Giftûgoya Rewþenbîran Xwendina Kak Mecîd Þêxo
Dîrok: ÇáÓÈÊ 20 ÃßÊæÈÑ 2007
Mijar: gotar



Berzo Mehmûd

Giftûgo, yan em bêjin danûstandin bi þêweyekî þaristanî navbera mirovan de karekî pir baþ e, her ev jî eger navbera rewþenbîr û nivîseran çê bibe, ne tenê baþtir e, lê pêwîst e, nemaze jibo danûstandina boçûn û bîr û rayan di mijar û babetên bigirêk de.


Belê eger em dîtin û bîr û raya xwe ji hev re bêjin, û ji hev re bixwênin, û bidin ronîkirin, gerek em jî li gor vê giftûgoyê bin, ango bila em pev re bi awayê xelkên pêþketî, û wek xelkên þaristanî bîr û baweriyên xwe bêjin, helbet mebesta min ew e axaftin li gel hev bi biratî û bê nervizandin û tûjiklêdan yan nîqpêvekirin. Lê bi ser wilo de jî nabê ku em bi awakî nimûneyî (ideal, mîsalî) li bûyeran meyze bikin, ji ber ku  li dawî em mirov in, em dikevin bin giraniya hest û sozê xwe de; çilo em dilxweþ dibin, wilo jî em ditengijin û xemgîn dibin; çilo em bêhinfere û dilpak in, wilo jî   em hestnazik û xûngerim in.  Helbet, ez vê yekê dibêjin ne kû ez tiliya xwe ber bi kesekî taybet ve dibim, lê em hemî di vî warî de dijîn, û em di nav gêra rewþenbîran de diçin û tên, û em bi çavê xwe dibînin û dixwênin ku li hin deveran qerebalixeke bêwata navbera hin nivîserên kurd de pêdikevê ku gelek giriftar û gelemþe û serêþî ji dûv gotarên rexnê navbera nivîserên kurd de çêbûn. Evê yekê hiþt ku êdî nivîser nema raya xwe di babetekî de bidê, çi xirab û çi qenc, ji tirsa têgehiþtineke þaþ ku ne dûr e bibê sedema pêxistina agirekî bêhavil. Lewre yê ku haj xwe hebê, wê hewl bidê û nehêlê wek van helwêstan werê xweyîkirin.
Em vê yekê dibêjin ne ku serbestiya derbirrîna raman û baweriyan pabend bibê û bikevê nav kot û zincîran de, na, ez ne vê dibêjim, lê belê ya pêwîst ew e em çilo bîr û raya xwe ji hev re bêjin, em çilo boçûnên xwe di helbestekê de yan di mijareke wêjeyî yan zimanî, yan siyasî, yan çi tiþtekî dîtir de, bigihênin hev. Ev çiloya han dihêlê ku em dilê xwe ji hev re vekin, û hevdû ne-êþênin, û tenê bîr û raya nivîseran di meydanê de bilind bibê. Di vê têvejoyê de dixwazim bersiva Dr Mecîd Þêxo li rayeke min bidim xuyanîkirin, ku ev bersiv dibe wek gulbijêr ji vî nifþê bersivan ku dihêlê mirov bide pey, û li ber têkista wî mirov hînî  awayê baþ di nivîsîna bersivan de. Bêgoman, Dr. Mecîd Þêxo, wek ez wî nas dikim, hevalekî birêz û birûmet e, wilo jî gotara wî derheqa dîtineke min bi þêweyekî rêzdarane hatiye nivîsîn, ji ber vê yekê ez sipasiya wî dikim û ewê her û her di dilê me de bimênê.
Derheqa gotara wî, çend têbînî bala min kiþandin, lewre min xwest ez wan têbîniya berçav bikim ew jî ev in:
1. Bo min cara pêþî ye ku ez pêrgî gotareke rexnesazane bi awakî bilind ji giyanê biratiyê, dûr ji zikreþî yan zixtiklêdanê, dûr ji mebestên siyasî, dûr ji nexweþîyên derûnî û takekesane ku, mixabin, bi gelek nivîserên me  re hene, nemaze gotarên hevnizimkirinê di malperên internêtê de belav dibin. Ji ber wilo jî ez vê gotarê wek baþtirîn nimûne di rêbaza guftûgoyê de dibînim ku em bikarin li ser vî þêweyî xwe hînî guftgoyê bikin û dîtinên xwe ji hev re bêjin.
2. Ya dîtir jî ez nehatime deriyê gengeþê bi Dr. Mecîd re vekim ka mebesta min çi ye, yan wilo ye yan ne wilo ye!! Ji ber ku wî bi xwe heme bêje bersiv jidêvla min ve jî daye, û riya min kin kiriye. Ev bi xwe belgeyeke ku nivîser van kêþeyan ji hev derdixê, û bi hiþmendî li meselê dinerê, dûr ji nexweþiyê takekesane ku axaftinê navbera herdû nivîseran yan herdû bêjeran nexweþî dike.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=728