û ên bi dû pesinvaniyên kesayetî ezezî ketin wana riswa kirin, û dema ti rastiyek e bêsînor nîne ji bilî di hebûna bêsînor û zanebûna bêbend de, û gîhiştina mirov ji hewildanê xwe re ji bo baştirînê bi rêjeyîyê ve girêdayî ye eger çiqas kedên mirovî bên e hevdan, û peyketin bi dû zanînê rizgariyek e ji cîhanê re ye ji çaxên zorengan ,ên têgehên perçekirinan kedî kiribûn, û civakan tar û mar kiribûn, û sîstemên şaristaniyê berve dîrokê hilweşandibûn, ew sîstemên avaker ên balabûnê saz kiribûn, û bibûn rûnîgehek e tîrêjî pêşdar, berhinde kesên yên ramanên nû wana tengas dikin wê nikaribin kiryarê baş û nû bipejirînin, ji ber ku hezkirin qepûşka nihadî li paş hinek têgehan e ku timî hêviyên zanyaran ji bo jiyanek e nûjen asteng kirin.
Zanyar îro parizvanê çi avabûnek e hindik maye hilweş e an wê bê
xwarê û dema diyar li ser celebdarî hatiye bicîkirin, ne li ser
tengbûna dîtinê li gelên navçeya dewlemend, berhinde hebûnek ji netewek î
re nîne bi wateyê xwe yê rastir, yê a rast ku rastiyek heye netewan
aşkere dike , û girêdanên wana bi cîgehê, zimên, ol û cîranbûna dîrokî, û
nijadperestiyê ji encamê ramanek î dûrker e, û goşegîrbûn ji berhemê
ramanek î naye guhertin û bi girêdanbûnê ve dorpêçkirî ye, û hebûn
welatê mirovê zanyar e, û evîn nasnama xwe ye û zanebûn jî doza xwe ye
berve ramandinek e saxlem rê dide ji karek î saxlem re, û dibe ku derdê
gelên paşdemayî ji têgeh û nezaniya wana be, û dijminatiya wê bi
pêşveçûnê re, berhinde Vîktur Hîgu 1 dibêje : (Dema nezanî diqede, azadî
destpê dike.)
û wateya hebûna nezaniyê berdewamiya sîstema
serkotkirinê ye û cîgirkirina sitemkariyê û layanên wêna ji gendelî û
hilweşîna rewiştî ye û ev yeka baş di sîstmên cîhana Erebî û rojhilata
navîn de diyar dibe
Hilavêtina zanyarî bêtir e bi ramandin û
tevgerê û di jiyanê de hinek rawestgeh hene di diyarkirina gotûbêjê , û
ji bo ku zanîn di me de biserkeve , divê em bi
----------------------------
1-
Vîktur Hîgu: rojbûn 26.02.1802, koçkirin 22.05.1885, wêjevan,
helbestvan û romannivîsek î Ferensî ye, ji navdartirîn wêjevanên Ferensa
ye di qonaxa romensî de.
nirxên hişmendî û
hezkirinê ve wekî yekgirtinekê bêne girêdan , û hevdilî bê pîvanên
hişmendî dergeha lawaziyek e serkêş e mîna pêla xwestekên har e , û
mêjî bê hevdilî û rageha wijdanî pira ezezîtiyekê ye bi mirov ve diçe
berve tunekirina destkeftiyan , û alavên kiryara tevgerî a ku mirovê
çêker afirandibû, şaristaniyên mirovî şîn kiribû, û hatibû naskirin bi
rastiya civakî a jêderê xwe heyîna ku em jê ne, bi rêya dan û standinê
ye û ewa pêşveçûnek e gewdehî ji pergalê alavên hebûnê ne ta ku gîhabû
pergalê xwe yê naskirî û bîngeha avabûnê ew hebûna karlêkir e bi pergalê
xwe ve.
Zanyar ew mêrên meydanên cuda ne, û xwesteka wan ku hêza
giyan bi berdewamiya hiş û laş ve bê qemitandin di afirandina kiryarê
dezgehî de yê kiryarê serkeftî tîne, û bi rêya sûdwergirtinê ji rêbaza
bizaftinî û zayanvanî yên li ser vac û çalakirina wê cîgir dibin.
Naxwe
zanyar: ew mirovê ê bi dîtina xwe ji kesayetkirin û têgehên teng û
dorpêçkirî di parçeyên pirsgirêkan de pêşketî ye , û binemayên wî ji
yekbûna hebûn û pêwîstîbûna parastina wê dibişkive, bi rêya belavkirina
felsefa evîn û guhertinê, û guhartina mirovan ta bibin nîşanên zanyarî
bi rêya têkbirina nezanîkirina xelkê, bi avakirina Konfedresiyonan yên ,
partî,rêxistin , komele û saziyên civaka sivîl li xwe digrin, û
jêbirina cudahiya keleman di navbera gelan de ji bo gîhiştina ji komên
zanyarî taku bîngehek î saxlem ji sîstema zanîna mirovî re saz bikin .
Ji
ber vê yekê girîngî û pêwîstiya damezrandina hêzek e leşgerî heye
dewletan li xwe digre yên ku terorê pêknaynin ta bibin mertalek î bi
hêz li hember teror û tundiyê ,destkeftiyên mirovê hişmend ji neman û
têkçûnê biparêze , û tekoşînkirina rêxistinên terorîst bi heman rengên
xwe, berhinde artêşa zanyarî dixebite bi hêzên xwe yên pisporî û
teknolojî li ser têkbirina sazîkerê mirinê û bergiriyê ji mafê mirovan û
belavkirina aştiya cîhanî.
Artêşa zanyarî ew birca spêrkar e û
serkeftinek e ji mirov re ye, yê rastî binpêkirin, birçîbûn û
dorpêçkirinê li gelek deveran tê, û parastina zarokbûnê ji ber ewa
bedewtirîn tişt e li hebûnê, û saziyên yên beşdarbûyînê di çêkirina
biryarê hildigrin beranberî wê pêdiviya xwe bi agehek e zanyarî û bedewî
heye ji bo rêvebirina jiyanê û ev yeka geregiya xwe bi kanîbûna
bargirtina berpirsyariyê heye a ku dikare kanîbûnên xwe yên ne normal
piştrast bike, ji bo peywendiya rewiştî û pêkanîna hostetiyên dawîn ji
komkirina zanyariyan yên alîkariya me dikin ji bo rastkirina kêşeyan, û
qedandina wan bi rêya danîna çare û berdêlan.
Û baweriyên
bîrdozkirî li pêş afirandinên nû kelem in , û zanyarîbûnî nûtir û bi
hêztir e ji zanistdariya sexte yên li binên wêranbûyîn û bê regeziyê de
bîrovebûyî mabûn, û zanyar di kiryar û dîtinê xwe de aşkere dikin ku ew
riwê sipîtirîn in ji berdewamiya ramanên jîr , û rastî di reseniya xwe
de berdewam nûbûyî ye bi hebûnê ve yekgirtiye, û encamê rastiyê bi
zanînê tê naskirin, û zorenga rastîn ewa di vekolîna gotûbêjên jiyanê ye
û zanîna her tiştê ku tê li ser lêkolînkirin bin rehniya lêkolîna
zanistî a ku naveroka heyînê aşkere dike, û diyarkirina jêderên vîna a
ku zanyar distîn e ta ku ramanan sererast bike nifşek dû nifşekî, û pere
destikek e di destê zanyar de û jêre nabe kole, ji ber ku wê di
avakirina bedewbûnê de anîber dike, û hişyariya zanîbûyînê bê guman li
rê de ye, li dergehên şaristaniyê dixe yên vedibin ji bo mizgîndana bi
rizgarbûna cîhanê ji qonaxên sitemkarî û koletiya ji pere re, û zanîn ew
armanca bilindirîn e a ku bi mirov bilind dibe ta nekeve di binê
riswabûn û girtîbûnê de, ji ber ku herdûka xirab in, ewa berketina
bedewbûna berzbûyî di zimanan de ye yên dibûn destpêka vekolîna
danesînên evînê di nav gelan de, û diyarkirina wan ji maf, erk û azadiyê
re, û rizgarîbûn ji dîlgirtina demborîna sert erkek î zanyarî ye , û
azadî ji bo têgihiştina hebûn û qestkirina bedewiya wê ewa hewildanek e
ji bo rabûnê bi şaristaniya hişmend ve.
Naxwe evîn, hebûn û zanîn
encama rizgarbûnê ye ji gelek têgehên dijminkar û teng , û wateya
hebûnê timî hebûna evînê, hebûna zemînê, hebûna xwedê û bi rêya van
berpalkan seyrana mirovê hişmend li bajarên zanînê destpê kir , û eger
aloziyên gelan di nebaşiya rêvebirinê û gendeliya bijardeyan de dorpêç
bibin lê zanyarîbûn vexwendinek e ji bo damezrandina bijardeyên
şarezakar ji bo rawestandina ev aloziya lerifandî, û hatinên yên di
hebûna bedew de pêdiviyek e xurt e divê ji vînên zanyar û beşdarîbûyî
ve bi dadmendiyê bawer bibe wek bingehek î ji bo gerentiya mafan, ên
ew jî mercên sereke ne ji bo guhertina demukratîk .
Û pirjimarî
bîngeha cûrebûnê ye û tiştekî ji pêrewiya bi xubînîkirinê çavkar ve
nebaştir nîne bi guhertina mîrên cengê û çeteyên wêrankirinê ji hêzên
desthilatdar hurmetê nadin e çi binema an yaseyê , tenê jêre girîng in
di fermandariya xwe de serdest bin û malgirtin û kedxwariya hatinan
bikin bi berdewambûna pêşkêşkirina qurbaniyan ji laşên zanyaran ên
qurbankar ji bona tevahiya hebûnê, ji ber ku desthilatdar bi kiryarê
xwe yên çetîtî mezintirîn emraz ji serkotkirinê di dîrokê de berz
kirin, û bi dadgehên sûraxkirinê li hemî deverên heyînê hatibûn e
diyarkirin , di dema zanyaran her timî dibûn e beranên qurbaniyê ji bo
pêşveçûna gelan û afirandina geşepêdanê di pêvajoka wê ji bo xweşî û
pêşveçûnê .
Bergê zanyarî ew berga balatirîn e ji bo dûbarekirina
samanên heyînî ji nişteciyên wê re bi têkbirina hişmendiya malgirtin û
jihevxistinê , û ev bi rêya saxkirina rêveberiyên zanyarî pirjimarî
destpê dibe , û li ser hevparîbûn û lidûheviyê hatibe damezrandin, taku
bijardeyên gendel negihin, û ji vir em dikarin bînin ziman ku rabûna
bijardeyên tundirew a olî yên ku hinek dewletên mezin piştgiriya wêna
dikirin li cîhana Erebî dewsa siyaseta piştgiriya xwe yên berê ji
xuseriyên wêna re ewa mîna belavkirina nezanî û tundiyê ye li ser wê ,
ta civak ji paşverotiyek ta paşveçûnekê ve bêne veguhêztin, û ev yeka
dibe ziyanbexşiyek e giştî li ser tevahî cîhanê .
Û metirsî gefê
xwe li ser hebûnê teva ye, û herwiha rabûna vîna gelêrî a zanyar rodana
terorê kêmtir dike , taku ji derveyî giroveriya zorenga pêşî dernekeve û
belav nebe û li deverên din ji cîhanê newin veguhêztin .
Û
serdariya cîgirbûyî di sîstemên fermandariyê de bi encamê bihevketin û
tundîkirinê li sertî û desteserkirinê û girtina dev cîhanê birêvebiribû
ji zêdetir ji girtinheviyan ên ku gelek pêvejoya gelan dereng xistibû û
jêre dibû kelem ta bigha nimûna cîhana sivîlbûyî a ku zanîn, avabûn û
bîraweriya aştiyan e xuyanîkiribû, û ev yeka bi heman rewşê xweşiyek e
herdemî diafirîne.
Dûbare berhemkirina hişmendiya serdar ji
kêşeyekê dertê bi pêmabûna hişmendiyek e bêcan naye mezinkirin, ji ber
ku ji ageha zanyarî dûr e û ev bi xwe hinirek e hestiyarî navenda wê
hezkirin e berhem dide û ramana zanyarî têgehên yên jîniya ramanê çalak
û afrêner kelepçekirî dike jêdibe, û siyaset li cem zanyar
piştmêrencamgirtin, raman û xwazeyên wê ne, û ne bervajî.
Nexwe
zanîn a ew zanista kargêrîkirina evîn e û ew yê ku em wêna binav dikin
parastina rewişta xuristî ango vegera li sirûştê ye.
Û
nebaştirîn tiştê ku kiryarê ramanî a nûjen bicî kir ku ew şîrova evîn
biçûk û qelstir kir , ta hîştibû tenê huş û sewda be di henas de wek
hez be, lêbelê evîn nûnertiya tevger û têgerînê li hebûn dike, û em
ligel wê têgerîn û bandor dibin, û ev pêvajoyana evîn saz dikin, û ev
yeka dihêle mirov hez bike biafirîne û nas û pirs bike, û evîn yekem
dergehên zanebûnê ye dema felsefa mirovî ronî da bi nivîsekê li ser
deriyê yek perestgehan li Esîna : ( Ey mirov xwe nas bike) .
Û
evîn diyar bû bi rêya zanebûn, guhertin ,vebûn û pêşveçûnê, û bi encama
ketina me di xefkê çêbûyîyan û tijîkirina sixbûyî û têkalîna li dor
dûbarkirina ramanan û danîna pîrozkirinê li ser wêna û ev yeka hîşt ku
em berve bêcanî,kevirbûn û parisvanî û girtinê biçin, û ev deroniya
afrêner û çêja wî têkbir, û herwiha rêber û dilgermiya wî, û siyasetvan û
dîtina wê, û afrêner birêve biribû li xwebînîbûnê ji bo ku lawaziya
xwe berdewam bike, bi beza li pey leylankirina hênikên vala ji
bijardeyên gelan bi rêya pêşkêşkirina wê ji pesin, û sloganên pûç, tiştê
ku hîşt pêvajoya ramanyar sersima bibe, û wî hîştibû di rewşa
sernugûnkirin , pozbilindî,sitemkarî de bijî , û hestbûna bi xwedanbûna
takekesî a diyar dibe bi dîmenek e xuyanî di ricîmên fermandariya
gelemper de, û hundirê rêveberiyên partiyên radîkal , û encamên
bobelatên wêna bêhtir di çaxê herdû cengên cîhanî de diyar dibe bi
hilweşîna yekîtiya Sofiyêt û bi dawî hewildanên roxandina milhûriyên
cîhana Erebî di pêla buhara Erebî de.
Pirojeya zanyarî ne ji vînek e
derveyî tê sepandin taku bikeve di berjewendiya hêzên mezintirîn yên ku
di warê siyasî û aborî de serdest in bin dirûşmên azadiyan û guhertina
demukratîk lê ev piroje ji pêkhata şaristaniya rewşenbîrî yên di destê
gelan de destpê dibe, bi çend taybetmendiyên cihêbûnî vîna zanyarî a
saxlem li cem gelan berz dike , bi parastina taybetmendiyên xwe bi
zanînê û parastina hebûna welêt , û hezkirina xuristî a ku stona xwe
zanebûn e ji bo sermediya hebûna bedew û lihevhatî.
Û civak li gor
ezmûn û serpêhatiyên wêna dikarin zenebûyînê belav bikin dema bi
pêkhatên xwe yên rewşenbîr radibin, ji bo sazkirina bîngeha xuristî ji
rabûna saziyan û bi vî awayî hemî takesên xwe yên karker dibin e hêzên
zanyarî berhemdar bi erk û mafên xwe li ser hemî ast û derbaran yeksan
dibin.
Pirojeya zanînî ji aliyê hêzên mezintirîn û serdest naya
sepa kirin, wê wisa bibe pirojeyek î waranbûyî li ser nedadî û
serdestbûna li mêjî bê cîgirkirin û ev jî rê dide malgirtina hatinan, lê
zanebûn kilîta wê bawerî bi guhertinê ye pêşî, û dehfdana wê mîna
binemayek e kirdeyî, serdariya nirxên takekesî yên teng sînordar dike,
ji ber ew nirxên teng li pêş azadiya xuristî û dadmendiyê dibûn e kelem
,û hatibûn e naskirin bi lîbraliya kevinşopî yê serdestkirin û
kedxwariyê cîgir kiribû , bidestxistina hatinên gel û gertentiya
nezanîkirina wana ji bo di aloziyên bidûhevdû bimînin dorpêçkirî.
Zanyar
hebûn welatek î giştî ji xwe re dibînin, û hebûn ne tenê erdnîgariyek e
sînordar e bi sînorên nîgarkirî bi sedema ceng û hevpeymanên dîrokî û
bûyerên talankirin û serdestkirinê li ser navendên sitratîcîk de, lê ew
hebûn a bedewbûn, vejînbûn û geşepêdanê hembêz dike, û di felsefa a ku
evîn û zanînê armanc dike û ji yekîtiya kiryarê ramanî bi kiryarê
kirdeyî ve destpê dike, û ew raperînek e li ser têgehên erdnîgarî a
cîgirbûyî û diyarkirinek e ji nirxên yekbûna hebûn û zanebûna sade ye, û
ew mêjiyek e giştî û pêşverû ye ji mirovatiya saxlem re,başiya
ramandinê binyad dike û ev yeka mirov birêve dibe li armanc, pêkanîn ,
jêbirina dûrkirinê,desthilatdariya tam û nezanîkirinê ên bêcaniya raman
û reşpêşkirina rewşenbîrî peyda kiribûn.
https://youtu.be/HsrmKrKz0fQ