Di civnn partiyn siyas de j bi kurd qise kirin maf min maf her kurdek y xwezay netewey demokratk e
Drok: 31 2007
Mijar: gotar



  Îbrahîm Guçlu

Bi Riya Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya 7-emîn a Diyarbekirê
JI DADGEHA CEZAYÊ YA ASLYEYÊ YA 2-EMÎN YA MÊRDÎNÊ RE,
Min di 31.07.2007-an de ji dadgeha Diyarbekirê daxwaz kir ku ezê bîrûreyên xwe bi kurdî pêkê bikim, ji bona vê jî biryarek bê girtin ku wergêrekî ku kurdî ba dizane ji bona vê yekê bê tespît kirin.  


Hezar mixabin dadgehê ev mafê min da bin linga û ew daxwaza min red kir û biryar da ku ez bi tirkî bîrûreyên xwe pêkêî dadgehê bikim.
Ev biryara dadgeha Diyarbekirê him li dijî mafê min yê xwezayî û hiqûqî ye, him jî li dijî îstîqrar û hevbeiya dadgehîkirina dadweriyê ye. Lewra Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya 2-emîn a Diyarbekirê di 21. 04. 2005-an de bi riya wergerê kurdî bîrûreyên min wergirtibû. Ez wê biryarê didim berçav û ji dadgeha we re bîrûreyên xwe bi kurdî pêkê dikim. Dadgeha we jî dê bi riya wergerekî kurdî, bîrûreyên min bike tirkî û gor wê dozê bimeîne.
  ******
Ez kurd im û zimanê min ê zikmakî kurdî ye. Ez di hemendem de  damezrênerê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PARê) im. Min dema ku di 12.10.2003-an de di Kongreya HAK-PARê ya Mêrdînê de axiftin kir, di hemendem de ez cîgirê serokê gitî yê HAK-PARê bûm jî. Min, li Mêrdînê di kongreya HAK-PARê de bi kurdî qise kir.
Ez ji vê helwestê  xwezayîtir û deomokratîktir helwestekê nabînim. Lewra him ez kurd im û him jî ew kesên bedarî kongreyê bibûn kurd bûn. Ez, ji bona ku neteweya kurd desthilatdar be, xwe bi xwe îdare bike, kolonyalîzma li Kurdistanê heyî ji holê rabe, neteweya kurd azad û rizgar bibe; zimanê kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanê fermî û zanîngeh daxîl ji bona ku zimanê kurdî di dibistanan de bibe zimanê perwerdayî, redyo û telewîzyonên kurdî 24 seetan bi zimanê kurdî bimee, di nav xebat û têkoînekê de me.  
HAK-PAR jî, ji bona ku gelê kurd mafên xwe yên neteweyî û demokrat yên exsî û kolektîf qezenç bike hatiye damezrandin. Ji bona vê jî HAK-PAR li Tirkiyeyê partiyeke pêwîst e û ji hemû partiyên sîstemê û dewletê ferqtir partiyek e. Partiyeke demokratîk û kîtlewî û plûral û hevdem e.
HAK-PAR, ji bona ku li Tirkiyeyê sîstemeke federal ava bibe, neteweya kurd û tirk ji aliyê hemû mafan de wekhev bin,  xebat dike.
Hak-PAR, ji demokrasiya Yekîtiya Ewrupayê (YE-yê) re xwedî derdikeve, ji bona ku li Tirkiyeyê bi hemû standardart û pîvanên sîstema YE-yê li Tirkiyeyê pêk bê, di nav têkoînekê de ye.
HAK-PAR girêdayî realîteya Tirkiyeyê ya plûral ya etnikî, neteweyî, çandî, zimanî, îdeolojî, ol û mezheban, çîn û tebeqeyan sîstemê dixwaze jinûve ava bike û realîze bike. Lewra sîstema li Tirkiyeyê unîter, neteweyî ya tirk, Kemalîst e; sîstema serdestan e.
HAK-PAR tespît dike li dinyayê welatên ku xwediyê pirnetewe û piretnîk in,  nikarin bi sîstemeke unîter û dewletên neteweyî jiyana xwe di rêjimeke demokratîk de bimeînin. Sîstemên unîter û dewletên neteweyî wê demê bes dikarin bi riya dîktatorî, otorîterî û totalîterî jiyanên xwe bidomînin. Perçebûna wan jî qederek e. Lewra ceribandina civat, netew û gelê dinyayê jî vê yekê nîan dide. Li Yekîtiya Sowyetê, li Yugoslavyayê, li Vîetnameyê, li Koreyê, Li Elmanyayê diktatorî bû sedem ku ew welatan parçe bibin. Ji bona vê li Tirkiyeyê û li Îranê û li Suriyeyê wek li Iraqê sîstemeke federal ava nebe, ji  encama parçebûnê nikarin xelas bibin.
HAK-PAR daxwaz dike ku Tirkiyeyê li Qibrisê û li Iraqê ji bot tirk û turkmenan, li Yugoslavyayê ji bo Kosova û Bosna-Hersekê, li Filîstînê ji bo fîlîstîniyan siyaseta dimeîne, dema ji bo kurdan jî bimeîne, çareserkirina pirsa Kurd-Kurdistanê gelek hêsantir dibe.
Gelê kurd, xwediyê maf e ku zimanê xwe li her derê bi kar bîne, bi zimanê xwe perwerde bibe, redyo û telewîzyonên xwe bi kurdî guhdar bike. Li Tirkiyeyê ji bona ku 25 mîlyon kurd dijîn, divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî. Kurd, li dibistanan bi zimanê xwe perwerde bibin. Kurd xwe bi xwe îdare bikin. Ji bona vê dezgeh û rêxistinên xwe ava bikin. Di vê çarçewê de divê kurd partiyên xwe yên siyasî; komele, weqif, enstîtû, navendên  xwe yên lêkolînê bikarin ava bikin. Ev armanca, ne li dijî maf û azadiyên mirovî ye. Ev armanca di hemendem de bi qerektera YE-yê re jî li hevûdu dike. Tirkiyeyê jî dixwaze ku bibe endama YE-yê û di vê merhelê de jî di navbeyna Tirkiyeyê û YE-yê de mizakere/guftûgo dom dikin. Demokrasî û konsepta YE-yê jî, mafên grubên etniqî û neteweyî gelek vekirî diparêze. Bi taybetî jî parastina zimanan û çandan, armanca YE-yê ya bingehî ye.
Tê zanîn ku beriya vê 5 salan, Tirkiyeyê ji bona ku bi YE-yê re bibe endam û hevbe, qanunên lihevkirinê amade kirin. Di van qanûnên lihevkirinê de her çiqas kurdî vekirî nebe jî, endîrek hatiye pejirandin. Di jiyanê de jî zimanê kurdî di çarçeweke gelek teng de azad e. Wek tê zanîn di despêk de di telewîzyona fermî ya dewletê TRTê de bi du zaravên kurdî, bi kurmancî û zazakî program hatin pêkê kirin. Pit re jî biryar hat girtin ku di telewîzyonên taybet de bi kontrol û bi kurdî program bên pêkê kirin. . Di vê merhelê de jî ev tetbîqata dom dike. Helbet gelek akere ye ku daxwaza min û neteweya kurd bes ne ew e. Ew tetbîqata xapandina gelê kurd û YE-yê ye. Ba tê zanîn ku ev tatbîqata hewcedariya neteweya kurd nikare bîne cîh.
Dîsa ba tê zanîn ku di çapemeniyê de , di rojnameyan û kovaran û pirtûkan de jî her çiqas di derbarê wan de dadgeh dom jî bikin,  zimanê kurdî di çarçeweka teng de  bi kar tê.
Di jiyana rojane de jî, her çiqas hêzên dewletê ji bona kurdî zehmetî jî derdixin, kurdî qise kirin bi gitî û fermî  qedexe nîne ?.
Partî jî ji aliyê mirovan de tên ava kirin. Gelo çima mirov li her derê bikare kurdî qise bike, di civîn û xebatên partiyan de nikare kurdî biaxive.
Bes di qanûna partiyên siyasî de ev qedexeye dom dike. Ev qedexeya, li dijî guhertina ku di qanûna esasî (destûrê) de jî pêkhatî ye. Ji bona vê divê dadgeha we vê pirsê bibe Dadgeha Qanûna Esasî. Pit re di derheqê me de doz bimeîne.
Ev xala qanûna partiyên siyasî, li dijî demokrasiya YE-yê, li dijî peymana mafên mirov yê Ewrupayê, li dijî Beyannameya Mafên Mirov yê Nevneteweyî û li dijî biryarên dadgeha Ewrupayê ye. Tê zanîn ku Tirkiyeyê di xala 90-emîn ya Qanûna Esasî de  peymanên navneteweyî wek qanûnên hundirî û herêmî pejirandine. Dema ku qanûneke hûndr û herêmî, li dijî van peymanên navneteweyî be, peymana navneteweyî bi kar tê.

Qanûna Partiyên Siyasî di rêjima dîktatorî ya lekerî de hatibû qebûl kirin. Divê ji vî alî de jî li meseleyê bê mêze kirin û biryarek bê girtin.
Ba tê zanîn ku pitî hilbijartina gitî ya 2007-an li Tirkiyeyê qanûneke esasî ya nû dê amade bibe. Ji bona vê beriya hilbijartinê xebatê dest pê kir û nûha jî didomîne.Divê ev qanûna esasî ya nû van qedexan ji holê rake. Qanûneke esasî ya demokratîk amade bibe. Qanûna esasî ji bona ku demokratîk be, divê hebûna miletê kurd û hemû mafên miletê kurd di qanûna esasî de gelek akere bên diyar kirin.

Encam:

1-  Ez ji bona vê daxwaz dikim ku ev doza di derbarê me de hatiye vekirin ji holê rabe.
2-  Heger doz bê meandin jî, doz bi encama beraatê dawî bê. Ji bona vê jî ez daxwaz dikim ku pitî mitelaaya esasî ya dozger ez parêznameya xwe pêkêî dadgeha we bikim.

Diyarbekîr, 31. 07. 2007

Îbrahîm Guçlu
   Hiqûqzane-Nivîskar






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=606