Newroz gurzek helbestên bi hêvî û soz
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 09 ãÇíæ 2006 Mijar: Nûçe
welateme.net
Newroz berê nixuriye ji berhemê helbestvan Emerê Ismail re. Newroz ji gurzek helbestên netewî, civakî, welatperwerî û evîndarî pêkhatiye . Helbestvanê me di helbestên xwe de Dêrikiye, dilê wî bi þînahî û þîraniya Dêrika Hemko re jeniye, kaniyên dilê wî teqane, derbûne û vedane.
di bîr û boçûnên xwe de zelale weke zelalî ya ava Dêrikê,bi bawerî û ramanên xwe re raste weke navrasta Deþta Hesinan û Devera Koçeran, di zar û zimanê xwe de þêrîne weke þîraniya Tirî û Hejîrên Endîwer û Cizîra Botane, di bang û xurandina xwe de weke deng û qep-qepa Kewê çiyayê Qereçoxe. Hêjayî gotinê ye ku pêþgotina Dîwana Newroz mamosta Konê Reþ nivîsandiye, tê de bi kurtî li ser jîn û jiyana helbestvan Emer sekiniye û pêzanînin berketî di vî alî de dane xuyakirin. Emê pêþgotinê û helbestekî ji Dîwana Newrozê ji xwendevanên welatê me re belavbikin.
Pêþgotinek Hindik Rindik
Konê Reþ
Dîwana ( Newroz ) komek ji helbestên bedew û delal,bi zimanê kurdî, di nav perên xwe de kom dike.buhareke rengîn,ji gotinên Kurdî yên resen di nav malikên xwe de rêz dike. Xwedanê dîwanê helbestvan Emerê Îsmaîl, helbestên xwe bi zimanê herêma Koçerên Mîran, Deþta Hesinan û çiyayê Qereçoxê hunandine. Ev zimanê ku roja îro ji gelê Kurd re mîna çavkaniyeke ava zelale..Mîna zimanê Qureyþiyane sebaretî Ereban, zimanê Koçerên mîran ji gelê Kurd re wihaye.. Çendî mirov nêzîkî Cizîra Botan û koçerên mîran bibe wiha nêzîkî reseniya zimanê Kurdî dibe.. û ev yek xweþ belû ye di vê dîwanê de... Helbestvan Emerê Îsmail, di gurzek gul de bi navê ( Newroz ) his û hestê xwe, kêf û þahiya xwe, kul û xemên xwe ji xwendevanên zimanê Kurdî re pêþkêþ dike û di helbesteke xwe de wiha dibêje: Vegerin welêt kurê Kurdistan Vegerin welêt xortê xwendevan Vegerin welêt maldarê Kurdan Bibin partîzan li nîva kurdistan Helbestvan Emerê Îsmail di dîwana xwe de li ser þoreþa Barzaniyê nemir giryaye,kenyaye û lîlandiye û wek mirîdekî Barzanî, meþa li ser rêbaza wî ji xwe re kiriya armanc û wiha çend helbestên balkêþ hunandine. Di helbesta Kurdistan û Barzanî de wiha dibêje: Barzanî rêbaza meye li ser þopa wî bajon Li cîhanê bi nêrin Rêça miletê kurdî ji karwan re xwîya ke ji dozê re li karin Hem jî li ser Newrozê û serê sala Kurdî çend helbestên spehî afirandine: Li girê sipî her wekî bilbil dixwînim Bijî Newroz bi dengek raperînim Ji kurdan ra silavên germ di þînim Bijî Newroz jê re helbstan di vehînin
lê wî qet jina Kurd jibîr nekiriye, jêre jî çend helbest berhevkirine. Keca kurdî serî rake bi mêranî Sitêra geþ serî rake bi þêranî Va hate heþtê adarê Li te pîrozbê Di vê rojê de dil xweþbî biþahanî Wek mirov ,wek neferekî ji vê civatê, li dor evîn evîndaran wî dîwana xwe bê par ji sirûdên evînê û evîdariyê ne hiþtiye. Di gel ku wî Dîwana xwe bi çend sirûdên þîn û koçkirina kurdperweran xemilandiye.. Ji mêjve min navê Emerê Îsmail sehkiriye, û bi berfirehî min ew nas kir dema ku di bûyerên Adara sala 2004 an de hat gitrin mîna gelek kurdperweran û di zindanê de gelek êþ û êþkince xwar û dît.. Hem jî ku yekî serekeye ji sê kesên ku (Koma Roj )ya folklorî di di buhara 1990 de damezirandine, herdiwên din(Hisênê Îbrahîm û Salêhê Eyûb in). Ev Koma ku her sal bi serketin cejna Newrozê, li ser (Girê Sipî )di herêma koçerên Mîran de li dar dixîne, û bi hezaran ji gelê kurd li wan temaþa û guhdarî dike.. Hêjayî gotinê ye ku piraniya stranên Koma Roj ji helbestên Emerê Îsmail in wek.Vegere Welat,Welatê min,Were canê.. Dema ku helbestvan Emerê Îsmail ji min xwest ez pêþgotina dîwana wî binivîsim ,ev gotina buhiþtî Mîr Celadet Bedirxan hat hizr û bîra min: ((Herçî em kurd,me ziman, zimanekî delal heye û em pê diaxêvin û piraniya me ji vî zimanî pêve bi tu zimanî nizanin.Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletî êdî ne bi tenê wezîfeke þexsiye lê wezîfeke milîye jî.Herçî bi vê wezîfê ranebûne wezîfa xwe a milî pêk ve ne anîne û bi kêrî miletê xwe ne hatine...)) Mîr Celadet Bedir Xan Kovara HAWARê Hejmara: 40 sala 1942 Þam
Ez jî kefxweþ dibim ku nivîskarekî zimanê Kurdî wek Emerê Îsmail li nivîskarên Kurd zêde bibe. Ev xortê ku biçûkanî û xwendina xwe a seratayî di nav gundên Koçerên Mîran de bûrandiye .Li bal min ew mîna akadîmiyekî ye di zimanê kurdî de, nexasim ku mijûlbûna wî bi danheva folklorê herêma koçeran hebû û gelek gotin û mamik dane hev,hem jî ku di bin akam û bandora rehmetî Þêx Nezîrê Þêx Zahir de ji gundê Sêgira hez zimanê kurdî kiriye,çaxê ku li bal wî çav bi (Nûbuhara Biçûkan)ya Þêx Ehmedê Xanî ketiye...
Tevî ku ev dîwana helbestvan Emerê Îsmail (Newroz )bi rengê kilasîk hatiye berhev kirin ,lê ne ku ew helbestên serbest û azad nanivîse, belê dîwanek wî ya din ji vî terzê serbest heye amade dike ji çapê re. Ez jî ji dil û can serketinê ji helbestvanê me re dixwezim, û bi hêvîme ku ew çend þaþiyên ku hebûn di dîwana nû re derbas nebin.
Konê Reþ Qamiþlo 05/09/2005 Eve helbesteke ji Dîwana Newroz
Welatê min
Emerê Îsmail Welatê min tu xweþ warî Hemî mêrg û çem û darî Tu rohniya þeva tarî Çima rewþa te wendaye
Welatê min cihê mêra Warê pilingan û þêra Bihiþtî tu ji sînora Çima rewþa te nexwiyaye
Welatê Min cihê Mêrga Ji bingeha þer û cenga Gul û beybon ji hemî renga Çima xemla te wendaye
Welatê min tu tim þînî Kul û derdan di kêþînî Ji ber dijmin di nalînî Welatparêz ji cengaye
Welatê min serî rake Li ber dijmin xweþ xwiyake Bo kurdistanê tu banke Ti war û cihê Kurdayî
Welatê min tu xweþ rengî Ji kurdan re tu ferhengî Li cîhanê bi nav û dengî Cihê box û beranayî
Kurdistanê welatê min Bi kurdiye zimanê min Tu laleþ û evîna min Çiqas bêjim tu hêjayî
10-8-1988
|
|