Hijmara nû (32) ji kovara Hawara Nû derket
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 21 ÃÛÓØÓ 2007
Mijar: Nûçe



  Hijmara nû (32) a meha Tebaxê ji kovara Hawara Nû a hizrî-ramyarî-çandî-ku Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî mehane û bi herdû zimanên Kurdî û Erebî derdixe, kete ber destê xwendevanan de.
Gelek babetên hizrî û ramyarî û wêjeyî ciyê xwe di hijmara nû de girtine, tevî deqên sêmînarên Kombendê yên heftane.


Ji bilî pêþgotina hijmarê a bi sernavê“Rêjîma Sûriyeyê berbi peydakirina nakokiyeke nijadperestiya nûve diçe” van navnîþanan cî girtiye: Tirkiyeya neteweperest û Îslamî li dijî rizgariya gelê kurd e ya birêz Selah Bedredîn, Mafê destnîþankirina çarenûsê di navbera yasa û siyasetê de ya birêz Îbrahîm Abraþ, Madeya 142 û þiyanên reeal ji bo serrastkirina destûra herdemî ya birêz Dr.Azad Osman.
Di beþê Kurdî de, deqên van sêmînaran cî girtine: Tundûtûjî li dijî jinan ya Dr.Þiwan Mihemmed–Piroseya “standardkirina” zimanê Kurdî ya Dr.Elî Cokel-Îslam û kuþtina jinan di bin navê “xesel `ar “ de ya birêz Omerê Cengiyanî- Peywendî di navbera herêma Kurdistan; û Bexdayê de ya birêz gotûbêjê fermî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cemal Ebdulla. Ji bilî sêmînaran, van babetê han ciyê xwe di beþê Kurdî de girtine: Wergera Ebdulxaliq Berzencî ya “Tirsnaktirîn belgenamekan: Kê kurdî bi Îraqewe likand?”-Gera Palo li welêt ya Besam Mistefa-Naskirina wateya peyivan (ziman–beþa 9) ya Hesen Huseyîn Denîz-Xezal û Kûsî çîroka Wezîrê Eþo.

Ji bo agahiyên bêtir Hawarê li ser vê navnîþanê bixwînin: www.hevgirtin.net.

Sergotar

Rêjîma Sûriyeyê berbi peydakirina nakokiyeke nijadperestiya nûve diçe

Pilanên þovînîst li dijî Kurdan ranewestiyane. Eger serjimara awarte ya sala 1962, dora 150, 000 mirovê Kurd ji nasnameyê bêpar hîþt û zinnara erebî ya ku bi taybetî ji salên 60-î ji sedsala buhurî hate danan bi mebesta guhêrandina bunyadgeriya dêmogirafîk li deverên Kurdî li berjewendiya erebkirinê, armancên xwe bi temamî bicî neanîbin lêbelê salên piþtî herdû pilanên sîstêmkirî bi dehê kiriyar û karûbaran bixweve girtin, di nav de fitneya sala 2004an, ya ku li Qamiþloyê destpêkir û li Zoravayê bidawî bû, û di Kobanê û Helebê û Efrînê de derbas bû, û cemawerên Kurd ew ji fitneyekê veguhastin bo rabûneke pîroz li dijî desthilatdariya dêspotîka þovînîst û hîþt ku pilan li pêþiya welatiyên Sûriyeyê û cîhanê tevî were riswakirin berî ku armancê xwe yên xirab pêkbîne ku hêvî dikirin kurd û ereban li hev gur bikin û nawçeya Kurdî bikin yeka leþkerî û þerekî xiyalî peydabikin bi cînarê Iraqî re ji bo balkiþandinê û servezêdekirinên neteweyî.
Di qonaxa niha de, rêjîm bêtir bi hewceyî lîstikên wihaye nemaze piþtî pêþveçûna dadgeha navneteweyî ya taybet bi tawana destkuþtina serok Herîrî û kifþbûna desttêwerdana rêjîmê di karûbarê Lubann û Îraq û Filistînê de û biriyara civaka navneteweyî bi sizadana rêjîma Sûriyeyê û firehbûna refên opozisyona demokiratîka Sûriyeyê li hundir û derve û zêdebûna piþtgiriya navneteweyî ji opozisyonê re tevlî berzbûna nerazîbûn û astengiyên navxweyî tanî di nava rêjîmê bi xwe de û herweha pêkhatina bûyer û teqînên vî dawiyê.
Ji ber van sedemên li jor gotî, rêjîm hewil dide ku rewþê li parêzgeha Cizîrê têkbibe û pilana erebkirinê berdewam bike û dehan malbatên ereb ji derveyî nawçê bîne ku li wira bicî bike û dest deyne ser zeviyên cotyarên Kurd yên ku berê zevî di bin navê “zeviyên dewletê”de ji wan hatibûn sitendin. Gelek hêz û kesan ji ereb û kurd û niþtimanperweran agahî derbarê xeterên vê biriyarê dabûn ji ber ku gelê Kurd bi hemû çîn û tiwêjeyan dê bê dudilî li hemberê pilanê bêdeng nemîne û dê piþtgiriya niþtmanperwerên Sûriyeyê û raya giþtî ya cîhanê bidestbixîne di vî þerê bo parastina mafan û demokirasiyê de.
Bûyer weke ezmûnekê ye sebaretî hemû gelê Sûriyeyê ji kurd û ereban û encamên wê dê rê û asoyên balansa hêzê û derfetên guherîna demokiratîk destnîþan bikin, ev guherîna ku ser radeya hevgirtina herdû tevgerên niþtmanî di gorepana kurdî û erebî de di warê pêkanîna armnacên hevbeþ de, dimîne.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=635