Ji Binxetê em salvegera Azadiya Welat piroz dikin
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 21 ÃÛÓØÓ 2007
Mijar: gotar



  Konê Reþ

   Di tebaxa burî de(2006), dema ku me sehkir wê rojnameya Azadiya Welat rojane li Amedê were weþandin, hingê ji kêfan re min gotarek bi navê( Apê Musa Anter bi -Tîr-ek xwe beþdariyê bi me re bike) nivîsand û di medya kurdî de belav kir.


   Va îro(15/08/2007), salek di ser weþana wê re derbas dibe. Ev rojnameya ku xwerû bi kurdiya latînî û rojane li Amedê, paytexta kurdên bakur çap û belav dibe û bi hezaran xwendevan peyda kiriye...
   Bêguman Azadiya Welat berdewamiye ji rojnameya Welat re, ewa ku berî 15 salan-1992-li Stenbolê derdiket. Hingê apê Musa Anter di quncika bi navê TÎR de dinivîsand, min jî di rêka wî re gelek caran  berhemên xwe di nav rûpelên wê de di weþand in. Carekê jî, ji ber helbesteke min bi navê( Bizina Pîrê), ku têde belav bibû, ji ber emniyetê ve ez hatim xwestin û bersivdan, ji wan werê ew rojname bi tirkî ye, wan bawer nedikir ku bi kurdî ye vêca ji mib pirsîn; Te çi di vê rojnameya bi zimanê tirkî de nivîsandiye ? Ma tu bi tirkî dizanî ? çi pêwendiyên te di gel wan  de hene û çilo û çawa..
   Dawî, rojnameya Welat hat rawestandin, rojnameya Welatê Me di þûnde zîlda , ew jî hat sekinandin, rojnameya Azadiya Welat a heftane serî bilindkir û wiha ji salekê ve Azadiya Welat a rojane, bi rêk û pêk weþana xwe berdewam dike...
   Ji rexekî din ve, di van herdû salên dawîn de, lo dor standardkirina zimanê kurdî gelek giftugo hatine li darxistin û hin hewildan hene ku zimanê kurdî li baþûr bibe soranî û hin bi hin kurmancî pûç bibe. Bi behana ku soranî xwedî dîrok û ci girtiye, û kurmancî nikare wî cihî dagire...lê rojnameya Azadiya Welat xweþ bersive ji wan kesan re, ewên mîna Ferhad Þakelî û Muhsin Ciwamer ku bi zikreþî þerê kurmancî dikin û hewildidin ku zarokên Zaxo û Duhokê ji avê re bêjin Aw û ji jinê re bêjin afret. Þevê din di paltalka Zimanê Kurdî de, Muhsin Ciwamer got: Xelkên kurmancîaxêv nabin bi qasî xelkên Hewlêrê, min lê vegerand: Tu ne rat dibêjî, bese ku rojane li Amedê 10 hezar dane ji rojnameya Azadiya welat tê firotin..

   Belê bi vê gava dîrokî re xewnên Mîr Miqdad Bedirxan, mîr Celadet Bedirxan, Cegerxwîn, Musa Anter, Adip Karahan û Huseyin  Deniz bûn rastî...Hem jî xewnên me bûn rastî..Em jî ji dil û can ji vê gava dîrokî re dilîlînin û þabaþ dikin...Û pêre pêre kurmanciya me bi me þêrîntir dibe
  Pîroz be gelê kurd li we salvegera rojnameya Azadiya Welat. Mijde bo we þehîdên peyva kurdî a resen, va zarokên we xwe ji dûv doza we a pîroz nedane alî, xewnên we dikin rastî.
   Di vê derheqê, bi vê helkeftinê tiþtek ji min nayê ji bil ku ez spasiyên gerim ji Qamiþlo û Binxetê pêþkêþî berpirs, endam û tev karkerên rojnameya Azadiya Welat bikim, destên wan behejînim û ji wan re bibêjim bijîn bijîn bo peyva kurdî a resen…

Konê Reþ
Qamiþlo







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=636