi kujin Welat Heybet bire nexweş xana Hesekê û ji Hesekê xwe gihande Xaça sor ya diwelî û çîrok hemî ji ware got:
 
Ta heftiya werê û xeleka werê






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=729