Bang
Beriya derdora 8 mehan, rojnamevan
Ednan Hesenpûr û çalakvanê sivîl
Ebdulwahid Bûtîmar(
Hîwa) ji bal desthilata Îranê ve li bajarê SINE hatin zindankirin. Li roja 18.07.2007an, dadgeha Islamî biryara bidarvekirina herdu rewþenbîr û xebatkarên kurd wergirtiye û ew di zindna tekane de cîwar kirine.
Bi rastî, þerm û fihêt e ku di demeke mîna dema me ya îro de mirov di welatê xwe de, ji bo nerîn û helwesta xwe ya azad bête bidarvekirin..!!
Li gora hemî zagonên navnetewî û prensîpên mafên mirovan di cîhanê de, mafê nerîn û derbirînê mafekî parastî ye, nabe tu dewlet, tu hêz vî mafî binpê bike û li gora berjewendiyên xwe yên tengî nijadperest vî mafê pîroz daqurtîne.
Em kovar û weþanên bi zimanê kurdî yên li Sûriyê derdikevin, vê biryara hovane ya derheqa herdu rewþenbîr û tekoþerên kurd þermezar û riswa dikin, bang li hemî dezgehên mafên mirovan, raya giþtî ya cîhanê, hezkerên azadiya mirovan, hezkerên peyva azad dikin ku li dijî vê biryara ne mirovane serî hildin û ji bo serbestkirina wan têbikoþin.
- Azadî ji mafê nerîn û derbirînê re!
- Hilatina terorkirin û iþkencekirina rewþenbîr û xebatkarên mafên mirovan ji cîhanê..!
Sûriya : 31.08.2007
* Kovara Aso
* Weþana Deng
* Kovara Gulistan
* Kovara Gelawêj
* Kovara Jîn
* Weþana Newroz
* Kovara Pirs
* Kovara Perwan
* Kovara Roj
* Kovara Vîn
* Weþana Ziman