Bêzarbûyîna Ziman
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 12 ÓÈÊãÈÑ 2007
Mijar: Ziman



Siyamed Sîpan Uðurlu
 
Berî xwe bera nav bahr û okyanûsên keserên xemgîniya xwe berdim, ka em nirxandinek li ser ziman bi hevre parve bikin:
„Dernekeve ji mal e
Hem ciwan e hem kal e
Geh þûr e geh mertal e
Hem neyare hem heval e
Geh þêrîn e geh tahl e
Geh rastiye geh xeyal e
Hem çol e hem jî mal e
            Berî her tiþtî ew rûmet bi navê ziman e”


Belê babeta me Zimanê Kurdî, Zimanê Zikmakî ye. Gelo gotina zikmakî di wateya xwe de çi vediþêre? Bêje ya „Zikmakî“ tê wateya zimanê zikê dayikê. Ev jî tê wateya ku perwerda ziman ji zikê dayikê destpê dike. Dema dayik diaxive, zarokê ku hîna haya wî ji rastiyên tazî tuneye, zimanê dilê dayikê, zimanê ku dayik diaxive jiyan dike ango gûhdarî dike.
Me gotibû ku mijara me yî vê nivîsê Ziman û bi taybetî Zimanê Kurdî ye. Lê ka em bi hevre li derketin û pêþketina ziman bi gelemperî temaþe bikin:
Berî ku mirov ji çaxa sewalan derbikeve û bikeve çaxa mirovahiyê, ku ev em wek „Ravejînê“ bi lêv dikin ango „Evolution“ ji bo derbaskirina wê demê xala herî girîng û herî mezin ziman bû. Bi qûrtasî cûdahiya di navbera mirov û sewalan de zimanê meye, ku me tînê asta ango neçarî fikrandinê û bi tevgerek bi aqil dike. Cîhêrengiya me ya ji ravejînê heta roja îro eve. Ziman di derbasbûyîna çaxa ravejînê rola rêgeha rêbertiyê lîstiye.
Piþtî ravejînê bi hezaran zar û ziman pêþde ketiye. Ev pêþdeketin bûye sedem ku îroj roj nêzîkî derdora 6 hezar ziman û zarava li cîhanê heye.
Ger ziman winda bive ev tê wateya ku mirov vedigere berî ravejînê.
Belê, em rêwîtiya xwe ya ziman di nava rûpelên dîrokê de berdewam dikin. Em rûpelê dîroka Mîtolojiyan ango Cîhana Xweda û Xwedawendan vedikin. Xweda û Xwedawendan yekem car hewl dane bi ziman têkîliyê bi mirovan re deyne. Li gora tê gotin di çîrok an jî mîtolojiya afirandinê de tê gotin ku ji ber ku Prometheus nîv mirov û nîv xwedaye, bi alîkariya hêza xwe yî afirîner dengek ku mirov dikare pê derd û kulê xwe bireþîne daye mirovan.

Prometheus ew xwedayê ku, ji ber ku agir ji cîhana xweda û xwedawendan diziye û ji mirovan re aniye, ji aliyê Xwedayê Xwedayan Zeûs ve tê sezakirin. Li gora sezayê Zeûs dibê Prometheus bi latan bi cincîran were girêdan û dibê her roj qertelên birçî ji laþ, gurçik û dilên wî têr buxin. Prometheus her wiha tê wateya yekem car Serhildanê, yekem car Berxwedanê, li hemberî desthilatdarî û zordestiya xwedayan anjî kesên ku sîstema desthilatdariyê bi rêve dibin.

Piþtî çend bêje yên li ser Prometheus ka em binerin bê zanyar û feylezof Platon ji bo ziman çi gotiye. Platon ji bo ziman wûsa diaxive: „Ziman xwe bi hevdû hînkirindayin, pêj avêtin û palvedan e.

Dema em xwe bera çaxa antîka Grekan dide û dinerin bê zanyar û feylezofên mezin, hîna wê demê bi çi girîngiyê ziman vegotiye, mirov matmayiyê nêzîkatiya mirovên roja me li hember ziman, dimîne.

Mirov dikare ziman mîna mala heyî anjî saxlem bi nav bikin, zimanê di xeterê de, tê wateya dîwarên malê di xeterê deye, zimanê di xeterê de, tê wateya, rizandina stûnên malê.

(…ewê berdwam bike)







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=660